1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. ... GELO KESÊ BIKARIBIN EVÊ TÊ BIGIHÎJIN?..
... GELO KESÊ BIKARIBIN EVÊ TÊ BIGIHÎJIN?..,gelo,kesê,bikaribin,evê,tê,bigihîjin

... GELO KESÊ BIKARIBIN EVÊ TÊ BIGIHÎJIN?..

A+ A-



“Heylo, mîro,
Min nizanbû, dunya wa ye!”
(Ji strana gelêrî ya “Heylo, mîro!”)

Ezîz ê Cewo


Nizanim!..
A ku vê carê bû sedem, ku ez pênûsê hildim destê xwe û binivîsim, gotara T’êmûrê
Xelîl bû, ya ku bi sernivîsa “Hrant Dînk ji pişta kurdan çû…” li ser r’ûpelên malp’er’a
“Riateze” hatibû weşandin (http://riataza.com/kurdish/4960-hrant-dink-ji-pita-kurdan-cu.html ).
Û ev jî bû sedem, ku ez hinek tiştên sade, yên mirovî, wijdanî, exlaqî li ber ç’avan r’a
derbaz bikim û hewl bidim têbigihîjim, k’a nedîtina r’astîyam, bi berç’avkên bîyanîyan li
nirx û pîvanên mirovî û net’ewî nihêr’în û berovajîkirina wan, ji k’u tên û dikarin mirov
bigihînin çi warî...
Belê, ezê hewl bidim, ku ji bo van bersîveke heşmendî bibînim, her çiqas di nav
çarç’oveya pîvanên têgihîştina mirovî ya normal da, mirov dijwar bikaribe wan tiştan
têbigihîje û binirxîne, yên û di vê gotra T’êmûrê Xelîl da derk’etine pêş... Û li ser her
gavekê bêyî r’ayê xwe mirov ji xwe dipirse – ma êdî mirovbûn û mirovî li k’u man, ma
mirov jî nirxên mirovî ewqasî bêqîmet bike?!
Lê. Dîsa jî, her çi jî hebe!...
Ji ber ku ev gotara T’êmûrê Xelîl bi hemû nak’okîyên xwe va li ser dîfêrambên
(dithyramb – gotinê pesn û methan) di derbarê ermenîyan da hatye avakirin, li vir mirov çi
r’astîyan jî bîne zimên, dikare wek tiştekî berovajî û dijî vê “bê xuyan”, ji bo wê jî …di
sêrî da, ji bo ku t’u sedem ji şaş têgihîştin û şiroveyên cuda r’a nemîne, bibêjim, ku ez bê
şik û guman û govtûgo wê ak’sîomayê dip’ejirînim, a ku dibêje: “Di cîhanê da gelên
nep’ak nînin, mirovên nep’ak hene!” – Û her kesek jî dizane, ku pêdivîya vê gotinê bi
goftûgoyekê nîne, lewra ku, ew ak’sîoma ye!
Û ya dinê jî, ez bi xwe di wê bawerîyê da me, ku di vê herêmê da yek ji wan gelan,
ên ku gelê k’urd dikare bi wan r’a, bi hemû kurt û kêmasîyên xwe va, bi dostane bijî, dîsa
ermenî ne...
Lê li vira pirs pirsa başî-nebaşîya ermenîyan an Ermenîstanê nîne – bi t’aybet jî ji bo
me, k’urdên Ermenîstanê... Me t’imê jî xwe ermenîstanî dîtye û hîs kirye, lewra ku em wek
p’enaber nehatine û li Ermenîstanê, wek dewleteke hipe-hazir, nesekinîne û li wira st’ar
nebûne, em berî damezirandina K’omara Ermenîstanê ya yekem jî li vê herêmê bûne, û
anegorî hêz û derfetên xwe beşdarî avakirin û parast’ina wê dewletê bûne... Pey r’a, dema
avakirina k’omara duyemîn (a Sovêtê) jî k’urd di nav damezirenêrên wê da bûne, beşdarî
avakirin, p’arastin û şênkirina Ermenîstana Sovêtê bûne – wek welatîyên wê. Li vir hem
mafên me hebûne (wek welatî), hem jî – erkên me (dîsa wek welatî!). Û me hem ji wan
mafan sûd wergirtye, hem jî erka xwe li hember wî welatê xwe pêk anye...
Lê, di pêvajoya hilweşîna Sovêtê da dewlet û sîstêm serobinî hev bûn, di navbera
k’omarên sovêtî yên bira yên demekê da şer’ derk’et, û dema şêr’ jî, wek ku tê zanîn, ter’ û
hiş bi hev r’a dişewitin... û wê demê li wir hinek bûyer pêk hatine, yên ku t’u p’êwendîya
xwe bi gelê ermenî r’a nînin (heya r’adeyekî!), hinek kes hatine ser desthilatdarîyê, yên ku
gelek tişt kirine, ku Ermenîstan, dibe ku, paşê ji bo wan bûyeran şerm jî bike...
Dîsa dibêjim, r’êjîm-desthilatdarî û gel du têgehên ji hev cuda ne... Lewra jî, dem tê,
gel desthilatdarîya xwe tîne xarê û yeke nû hildibijêre...

