Festîvala Duhokê
Her çiqas mêvan wekî kes hatibin vexwendin jî, ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê em du kes; ez û hevalê me Alaatîn Akta?, em be?darî vê festîvalê bûn. Vekirina festîvalê li Hola Mihemed Arifê Cizrawî pêk hat. Di vekirina festîvalê de digel gelek axaftinên vekirinê û peyamên cur bi cur, govend û stran jî hatin pê?kê?kirin. Di ahenga vekirinê de peykerê Mîqdat Midhat Bedirxan ê ku ji hêla Zahîr Sedîq de hatibû çêkirin jî hate vekirin.
Festîvalê bi vê sirûdê dest pê kir, lê çarçoveya festîvalê ne tenê bi sirûd, stranan û axaftinan ne bi sînorkirî bû, her wiha gelek gotarên lêkolînî li ser rojnamenûsiya kurdî û malbata Bedirxaniyan hatin pê?kê?kirin.
Festîvalê roja 21’ê avrêlê li Hola Mihemed Arifê Cizrawî dest pê kir û du rojên mayî li "Pertûkxaneya Bedirxaniyan" berdewam kir. Roja 23’yê avrêlê jî bi xelatdayînê û daxuyaniya encamê bi dawî bû.
Di bernameya festîvalê de gotarên li ser pirs û pirsgirêkên rojnamegeriyê û lêkolînên li ser malbata Bedirxaniyan hebûn. Hinek gotarên ku di festîvalê de hatin pê?kê?kirin ev bûn:
1-Bedirxan- Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl
Prof. Îzedîn Mistefa Resûl di vê gotara xwe de der barê dîroka malbata Bedirxaniyan û Cizîra Botan de agahiyên balkê? dan.
2-Bikarhênana Elifbêta Mîr Celadet Bedirxan Çareseriya Rêya Zimanekî Êkgirtî ye- Beyan Ehmed Husên
Di vê gotarê de li ser taybetiyên alfabeya latînî ya ku cara pê?în ji hêla Celadet Bedirxan ve hatiye bikaranîn, hinek agahî hatin dayîn, di be?a genge?iyan de gotûbêjên li ser mijarê gur bûn, lê mixabin ji ber tengbûna demê genge?î kurt hatin birîn. Li ser mijarê bi taybetî anga?ta hinek nûseran balkê? û hêjayî genge?iyeke berfireh bû. Lewre li gorî wan alfabeya Hawarê bi kerî zimanê kurdî nayê û bi bandora kemalîzmê hatiye amadekirin.
3-Karîgeriya Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawar li Ba?urê Kurdistanê -Mustediq Tovî
Di vê gotara xwe de Misediq Tovî çend nimûne ji nivîs û nûçeyên ku di Hawarê de li ser Ba?ûr derketine û nivîsên bi zarê kurmanciya jêrîn dan. Bi vî awayî jî bandora Hawarê li ser gelê Ba?ûr nirxand.
4-Kurtelêkolîneweyek der barey Cizîrey Botan û Hozî Boxtî (Botanî) le Sedekanî Nawerast da- Dr. Sedîq Tofîq
Her wekî tê zanîn dema ku qala malbata Bedirxaniyan tê kirin bajarê Cizîra Botan tê bîra mirov. Di vê gotara xwe de ji be?a Wêjeyê ya Zankoya Duhokê Dr. Tofîq der barê Cizîra Botan, e?îra bohtî û mîrni?îna Bedirxaniyan de lêkolînek pê?kê? kir.
5- Rojnamey Kurdistan: Organî Komîtey Nawendî Hîzbî Dîmokratî Kurdistanî Îran- ?adiman Mela Hesen
Di vê lêkolînê de îcar rojnameya Kurdistan ku bi avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê dest bi we?anê kiribû bûbû mijara lêkolînê.
6- Peywendî Nêwan Rojnamenûsan û Desthelatdaran le Kurdistan- Benaz Kwêstanî
Birêz Kwêstanî di vê gotara xwe de rew?a têkiliya di navbera rojnamenûs û desthilatdaran de li ber çavan raxist. Bal ki?and ser arî?eyên ku rojnamenûs pê re rû bir û dimînin. Her wiha di gotara xwe de wê rew?a berê û ya niha dane ber hev, pê?ketina ku pêk hatiye destnî?an kir. Pi?tre jî hinek pê?niyazên xwe vegotin da ku têkiliya her du aliyan xurtir û ba?tir bibin.
