Gav,gav

Gav

A+ A-

Li pey gavên xwe ber bi semageriya sîberan û neynikan ve diçim, welatekî ji dûmanê, bajarekî ji mijê, tîpên navê te yên ji ewrên bendemanê di dilê min de dadiçikin, neynûkên xwe yên ku hinasa te dipesinînin, bilûra xwe ya ku xewnê di lêvên min de dikole, dilbijîn û hawara şaneyên xwe li ser keviya matmayînê bi tenê dihêlim û xwe bi ser kêrên mîrnişîniyên girîna te de, wekî ku mîrê girî bim, wekî ku demsaleke sêwî bim, dikujim.

Ji dûr ve bîna êlên tozê û bîna tavsorkên olên talanê û pêjna serkêşên rewrewkê, bîna çiyayên westiyayî û derewînên westiyayî û hawara gelawêja elinda bazinê te dibihîzim.
Ji dûr ve karwanên te rêçên westanê bi xwe re radikişînin û zengilên xwe radestî qederan û radestî gumanên seqemê dikin. Ji dûr ve, destên xatirxwestinê di asoyan de hişk dibin û keskesorên kenê te di rexên mirî de bêreng  dimînin.

Tu xetîreya xwe di dilê min de vêdîxînî, tu çîrokên dînbûna min bi agirê şevbuhêrkên xwe dişewitînî,
tu azadiya dîl î,
tu di bêrîkirina min de qonax î,
bersûc î, helbesteke sergeran û darbesteke kesk
û di stûyê min de berbejin û sirûd î.
Li pey gavên xwe diçûm, min li birîna berbanga te dinêrî, li talankerên malzaroka te ewle nedibûm, min xwe ji gavên xwe vedizî, min nave te wekî ku cara dawîn be li ser eniya rojê nivîsand û min destên xwe ji bagerê re bilind kirin û min dest bi stirana te ya soravî kir..
Min ji te dipirsî ma ez kî me?

Tu gerdeniya welatekî êşêbar û qîrîna jinebiyên reşgirêdayî, kesera dilên zuha û tu şevistana bêdawî ya dîroka pêximberan î!

Tu serkeftina têkçûn û dengê ketî yê rêvingiyê yî, tu ala ji gulgenimên Mehabad, kurtepista gurmînê, qebqeba mirinê û tu şehîdê sêdarkirî yê payizoka firînê yî!
Li pey gavên xwe bi ser dastanên sînoran de herikîm, min serê xwe danî ser balgeha bîranînan, min pencereyên şevistana dilê xwe asê kirin, min hibra tirsê bi ser sînga dudiliyê de rijand,
min şûrê xwe ji kalana dîrokê kişand
û min sîbera xwe bi hêminî gurand.

Li paş dergehên te, hespên xwe dibezandin û çemên poşmaniyê diherikandin û ahengên komkujiyên xwe li ber çavên xwedê li dardixistin.

Li te digeriyam, li xwe digeriyam, gavên min dibawişkîn, li bin guhê pirtûka te diketim, belav dibûm, di gulhinaran de dipişkivîm û di agirê dilê te de dîsa pêrgî gavên xwe dibûm.


Gotinên miftehî :