Ev – ji bo têgihîştina pirsê ya giştî!
Erê, em k’urd van hemûyan têdigihîjin û bi têgihîştinî nêzîkî bûyerên wê demê dibin,
û, ji bo kesek nikaribe bi p’êwendîyên di navbera herdû gelên cînar da bilîze, gelê k’urd li
ser hinek tiştan zêde naaxivin...
Lê dîsa jî, ez li vir t’enê axavtina Lêvon Têr-Pêtrosyan bi bîr bînim, ê ku wê demê
serokk’omarê Ermenîstanê bû. Û ew axavtina wî, ya ku wî di Parlamêntoya Ermenîstanê
da pêşkêş kiribû, bi r’êya têlêvîzîonê bi awayekê zêndî hatibû weşandin. Ewî di wê
axavtina xwe da wê demê got, ku, eger heya partîya wan (T’evgera Hemnet’ewî ya
Ermenîyan, bi ermenî - HHŞ) hîç tiştek jî nekiribe, hema ew, ku Ermenîstan ji bîyanîyan
paqij kirye, bes e!... Û, k’a gelo bîyanîyan çawa ji welatekî paqij dikin, tê zanîn!
Û, k’a, bila kekê T’êmûr ne “p’arêzerîya” van lawikan hilde ser milê xwe, ne jî li
şûna wn k’urdan biaxive, yên ku wê demê p’enaber bûne, ji ber ku ew wê demê ne di nav
wan da bûye...!
Ev êdî pirsa r’êvebirîya net’ewî ya gelê ermenî ye, k’a wê çawa bikaribe van bûyeran
binirxîne, wat’edar bike û dersan ji wan derxe...
Û ji bo vê jî dem divêt!
Û, eger îro em hemû kirên r’êjîmekê yên r’eş di bin navê qencî û başîyên gelekî da
veşêrin, an spî bikinn, wek ku T’êmûrê Xelîl dike, emê hem xwe, hem gelê xwe, hem gelê
ermenî, hem jî mirovahîyê bixapînin...
Belê, di dema Sovêtê da em di Ermenîstanê da xwedî gelek maf bûne, belê, çand,
ziman, wêje, zanist, weşanên me hebûne... Lêbelê, ew û hemû destk’evtîyên Ermenîstana
Sovêtê yên wê demê bi xwe jî, encam û berhemên siyaseta Partîya Kommûnîst ya Yekîtîya
Sovêtê û Hukumeta Sovêtê bi xwe bûne. Belê, gelek ermenîyên navdar di derbarê k’urdan
da tiştên baş gotine... Lê ewana ne ku tiştê nebûyî di derbarê k’urdan da nivîsîne, vala-vala
pesnê k’urdan dane, lê hinek r’astî dîtine û nikaribûne li hember wan r’astîyan hestên xwe
r’agirin, lewra jî bêhelwest û bêdeng nemane.
Helbet, eger helwesta wan ne dostane bûya, dê ew hemû “nedîtana”, ev jî tiştekî
dinê ye û ne mijara govtûgoyê ye!
Lêbelê, werin û binihêr’in, îro her tişt serobinî hev bûye, her tişt hatye guhar’tin û
berovajîkirin... Ew, çi ku dema Sovêtê hatibû sazkirin, gav bi gav tê t’unekirin (û evê jî
divê em bibînin, û ji dostên xwe yên ermenî r’a vekirî bibêjin!)... Hema ew, ku gelê k’urd
kirine du p’arç’eyan, herdu p’arç’e r’akirine hember hev, bi fermî di parlamêntoyê da
k’urdên êzdî wek gelekî ji k’urdan cuda nas kirine, wek altêrnatîva p’irtûkên zimanê k’urdî
(yên ku di dema Sovêtê da hatibûn amadekirin!), yên zimanê “êzdikî” weşandine û di çend
gundan da li dibistanên wan ferz kirine, ku p’erwerdeyê bi wan pêk bînin, ku weşanên
k’urdî yên r’adîyoê (R’adîoya Yêrêvanê) kirine du beşan – beşê k’urdî û yê êzdikî (?!), ev
jî navekî xwe heye!...
Û gelek, gelek tiştên dinê...
Gelo, eger em van hemûyan veşêrin (û ji k’ê?!), ewê bên serer’astkirin? Ermenîstanê
careke dinê veger’e wan demên xwe yê û şanazîyê?
Wekî dinê... k’î çi dibêje, çawa dibêje, k’î nanê xwe çwa dixwe, ew pirsa wan a
exlaqî û wijdanî ye... Cîhan û gelê k’urd ne kor in, her tiştî dibînin û dizanin... Û di nava
gelê ermenî da jî gelek van tiştan dibînin, pê dêşin, xwezîya xwe li demên bihurî tînin,
lêbelê tiştek ji destê wan nayê... vê demê!
Naha em bên ser pirsa Hirant Dînk ê bihuştî! Bila dilovanîya Xwedê li ser wî be!
Belê, di nav gel da tê gotin: “Piştî mirinê, mirov di derbarê yê mirî da an t’enê bi
qencî diaxive, an jî tiştekî nabêje!” Lêbelê, eger mirov tiştên nebûyî li pey yê/ya mirî gilî
bike jî (heya ew yên qenc – pesn bin jî!), dîsa ew tê wê wat’eyê, ku mirov şer’an lê gilî
dike... Û şer’an jî hema wisa li mirovan gilî nakin (ew zêndî be, an – mirî!), eger gilî hatine
kirin, bizanibe, armancek li wir heye, bizanibe berjewendîyek li wir diger’e...
Û, li vir, ya ku kekê T’êmûr r’astîyan wisa lêpovajî vedibêje, ku tê wat’eya
berovajîkirina r’astîyan, û mirov divê r’astîya wan “r’astîyan” a r’astîn bide zanîn.

