1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GAMBÎTA[*] AMÊRÎKÎ-T’IRKÎ Û CÎHANA ÎRO
GAMBÎTA[*] AMÊRÎKÎ-T’IRKÎ  Û CÎHANA ÎRO,gambîta,amêrîkî,t,irkî,û,cîhana,îro

GAMBÎTA[*] AMÊRÎKÎ-T’IRKÎ Û CÎHANA ÎRO

A+ A-


 

Ezîz ê Cewo

 

Ev gotar, a ku ji bo xwendevanê hêja tê pêşniyarkirin, r’oja ku di Cizîrê da dest bi hovîtîyên art’êşa dagerker a T’irkîyayê bû, li ser r’ûp’elên malp’era kurdinfo.rubi zimanê r’ûsî hate weşandin (http://kurdinfo.ru/?p=17740 ). Belê, ev gotar wê r’ojê derk’et, lê ev  nirxandin ne di r’ojekê da pêk hatibûn… Û dema mirov di nav çarç’oveya van nirxandinan da li êrîşên dewleta hov û barbar li ser navendeke şaristanîya cîhanê – Cizîra kevnar dinihêr’e,  bêhtir zelal dibîne, k’a ev hovîtî ç’avkanîya xwe ji k’u digirin, k’a ev r’êjîma hov û barbar (Û t’a îro jî, wek wan pêşîyên xwe, ew dijminê me dîsa maye ew!), ji bo ku van hovîtîyan bike,  cesaretê ji k’u û ji k’ê hiltîne, k’a nigê wê r’êjîmê yê di nav me da li k’îjan derê bingeh girtye, k’a gelo ew k’î ne, yên ku xwe bi wî nigî va hişkem girtine, bernadin û bi wê yekê, bi r’êya t’evkujîyan bindestîyê li gelê me ferz dikin…

Çima?

Çima?

Çima?...

_______________

 

Di dîroka mirovahîyê da carana hinek buyer pêk tên, yên ku ji hêla mirov va bi t’u norm û qanûnan nikarin bêne şirovekirin. Heşmendîya pêvajoyên cîhanî dibêje, ku di têk’oşîna li dijî nep’akî, k’irêtî û bêdadîyê a bi navê DAÎŞ da divê hemû hêzên civaka mirovahîyê bibûna yek. Lê, egr serk’êşîya wê têk’oşînê ew hêz dikin, ên ku bi xwe jî ew ç’avkanîya hovîtî û nemirovêyîyê (DAÎŞ) sêwirandine? Gelo wê demê ew têk’oşîna dikare bandordar be? Helbet – na! Lewra ku serk’evtina qencî û dadwerîyê a li dijî hovîtî û nemirovîyê di nav planên wan da nînin, ên ku bi xwe ew sêwirandine… 

 

MIROV ÇAWA DIKARE HEM DOST BE,

HEM – DIJMIN?

“”‘’ ’ '      

 

Dema di R’ojhilata navîn da dest bi agirê şêr’ê DAÎŞ-ê bû (jixwe tê zanîn, DAÎŞ bi xwe jî ne bêyî alîk’arîya DYA derk’etye!), ew agir dikaribû di hemû cîhanê da belav bibûye, eger berxwedana k’urdan a bi serk’êşîya Hêzên P’arastina Gel (HPG/YPG/YPJ)   nînbûya.

Heya siyasetmederên amêrîkî û pisporên wan ên leşkerî nikaribûn li ber lehengîya têk’oşerên k’urd dilşadî û hijmek’araîya xwe veşêrin. Lê gelek weşanên navdar ên cîhanê li ser r’ûp’elên xwe yên yekem wêneyên gêrîllayên keç’ ên YPJ-î danîn.

Bêyî mandata Şêwra Ewlek’arîyê ya  R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (ŞE R’NY) dê-fakto koalît’sîona li dijî DAÎŞÊ di bin serok’atîya DYA da heye. Lê, her çiqas Hêzên  P’arastina Gel (HPG/YPG/YPJ) di vê têk’oşînê da hêza derbdar a sereke ne, lê ewana bi fermî nekirine navnîşa beşdarên wê koalît’sîonê. Lê T’irkîya, ya ku di nav wê koalît’sîonê da ye, hê jî li ser du tayan dilîze. Ankara ji hêlekêva piştgirîya hêzên cerdê yên têr’orîst ên DAÎŞ-ê dike û ji her alîyan va alîk’arîyê dide wan, lê ji hêla dinê va êrîşên hewayî tîne ser Hêzên P’arastina Gel (PKK).  