7-Di Sedsala Borî De Rew?a Kovar û Rojnameyên Kurdistan Bakur û Rojnamevaniya Vê Herêmê- Latîf Epozdemîr
Epozdemîr di vê gotara xwe de bi berfirehî li ser dîroka rojnamegeriya kurdî ya li Bakur rawestiya û der barê heftename, rojname û kovarên ku derketine de agahî dan. Lê mixabin ji ber ku axaftina wî mabû dawiyê li holê zêde kes nemabû. Lewre jî piraniya be?daran ji van agahiyên pêwîst bêpar man.
Ji bilî van gotaran gelek gotarên din jî li ser malbata Bedirxaniyan û rojnamenûsiya kurdî hatin pê?kê?kirin. Bi qasî ku ji gotar û gotûbêjan dihate fêmkirin kê?eya sereke ya rojnamenûsên li ba?ûrê Kurdistanê nebûna rojnamenûsiya serbixwe ye. Li gorî nirxandinên ku hatin kirin rojnamegerî li Ba?ûr, her wekî parçeyên din di bin siya rêxistinên siyasî de tê kirin û di dema xebatê de pîvan û berjewendiyên rêxistinî di ser pîvan û pêwîstiyên rojnamegeriyê re têne girtin. Rew?a rojnamenûsan ji hêla be?darekî ve bi van gotinan hate ser zimên: "Azadî hey elê mirov nizane ka dê pi?tre çi bê serê mirov."
Di nava festîvalê de hinek xeberên xêrê û mizgînî jî hebûn. Mizgîniya herî mezin vedîtina du hejmarên winda yên rojnameya Kurdistan bûn. Ev her du hejmarên 10 û 12 ku ji hêla Prof. Dr. Celîlê Celîl ve li Nemsayê hatine vedîtin, di dema festîvalê de hatin çapkirin û be?daran hatin belavkirin.
Pêwîst e li ser xuyanga gi?tî ya festîvalê jî çend ti?t bêne gotin. Mixabin her çiqas navê wê festîval be jî, dema ku mirov mîhrîcanên xelkê û mîhrîcanên bakurê Kurdistanê tîne ber çavên xwe, ev xebateke gelekî biçûk bû. Ligel hewldanan be?darkirina rojnameger û lêkolînerên ji seranserî Kurdistanê, dîsa jî festîval hizbî û parçeyî mabû. Bo nimûne be?dariya ji parçeyên din gelekî bisînor bû û li gorî pîvanên rêxistinî pêk hatibû.
Naveroka bernameyê jî gelekî teng mabû. Wekî mînak mijarên wekî "Jin û rojnamenûsî", "Suri?t û rojnamenûsî", "Ziman û rojnamenûsî", "Pîvanên sincî yên rojnamenûsiyê", "Têkiliyên di navbera rojnamenûsên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê" û gelek mijarên din qet nehatin rojevê. Sazî û rojnameyên ku di ber doza kurdayetiyê de û ji bo azadiya kurdan gelek bedel dane, nehatibû vexwendin. Ti?tekî kambaxtir di albûma dîroka rojnamenûsiyê de di serî de Apê Mûsa bi dehan rojnamegerên ku ?ehîd ketibûn cih negirtibû.
Her wiha di warê organîzasyonê de jî arî?eyên berbiçav hebûn. Em hêvî dikin ku ev kêmasî ji holê rabin û festîvalên mezintir bi hevgirtina rojnamenûsên li seranserî Kurdistanê pêk werin; rê li ber danûstandina rojnamenûsên ji çar parçeyên welêt vebin. Rojnamegerên kurd karibin li ser hîmê hevgirtina pî?eyî xebatên hevpar bikin, di qada navneteweyî de jî nûnertiya gelê xwe bi serfirazî bikin, berjewendiyên wî gelî biparêzin.
Samî Berbang
[email protected]
Dem: 3 gulan 2005 sê?em
(© www.amidakurd.com)