EZ MATMAYÎ NABIM!
Hinek k’urdên me matma bûne, ku eskerê t’irk wisa bi hêsane k’etine herêma Mûsilê (xaka dewleteke serbixwe, ya ku sînorên xwe hene!) û, xwedêgiravî, pêşmergeyan li wira p’erwerde dikin… ew jî, ji bona “têkoşîna” li dijî DAÎŞ-ê!
Ez ne ji armanca wan bawer dikim, ne jî matma dibim!
Çima?
Lewra ku:
- ya yekem, wek ku tê zanîn, heya naha di herêma Mûsilê da pêşmerge nînbûne. Lê wek ku tê r’agîhandin eskerên t’irk jizûva li wira êdî hebûne, hema naha hinek li wan zêdekirine, û serokatîya Îraqê jî, dema êdî buyer pêk hatye, t’eze li xwe hasyaye û k’ulma xwe dihejîne;
- ya duyem, êdî jizûva li Bamernîyê eskerên t’irk bi cîh bûne – li ser xaka Başûrê K’urdistanê! Û ev jî t’irkan bi destûra “dostên xwe yên stratêjîk” ên di r’êvebirîya Başûrê K’urdistanê da û bi bêdengîya hukumeta Îraqê çûne wir û hê jî li wir in!
Û ez hîç jî matma nabim, dema dibihêm an dixwînim, ku r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê li nevta t’alanê ya DAÎŞ-ê, ya ku li ser Başûr r’a derbazî T’irkîyayê dikin, xwedî derdik’eve û dibêje, ku ew nevt a Başûrê K’urdistanê ye!
Çi “fedek’arîyeke” kor! Çi mînakeke “dostanîya stratêjîk” bi dijminê gelê xwe yê hov û xwîxwar r’a!
Û bi vê mînaka “dostanîya stratêjîk”, ji bo ku Erdoxan bip’arêzin, r’ûmeta K’urdistanê û ewlek’arîya gelê k’urd dikin xeterîyê?
Helbet t’erefekî vê pirsê yê dinê jî heye: lê, eger r’ayedarên Herêmê û serokatîya wê jî di nava vê bazara nevta t’alanê ya DAÎŞ-ê da hene? Û, eger em bi bîr bînin, ku ew biraderên Başûr bi r’êjîma faşîst a T’irkîyaê r’a di hevk’arîyeke nêzîk da ne, ya ku li hember k’urdan siyaseta têr’ora dewletê û t’evkujîyê dimeşîne!? Eger em bi bîr bînin, dema şêr’ê herî gur’ ê DAÎŞ-ê yê di Şengalê, Kobanîyê û herêmên dinê yên K’urdistanê da, di p’ayt’exta Herêma Başûrê Hewlêrê da Kongrêya erebên sunnî pêk anîne, û t’erefdarên DAÎŞ-ê jî beşdarî wê kongrê bûne. Û di nav r’ayedarên sîyasî û serokên eşîrên erebên Mûsilê da wisa jî nûnerên eşîra bi nave “tîya” şêx Sebah Gazî Xînş hebûye, yê ku piştgirîya DAÎŞ-ê dike û mirovê nêzîk ê r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbekir el-Bexdadî ye? (http://kurdinfo.ru/?p=15442 ; http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/dertê _holê_ku_r_êvebirîya_herêma_başûrê_k_ urdistanê_piştgirîya_r_ayedarên_dewleta_ îslamî _daîş_ dike_çima)…
Di heşê mirov da bi cîh jî nabe, helbet, eger ew ne ku mirovekî nexweş, lê normal be! Di cîhanê da ji bîstî jortir dewletên ereban hene, lê di wan welatan da ji bo lidarxistina k’omcivîna t’erefdarên DAÎŞ-ê cîh “nedîtine”, ji ber wê jî hatine û di Hewlêrê da civyane – di p’ayt’exta Başûrê K’urdistanê da?! Ev tê çi wat’eyê? Ma ev nayê wê wat’eyê, ku r’êvebirîya Başûrê K’urdistanê, ne ku di cîhana k’urdî da, lê di ya şêxtî-mirîdtîya di îslamê da (û di sêrî da jî, bi Erdoxan r’a!) t’evdiger’in!
Binihêr’in, li vir t’or’a DAÎŞ-AKP bi navbeynk’arî û hevk’arîya “fedek’ar” a PDK-ê di Mûsilê da digihîje hev û têk’el dibe…
Eger yek bibêje, ku eskerê t’irk hatine wir û pêşmergeyan ji bona têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê p’erwerde dikin, ew an xwe dixapîne, an jî xwe dewsa bêheşan danîne û gelê k’urd û cîhanê dixapînin…
T’irkîya hem di Başûrê K’urdistanê da, hem jî li ser sînorê di navbera T’irkîyayê û Sûrîyayê da eskerên xwe k’om kirine, ne ji bo wê, ku li dijî DAÎŞ-ê bitêk’oşe, lê ji bo wê, ku ji hêlekê va nehêle alîkarî li ser r’adîkalên DAÎŞ-ê qut bibe, lê ji hêla dine va r’ê li pêşîya karwanên nevta t’alankirî veke...
Hevk’arî û yekîtîya di navbera AKP-ê û DAÎŞ-ê da pêdivîya xwe bi piştr’astkirinê nine. Dorger’ên (stalayt) leşkerî yên R’ûsîyayê hemû t’evgerên wan k’işandine, û Bir’yargeha Navendî ya Art’êşa R’ûsîyayê hemû vîdêo û wêneyên wan ji bo r’aya giştî ya cîhanê r’agîhandine. Heya hevalbendên wan ên di NATO-yê da jî evê îzbat dikin. Weha, endamê Komîtêya ji bo k’arên hêzên ç’ekdarî ya Kongrêsa DYA T’ûlsî Gabbard çi dibêje: “T’irkîyayê zêdetir piştgirî daye DAÎŞ-ê, ne ku alîk’arî daye têk’oşîna li dijî wê. …Armanca T’irkîyayê ew e, ku k’urdan bişkêne û ji wan azad bibe. K’urdên ku hem di Îraqê da, hem jî di Sûrîyayê da di têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê da hêza here jêhatî ne”.
A, îjar li vira pirs dertê hole, k’a, gelo PDK û Barzanî li r’ex AKP/DAÎŞ-ê û erebên sunî yên Mûsilê, yên ku piştgirîya DAÎŞ-ê dikin, çi k’arê xwe hene?...
06. 12. 2015