Gelo "dê" lêker e yan daçek e?
A+
A-
Mamoste Amed Tîgrîs di nivîsê xwe ya li ser malpera amidakurd hatiye we?andin de daçeka dema bê hildaye dest. Serê pê?în ez ê nerazîbûna xwe li hemberî navlêkirina wî nî?an bidim. Gelo wî li ser çi egerê jê re gotiye "lêker". Her wekî em dizanin lêker di nava hevokê de ev cure bêje ye ku rûdan û bûyerekê yan jî rew?ekê nî?an dide. Gelo /dê/ çi rûdan û rew?ê nî?an dide, ji bilî demê. Her wiha çawa /dê/ dibe lêkera alîkar, her wekî em dizanin di kurdî de lêkerên mîna "karîn/?iyan" û "xwestin" û hwd. lêkerên alîkar in.
Ev cure lêker dema ku bi tena serê xwe bin jî, wateyekê didin, lê /dê/ bêyî lêkereke din tu wateyê nade. Ev fonem bi tenê lêkerên din ji aliyê demê ve temam dike, lewre jî çêtir e ku mirov jê re bibêje "daçek". Heke mirov bala xwe bide zimanên din, wisa navekî lê bike, bi baweriya min ew yek dê ?a? be. Wekî mînak di zimanê îngilizî de lêkera "will" heye, ew zêdetir di?ibe lêkera me "xwestin", lewma jî mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ew lêkerek e. Lê di kurdî de rew? cuda ye. Di soranî de dema niha û dema bê heman ti?t e; her du dem ji hev cuda nabin. Di dimilkî de dema bê bi alîkariya /do/ tê nî?andayîn.
Ez do ?ora. (Ez ê biçim)
Ti do ?ore.(Tu yê biçî)
O do ?iro./ a do ?ira. (Ew ê biçe.)
Ma do ?orî/me. (Em ê biçin.)
?ima do ?orê. (Ew ê biçin)
Ê do ?orê.
Di farisî de lêkera "Xasten" wekî lêkera alîkar ji bo pêkanîna dema bê tê bikaranîn.
Men xahem nivî?t. (Ez ê binivîsim.)
To xahî nivî?t (Tu yê binivîsî.)
O xahêd nivî?t (Ew ê binivîse.)
Ma xahîm nivî?t. (Em ê binivîsin.)
?oma Xahîd nivî?t. (Hûn ê binivîsin.)
Anha xahend nivî?t. (Ew ê binivîsin.)
Ti?tê li vir balkê? ev e ku di farisî de lêkera dema bê di forma dema borî de dimîne. Di kurmancî û dimilkî de di forma raweya fermanî de ye.
Wisa xuya ye ku forma farisî û îngilizî zêdetir di?ibe forma dema bê ya nêzîk a kurmancî. Her wekî em dibêjin;
Ez dikim biçim.
Tu dikî biçî.
Ew dike biçe.
Em dikin biçin.
Hûn dikin biçin.
Ew dikin biçin.
Di warê daçeka dema bê de kurmancî û dimilkî ji hin zimanên din ên hînd-ewropî û zaravayên din ên kurdî cuda dibin. Li gorî baweriya min, daçeka /dê/ bingeha xwe ji veqetandeka /-ê/ digire û /do/ jî bingeha xwe ji cînavka kesê sêyem ê yekjimar û nêr /o/ digire. Di van her du zaravayên kurdî de dema bê bi alîkariya forma lêkerê ya raweya fermanî û daçeka dema bê pêk tê. Her wekî tê zanîn di kurmancî de veqetandekên binavkirî /ê/, /a/ û /ên/ ne. Li gorî baweriya min ji wan /ê/ bûye daçeka dema bê. Di hin devokan de ev /ê/ ji bo dema niha jî tê bikaranîn. Her wekî "Ez yê diçim", "Tu ya dikî." û hwd. Heta di devoka Mera?ê de "ez î biçim", "ez a biçim" jî tê gotin.
Aya ev /d/ ji ku hatiye? Ew jî hêjayî lêkolîn û lêhûrbûnê ye. Her wekî tê zanîn di kurmancî û dimilkî de /di/yek heye. Ev /di/ di zimanên kevnare de dihat ber navdêr û rengdêran û ew xurt û diyartir dikirin. Ev /di/ di gelek berhemên klasîk de jî heye. Bo nimûne di helbesta Feqiyê Teyran Dîlberê de wiha cih girtiye:
Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhi? kirim zilfê di hûr
Wêran ez im, malim xirab.
Bêhi? kirim zulfê du re?,
Biskê siyah, bîhnê di xwe?,
Ey duxterê, çapik bi me?,
Wêran ez im, mal’im xirab.
Li gorî texmîna min ev /d/ya berî /ê/ ji wir hatiye. Di gelek helbestên klasîk de jî ew /di/ derdikeve pê?berî me. Niha tenê di hin devokan de hatiye dawiya veqetandeka pirjimariyê û ew kiriye /êd/. Her wekî "biçûkêd min" wate, "biçûkên di min" bûye, "biçûkêd min", li hin cihan jî bûye "biçûkêt min." Lê her wekî min got, ev bi tenê texmînek e, ji bo teqezkirina vê pê?bîniyê li gorî ku pêwîst e, materyal li ber destên me nîn in. Di dema bê de forma lêkera hevokê diguhêre, dikeve dirûvê raweya fermanî, bi alîkariya daçeka /dê/ rengê dema bê digire.
