Ez çûm şahîya ciwanan a ji bo Rojava
Zûde ez neçûbûm konsereke wisa, yan jî qet neçûbûm. Ji ber ku ez bibêjim ez çûme wê demê ez dê tehma ku min ji vê konserê stendiye têxim dora diduyan. Belkî jî diviyabû ez li kongreya PEN’a Kurd bûma lê min xwe li konserê dît. Ez roja 18’ê gulanê li Stenbolê bi ciwanan re bûm ciwan, yan jî min xwe wisa hîs kir. Ez û hevala xwe li pira Goztepeya Kadikoy li dolmişa xwendekarên Yalovayê ku bi du dolmîşan hatibûn siwar bûn û me berê xwe da şahiyê.
Ev şahî ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê û Cejna Zimanê Kurdî, ji alî DODEF'ê (Komeleya Xwendekaran) ve çêbûbû. Gelek hunermend hatibûn û her yekî/ê 2-3 stran gotin. Bi erbaneyê şahî dest pê kir û rîtma reqsê hêdî hêdî rewşa germbûna şahiyê jî diyar kir. Di dû koma erbaneyê re bi tirkî kurdî pêşkeşvanan behsa şahiyê kir, (tevlî ez difikirîm ku diviyabû êdî moda tirkî bi timî di van şahiyên kurdan de rabe û tew di Cejna Zimanê Kurdî de qet tune be). Dû re dengbêj Kazo hat ser dikê, di nava ciwanên ku li bendî holbûnê bûn de hinekî dengbêjiya wî kêm ma û wî jî fêm kir û zû bi zû stranên dîlan û reksê xist rêzê û bi dengê xwe yê qibe ciwan rakir ser piyan. Û bi rastî bi dengê Kazo re wan hunermendên pîr yên reşik ku bi dengê xwe ciwanan radikin ser piyan hate bîra min.
Hinekî di navberê de Gultan Kişanak û Ertugrûl Kurkçu bûn sedema diruşmeyan lê rîtma şahiyê qet winda nebû û bi hunermend Îdrîs Demîr re gihîşt lûtkeya bilind. Îdrîs Demîrê ku min jî pir jê hez kir bi stîl, liv û libat û deng û reqsa rockê hişt ku ciwan hemî dakevin qada hêwana mezin. Bi hezaran ciwan li qadê kom bûn û bi hev re dîlan girtin û wê dîlana ku ji demên berê de bi şervanên kurd re bûye yek, lîstin. Bawer bikin mirov digot qey bi hezaran şervan hatine nava vê qade û xwe hol dikin. Bi kêfa wan ciwanan re em jî pir dilxweş dibûn û heta hêsir ji çavê hinek dê û bavan dihat. Belkî jî di hişê her kesî re daxwaza “bila her û her ciwan di şahiyêde bijîn” derbas dibû.
Dibe ku gelek kesên temenê navsere bi awayekî quretî li hember van roj û şahiyana derkevin lê dilê min bi xwe her bi kêfxweşiya ciwanan re xweş dibe. Loma bi taybetî ji bo ciwanan çûbûm û li hêwana ku nêzî 20 hezar kesî hebûn ez jî bi wan re kêfxweş bûm.
Bi domahiyê re anonsa navê Agirê Jiyan tenê besî govendeke bi hezaran ciwanî bû. Dîsa wekî gerîlla li qadê ketibin dîlanê bi govenda bablekan û filan bêvan re difiriyan ciwan.
Her wiha gelek hunermendên din jî şahî xweş kirin û mirov pê dilxweş bûn. Tevlî ku Hunermend Comerd ji ber ku li balafırgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû girtin jî stranên wî li hêwanê olan didan. Ev şahî qet ne wekî konserên li derve û wekî din bû, ji ber ku ciwanan û xwendekaran ev organîze kiribûn bi ya min pir xweş û kêmasiyên wê pir kêm bûn.
Hinek diruşmeyên berê hatibû guherandin û bi şiklê “Akin var akin Guneşe akin/ guneşî ozgurleştirecegiz/guneşîn ozgurlugu yakin” ya berê ku rêxistinên çep bikar dianîn wekî afiş li qadê hatibû daleqandin. Bi axaftinên nûnerê Rojava û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî reng bi şahiyê ket. Bi piranî afîş bi kurdî bûn û rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem jî belaş dihat belavkirin.
Belê, min dîsa fêm kir ku hêz û pêşeroja tenduristiya civaka kurd ya herî mezin ciwan in û dibêjim, bila ciwan dilxweş û kêfxweş bijîn.
Nîşe: Di diyarname.com de hatiye weşandin.