GELO DI BIN SÎWANA “...XEMXURÎYA DEREW” DA ÇI VEŞARTÎ YE?
Ezîz ê Cewo
Cîhana me t’u demê jî ne yekawa bûye. Û îro jî ew ne yekawa ye. Lê… Gelek nirx û hêjahîyên mirovahîyê hene, yên ku yan bêqîmet bûne, yan xilmet bûne (r’asttir dibe, mirov bibêje, ku ew hatine bêqîmetkirin û dêrskirin).
Hinek têgeh û nirxên miovahîyê yên mirovî hene, yên ku t’ucar ne bi demê r’a, ne bi guhar’tinên sazîya (sîstêm) civakî r’a, û ne jî bi berjewendîyên siyasî û korporatîv (corporate) r’a nayên guhar’tin. Mînak, dilovanî, dostanî, mirovatî, biratî, hevbawerî, hezkirin (a welêt, dê û bavan, xwezayê û hev) an nefretkirin (a tiştên dijî nirxên mirovî), welatp’arêzî, mirovdostî, mirovhezî û gelek, gelek têgehên dinê… Dem û sazîyên civakî tên guhar’tin, her sîstêmek kirasekî li van têgehan dike, lê naver’ok û wat’eyên wan heman dimînin: mirov mîna berê hev hez dikin, an nefret dikin, mîna berê hinek xwezayê wêran û t’alan dikin, lê hineke dinê jî ji bo p’arastina wê têkoşînekê dimeşînin, hinek ji bo p’arastina welatê xwe (bixwîne: xaka Welêt, dê û bav, xwîşk û bira, jin û zarok, kal û pîr, evîndara xwe) ditêk’oşin û jîyana xwe gorî dikin – p’akr’ewan dibin, lê hinek bi k’ir’în-firotina van nirxan berîkên xwe dir’epitînin. Hinek karika bizina k’ûfî, berxika p’ezkûvîyê, cûcikên teyr û tûyan ji mirinê r’izgar dikin, wan kedî û xwedî dikin, lê hinek jî bi tank û topan wê dewlemendîya xwezayê wêran û t’une dikin. Hinek destê alîk’arîyê digihînin heya mirov û gelên ne cînar jî, lê hinek jî welat û gelê xwe bi arzanî difiroşin dagerkeran. Hinek ji tiştên dijmirovî nefret dikin, lê hinek jî t’oximên p’îsîtî, nep’akî û gemarê di nav civakê da dir’eşînin. Hinek destê biratîyê dirêjî birayê xwe dikin, lê hinek jî destê birayê xwe dixin (ê ku k’etye tengasîyê) û wî def didin û davêjin binat’ara r’ê…Ji vir jî du komên têgehên dijwat’e dertên holê: mirovdostî/mirovhezî û mirovkujî; biratî/birahezî û birakujî!
Dema mirov dîrokê, berhemên wêjeyî yên klasîkan û yên îroyîn dixwîne, dibîne, ku di navbera mirovî û nemirovîyê da jimêjva têk’oşînek hebûye. Û, dibêjin, ku mirov gav bi gav xwe paqij dike û xwe nêzîkî mirovbûnê dike…
Gelo?!
Evan mitale û r’amanan r’ê nedan hev, dema min gotara Nasrêdîn Akyol a “Şengal û xemxurîya derewîn” xwend... (http://rudaw.net/kurmanci/opinion/20012015)
Erê, r’astîyeke gelê me ya dîrokî heye: dijmin û dagerkeran em ji hev p’arç’e kirine, heş û aqil ji sere me birandine û bîr û bawerîya xwe ya dagerkerî berî qafikên me yên vala dane… Erê! Lê ev dîrok e, ji bo bûyerên dîroka xwe jî heya astekê gel bi xwe bersîvdar e, lê ji bo guhar’tinên di jîyan û dîroka xwe da jî gel bi xwe berpirsyar e, ji ber ku, yê ku dîrokê diafirîne jî, gel bi xwe ye. Û gelê me jî gihîştye, bi xwe r’abûye ser pêyan, bi r’êxistin, bi hêz û bi t’evger bûye, sazî û r’êxistinên xwe yên zanistî, wêjeyî, çandî-hunerî, olî ava kirine… Bi van gavan ew dixwaze xwe bibîne, r’astîya xwe nas bike û veger’e nava r’êza net’ewên cîhanê yên şaristanî...
