Gelo dê bêvila hinekan bişewite?
Bi hezaran kes daketine ser riyan.
Pir kes hene, ku di televizyonan de gelekî gerîla dîtine, lê di jiyana xwe de qet nêzîkî wan nebûne. Dema gerîla dihatin gundên wan, ditirsiyan. Dizanibûn heke hinek hîn bibin, heke dewlet hîn bibe dê mala wî jî, gund jî were şewitandin. Dê bi rojan êşkenceyê bibîne. Û dê gerîla an bi çekan bên şehîdkirin, an jî bi êşkenceyê.
Niha dibînin ku heman gerîla ne.
Çek di destê wan de nîn in, lê dîsa ew in. Wekî hinekan çek bernedane, nabêjin "em poşman in". Dema ku derketin serê çiyê, li vî welatî mirov newêrîbû bigota ez kurd im. Hevalên wan di girevên birçîbûnê de di roja 60, 61 û 62'an de jiyana xwe ji dest didan. Hed û hesabê êşkenceyên ku dikişandin tunebû. Tevî çekên xwe jî nikaribûn wiha serbest bigerin. Lê niha bê çek, bajar bi bajar digerin.
Mirov ji bo vê rojê bijîn direvin ser riyên ku dê Koma Qasidên Aştiyê tê re derbas bibe.
Ev dilînî û heyecan wan dikişîne ser riyan.
Dixwazin vê guhertinê bibînin. Û dixwazin bi çavên xwe bibînin ku dema mirov cehd bike, mirov hewl bide tiştên herî giran û zehmet jî diguherin. Ji bo careke din baweriya xwe bipeyitînin direvin pêşiya wan.
Û ji hundirê wan gelek tişt bê jî, tenê dibêjin "Bijî Serok Apo".
Di roja herî ku bawerî kêm dibû de, roja ku xwedîkirina mirovan bi qalikê daran dibû, roja ku êdî ji ber êşkenceyan mirin bi dest mirov nediket, roja ku gerîlayekî kurmikê birîna xwe derdixist û dixwar, wan baweriya xwe tenê bi wî dianîn. Heke carinan ji gotinên wî fam nekirina jî, bi çavgirtînkê be jî baweriya xwe bi wî dianîn. Bi vî rengî şensek dan destê wî ku, di cîhanê de tu serokan şensek wiha bi dest nexistiye. Ji serkeftinê pê ve riyek li ber wî nehişt vî gelî. Û wî jî, di 35 salên dawî de bi hemû hewildan û keda xwe, ji kurdan re ji serkeftinê pê ve riyek nehişt.
Ji ber vê tenê sloganek tê ser devê gel; "Bijî Serok Apo".
Çiqas dubare dikin, ewqasî heyfa xwe hiltînin ji wan salên ku newêrîbûn bêjin "em kurd in".
Çiqas bi dengê bilind vê sloganê dibêjin, ewqasî tiliyên xwe di çavên bêbawer, revok, xayin û sîxuran radikin.
Û her yekî di jiyana xwe de bi awayekî gerîlayek nas kiriye.
Bi rengekî miheqeq çîroka şehîdekî/ê bihîstiye.
Zîlan, Berîtan, Harûn, Mazlûm, Heqî, Ferhat, Necmî, Kemal û gelekên din.
Dema ew tên bîra wan jî, bi bang dibêjin "Þehîd Namirin" û çirûsk ji çavên wan diçin, her yek şehîdek.
Çirûskên çavên wan dibin çavên şehîdan û ruhê wan li wir amade dibe.
Ew jî careke din dibînin ku bi rastî jî belasebe baweriya xwe bi vî gelî neanîne.
Gelek kesan ji vî gelî re got "dev jê berde."
Gelek ji wan jî kurd bûn.
Gotin ji serokê wan re kir, ji şehîdên wan re kirin, ji partiya wan re kirin û heta ji bawerî û hêviyên wan re kirin.
Çêr kirin. Tinazê xwe kirin.
Û êrîş kirin.
Niha ev mirovên ser riya dibînin ku NE HÊJA BÛYE MIROV JI BO XERABAN DEST JI RIYEKE MEZIN BERDE.
Vaye em hatin dawiya rê.
Riyên ku mirov bi çekan newêrîbû tê re derbas bibe, niha bi 20 kesên bê çek vedibe û bi sed hezaran kes tê re diherikin.
Û hemû pişta xwe didin çiyê, berê xwe didin riya ku dê hîn bimeşin.
Li ber wan hîn gelek rê heye.
Hîn dê artêşa xwe li ser vê axê ava bikin.
Hîn dê parlamentoya xwe ava bikin.
Hîn dê polîsên xwe ava bikin.
Hîn dê meclîsên xwe yên bajaran hilbijêrin.
Hîn dê dibistan û akademiyên xwe vekin.
Hîn dê alaya xwe li bajarên xwe daliqînin.
Hîn dê muzeyên şehîdan, windayan, gundên şewitî û êşkenceyan çêkin.
Dê tu tiştekî kêm nehêlin.
Lê tiştekî nakin.
Dê ji nû ve dîwaran û sînoran lê nekin.
Dê yeko yeko vîzeyan, pasaportan û dûre jî sînoran rakin.
Dê ji Hewlêrê ta Stenbolê, ji Mahabadê ta Îzmîrê, ji Amûdê ta Amedê dê yek bin, dilê wan çi navî bixwaze dê wî navî lê bikin, şehîdan gotibe Kurdistan, dê Kurdistan jî hebe.