Ez pir li ber şaşiya Huseyin Gulerce ketim
Xwendevanê min, ev 7 sal in ku min dizanin, ez nikarim tiştan ji xwe re nekim xem. Heke ew şaşî şaşiya tirkekî be jî. Dîsa di vê gotarê de ez dixwazim şaşiya Hüseyin Gülerce serast bikim.
Gelek kes Don Kîşotî wekî qehreman û lehengekî dizanin. Ev jî nîşan dide ku an Cervantes her tişt xweşik neaniye ziman, an jî van kesên ku Don Kîşot wekî qehreman dibînin, bingeha romana Don Kişot fam nekirine.
Heke Don Kîşot qehremanek be, tenê qehremanê romanê ye. Ji vê yekê pê ve tu qehremaniya wî tune. Di bingeha xwe de Don Kîşot cihê pêkenînê ye, mirovekî ku dewra wî çûye ye. Don Kîşot paşverû ye, ne pêşverû ye. Li hember pêşketinan derdikeve û dixwaze her tiştî wekî berê bijî.
Îro jî nivîskarekî rojnameya tirk ê Zamanê, di gotara xwe de wiha gotiye: “İbrahim Güçlü yê ku gelek kes wî wekî ‘Don Kîşotê Kurdan’ bin av dike, di çav min de ji wê wêdetir e, ew qehremanê min e.”
Di vê gotarê de her çiqas navê İbrahim Güçlü derbas dibe jî, ez bi tu rengî şîrove û nirxandinan der barê wî de nakim. Mijara min tenê Don Kîşot e.
Pêşî ez bêjim bê çima Don Kîşot mirovekî paşverû ye.
Nivîskarê Spanyolî Miguel de Cervantes Saavedra, ku di sala 1547’an de hatiye dinê û di 1616’an de koça dawî kiriye, 5 salan wekî dîlgirtiyê Împaratoriya Osmanî maye, kurdan, ereban û farisan jî ji nêzîk ve nas dike û di romana xwe de ji taybetiyên wan jî çend hevok bi kar aniye.
Di romanê de Cervantes dide nîşan ku cîhan diguhere û êdî li şûna aşên berê, aşên pêşketî çêdibin. Yanî destpêka kapîtalîzmê ye. Êdî li şûna axa û begên feodal, dewlemend peyda dibin û pîvanên hilberîn, karker û kedkaran diguherin. Cîhan diguhere.
Êdî tu tiştek dê wekî berê neçe û sembola vê yekê jî aşên bê ye. Bi nirxên nû re nirxên kevin ji holê radibin. Berê qral, qralîçe, kelek, wezîr û şovalye hebûn. Lê êdî ev hemû dê bi birxên nû re ji holê rabin. Şovalye dê êdî wekî berê ne li ser seran bin.
Wisa lê nenihêrin ku Don Kîşot ji ber ku mirovekî zeîf, qels û lawaz e ji hespê dikeve û dibe mijara pêkeniyê. Na! Ya rast Cervantes ew bi zanebûn wisa nîşan daye. Ew zeîfî û lawaziya şexsiyeta Don Kîşot e.
Don Kîşot li hember demê lawaz e, qels e. Nikare bi demê re. Êrîşî sembolên dema nû dike, êrîşî aşên bê dike. Dixwaze nirx û sembolên berê bide jiyandin. Ji bo vê yekê dixwaze qralek, mîrek wî wekî şovalye pîrozwer bike. Lê kes tune. Kes êdî qîmetê nade şovalyebûnê. Ji bo vê jî Don Kîşot gelekî digere. Lê di dawiyê de henekê xwe pê dikin û wekî ku ew pîrozwer kiribin, wekî ew bi rastî jî bûbe şovalye, dêrindêzekê jê re çêdikin.
Don Kîşot hewl dide ku pêşketinê rawestîne. Lê pêşketin û tevger di bingeha xwezayê de ye û hêza tu kesî têra rawestandina wê nake. Kî dikare pêşketin û tevgera di hundirê zerreya atomê de rawestîne, bisekinîne?
Kî hewl bide ku pêşketinan rawestîne, dê wekî Don Kîşot bibe cihê pêkenînê û tinazan. Her wekî di romanê de hatiye serê wî.
Cervantes, bi vê romanê gelek caran darizandina xwe kiriye. Jiyana xwe darizandiye û belkî ev roman “liberketina wî” ya ji bo jiyana wî ye, ku li pey tiştên heyf çûye.
Û wekî encam. Li Tirkiyeyê pergala perwerdeyê tiştekî ewqasî xerab e, ku mirov tiştekî ji edebiyatê jî fam nake. Qaşo cîhanê daye pey kar û xebatê, me jî daye pey “gotinan”, lê em ji edebiyatê jî tiştekî fam nakin. Heke ne wisa bûya, kesî Don Kîşot wekî qehreman bin nav nedikir. Ma tew nebe, gerek mamosteyan negotibûna “romana Don Kîşot romaneke ji cureyên absurdê (bi kurdî fişar) ye”.
Di romaneke absurd de, karên qehreman jî tiştên absurd in.