Û ev jî, bila bi gavên giran be, ji wî r’a li hev tê…
…Belê, hê jî di nav me da kevnemayên xilmetbûyî yên nirxên dagerkeran ên dutîretîyê û p’arç’ekirinê mane. Belê. hê jî hinek femkor û nezan ên di nav k’urdên misulman da nanê destê kurdên êzdî naxwin. Belê, hê jî ji hêla hevbawerkirinê va, li hember k’urdên misulman li bal k’urdên êzdî tirsek heye, ji ber ku di dîrokê da wan gelek talî-tengî ji destê birayê xwe dîtine… û heya îro jî dibînin û dêşin.
Ê, gelo, ev hemû wê bikaribe bi carekê va ji hole r’adibe? Helbet, na! Ji bo vê dem divêt, hewl û k’arekî bêhemp’a yê bi sîstêm me divêt. Di r’ewşeke wha da divê ne t’enê k’urdên misulman, lê wisa jî k’urdên êzdî helwesta xwe carekê jî li ber çavan r’a debaz bikin, hewl bidin, evî dîwarî, yê ku bi destê dijmin û dagerkeran di nava wan da hatye hiljenandin, ew bi destên xwe hilweşînin û yekîtîya xwe ya li ser bingeha nirxên net’ewî ava bikin.
Dibihên?! Li ser bingeha nirxên net’ewî!
Eger em li ser bingeha nirx û bawerîyên dagerkeran li hev binihêr’in, emê t’ucar nikaribin bêne bal hev…
Û ev gotara Nasrêdîn Akyol a “Şengal û xemxurîya derewîn” jî, eger nerm bêgotin, hîç ji derdekî gelê me r’a jî nabe derman, berovajî wê!...
Ev bela ku ji gelê me r’a anîne, ji wêranîyê, t’alan û t’evkujîyê xirabtir e! Ev malwêranî, t’alan û t’evkujî, yên ku hatine sere gelê me, hemû jî ji wê dubendîtîyê tên! Û ev êrîşên DAÎŞ-ê yên vê dawîyê jî evê piştr’ast dikin…
Binihêr’in, dagerkeran bi dîrokî em wisa kiribûn, ku k’urdên misulman birayê ereb, t’irk, fariz, qirqiz, t’urkmên û gelên dinê yên misulma bûn, lê ne birayê xwe bû: ewan bi ç’avekî xerîb, bi neyarî li k’urdên êzdî, yên elewî, xaçp’arêz, yên yehûdî dinihêr’în. Lê naha dem hatye guhar’tin. Erê, p’arçeyên nirxên (bixwîne: nexweşî!) bîyanîyan ên p’arç’ekirin û dagerkerinê hê di nav k’urdan da mane (û ew nexweşî jî, ji bo ku k’arê xwe yê r’eş bidomînin, hê di nav berxwedanekê da ne!) û me dixalifînin, ji r’êya net’ewî derdixin. Lê li ber ç’avan e, k’urd bi berekêva, gav bi gav berbi xwetêgihîştina net’ewî va diçin… Erê, êdî, her çi jî hebe, em ji bawerîyên cuda r’a r’êzdigirin, lê k’urdbûna xwe datînin serê jorîn…
Pey ewqas xwînr’êjî, birakujî, dutîretî jî, hê jimêjva di nav gelê me da gotinekê cîhê xwe yê girîng girtibûye… Tê bîra min, hê di destpêka salên şêstî yên dewra XX kalkê minî bihuştî Emerê Mamo (û ew bi xwe jî bwermendekî êzdî bû!) digot: “Lawo, divê şûrê milet li ser şûrê dîn r’a bigirin!”... Û wê demê em zarok bûn, baş tênedigihîştin, k’a ew bi wê çi dixwaze ji me r’a bibêje!