Di rewşeke weha da, anegorî heşmendîya mirovî ya normal, DYA û hevpeymanîyên wan divê cîhê Ankarayê nîşanî wê bidina. Wana dive ew hişyar bikirana, ku koalît’sîon ji bo wê nehatye avakirin, ku hêzên hewayî yên T’irkîyayê di bin sîwana wê da êrîşên hewayî bibin ser baregehên wê r’êxistinê, ya ku hêza serk’êş e di têk’oşîna dijî DAÎŞ-ê da. 

Lê Waşîngton dide xuyan, ku evê yekê nabîne, her çiqas ew lîstika dualî ya T’irkîya osmanî ya nû, ji bo kesekî jî tiştekî veşartî nine, û T’irkîya bi xwe jî ewqasî hewl nade, ku ewê ji kesekî veşêre… Ewê t’fûyî ser nêr’îna r’aya giştî ya cîhanê kirye!

Di dema xwe da t’irkan Vîzans dager kirin û bi erêkirina bêdeng a cîhana şaristanî şaristanîya vîzansî t’unekirin, t’evkujîya k’urdan, ermenîyan, asorîyan, yewnanîyan û gelên dinê yên herêmê pêk anîn. Hema ewana jî li ber ç’avê xwedîyên vê cîhana îroyîn Qibris dager kirin, li hember gelê k’urd siyaseta t’evkujîyê dimeşînin û hê jî hevalbendên heman dewletan in, û hevk’arîya xwe bi wan r’a didomînin… 

Di vê têk’oşîna dijî DAÎŞ-ê da wê bi heşmendî bûya, eger DYA û hevpeymanîyên wan piştgirîya berxwedanvanên k’urd bikirana. Lê bi erêkirina bêdeng a DYA Ankara bi êrîşên hewayî li dijî baregehên Hêzên Parastina Gel (PKK) t’evdiger’e!..

Ev absurd e?

Helbet!

Lê ev yek di pilanên DYA ên di cîhanê da sazkirina k’aos a ku bê r’êvebirin da heye… Ji wan r’a îro dest nade, ku dawîya DAÎŞ-ê bînin (tê bîra we, hevpeymanîyên Yekîtîya Sovêtê di Şerê Cîhanê yê duyem da vekirina enyam duyem çawa derengî dixistin?!), ji wan r’a rêxistin û dewletên bi hêz û serbixwe di herêmê da pêwîst nakin. Armanaca wan ew e, ku cîhanê dabeş bikin û ewê bi hêsane di bin bandora xwe da r’êvebibin.

A, hema li vira jî Erdoxan ji wan r’a dest dide. Ew bi her awahî alîk’arîyê dide DAÎŞ-ê. Di r’astîyê da Ankara û DAÎŞ p’ir’ nêzîk va bi hev r’a di nav hevk’arîyê da ne… Û wê xêvikî be, eger mirov bibêje, ku DYA haş ji hemû k’arên T’irkîyayê nine.

Û, dema di hilbijartinan da (07. 06. 2015) HDP-ê benda 10%-an derbaz kir (ewê  zêdetirî 13%-an bervkir), lê di deşta şer’ê dijî DAÎŞ-ê da k’urd gihîştin serk’evtinên mezin, ew ne bi dilê wan bû, yên ku xwe xwedîyên bê dawî yên vê cîhanê dihejmêrin – divê ji k’urdan r’a bigotana, k’a k’î sergovendîyê  dik’işîne!.. Û ji bo vê jî p’evçûn pêwîst bû. Û di vê cîhana xilfikî da (bi t’aybet jî, di R’ojhilata navîn da) defdanek pêwîst e, û – her tişt amade ye!

Weha jib o wê jî çalakîya têrorîstî di bajarî Sirûcê da (20.07.2015) pêk anîn. Ev çalakêya t’evkujîyê hêzên t’aybet ên T’irkîyayê amaede kiribûn û pêkanîn. Lê hate daxwîyandin, xwedêgiravî, ew k’arê destê DAÎŞ-ê bûye… Lê, gelo k’î dikare vê piştrast bike? Lê sînorê di navbera k’omên têrorîst ên DAÎŞ-ê û hêzên t’aybet ên T’irkêyayê da li k’u ye?

