Gandhî û berxwedana pasîv
Piştî girtina şaredarên kurd gelek kesan diyarkirin ku pêdivî bi tekoşineke Gandhîwarî heye.
Yên dibêjin “ divê em tekoşînek wek Gandhî bimeşînin” Di rastiya xwe de behsa tekoşîna pasîvîst dikin.
“Berxwedanek bêdeng
Berxwedanek bê navber lê dûr û dirêj
Bimire lê nekuje”
Gelo gelê kurd ji bo vî cûreyê tekoşînê amadeye an na?
Li gor şert û mercên îro tekoşînek bi vî rengî zehmet e, lê ne bêîmkan e.
Ji ber ku piraniya tekoşîna me di bin siya lûleyê tifingên dagirkeran de derbas bûye, her çewisandinekê bêtir hersa me bilind kiriye û çiqas li hember guleyekê me guleyek neavêtibe jî, em bûne gule û bi ser serê wan de bariyane.
Wan gaza îsotê avêtiye, me jî kevir û molotof avêtine wan.
Ku bê pirsîn çima tekoşînek pasîv zahmet e?
Gelek egerên vê yekê hene:
A sereke em weke neteweyekê li dora berjewendiyên xwe yê netewî nikarin werin ba hev.
Kesk û sor û zer lê ne ala Kurdistanê
Bijî biratiya gelan, lê ne bijî yekitiya gelê kurd.
Weke birêz Bayemîr di bernameya Radyoya Gunê de gotî: “Hinek ji me ji bo şûşeyek vîskî dikarin hem xwe hem jî welatê xwe bifiroşin.”
Her wiha nebûna aboriyek milî bandorek mezin a neyînî hem li tekoşina aktiv, jî hem li a pasîv dike.
Ji dezî heta derziyê em muhtacî neyarê xwe ne.
Dema mirov jiyana Gandhî û tekoşîna pasîv a hatiye meşandin dinêre ev xal bêtir zelal dibe.
Em rojê navê “Ulker ê” ji navê zarokên xwe bêtir dibihîzin û bilêv dikin.
Rojnameya Zaman, Taraf û yên din hem ji Azadiya Welat bêtir tên firotin, hem jî tên xwendin.
Û a herî xirab; kî çi dike, kî çi dibêje ji wan re dimîne.
Ji bo tekoşinek Gandhîwarî divê em serê xwe bêtir biêşînin.
Minak Gandhî dibêje: “ Gelek daw û dozên ku ez dikarim ji bo wan bimirim hene, lê tu dozek nîne ku ez bo wê kesekî bikujim.”
Ha! ku “em ê bimirin û kesî nekujin” divê em stûyê xwe hînî kêrê bikin.
Bi gotinek din divê em hem xwe, hem jî jî gel xwe ji bo vê tekoşînê amade bikin.
Divê bersiva:
“Çima tekoşînek pasîv?
Heta çi wext ?
Û bi kê?” Jî zelal bê dayîn.
Mem Mîrxan