Belê, dema em van r’engên cuda yên gelê me dinihêr’in, me t’irê ev cihêr’engbûn t’enê di nav me da heye. Binihêr’in di Ewropayê da kat’olîk û protêstan hê jî ji bêhna hev zivêr in, di R’ûssîyayê da hemû r’engên olan hene, dem bi dem destek ji derva wan r’adike hemberî hev, lê dem tê, ew hemû li r’ex hev, di nav hev da bi aştyane dijîn ... îro jî ji nak’okî û p’evçûnên di navbera misulmanên şiî û sunî da di Îaqê, Sûrîyayê û di herêmên der-dorên wan da xwîn çenkî dik’işe...
Ev ji çi tê? Ji ber ku yek (kesek, r’êxistinek, t’evgerek, sazîyeke dewletê) nîne, ku wan bîne bal hev û... ku wan nak’okîyan, ên ku di nav wan da hene, ji wan r’a r’avebike, bingehên wan nak’okîyan ên obyêktîv û sûbyêktîv ji holê r’ake, ku girîngîya yekbûna wan ji wan r’a bibêje û wana li ser bingeha nirxên net’ewî bîne bal hev. Lê, ji talebextr’a, berovajî vê, çi destê k’ê hatye û tê (an dijmin û dagerker, an jî xulamokên wan ên di nav me da!) her tiştî dikin, ku k’urd neyên bal hev û yekîtîya xwe saz nekin.
...Di bakûrê Kafkasîyaê da gelekî îranî heye, ji wan r’a dibêjin os (alan). Ew gel ne p’ir’jimare jî. Beşek ji wan misulman e, yê dinê – xaçp’arêz. Berê li ser bingeha olî xwîya wan li hev tel bû, nak’okî û p’evçûn bibûn tiştekî r’ojane. Li ser vê bingehê destpêka avabûna Sovêtê welatê wan (Osêtîya) dikin du beşan – Osêtîya Bakûr û ya Başûr. Yekê ji wan dikin nava sazîya Fêdêrat’sîona R’ûsîyayê, ya dinê – nav Gurcistanê, ji bo ku p’evçûnên di nav wan da bitemirînin. Di demê r’a ev gela gihîşte xwetêgihêûtina net’ewî, û îro her kes dibêje em os in – hem yên misulman, hem jî yên xaçp’arêz. Xortekî dostê me yê os hebû, ewî digot – ez misulman im, lê kurxatîyê min xaçp’arêz e, lê em herdu jî os in...
Ev çi ji me r’a dibêjin?
T’u gel ji destpêka çêbûna xwe va ji olekê nabe, ango, mirov êzdî, misulman, xaçparêz, yehûdî ji dêya xw nabin. Ol û bawerî paşê tên, wana li mirov didin p’ejirandin, mirov bi wan bawer dikin, û ew dibin bawerîyên wan... Ango ji bo ku yek bibe ji vê, an wê olê, k’arek divê bê pêkanîn, divê ew bi xwe di wan nirxên olî da bi bawer be, wan bip’ejirîne. Û di vî k’arî da hinek ji wî/wê r’a dibin alîk’ar, wî/wê didin bawerkirin û p’ejirandin (erk’darên olî, dê û bav, malbat, civak). Ango, çawa dixwezî hilde, li vir ferzkirinek heye, ango, k’ê ya xwe da p’ejirandin... Ji vir jî ferz, kanon û dogmayên her olekê!
P’ejirandina olan bi serekî bi du r’êyan pêk tê – bi r’êya msîonêrîyê (bixwîne – propagandayê) û bi r’êya şûr...
K’urdan ola bîyanîyan bi zora şûr p’ejirandine. Yê ku nexwastye bip’ejirîne, an hatye dardakirin, an jî serê wî li ser tujikê stûnê nikiandine û wisa li ber çavan hiştine, ji bo ku yên dinê bibînin û têbigihîjin, k’a nep’ejirandin wê wana k’uda bibe... Û, bi vî awahî, li seranserê K’urdistanê (ji bakûr heya başûr, ji r’ojhilat heya r’ojava!) daraxac û stuneyên wisa nikandibûne û r’êz kiribûne... Û k’urd neç’ar kirine, ku ew xwe pêşîyê misulma bibîne, paşê k’urd, an – na! Û, her çi jî hebe, çiqas dem jî bihurîne, çanda îslamê bandorek jî li ser hemû (hema-hema, hemû!) warên jîyana k’urdan hiştine jî, lê dîsa nirxên net’ewî r’û dane û xwe dane xuyan... Binihêr’in, p’ir’anîya helbestvan, mitaledar û fîlozofên k’urd ji sedsalên navîn heya îro, erk’darên ola îslamê bûne, lê li bal wan xwetêgihîştina netewî serdest bûye, û ewana bi zimanê xwe, ji bo net’ewyetê strane û gotine û, heya astekê, bi wî k’arê xwe va bûne bingeha vejîyandina r’amana net’ewî: Meleyê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Mele Batê, Seydayê Cegerxwîn û gelek gelekên dinê...