Her wiha /di/ya ku di /do/ya dimilkî de cih digire jî heman /di/ ye. Wekî mînak di hin devokê dimilkî de "di o het (ev alî)" bûye "dot", "nameyê di ey" bûye "nameyê dey". Ev /o/ya ku pi?tî /d/yê hatiye jî bingeha xwe ji kesê sêyemîn ê yekjimar ê xwerû û nêr /o/ digire. Her wekî min di sêrî de jî got, ev dîtinên min bi tenê pê?bînî ne, hêjayî nîqa? û gotûbêjê ne; ji bo ku mirov ti?tekî teqez bibêje, pêdivî bi hin daneyên zêdetir heye.
Heçî awayê rastnivîsa /dê/yê ye, ez jî wekî mamoste Amed Tîgrîs difikirim. Li gorî baweriya min jî divê cuda bê nivîsandin. Her çiqas pêk ve nivîsandina daçeka /ê/ ji aliyê rewanbêjiyê ve hin caran ji nivîsandina cuda çêtir be jî, divê ew cuda were nivîsandin.
Ligel vê yekê jî ez li ser palpi?teke mamoste bi?ik û guman im. Mamoste gotiye ku di helbestên klasîk de jî /dê/ cuda hatiye nivîsandin. Min divê bipirsim, gelo wî bala xwe daye destnivîsarên wan helbestvanên klasîk? Wekî mînak wî helbestên bi tîpên latînî nî?anî me dane, lê gelo di tîpên erebî de jî wisa ye? Bi qasî ku ez dizanim di alfabeya erebî de pirseke wiha nîn e. Hin tîpên wekî dal û elifê bi tîpa pi?tî xwe ve nayên nivîsandin, wekî din rêz û rêçikên rastnivîsê di alfabeya erebî de cuda ne.
Mijareke din ku ez dixwazim mamoste Amed Tîgrîs û edîtoriya Amidakurd rexne bikim, meseleya ergatîviyê ye. Her wekî gelek nivîsên din di vê nivîsa mamoste Amed Tîgrîs de jî ?a?iyên ergatîviyê pir in. Min divê ji vê nivîsê çend mînakan bidim:
*Ez dixwazim pê?î ji klasîkên kurdî çend mînak bidim ka di klasîkên me de 300-400 sal berî niha bi çi awa û rengî nivîsîne.
Li vir ji ber ku bireser yekjimar e, divê lêker yekjimar be. Wan ti?tek nivîsiye, di vê hevokê de çêtir e ku mirov forma tebatî (pasîf) bi kar bîne. Awayê rast ê hevokê wiha ye:
Ez dixwazim pê?î ji klasîkên kurdî çend mînak(an) bidim ka di klasîkên me de 300-400 sal berî niha bi çi awa û rengî (hatiye) nivîsandin.
*Her sê helbestvanên me yên klasîk jî lêkera dema pê?erojê bi formê „dê" bikaranîne. (Di vê hevokê de jî bireser yekjimar e, lewre divê lêker yekjimar be.)
Her sê helbestvanên me yên klasîk jî lêkera dema pê?erojê bi formê "dê" bi kar aniye.
*Belê, ji vê jî ba? dîyar dibe ku tercîha birêz Celadet Bedirxan "ê" ye û wî "dê" yê di nav kevanekê de wek alternatîva duyem nivîsiye.
Di vê hevokê de tewandina bireserê (dê) bi ?a?î hatiye kirin, divê xwerû bibîne.
Awayê rast:
(…) wî "dê" di nava kevanekê de wek alternatîva duyem nivîsiye.
*Çima ne yek, du alternatîv daniye?
Di vê hevokê de divê lêker pirjimar be, ji ber ku bireser (du alternatîv) pirjimar e. Awayê rast :
Çima ne yek du alternatîv danîne ?
*Lê Celadet li vir cînav û lêkerê pêk ve nivîsiye.
Li vir heman ?a?iya li jorê dubare kiriye, her wiha bêjeya lêker jî li cihê ne pêwîst tewandiye. Awayê rast:
Lê Celadet li vir cînav û lêker pêk ve nivîsîne.
Di encamê de ez jî be?darî ramanên mamoste Amed Tîgrîs dibim; divê em li ser zimanê xwe gotûbêjên berfireh bikin. Nemaze kesên ku li ser zimanê kurdî serê xwe diê?înin, pêwîst e platformên wiha pêk bînin û nîqa?an bikin. Gelek ti?tên ku em dikarin ji hev hîn bibin hene. Hemin zanîngehên me nîn in, nexwe divê em bi paltformên wiha vê valahiyê hinekî be jî dagirin.

[email protected]
Gotinên miftehî : Gelo,"dê",lêker,e,yan,daçek,e?