Û ji vir jî dest bi r’êakt’sî’yona t’orî ya pilankirî bû.  Hêzên hewayî yên T’irkîyayê dan xuyan, xwedêgiravî baregehên DAÎŞ-ê didine ber bombeyan. Ankarayê daxwîyand,  xwedêgiravî  di dema êrîşên 13 deqeyan (?!) da hêzên wan ên hewayî biryargeha têr’orîstan û baregehên wan t’unekirine (?!)… Piştî wê êrîşa bi serk’evtinî hêzên hewayî yên T’irkîyayê berê xwe dane bakûrê Îraqê (Başûrê K’urdistanê) û derbeyên bombeyên hewayî gîhandin baregehên PKK, ya ku koordîne û t’evgera têk’oşîna li DAÎŞ-ê daîşê pêk tine… Hema li vira jî hêzên hewayî yên T’irkîyayê derbe gîhandin gundê Zergelê û t’evkujîya gelê sade (sivîl) pêk anîn.

Helbet, PKK jî ev êrîşê hovane bê bersîv nehîştin….

Û, piştî agirbesta sê salan, a ku r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan destpêkiribû, dest bi pêleke nû ya hevr’ûbûn û p’evçûnan bû…

Ew êrîşên hewayî heya îro jî didomomin…

 

 

ÊRÎŞÊN HÊZÊN HEWAYÎ YÊN T’IRKÎYAYÊ LI SER BAREGEHÊN PKK – WEK ENCAMA BAZARÎYA DI NAVBERA WAŞÎNGTON Û ANKARAYÊ DA

 

Bi xwezayî, bi giştî helwesta civaka cîhanê li hember van êrîşên Ankarayê vekirî ne ji bo k’ara wê bûn.  

Û, her çiqas, cîgirê nûnerê t’aybet ê serokê DYA Brêtt Makgêrk daxuyand, ku t’u p’êwendî di navbera êrîşên hewayî yên T’irkîyayê yên li ser baregehên PKK û peymanên dawîyê yên ji bo aktîvkirina hevk’arîya li dijî DAÎŞ-ê da nine, piştî demekê berpirsê çapemanîyê yê Dêpartamênta Dewletê ya DYA Mark Tonêr daxwêyand, ku Amêrîka dê destûrê nede T’irkîyayê, ku ew êrîşê bibe ser hêzên partîya k’urdên Sûrîyayê PYD di herêma ewlek’arîyê ya bakûrê Sûrîyê da, ya ku dive bê avakirin. B vê yekê ewan dan têgihîştin, ku t’irk dikarin di cîhên dinê da êrîşê bibin ser baregehên hêzên k’urdan.

Çi dertê hole? Ma ne, DYA û T’irkîya dibêjin, ku PYD şaxê Sûrîyayê yê PKK ye?! Û heya yekîneyên vê partîyê di Îraqê û Sûrîyayê da, wisa jî li Kobanîyê, li dijî DAÎŞ-ê di têk’oşin, DYA destûrê nade T’irkîyayê, ku ew li bakûrê Sûrîyayê êrîşê bibe ser wan, lê piştgirîya bomberdûmanên hewayî yên baregehên PKK dike!

Tiştekî dûrî heş û sewdayê mirov e!

Dertê hole, ku li wan deveran, li k’u PYD li dijî DAÎŞ-ê ditêk’oşe, dikarin êrîşî wê nekin, lê li deverên dinê divê êrîşê bibin ser baregeh û yekîneyên wê?! Li ber ç’avan e, ku DYA bi van daxwîyanîyan êrîşên hewayî yên li ser baregehên PKK yên li Başûrê  K’urdistanê erê dike.

Û îzbatîya wê ya rastedêr – gotinên nûnerê Dêpartamênta Dewletê ya DYA Con Kîrbî. Ewî vekirî daxwîyand, ku di helwesta wan a li hember PKK da tiştek nehatye guhartin…, ku ew piştgirîya êrîşên hewayî yên T’irkîyayê yên li ser PKK dikin, lewra ku mafê T’irkîyayê heye xwe bip’arêze.  