Ango, her bawerî û îdêolojî t’enê bi k’ar û xebat dikarin di nav gel da cîhê xwe bigirin. Û, egr wan k’urdan, ên ewqas ji hev cudakirî, di r’ewşa wan a heyî da bihêlin, ew nak’okî û dutîretî, çqas her’e, wê k’ûrtir bibin...
Lê îro ji nav gel bi xwe xwedîyên wî derk’etine holê, yên ku ji wî r’a dibin alîk’ar, ç’avê wî li ser r’astîya wî vedikin, ji bo ku ew gav bi gav bê bal hev, ku di nav wî da xwetêgihîştina net’ewî desthilatdar be... Lê, wek ku tê xuyanê, dema êdî di nav gel da hevp’ejirandinek çê dibe, yên ku dijî vê yekîtîyê ne, aktîvtir dibin: li vir û wir bi têlêvîzîonan hinek mellayên sextek’ar dibînin û didin axavtin, gotarên cihêr’eng diweşînin... Û ji van weşanan r’a kî ne, ku ç’epikan dixin? – An ên ku pirsê bi hestî dinirxînin, an jî yên ku hez dikin, k’urdan ji hev p’arç’ebûyî bibînin – gel çiqas li hev belav be, ew ewqas hêsantir xwe dispêre k’arê xizmetkirina berjewendîyên dagerkeran û xulamokên wan ên di nav me da. Hnek jî, ewqas li ser serê wan xwendine, ku ji bilî wê tiştekî dinê nizanin û ne jî dixwazin bizanibin an bip’ejirînin...
A, îjar li ser van dîmenan, ez hewl bidim, pirsa biratîya k’urdan r’avebikin, a ku hinek kes li ser r’ûpel û êkranên Rûdaw-ê wisa bi k’el û bîn dixwazin di nav r’engekî r’eş da bidin xuyan. Û ev gotara Nasrêdîn Akyol jî yek ji wan e.
Di sêrî da bibêjim, k’urd hemû jî, ew wê yekê tê bigihîjin an – na, ew wê bip’ejirînin, an – na, yek e, ew bi xwezayî birayên hev in! Xwe pêşîyên me hema wisa vala negotine: “Xwîn nabe av!”... Helbet wek ku biratî û birahezî dibin, wisa jî xiyanet û birakujî dibin, û di bingeha vê da jî bêqîmetkirina nirxên mirovî heye. Ev jî t’enê di nav k’urdan da nîne, û k’urd t’enê ne wisan in, ev nexweşîyeke nirxî ya mirovan a giştî ye. Lêbelê ev jî nayê wê wat’eyê, ku divê k’urd hewl nedin, ji bo ku xwe ji van nexweşîyan xilaz bikin... Û, wek ku min êdî li jorê jî gotye, di vî warî da divê ne t’enê k’urdên misulman serê xwe bêşînin û hewl bdin, k’urdên dinê jî (yên êzdî, elewî, xaçp’arêz, yehûdî!) divê di nava hewldanan da bin... Ji ber ku t’u tişt bi yekalî nîne û nabe, û tiştên ku bûne jî (biç’ûk an mezin!) bi yekalî pêknehatine. Divê ev bê r’avekirin û ji gel r’a bê gotin û zelalkirin.
Û ya ku min hêvî dikir, ku di gotara Akyol da bibînin jî, ev bû. Lê belê, wek ku tê xuyanê, mabesta camêrî ne ew bûye, berovajî vê...
