Şewitandina George W. Bush
A+
A-
Yekî amerîkayî rojekê ku diçû karê xwe, ji nişka ve ketiye nav trafîkeke pir xerab û awarte.
Demekê wisa di siwareya xwe de bêdeng maye. Ji nişka ve yekî li paceya kêlekê xistiye. Bi meraq camê dadixe.
- Çi bûye gelo?
- Hinekan Bush zeft kirine. Ji bo berdana wî 1 milyon dolar pere dixwazin, heke pere neyê dayin dê bi benzînê bişewitînin.
- Waa! Aha min îcar fam kir...
- Lee! Aha ji bo wê em ji herkesî alîkariyê dixwazin.
- Ey herkes li dora çiqasî dibe alîkar?
- Hema herkes li dora 5 lîtreyan dide...
Gotinên miftehî : Şewitandina,George,W.,Bush