Li vira, helbet, mirov dikaribû bi nûnerên Dêpartamênta dewletê ya DYA ra li ser vê pirsê biketa nava gengeşîyan: Ma ne, di r’astîya xwe da her tişt berovajî vê ye? Ma, gelo ne k’urd in, ên ku xwe ji têr’ora dewletê ya T’irkîyayê dip’arêzin, û ew jî ji bo wê heya dawîyê xwedî maf in?! Ma, gelo ne art’êşa dagerker a T’irkîyayê ye, ku li dijî k’urdan şer’ê t’unekirinê dimeşîne? Ma, gelo wê r’ast nînbûya, eger DYA ji r’êvebirîya T’irkîyayê daxwez bikira, ku ew ji mafên gelê k’urd r’a r’êz bigire û siyaseta xwe ya tevkujîyê li dijî wî rawestîne?

Helbet, DYA ne ji bo wê hatine wê herêmê, ku mafên gelên blindest bip’arêzin, ya wan berjewendîyên xwe li wir hene, û ji bo wan berjewendîyan jî, ew amade ne, her yekî gorî bikin.

Kirên Ankarayê bi t’u awahî di nava heşmendîya têk’oşîna hevbeş a li dijî DAÎŞ-ê –wê rêxistina têrorîsta a li ser asta navnetewî, da cîh nabin… Lê di vî şer’î da T’irkîya  lîstika xwe dilîze. Hîç daxweza wê jî nine, ku li dijî hevk’ara xwe şer’ bike. Erdoxan her bi şêwazî bi hevpeymanîyên xwe r’a qayîl bûye, ew jî ji bo wê, ku di bin wê sîwanê da piştgirîya birayên xwe yên r’ewanî û olî yên ji DAÎŞ-ê bike. Ma ne, çalakîyên yekîneyên têrorîst ên DAÎŞ-ê bi p’ir’anî ji Ankarayê tênr’êvebirin!? T’irkîya vekirî li ser du tayan dilîze! Lê DYA? Ma gelo ewna vêya tênagihîjin?.. Û T’irkîya hîç hewl jî nade, ku dilxweşîya xwe ya li hember wan r’adîkalên îslamî, û bêdilîya xwe (bixwîne: dijminahî) li hember k’urdan, di kesê HPG da, veşêre! 

Ma ne, êrîşên li ser baregehên PKK di xaka Başûrê K’urdistanê da di destpêkê da hatibûn plankirin û amadek’arîyên wê hatibûn kirin!? Ma ne, hê gelekî berî wan êrîşên hewayî serekwezîrê Tirkîyayê Dawûtoxlû daxwiyandibû, ku ji bo wan PYD ji DAÎŞ-ê xerabtir e. Û, helbet, mirov vêya dikare têbigihîje, eger wê hesb hilde, ku AKP û DAÎŞ di enîyekê da ne, lê PYD li dijî çalakîyên hovane yên DAÎŞ-ê têdik’oşe… Lê hê berî van daxwiyanîyên Dawûtoxlû r’êvebirên PDK-ê destbi kampanîya dijî PKK kiribûn. Ewana daxwiyandin, ku, xwedêgiravî,  PKK li ser xaka Başûrê K’urdistanê mêvan e. Helbet li dijî van daxwîyanîyên r’ayedarên r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê gelê Başûr bi xwe û partîyên siyasî (ji bilî PDK) ner’azîbûna xwe diyar kirin û ew r’exnekirin. Lê ew wek hişyarîyekê bû ji bo êrîşên hêzên hewayî yên T’irkîyayê li ser baregehên PKK.

Û di nav van nakokî û dijhevîyan da DYA lîstika xwe dilîze. Di vî şerê hemû li dijî hemûyan da ewana her tiştî dikin, ji bo ku ev şera, çiqas here, giran û demdirêj bibe, ji bo ku nakokî tûjtir bibin, û her çiqas derfet hebin, bêhtir hêzan bikişînin nav vî şerê berfireh. Ji bo wê, ku rêvebirina cîhanê hildin destê xwe, kaos li wan pêwîst e, a ku ji hêla wan va bê rêvebirin, li ku dost û dijmin nînin, hemû hêz di heman demê da ji bo çareserîya  pirsgirêkên xwe rê û rêbazan digerin. Lê Waşîngton, a ku destpêkera sereke û koordînatora vî şerî ye, her tiştî dike, ji bo ku berjewendîyên hêzên cuda yên beşdarên vî şerî hertim di nava dijhevîyekê da bin… Bi vî awahî hemû ta û bend dê di destê DYA da bin, û ew kaos jî dê xizmeta wan bike, ji bo ku ew di herêmê da bigihîjin desthilatdarîya xwe.