Ya yekem, ya ku ev biradera dibêje, ku “Hirant Dînk’ ji pişta k’urdan çûye!”! Em vê
pirsê bi giştî ji k’urdên T’irkîyayê û Bakûrê K’urdistanê r’a bihêlin, lewra ku ew r’astîya
vê pirsê bêhtir dizanin, û yên ku li Hrant Dînk’ xwedî derk’etin û navê wî wisa bilind kirin
û gîhandin asteke ewqas bilind jî, dîsa ew bi xwe bûne...
Lê dîsa jî, k’a bila kekê T’êmûr bibêje, gelo di Ermenîstanê da berî mirina Hrant
Dînk’ çend ermenîyan navê wî bihîstibûn, an îro çqas ermenî wî navî dizanin... A, eger
T’evgera gelê k’urd nînbûya, dê piştî kuştina wî di cîhekî-duyan da binivîsyana (Ew jî di
çapemenîya ermenîyên dîasporayê da!) û hew... Hema, ew T’evgera K’urd a Net’ewî bû,
ku bi dehhezaran mirov derxistin k’ûçe û kolanên Stanbolê û bajarên dinê û bi duruşmên:
“Em hemû Hrant Dînk’ in!”, “Em hemû ermenî ne!” meşyan (Ew jî di bin ç’avdêrîya
r’êjîma faşîst û dij-ermenî da!). Û çapemanî û weşanên k’urdî jî (bi bingehîn, yên Bakûr)
çend r’ojan ser hev di derbarê vê bûyera dijmirovî da weşandin û cîhan pê hesandin, ew
pirs kirin pirseke navnet’ewî... Û her paşê di Ermenîstanê da jî di derbarê wî da axivîn û
nivîsîn...
Û ev jî hema wisa hêsan pêk nehatye, ev ne nûçeyek, an gotareke şir’ovir’o ye, ya ku
bi pesin û methên arzan t’uje ye, ya ku mirov di mala xwe da li ber têlêvîzîonê r’ûdinî û
dinivîse. Ev k’arê r’êxistinekê yê t’evgerkirina bi dehhezaran mirovan e! Ev vîneke
mirovî-net’ewî ye, ku dikare ewqas mirov bike nava liv û t’evgerê û di welatekî da, li k’u
faşîzma îslamî desthilatdar e, bimeşe...
Bi vê çalakîya xwe k’urdan ji dewleta t’irk r’a gotin, ku ew li ermenîyan û hemû
gelên dinê xwedî derdik’evin, ku ji vir û pêva, ger ew destê xwe li ser mirovekî bilind
bikin, ew kî dibe, bila bibe, dê bê bersîv nemîne, û ji gelê ermenî r’a jî gotin, ku em dost
bûne û emê dost jî bibînin...
Û r’êjîmê jî ev ji bîr nekir, ewê bi êrîşên hovane bersîva vê helwesta gelê k’urd da...
Hema li ser vê pêla têgihîştina xwe ya mirovî, evê t’evgerê bi xwe r’a nûnerên gelên