Eger mirov bûyerên pêkhatî û bihûrî, li şûna ku binirxîne û dersan jê derxe, t’enê dubare bike, tilya xwe dirêjî gel bike, ji wî r’a bibêje: “binihêr’in, biratîya we derew e, hûn hev û xwe dixapînin, t’u ç’areserî jî wê nikaribe bê!..” Ji hêla hestî û derûnî va dubarekirin r’êya here hêsan e, ji bo ku berê gel ji hev biguhêzin û wî r’akin hember hev. Û tiştên ku di dîroka me da pêk hatine, ew nak’okî û dijminatîya ku dagerkeran kirye nav me, t’êra cîhanekê dike, ku ew serûbinî hev bibe... Jixwe, ev hemû bi zanebûn kirine. Derbeke wisa gîhandine gelê me, ku ew nikaribe demeke dirêj li ser heşê xwe da bê, û dubare gotina di derbarê wan da, mabest çi dibe, bila bibe, dûmahîya wan bûyerê dewrên bihurî ne, an jî, bi awayekî dinê, mirov dikare bibêje, heman bûyerên dewrên bihurî, ji nûva zêndî dikin û dikin nava k’ar...
Û, eger k’urd jî bi îdêolêjîya net’ewî negihîştî û nepijyayî be, fermo, bingehên şer’ û p’evçûn, jevbelabûn, dutîretî û nak’okîyên nû amade ne... Lê van demên dawîyê, dema êrîşên DAÎŞ-ê yên li ser Şengalê pêk hatin, dîyar bû, k’a bi r’astî k’urdan çiqasî xwe gîhandine têgihîştina net’ewî: ji k’urdên êzdî bêhtir û ji wan jî aktîvtir, yên ku ji bo piştgirîya êzdîyên Şengalê dengê xwe bilindkirin jî bi giranî k’urdên misulman bûn, yên ku bi dilêşî destê biratîtîyê dirêjî birayên xwe yên êzdî kirin jî, dîsa ew bi xwe bûn, û yên ku ji bo p’arastina k’urdên êzdî p’akrewan bûn jî, dîsa ew bûn... Bûyerên Şengalê û Kobanîyê dîyarkirin, ku di nav gelê k’urd da gav bi gav hest û xwetêgihîştina net’ewî bûne pirsa r’ûmeta wan a mirovî.
Naha em bên ser pirsa “Xemxurîya derewîn”, a ku Nasrêdîn Akyol wek sernivîs hildaye.
Dibe ku hinek bipirsin, k’a min çima ji mijara xemxurîyê destpênekir?
Çima?
Ji ber ku, her çiqas, xudanê gotarê sernivîsa wê wisa danye, lê bi giranî li ser pirsa nak’okî û dutîretîya nava k’urdan r’awestyaye, r’asttir dibû, mirov bigota, ku ewî her tişt wisa kirye nava t’evgerê, ku ew nak’okîyana dikarin t’enê k’ûrtir bibin, heya ku k’urd ji hev her’in. Ango sernivîsa “Şengal û xemxurîya derewîn” (helbet, wê bi k’urdî r’ast bûya, eger “...xemxurîya derew” bûya, derwîn mirov dibin, ne ku k’arên wan) t’enê bûye sîwanekê, û di bin sîya wê da birînên k’urdan jinûva tên tezekirin...
Binihêr’in, hema di bin vê sernivîsê da ew gotara xwe bi çi destpêdike: “Ev çi derew e! Erê derew e. Mebest biratiya Kurdên Êzîdî û Misilman e! Em fêr bûne ku hertim derewan li hev bikin, tevî ku em dizanin yê li hemberî me dizane ku em derewan dikin. … Eger mirov bi hevdu re cîranê baş be, ne çêtir e ji birayê derewîn? … Ji bo ku bi hevdu re rast bin, Kurd jî ne mecbûr in xwe weke birayê hevdu bibînin.” Û piştî r’êzkirina bûyer û nak’okîyên ne baş ên di nava k’urdan da, Nasrêdîn Akyol jinşkêva xwe dihese, ku ji van hewlên wî bêhneke ne baş tê, û bi lezo-bezo xwendevanan dide bawerkirin, ku: “Mebest ji van mînakan ne peydakirin an kûrkirina dijberî û dijminatiyê di navbera Kurdên Êzîdî û Misilman de ye, jixwe ew jihevdûrketin û sarbûn heye. Lê eger em êdî dawiyê li vê durûtiyê û vê biratiya derewîn ya tenê bi gotin bînin û li ser cîrantiyeke durust ya li ser bingeha hevdu qebûlkirin û rêzgirtina hevdu kar bikin, wê sûda vê yêkê li civata kurdî bi giştî bêtir be”.– Dibînin? Ji hêlekê va dibêje ku mabesta wî ne ew e, lê pêr’a jî bi awayekî dinê, nêr’îna xwe didomîne: k’urdan dide bawerkirin, ku ew ne birayên hev in, ku biratîya wan derew e.