Ji bo ku bigihîjin armanca xwe, berjewendîyên DYA û Tirkîyayê di vî şerî da digihîjin hev. Ji bo erêkirin êrîşên xwe li ser baregehên PKK Ankarayê baregeha Încîrlîk sparte DYA.

Ji bo vê wezîrê parastinê yê DYA Êşton Kartêr jinişkêva rabû û hate herêmê.

Û di encama hevdîtinên dualî da, di nav çarçoveya têkoşîna li dijî r’êxistina têrorîst – DAÎŞ-ê da, destxweda 8 balafirên leşkerî û pisporên hêzên hewayî yên DYA hatine Încîrlîkê. Bazarîya wan pêk hat: Waşîngtonê Încîrlîkstand, lê Ankarayê – destûra birina êrîşên hewayî ne tenê li ser baregehên PKK, lê wisa jî, li ser gelê Kurdistanê ê sade, û bi vê yekê rê li pêşîya têrora dewletê li hember gelê kurd hate vekirin.  

Tiştekî veşartî nine, k’a k’î yemîmarê sazîya sîstêma cîhanê ya pey Şer’ê Cîhanê yê duyem r’a, k’a ew k’î ye, ku bi r’êya k’aosa tê r’êvebirin cîhanê berbi r’îvebirineke bêsînor (absolyût) va dibe. Û ev pêvajoya jî, ne îro û ne jî duh destpê bûye…

Heman siyaset îro jî didome.

…Tê zanîn, ku hemû r’êxistin û k’omên r’adîkal ên îslamî ji hêla hêzên t’aybet ên DYA va hatine damezirandin, ji bo ku di herêmên cuda yê cîhanê da k’aosa tê r’êvebirin saz bikin û bi r’êya bênirxkirina îslamê R’ojhilata Navîn û dewletên ereban bike bin  bandora xwe. Ewana bi vî awahî, ji bo ku ew di hemû cîhanê da hebin, mercan sazdikin û pêvajoyên leşkerî-siyasî dikin bin ç’avdêrîya xwe û hemû ta û bendên aborîyê hiltînin destê xwe.

Û Waşîngton ne ku t’enê hêmana xwe ya hêzî ya sereke – NATO-yê, lê her weha R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê û r’êxistinên dinê yên navnet’ewî ji bo vê bikartîne (em bîr bînin, k’a şer’ên li dijî Yûgoslavîyayê, Îraqê, Lîbîyayê û yên dinê çawa destpê bûn).

Di dema xwe da bi alîk’arîya DYA û hevalbendên wan di Almanîyayê da faşîst hatin  ser desthilatdarîyê, ewana ew r’êjîm bi hêz kirin, bi her awahî alîk’arîya aborî û ya ç’ekan dan wê. Paşê ewan bi xwe jî beşdarî k’arê têkbirina wê r’êjîmê bûn. Lê pey r’ûxandina wê r’a, dizîkava, li pişt koalîtsîona dijhîtlêrî va, DYA bi sûck’arên leşkerî yên faşîst r’a dik’evin têk’ilîû bazarîyan û wana li dijî hevpeymanîyên berê û cîhana mayîn bik’artînin… Ma ne, ji bo wan cîhan dabeşî ser qadên berjewendîyên wan dibe – yên here nêzîk û yên here dûr!

