1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Gavek pêşve û hemû gavên din paşve
Gavek pêşve û hemû gavên din paşve,gavek,pêşve,û,hemû,gavên,din,paşve

Gavek pêşve û hemû gavên din paşve

A+ A-

Devên xwe vedikin, dibêjin: “Her der bûye komele û sazî. Ka çi dikin?” Lê ev bajarê mezin, ku dibêjin 2 milyon kurd lê dijîn, Ameda ku li her derê wekî paytext tê binavkirin aha li ber çavên me hemûyan e. Komeleya Zimanê Kurdî nîn e. Komeleya Çand û Hunera Kurdî jî nîn e. Komeleya Dîroka Kurdî jî nîn e.

Ka we digot: “Her der bûye komele!” Ka li ku ne ew komeleyên ku hûn aciziyê jê dikin? Nivîskaran rabû komeleyek ava kir, tu av nema ku we bi serê wan de nekir. Enstîtuya Zimanê Kurdî hebû, serê we sax be ew jî çû.

Ji bo Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê bila kes êdî hêviyekê neke.

1- Dema ava bû, em dikira ji kêfa bifiriyana. Lewre êdî enstîtuyeke me jî hebû ku navê wê Enstîtuya Zimanê Kurdî bû. Bi rastî li Stenbolê enstîtuyek me hebû. Heta vê rojê jî rûmeta me bû. Lê ji ber ku wekî din enstîtu tune bûn, wan jî di nav xwe de kar beş nekiribûn.

a- Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê bê butçe hiştin. Tu kesî negot de ev sazî bi çi xwe xwedî bike. Kesên ku li saziyên din “karên biçûk” û meaşên biçûk qebûl nakin, ji 1000 YTL kêmtir pere ji xwe re şerm dibînin, dema li xebatkarên vê saziyê dinihêrîn ku nanoziko dixebitin, bi çavên “heyf” şîrove dikirin. Li saziya wê dinihêrîn û li orta qula çavên me dinihêrîn û digotin: “Heyf ku ev avahiya delal wisa belasebe tê bikaranîn.”

b- Kê devê xwe vekir, got: “Çima Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê tiştekî û karekî nake?” Lê kesî negot: “Çima butçeyek ji bo salê ji vê enstîtuyê re nayê çêkirin.”

c- Li der û doran rûniştin û gotin: “Enstîtu tu karî nake, encax ji vir û ji wir pereyan bixwaze.”

2- Vê hefteyê di kongreya xwe de, serokê enstîtuyê îstifa kir û got: “Ez dixwazim hûn bes min hilbijêrin.” Rêveberiyek nû hate hilbijartin. Xuya ye dê navê Enstîtuyê were guhartin. Dê bibe Enstîtuya Wêjeya Kurdî.

a- Ji ber ku butçeya Enstîtuyê tune ku zimanzan û mamosteyên zimanê kurdî li Enstîtuyê bixebitîne.

Ev jî henek:

b- Ji ber ku paytexta zimanê kurdî ne Amed e, lê Stenbol e.

c- Ji ber ku haya wan ji civînekê tunebû û di wê civînê de navê wan hatiye guhartin.


Eynî qatix û herdu carên borî jî qatix:

3- Ev gavên paşve, ji dewletbûnê tên. Nebêjin kurd nebûne dewlet. Bi xwedê bûne dewlet û hem jî destûrek (anayasa) li holê nîn e û her kes li gor xwe destûrekê dixwîne.

4- Li Tirkiyeyê hin mafên destûrê hene ku ji bo kemele û saziyên me dikarin bibin rêyeke pêşketin û serkeftinê. Lê ez bawer nakim ku saziyên me bikaribin van mafan bi kar bînin. Xuya ye ku ew maf ji aliyê destûra me ya nepenî ve hatiye qedexekirin.

5- Komeleyên çandî, hunerî û ziman ên kurdên bakûr nînin û hîn nû çêdibin. Ew çavên xwe vedikin ku her der bûye zagonên balkêş. Di nav van zagonan de gelo dê wekî Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê lê were, an bi ser bikevin.

Navenda Çanda Dîcleyê, Navenda Çanda Ramanê û hin saziyên bi vî rengî li Amedê hene. Lê zagonên wan cuda ne û komele tiştekî cuda ye. Mafê komeleyan li Tirkiyeyê gelekî û gelekî fireh e. Komeleyek dikare dewletekê li xwe biheyirîne.