Fermo, k’a, bibêjin, eger du bira di nav hev da p’ev jî her’in, û yekî xêrxwaz ji k’êlekê va bê, wê ji wan r’a çi bibêje? Gelo ewê nebêje: “Ma ne şerm e, ev şer’ê we ji bo çi ye, ma ne, hûn birayên hevin!?” – Lê, eger yek bê û ji wan r’a bibêje, ku ew ne birayên hevin, ewê, çi bikin? Eger ew xwedî mejû bin, eger ew xwedî hest û gîna net’ewî û biratîyê bin, wê p’evçûna xwe r’awestînin, û ji wî mirovî r’a bibêjin: “Ma, çi ji te?! Tu k’î yî?
Em birayên hevin, îro şer’ dikin, emê sibê jî ç’avê hev maç’ bikin – ji ber ku em birayê hev in! Her’e, van karên xwe li cîhekî dinê pêkbîne!”
Û ev helwest divê di nev me hemû k’urdan da bibe prênsîp û pîvana k’urdbûna me! Ew divê ji bo me bibe xeta sor a net’ewî! Û yê/ya ku vê xetê derbaz bike, an pê bilîze, divê k’urd anegorî wê k’urdbûn an mirovbûna wî binirxînin... Ew k’î dibe, bila bibe!
Ev gotar, weşan û hevp’eyvînên vî r’engî çawa dikarin di nav me da, li ser xaka me ya pîroz bên sêwirandin? Ew çi ye, ku hêz û qinyatê dide van?
– Mitala min bi van pirsan va mijûl bû, min hewl dida, ku ji bo wan bersîvekê p’eyda bikim... Heya min serê xwe dêşand, dixwast formûlekê ji bo bersîva vê pirsê bibînim û... çarîneke strana hozan Şemdîn a “Hezar, hezar!..” hate bîra min:
“...Hezar, hezar qebîl û ber
Ser warê me sazkirin şer’,
Weke berfa serê Sîp’an
Helyan û çûn, ç’îyayên me man!..”
Belê, r’ast hatye gotin û xweş hatye gotin – ev straneke wat’edar e. Min ew gelek caran bihîstye û bi nîvdengî pêr’a straye jî– ji bo xwe! Lê piştî xwendina gotarên vî r’engî, min bi xwe ji xwe r’a bi awayekî dinê li van gotinan nihêr’î: “Belê, her qebîl û ber, ên ku li ser warê me şer’ saz kirine, weke berfê helyane-çûne, lê li dû xwe li ser xaka me gelek paxs û gemar û p’îstî li pey xwe hiştine. Û tiştên ku li ser wan gihîştine, ewan peymayên wan qebîl û beran bi wan r’a dane û didin der... Û, ji bo ku gelê k’urd xwe ji wê paxs û gemara dagerkeran paqij bike, dibe ku sedsal pêwîst bikin... heya dibe ku – hezarsal jî! Lê ji bo ku em, wek gel bigihîjin xwedîtin û xwetêgihîştina net’ewî, divê hişyar bin, û bi hişyarî heş û gîyan xwe ji wn tiştan paqij bikin, ên ku dagerkeran li dor r’ewan, gîyan û mejûyê me hevhûnandine, û em bibin ên xwe, ne yê bîyanî û dagerkeran. Ji bo vê jî k’arekî demdirêj û k’edeke bêhemp’a me divêt!”
Ji van hemûyan mirov çi dersan dikare derxe?