Helbet, di cîhanê da siyasetmeder û pispor hene, yên ku r’astêya van planên DYA û T’irkîyayê têdigihêjin. Êdî di çapemanîyê da di derbarê wê da agahî derdik’evin, k’a DYA û T’irkîya çawa bi her awahî hewl didin, ku DAÎŞ-ê bip’arêzin, ji bo wê jî, biryarê digirin, qaşo, herêma ewlek’arîyê sazbikin. Weşana «The Wall Street Journal» dinivîse, ku DYA û T’irkîya gihîştine bir’yareke hevbeş, ku k’urdan derî herêma nêzîkî sînor bihêlin. Ev tê wê wat’eyê, ku herêma ewlek’arîyê dê li bakûrê Sûrîyayê, li navçeya Helebê bê sazkirin, hema r’aste-r’ast di herêma ber sînor da, ya ku di bin destê DAÎŞ-ê da ye. Lê bi nêr’îna r’ojnamegerê amêrîkî Wêbstêr Grîfîn T’arplî biryareke wisa tiştekî jinişkêva û nedîtîva nine, ku k’urd hewl didin ji Firatê derbaz bibin û t’evahîya bakûrê navçeya Helebê azad bikin, û bi wî awahê herêmên Kobanî û Efrînê bigihînin hev. Lê naha dê destûrê nedin, ku ew evê pêk bînin. Li bakûrê navçeya Efrînê her r’êyek maye, ji bo ku ji T’irkîyayê ç’ek û xurek bigihînin k’omên ’DAÎŞ-ê. Eger ew bê qutkirin,xelîfeta têr’orîstî dê dirêj nejî. Lewra jî, bi nêr’îna T’arplî, DYA û T’irkîya li bakûrê Sûrîyayê herêma ewlek’arîyê ji bo têr’orîstan saz dikin. Her çiqas, Waşîngton dibêje, ku beşekî sînorê navbera T’irkîyayê û Sûrîyayê da wê wek êwirgeheke ji bo niştecîyên sivîl be, lê di r’astîya xwe da, ew ji bo ewlek’arîya r’êya birin-anîna xurek û ç’ekan e, ji bo DAÎŞ-ê.  

Di çarç’oveya van hemûyan da gelek pispor û siyasetmeder di DYA da ji b o wê yekê matma dibin, ku her çiqas p’êwendîyên çalakîyên leşkerî baş hatine danîn jî, li hember PYD bêdadî pêk tê, lê Salih Mûslîm, wek siyasetmederekî xwedî r’ol li ser sehna Sûrîyayê, li ber ç’av nayê girtin, li şûna vê dive bi wî ra pêwendîyên taybet bên danîn…

Li vira pozîtsîona Rûsîyayê balkêş e. Ew bi bingehîn ji bo wê hewl dide, ku bi rêbazên dîplomatîk bigihîje çareserîya krîza Sûrîyayê. Ji bo wê dem bi dem hevdîtinên hêzên oppozîtsîon ên Sûrîyayê di Moskovayê da tên lidarxistin, lê van demên dawîyê hevdîtina serokê PYD Salih Mûslîm û cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Rûsîyayê Mîxaîl Bogdanov pêk hat.

Û ji bo pirsa têkoşîna li dijî DAÎŞ-ê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn plana xwe heye. Di Krêmlê da pêşniyar dikin, bi taybet, koalîtsîonayê bi beşdarîya kurdan û artêşa Sûrîyayê ava bikin. Bi gotina wezîrê karên derva yê Rûsîyayê Sêrgêy Lavrov, bi dîtina serokê dewleta Rûsîyayê, divê koalîtsîona yên xwedî heman ramanê bê sazkirin. Û di wê koalîtsîonê da divê wisa jî ew cîhê xwe bigirin, yên ku li ser erdê, çek di destê wan da, li dijî tehdîda têrorê radwestin. Bi gotina Lavrov, Fêdêratsîona Rûsîyayê pêwîst dibîne, ku di nava koalîtsîona artêşên Îraqê û Sûrîyayê da divê kurd jî cîhê xwe bigirin.

