Ez, Tu û Ew
Min do serê diya xwe danî ser sînga xwe û hêsirên wê baqij kir. Ji bo ez bikaribim dilê wê xweş bikim, ji destê min tu tişt nedihat, ji devê min tu gotin çênedibûn. Ma min ê jê re çi bigota, min ê bi kîjan gotinan bela ku hatiye serê wê wisa vegota ku dilê wê bes biêşiya û dilê wê xwe li ber vê janê bigire?
Ma min jê re rastî bigota?
Rastiyên ku dikarim ji wê re bêjim, qet êşên wê hindiktir nakin. Hema di serî de, dema ew zarok bû, cîhanek din hebû. Dê û bav çi bigotina ew bû. Dê û bav jî ne bes in, wan jî li gor bandora cîran û xizman tiştên ku bawer nedikirin jî dikirin.
Jê re gotin "cîhan ev e, ol ev e, çand ev, kevneşopî ev e" û ew di ciwaniya xwe de dane mêr. Bavê min 50 salî bûye wê demê. Bavê min Mele bû, li medreseyan xwendibû, ji dema Osmanlî mabû. Li gor nasnameyê di 1923'an de hatiye dinê, lê ew jî dereng hatiye nivîsandin. Bavê min ji cil û bergên wê dest pê kiribû.
Min dît dema ku lêdixist, wê jî li xwe dixist, porê xwe bi ser xwe ve dianî, li sînga xwe dixist. Ji aliyekî ve bavê min lêdixist, ji aliyê din ve wê li xwe dixist. Ez zarokekî 4-5 salî bûm, ez rûdiniştim û digiriyam: "Haho bavo li diya min nexe!"
Bavê diya min mirovekî hîperaktîf bû. Nikaribû li mal rûne. Lê kesî nexweşiya wî jî nizanibû. Her kesî digot "xwedê tebîetekî wisa daye wî." Hîperaktîf nexweşiyeke wisa ye ku derbasî zarokên mirov jî dibe. Diya min ji ber vê yekê hîperaktîf bû. Ji sohbetê, ji gerê, ji tevgera cîhanê hez dikir. Nikaribû bala xwe demek dirêj bide ser tiştekî. Lê hişê wê baş bû, tişt baş di bîrê de diman û pir zû fam dikir.
Ez jî mirovekî hîperaktîf im, ji diya min derbasî min bûye. Lê ji ber ku ez li dibistanê bi saetan rûdiniştim, ji ber ku 7 salan li girtîgehê mam, rewşa min hindikekî baş bûye. Dîsa jî karê xwe di nêvî de dihêlim, ji dubareyan hez nakim û her karî nikarim bikim.
Gelek caran, di dema xwarina nîvroj de ku ez ji birçînan dinaliyam, diya min li mala cîranekî, li cem jina malê ji sohbetê ranedibû. Ji karên periyodîk û dubare hez nedikir. Lê ew jin bû, diviya xwarina me çêkira û hemû tîr dikişandin ser xwe. Her ku ez mezin bûm, ez jî bûm mêr, ez jî bûm dijminê wê.
Bavê min, ji bo bikaribe wê bîne rê, li pirtûkên erebî ên olî dinihêrî. Li hedîs û ayetan dinihêrî û riyên ku olê bi ber mêran dixist vedikola. Digot: "kitêb dibêje jinê pêşî bi berger, dû re bi xelat, dû re bi lêdanî bînin rê." Polîtîka ji sê astan pêk dihat.
Xwişka min dema hat asta dibistana seretayî, em di salên 1990'î de bûn. Dema hat temenê dibistana navîn û seretayî ez di girtîgehê de bûm. Bi name û peyaman min kir ku bavê min destûra xwendina wê bide. Dema zewicî, gotin li kesî nediket, wê biryara xwe dabû, ji kê hez kir bi wî re zewicî. Kê ji xwişka min re çi jî bigota, dê bigota "cîhan ev e, çand ev e, kevneşopî ev e, ol jî ev e". Mîrata çandê çerxeke wisa ye ku ji bo dê bi wir ve, ji bo qîzê bi vir ve dizîvire. Şensa kê çi ket!
Çi para te ketibe tê wê bibînî, tu wê dibînî. Kes bi serê xwe ne tu tişt e. Bila kes nebêje "kes nikare bi min." Tişta ku derfetê distîne jî, dide jî civak e, rojev e, asta civakî ye.