K’ud divê bi xwe bi serê xwe paşeroja xwe binirxînin, her tiştê ku li ser r’êya avakirina Yekîtîya Net’ewî dibe kelem, li hêlekê daynin, bi wêrekî şaşîyên pêşîyan binirxînin (bi têgihîştinî û bê k’în û nefret!), mala xwe ya net’ewî ya nû ava bikin, li k’u her k’urdek, her k’urdistanîyek xwe xwedîyê wê malê hîs bike, berpirsyarîya xwe têbigiîje û neyê lîstikên dijmin!
…Li vir jî mafê xwendevan heye, bipirse: “Lê pirsa xemxurîya derew li ku ma?” – Li cîhekî jî nemaye, ewqasî ev pirsa serke ya gotara Nasrêdîn Akyol nîne, ev, wek ku min li jorê jî got, sîwanek bûye, ji bo ku ew di bin wê da armanc û hedefên dinê yên r’eşbîn bide pêş... Her çi jî hebe, eger yek behsa xemxurîyê dike, û dixwaze qîmetekî bide wê, divê ji şengalîyan bipirse, ji ber ku yên ku pêdivîya wan bi xemxurîyê hebûye (û îro jî heye!), ew bi xwe ne, û bersîva here r’ast jî ewê bidin, û didin jî...
Lê, dîsa jî!
Di dawîya gotara xwe da Nasrêdîn Akyol beşekî biçûk ji bo wê pirsê vediqetîne û heya peysernivîsa “Xemxurên êzdîyan pir in!” jî datîne (dîsa, wek sîwan!) û di binî da ew tişt, ên ku di çapemanîyê û t’or’ên sot’sîal ên medyayê da êdî hatine gotin, pey hev r’êz dike...
Û, ji ber ku ew tiştên ku ew dinivîse, tiştne nû nînin (r’ast an ne r’ast!), ji bilî wê ew dikarin me bik’işînin nava govtûgoyên ne sazûmank’ar (û, dibe, yek ji armancên gotara wî jî ev bûye?!), ên ku di vê dema çarenûsî da wê hîç nek’evin xizmeta yekîtîya net’ewî, bi t’aybet jî, dema zîlên yekîtîya net’ewî di qadên şêr’ da r’eh digirin û digihîjin,... dîsa jî bibêjim, ku şaş e, dema K’urdistanê p’arî ser erd û aqarên mîrasî (patrimony) yên partî û malbatan dikin ... K’urdistan welatê hemû k’urd û k’urdistanîyan e, ew li k’u dijîn, bila bijîn. Û, wek ku her k’urdek, r’êxistinek, an p’artîyeke k’urdistanî amade ne (û ew deynê wanî net’ewî ye!) xizmaeta wî welatî da bin, ew xizmet li k’u bê xwestin, ewê li wir bin, ... ji ber ku ew welatê me hemûyan e. Yên ku K’urdistanê beşî ser qadên berjewendîyê partîyan dikin, t’u ferqî di nava wan û dagerkeran da nîne... Dîsa jî, di nav van hemûyan da pirsa k’urkirina bêbawerîya di nav k’urdan da dertê pêş... Govanîya wê jî p’eyamên Nasrêdîn Akyol ên dawîyê ne: “...Di aliyê civakî de biçûkdîtinek û eger em dîplomatîk bi nav bikin, “hestekî sar“ li hemberî Êzîdiyan di nav pirraniya civaka kurdî de serdest e”... (Bûyerên Şengalê dan xuyan, ku gotinên vî r’engî vala ne û dûrî r’astîyê ne! – E. C.)
“...pirsgirêkên civaka Êzîdî ya piştî Şengalê êdî beravêtî wê her berdewam bin û wê di pêşerojê de bi îhtimeleke mezin biçûktir ji niha nebin”.
Û, ev jî toximê bêhêvîyê yê dawîyê ye, ku xudanê gotarê dixwaze di mejûyê k’urdan da biçîne!
Li hember vê mirov çi dikare bibêje? Li vira ya ku mirov dikare bibêje jî ev e:
– Mirovbûn û mirovatî, biratî, xemxurî û dilovanî! – Ev ew nirxin, ên ku r’engekî mrovî didin her civakekê û dibin bingeha yekîtîya wê!
05. 02. 2015
P’ampa K’urdan