R’ûsîya dixwaze, ku koalîtsîon xwedî mandata Şêwra Ewlek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî be. Lavrov wisa jî r’agîyandye, ku di pilanên serokê dewleta R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn da heye, evê mijarê di axavtina xwe ya di Ansamblêya Giştî ya R’NY, ya salvegerî ya 70-î da bîne zimên…

Helbet, ev gavana di dirbarê wê da dibêjin, ku R’ûsîya di ç’areserkirina krîza Sûrîyayê da bi cidî nêzîkî faktora k’urdî dibe, bi t’aybet jî, di têk’oşîna hevbeş a li dijî DAÎŞ-ê da. Lê R’ûsîyayê, wek yek ji dewletên gewre yên cîhanê û endama Şêwra  Ewkek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, dikaribû r’ola xwe di pirsa ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî ya giştî da bilîsta, bi t’aybet jî, di K’omara T’irkîyayê da. Lê k’ilîta ç’areserîya wê pirsgirêkê li girava Îmralîyê ye, li k’u r’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan girtî ye. Hêzên t’aybet ên DYA ew bi korsanî girtine û dane destê dewleta t’irk… Azadîya  Ocalan ne t’enê di T’irkîyayê da, lê, her weha, di t’evahîya herêmê dak’ilîtaaştîyê ye …   

 

 

HELWESTA CIVAKA CÎHANÊ Û R’ÊVEBIRÎYA

HERÊMA K’URDISTANÊ

 

Li dijî êrîşên hêzên hewyî yên T’irkîyayê li ser baregehên PKK di t’evahîya T’irkîyayê û K’urdistanê da çalakîyên şermezarkirinê pêk hatin. Ev êrîşbazîya hovane wisa jî di welatên cîhanê yên cuda da dîasporayên k’urdan û dostên gelê k’urd bi t’undî şermezar kirin.

Li hember van êrîşên art’êşa dagerker a T’irkîyayê wisa jî R’êxistina Nat’ewên Yekbûyî, YE û nûnerên dewletên cuda helwestên xwe dan xuyan.

Weha, t’enê çendek ji wana:

Berpirsyarê giştî yê R’NY Pan Gî Mûn ji bo rûdana dijhevîyêa di navbera T’irkîyayê û PKK da net’avetîya xwe diyar kir û hêvîdarîya xwe anî zimên, ku herdu t’eref dê bêyî ku derengî bêxin, veger’in ser dîaloga sêwirdar, ji bo ku pêvajoya aştîyê bidomînin…

Hukumeta Îraqê ji hêla hêzên hewayî yê T’irkîyayê va bombebarana baregehên PKK di ç’îyayên K’urdistana Îraqê da şermezar kir…

Wezîra k’arên derva a Almanîyayê Ûrsûla fon dêr Layênê êrîşên hewayî ên li ser baregehên PKK şermezarkirin. Ewê bi t’aybetî got, ku çiqas T’irkîya mafên xwe heye li dijî DAÎŞ-ê bitêk’oşe, ewqasî jî girîng e, ku ew berê xwe ji r’êya aştîyê li hember Partîya K’arkerên K’urdistanê neguhêr’e…

Lê wezîrê k’arên derva ê Almanîyayê Frank-Valtêr Ştaynmayêr daxwîyand: Eger konflîkt t’undtir bibe û di T’irkîyayê da derbê bigihîne pêvajoya aştîyê, wê demê ewê hem ji bo T’irkîyayê, hem ji bo herêmê bi t’ehlûke be.

Ewî bang li hukumeta Ankarayê kir, ku ew di T’irkîyayê da li hember k’urdan zordarîyê nemeşîne  û daxwîyand, ku dê ne heşmendî be, eger mirov di pêvajoya siyasî da dengên k’urdan ji ber ç’avan bavêje.  

Nûnera sereke ya YE ya pirsên siyaseta derva û siyseta ewlek’arîyê Fedêrîka Mogêranîyê daxwîyand, ku YE dê di têk’oşîna li dijî têr’orîstan da piştgirîya T’irkîyayê bike, lêbelê bang li wê dike, ku ew pêvajoya hevhatina bi k’urdan r’a bidomîne. Ewê bi t’aybet gotye, ku divê mirov r’îsk neke, pêvajoya agirbestê betal bike, an jî ji pêvajoya aştîyê r’a bibe asteng…

Baş hatye gotin! Lê, eger bi prênsîpî r’ewşek ne li hole bûya: eger di T’irkîyayê da pirsgirêka têr’orîzmê heye jî, ew pirsgirêka têr’ora dewletê ya r’êjîma T’irkîyayê ye li dijî gelê kurd. Heya di Ewropayê da bi prênsîpî têk’oşîna gelê k’urd a ji bo mafên xwe û siyaseta têr’ora dewletê ya r’êjîma AKP ji hev cuda nekin, T’irkîyayê hert’im di vê r’ewşê da be…

