Gelo dê deriyê qada siyasî vebe?
Ligel ku notên hevdîtinên ên parlamenterên BDP’ê û birêz Ocalan bi awayekî aşkera bûn jî, hê jî em der barê bernameya çareseriyê de tiştekî nizanin. Piştî ku nameya birêz Ocalan aşkera bibe, hingî em ê bernameya aliyê kurd hîn bibin, lê belê di tûrikê AKP’ê de çi heye, hê jî ne diyar e. Hikûmeta AKP’ê der barê bernameya xwe ya çareseriyê de tiştekî nabêje. Hê jî Serokwezîr Erdogan dev ji gotinên “yek al, yek dewlet û yek milet” bernedaye. Di vê rewşê de mirov nizane ka her du aliyan li ser çi li hev kiriye. Ev nêzî 3-4 salan e ku kurdan daxwazên xwe aşkera kirine. Daxwaza sereke ya kurdan ku dewlet naxwaze xwe bide ber, mijara statûyê ye. Li gorî baweriya min hevdîtinên li Osloyê ji vê yekê xitimîn. Tevgera kurd wê statûyê wekî xweseriya demokratîk bi nav dike. Lê belê der barê naveroka vê de bi rastî jî zelaliyek li holê nîn e. Wate, gelo xweseriya demokratîk xweseriyeke wekî ya li Bask û Katalonyayê ye, an jî pergaleke cuda ye? Dema ku mirov bi baldarî bala xwe dide belge û nirxandinên tevgera kurd, mirov dikare gelek encaman ji wan nirxandinan derxe. Bi taybetî çend salên dawîn navê wê wekî "Kurdistana xweser û demokratîk" hate diyarkirin. Li gorî wê divê herêmek bi navê Kurdistan hebe û sînorên wê diyar bin, li ser vê erdnîgariyê pergalek were avakirin. Ev xweseriya çandî û siyasî ye.
Ligel vê yekê hin caran tiştên din hatine gotin. Berpirsên tevgera kurd da zanîn ku ew bi tenê ji bo Kurdistanê xweseriyê naxwazin, ew ji bo hemû Tirkiyeyê xweseriyê dixwazin. Li gorî baweriya wan bi vî awayî dê her kes û kom karibe bi deng û rengê xwe beşdarî karên rêveberiyê bibe û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Ji van gotinan jî bêhna xweseriyeke îdarî tê.
Di destpêkê de berpirsên tevgera kurd wisa bawer dikir ku ew dikarin bi awayekî fîîlî pergala xwe ya demokratîk ava bikin û vê yekê li ser rayedarên dewletê ferz bikin. Rêberê Gelê Kurd ev rewş bi wiha formûlê dikir; “Dê ji bo civaka kurd du hiqûq hebin, yek a xweseriya demokratîk, a din jî hiqûqa dewletê (heke Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê hîngî dê sê hiqûq hebin), dewlet çendî hiqûqa navnexweyî ya gelê kurd meşrû û rewa bibîne, gelê kurd jî ewende dê hiqûqa dewletê li ser xwe qebûl bike.
Lê rayedarên dewletê bi girtina deh hezar kesî nîşan da ku ew ê bi tu awayî destûra tiştekî wiha nedin, wan ev rewş wekî “di nav dewletê de dewlet (dewleta paralel)” bi nav kir. Li gorî hin agahî û nirxandinên di çapemeniya Tirkiyeyê de birêz Ocalan dev ji daxwaza xweseriya demokratîk berdaye, li şûna wê Destûrnameya Xweseriyê ya Yekîtiya Ewropayê pejirandiye. Destûrnameya Xweseriyê ya Yekîtiya Ewropayê qala xweseriyeke îdarî dike, lê ew mafên çandî û siyasî mîsoger nake.
Li vir tiştê girîng daxwaz û niyet e. Ji mêj ve hatiye gotin ku şer ev cure siyaset e ku bi navgînên cuda tê meşandin. Mebesta şer jî vekirina deriyên têkoşîna siyasî ye. Heke deriyê xebata siyasî vebe, hemû kend û kospên li ber wê bêne rakirin, hingî kurd dikarin bi rê û rêbazên demokratîk têkoşîna xwe bidomînin û hemû qadên demokratîk dagirin û bi domana demê re mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Lê heke deriyê siyasetê bi tank û topan bê girtin, hingî mafê kurdan jî heye ku bi her awayî li ber xwe bidin. Tiştê ku zelal bibe ev e; gelo dewlet destûrê dide ku kurd bi rê û rêbazên demokratîk pergala xwe ya demokratîk ava bikin?. Samî TAN
Çavkanî: (Hawar Net servîsa nûçeyên rojevê)