GELO HER TIŞT WISA TARÎ YE?..
Ezîz ê Cewo
Bi r’astî, dema mirov gotinên Zana Farqînî, yên ku bi r’êya ANF-ê hatne belavkirin, dixwîne, di nav wî da ev r’aman r’ûdidin. Yek ew e, ku bi r’astî pirsgirêka axavtina bi zimanê dê di Bakûrê K’urdistanê da heye û ew pirsgirêk nû nine. Ya duyem bingehên wê pirsgirêkê yên dîrokî hene, û ji bo çareserîyê divê mirov wan bingehan bi k’ûrayî binirxîne. Û ya seyem jî ew e, ku dîsa dest bi kampanyak a nû dibe, ya ku piştî demekê, piştî hinek govtûgoyan wê vemire… Û dîsa ew pirsgirêk, wek ku hebûne, dê wisa jî bimînin!
Lêbelê r’astî ew e, ku ev êdî çend sedsal in, hem neyarên gelê k’urd, hem jî hinekên di nav gel bi xwe da dibêjin, ku zimanê k’urdî berbi mirinê va diçe û piştî demekê gelê k’urd dê wek net’ew ji hole rabe…
Lê dîrokê tiştekî din ji me r’a hiştye, dibêjin: “Gelê ku nexwaze bimire, t’u kesê nikaribe wî bikuje!” Û ev r’astîyek e! Û hebûna gelê k’urd, t’êkoşîna wî ya ji bo mafê xwe yê net’ewî vê yekê piştr’ast dikin.
Helbet, dikare di hinek cîyan da hinek k’urd bihelin, û eger bişavtine a wisa ji bo hinek gelên din zêde balê nek’işîne ser xwe, ji bo me trajêdî ye. Lê hema mirov li hember vê t’enê bi kampanîyan û pirsgirêk nip’ixandinê nikare bisekine. Li ser pirsgirêkên heyî p’ir’ û p’ir’ hatye nivîsandin û axavtin, lêbelê t’enê bi nîvîsandin û axavtinan nabe. Ji xwe têk’oşîna gelê k’urd ji bo p’arastin û pêşxistina nirxên net’ewî tê meşandin, û di nav wan nirxan da jî yê sereke, yê ku hemû nirxên din li dora wî tên hûnandin, ZIMAN e.
Zimanê dê mercê sereke yê hebûna her net’ewekê ye!
Eger zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka k’urdî, eger zanebûna zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyankirin û xewdîtin bibe şêwazê jîyana me ya rojane, wê demê bersîva hemû pirsgirêkan dê bi xwe bê dayîn.
Û dijmin vê yeke ji me çêtir dizane, ji bo wê jî her tiştî dike, ku wî zimanî t’une bike û bi wê jî gelê k’urd, wek net’ew, ji hlê r’ake.
Ji bo ku zimanê dê bê p’arastin û pêşxistin, ji bo ku xwendevanên kurdî hebin, divê yên ku bi k’urdî biaxivin û bixwînin hebin. Û ev yek jî divê grseyî be- li seranserê K’urdistanê. Dewletên serdestî K’urdistanê li şûna merc û derfetan ji bo pêşk’evtinan biefirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan hatye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne.
Ji bo wê jî divê r’ê û rêbazên çareserîyê bêne dîtin.
Helbet, tê zanîn, ku di r’ewşa îro da bi hewlên t’unekirinê yên dagerkeran r’a t’evayî, wisa jî mercên bişavtin û windabûnê yên obyêktîv jî derk’etine holê –têlêvîzîon û çapemenî, sazî, k’omele û navendên çandên biyanî. Lê belê, gelê k’urd jî altêrnatîvên van avakirine. Her çiqas jî ew heya dawîyê bi p’eywira xwe r’anabin û r’ola xwe nalîzin, lê dîsa jî, ew êdî bûne nirekî net’ewî, gel li dora wan dicive û bi ziman û çanda xwe r’a p’êwendîdar dibe... Û evê jî, zû an dereng, berhemên xwe bide.
Belê, mercê sereke û garantîya p’arastîn û pêşxistina ziman û çanda k’urdî azadî û serxwebûna gelê k’urd e, lê heya gelê k’urd bi gihîje ARMANCA XWE YA PÎROZ, di vê r’ewşê da k’î divê îro bi vê p’eywirê r’abin?
Sazî û r’êxistinên me, k’om û k’omele û navendên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, r’adîo – têlêvîzîon, r’ojnamegerî û weşanên me hene. Yêkîtîyên nivîsk’ar, hunermend, mamosta û r’ojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, MALBATÊN K’URD hene.
Wê demê bê, û zanebûna zimanê dê wê bibe norma jîyana civaka k’urdî, dê zanebûna zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyankirin û xewdîtin bibe şêwazê jîyankirina me, û ziman û çanda k’urdî jî wê r’engê xwe yê net’ewî wergirin. Û, wê demê bê, di K’urdistanê da dê neaxavtina bi zimanê dê bibe tiştekî şermê, di welêt da dê atomosfêrake wisa bê avakirin, ku her k’urdek bixwaze bi zimanê dê biaxive û wê ji bo xwe serbilindî bibîne. Lê, heya ku ev hemû pêk bên, divê her yekî me bi p’eywira xwe r’abe.
Û mercekî din ê yê girîng jî: eger em dibêjin zimanê k’urdî zimanê k’urdan ê dê ye, divê em p’erwerdeya zimznê k’urdî ji bo wan dayîkan avabikin, ên ku ji ber mercên dîrokî zimanê k’urdî nizanin, an jî baş nizanin, ji ber ku her zar’okek zimanê dê ji dayîka xwe fêr dibe.
Ji bo van hemûyan jî îro gelê k’urd û T’evgera azadîxwaz gelek merc û derfet afirandine...