Û di derbarê beşdarbûna Tirkîyayê di têkoşîna li dijî DAÎŞ-ê da: ma, gelo ew dewlet, a ku li dijî hemwelatîyên xwe siyaseta têr’ora dewletê dimeşîne, dikare li dijî têr’orîstan bitêk’oşe? Heya bi serê xwe beşdarîya T’irkîyayê di koalîtsîona dijî DAÎŞ-ê da sîwanek e ji bo alîk’arîya k’omên cerdê yên wê r’êxistina têr’orîstî. Îro di cîhanê da gelek siyasetmeder û pispor dibînin, ku dewleta t’irk têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê kirye sedem, ku ji hewayê va derbeyan bigihînin k’urdan.  

Her çi jî hebe, çawa jî DYA û hevlbendên wana ên di nav NATO-yê da vekirî piştgirîyê didin T’irkîyayê, dîsa jî, heya di pozîtsîona wan da jî, qe na, tayekî têgihîştina pirsgirêkê tê xuyanê. Û di nav çarç’oveyê dahîç jî mirov helwesta r’êvebirîya PDK-ê û ya Başûrê K’urdistanê tê nagihîje.  

Serokê Herêma Bşûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî êrîşên hewayî li ser  baregehên PKK ên ji hêla  hêzên hewayî yê T’irkîyayê va heya ew êrîşana şermezar jî nekir û li şûna wê, ku bang li Ankarayê bike, ku ew êrîşbazşya xwe r’awestîne, daxwîyand, ku ne di cîh da ne,zordarî û şer’ di navbera Ankarayê û k’urdên T’irkîyayê da pêk bên, bi wê yekê ewî êrîşên hovane yên art’êşa dagerker a dewleta t’irk ên li dijî baregehên PKK û berxwedana gêrîllayên k’urd ên ji HPG weke hev kirine…     

Şêwirmendê Mesûd Barzanî Kîfîh Mehmûd jî, ji hêla xwe va bersîvên yekîneyên têk’oşerên ji bo mafên gelê k’urd (HPG) li dijî êrîşên hêzên Hewayî yên dewleta t’irk wek çalakîyên têr’orîst navkir û ew weke çalakîyên DAÎŞ-ê kir.

Hukumeta Herêma Bşûrê K’urdistanê ji hêla xwe va PKK ji bo wê şermezar kir, ku ew bersîva êrîşên hêzên hewayî yên dewleta t’irk ên li ser baregehên xwe dide…

Lê berpirsyarê beşê k’arên derva yê hukumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Felah Mustafe daxwîyand, kudijberî û pevçûnên bi PKK r’a k’arê hindurîn ê T’irkîyayê ye… Ewî diyar kir, ku di vê demê da K’urdistan bi siyaseta T’irkîyayê va girêdayî ye, û ew jî PKK û DAÎŞ-ê weke hev dibîne.

Dema mirovekî ne ku t’enê dêmê xwe yê net’ewî, lê, wisa jî, yê mirovî winda kiribe, dijwar e, ku mirov bi wî r’a bik’eve nava gengeşîyan. Lê li vira mirov dikaribû bipirsya: Ma, gelo meşandina siyaseta binpêkirina mafên mirovî-netewî, ya işavtinê û t’evkujîyê dikare k’arê hindur’în ê dewleteke konkrêt be, heya, eger, ew dewleta T’tîyayê be jî?

Mirov li vira çi dikaribû bigota?

… Dilê mirov p’ir’ dêşe, lê ev r’astîyek e, ku PDK û r’ayedarên wê, yên ku di r’êvebirîya Herêmê da cîh digirin, vekirî piştgirîya siyaseta dewleta t’irk a binpêkirina mafên mirov û t’evkujîyê dikin, ya ku ew di Bakûrê K’urdistana dagerkirî da li dijî beşekî gelê wan dimeşîne.

__________________

[*]Gambît –şêwazekî gava destpêkî ya lîstika k’işikê (setrencê) ye, dema t’erefek, ji bo ku di lîstikê da bigihîje serdestîya stratêjîk, peyayekî an kevirekî lîstikê yê girîng (fîgûrekê) gorî dike…   

 

07. 09. 2015

P’ampa K’urdan