Ferqa Navbera Devok û Çewtiyên Axaftinê
Wekî tê zanîn, di dîrokê de tu tiştên xwedî nirx wenda nabin. Dema mirov berhemên erdkoliyê dibînin û agahiyên di derbarê destkeftiyên kolyarnasiyê de dibihîzin, şaş dimînin. Lê belê rista dîrokê ev bixwe ye; tiştên baş bi tîpên zêrîn li ser rûpelên xwe dinivîse, tiştên nebaş jî dihavêje sergoyê xwe. Ango bi gotineke pêşiyên Kurdan; ‘Ew sala sed û yekê be jî wenda nabe.’ Roja li cîhanê jiyanê dest pê kiriye, dîrok li ser kar e û heqê kê çi bûye, radest kiriye.
Çiqas leheng hebûne, nav bi nav qeyd kirine. Lê belê mafê dîktatoran jî nexwariye û wekî sedemên encaman, wan jî avêtiye sergoyê xwe. Her wekî di dîroka gelê Kurd de kî bûbe sedemê parçebûna welatê Kurdan, yek bi yek avêtiye sergoyî. Lê belê lehengên ji bo welêt bigihînin hev jî yek bi yek qeyd kirine.
Mixabin di dîroka me Kurdan de sergoyê me heta ber dev tijî ye; tu di nav de li çi bigerî, heye. Tu yên dozê firotine dixwazî, yên rizgariya welêt red kiriye dixwazî, yên bi çeka dijminan berî pişta birayê xwe daye dixwazî, kerem bike keko, weleh tu di nav sergoyî de gul û rihanan nabînî.
Wekî ku me got; dîrok tu qirêjiyan efû nake, tu paqijiyan ji bîr nake. Dîroka zimanê me jî di vê merheleyê de girîng e. Ji ber ku Kurd bi zimanê xwe Kurd bûne û Kurd mane. Me di destpêkê de gotibû; Sala sed û yekê ve jî veşarî namîne. Ya rast, ev gotin ji bo zimanê Kurdî libas e. Çiqas hat hesikandin, çiqas hat pelçiqandin, çiqas hat hêrandin, çiqas ket gorê û ax bi ser de hat werkirin; neqediya, nemehiya û bi hemû xemil û rewşa xwe bû kelemê nav çavên dijminan.
Zimanê Kurdî, zimanekî gelek kevin û gelek dorfireh e. Piştî welat hatiye dagirkirin, bûye xwedî çar zaravayên sereke û bi dehan devokan. Jixwe mijara vê nivîsê jî li ser devokan e. Lê ji ber dilê min jî wekî her Kurdekê/î dagirtiye, peyv li ber pênûsê diherikin û berê xwe ber bi aliyeke din ve dikin.
Wekî tê zanîn, her zaravayeke zimanê Kurdî, xwedî devokên herêmî ne. Her çiqas em bi karê zimên ve mijûl bin jî nêrînên me jî bi qasî zanînên me ne. Ji ber zaravayê Bakûr Kurmancî ye, ez ê jî bikaribim li ser Kurmancî nêrînên xwe, bi we xwendevanên birûmet re parve bikim.
Li Bakûr; zaravayê Kurmancî serdest e. Piştî wê jî zaravayê Kirmanckî ango Zazakî tê. Ji ber ku hema hemû birayên me yên Kirmanc bi Kurmancî dizanin, lê mixabin li dora Kurmancan hewildana hînbûna Kirmanckî nayê dîtin. Zaravayên sereke li aliyekê; devokên me rengeke din e ku zimanê me şên dikin.
Mînaka devoka Herêma Botan, mînaka herî rengîn e. Devoka Serhedê û devokên din, cihêrengî ne û bêguman dewlemendiya zimanê Kurdî ne. Lê belê di bin navê devokê de jî şaiyên axaftinê tên kirin ku ev jî das e û car bi car guliyê darê lawaz dike.
Devoka Herêma Mêrdînê jî ji bo vê mijarê mînakeke baş e. Lewra di bin banê devokê de malmîratiyek diqewime. Tevliheviya şaşî û devokê, ziyana herî xetere ye û li benda nifşê nû ye.
Bi Kurtasî;
Di her zimanî de qerafên kesane hene. (Ez im, tu yî, ew e, em in, hûn in, ew in) Ji bo diyar be bê ka kar ji aliyê kê ve tê kirin, dê bê kirin an jî hatiye kirin, ev şertekî jêneger e.
Lê belê li Herêma Mêrdînê, kes û kar tevlihev bûye.
Mînakên wekî; ‘Tu bi xêr hatiye, tu çawa ye? û hwd. Ji aliyê teknîkî ve kêmasiyên gelek mezin in. Ji ber ku kirde kesê duyemîn e lê belê lêker kesê sêyemîn nîşan dide û ev rewş jî ji devokê bêpar e, rasterast şaşiyên axaftinê, her wiha şaşiyên zimên in. Şaşiyên wisa, ji aliyê kesên biyanî yên hînî zimanekî nû dibin ve tên kirin û ev şaşî jî sempatiyekê li hember van kesan derdixe pêş. Ji ber ku nizanin, lê hewil didin da ku hîn bibin. Gelo ev rewş ji bo Kurdekê/î tê qebûlkirin?
Bila kesên Herêma Mêrdînê dilê xwe nehêlin, nirxandina min bi nêrîna mamosteyekê hatiye kirin. Gotina; ‘Wiha hatiye dê wiha biçe.’ ne gotina pêşiyên me ye, gotina pêşiyên Tirkan e. Ev gotin, mîrateya wan e û bav û kalên wan çi li me kiriye, niha neviyên wan li me dikin. Kurdan jî mîrateya bav û kalên xwe ragirtiye, li ber xwe daye û jiyane. Îcar, wiha hatiye, bila wiha neçe...
2016-09-01