Ezîzela!
Girtîgeh li biniya bajêr, li serê girekî bû.
Gelekî hindik deng dihatin girtîgehê. Car caran mirov dibû hesretê
dengekî. Ku dengek ji menzeleke din a girtîgehê jî bihata mirov wekî
tiştekî biyanî bihîstibe bi dilîniyên nostaljîk dipengizî.
Rojekê
di bêhnvedana navbera du dersan de girtî hemû derketibûn hewşa menzelê.
Di navbera wî û vî dîwarî de diçûn û dihatin. Hinek bi mejiyên xwe li
gund û bajarên xwe digeriyan, hinek li serê çiyayan ji kozikekê
direviyan kozika din. Hinan jî li ser mijara dersa wê rojê guftûgoyek
vekiribûn û nîqaş dikirin.
Ji nişka ve dengê kerekî hat.
Apê
Xidir (Xidirkê Omerî yê dengbêj) ji nişka ve li navenda hewşê
rawestiya. Guhê xwe wisa da dengê kerê, wekî ku li kemana Dilşad Şeko
guhdar bike bêdeng ma. Ji nav lêvên wî bi tenê gotinek derket:
Ezîzellaaaaah!