dinê jî r’akirin ser p’êyan û birin Parlamêntoya T’irkîyayê... Û dîsa evê t’evgerê di nav
nûnerên xwe da du ermenî jî wek endam birin Parlamêntoya T’irkîyayê – cara yekem di
dîroka K’omara T’irkîyayê da!
Û, ya ku divê îro mirov bibîne û li ser bê axavtin jî, ev e, ne ku...!
Lêbelê, ew çi ku di Ermenîstanê da pêk hatye, T’evgera K’urd haş ji wê jî heye, lê
naxwaze, ku hinek me bînin hember hev û dilê xwe li me şad bikin.
Dostanîya ku k’urd dikin, ew dostanîyeke mayînde û dîrokî ye, û, ez dibêjim, di nava
ermenîyan da jî yên ku vê tê digihîjin, hene...
Ev k’arê ku di vî warî da hatye kirin û ji vir û pêva jî dê dê bê domandin, ewqas
wat’edar e, ku bi sedan mirov di derbarê wê da binivîsin (berovajî bikin, an r’ast bibêjin,
ferq nake!), dê xilaz nebe... K’î çi dinivîse, an nanivîse, ew k’arê wan e, lêbelê
t’evgera k’urdî r’êyeke xwe heye: ewê ne r’ê bide wan, ên ku hewl didin,
dutîretîyê bikin navbera k’urd û ermenîyan, ne jî wan, ên ku li ser vê k’edê bazar û
bazirganîyê bikin...
Lê, yên ku dikin jî, demê bê, dê ji wan bê pirsîn!
Pirsa dêmokratkirina T’irkîyayyê, ya ku wisa li kekê T’êmûr xweş nayê, û ew
wisa bi xemgînî di derbarê wê da dibêje: “...çend partî û rêxistinên kurdan yên
Kurdistana Bakur ketine heyra ”Cimhurîyeta Dêmokratîk“. Dibêjin qey ew meseleya
Kurdistana Bakur hel dike... Meseleya Kurdistana Bakur serxwebûn e. Cihan nikare me di
cihêbûnê, sêparatîzmê da gunehkar bike. Ji ber ku welat welatê kurdan e, Tirkîyê ew zevt
kirîye û ji bo serxwebûnê hemû cûre karên ne dijî qanûnên mirovatîyê dikarin bêne
bikaranînê, heta şerê ji bo azadîyê, şerê ji bo rizgarbûna welatekî û miletekî...”
A, li vira ye, ku gelê me dibêje – r’oj baş!...
Bi r’astî, eger yekî “haş ji bayê dinyayê nînbe”, wê bibêje –wisa ye, ev biradera r’ast
dibêje! – hema, di r’astîya xwe da, ev t’enê gotin in. Erê, armanceke gelê k’urd a sereke
heye – ew jî dixwaze, ku weke gelên cîhanê bibe xwedî maf: mafê nasnameya xwe, mafê
xwer’êvebirîyê, mafê bidewletbûnê, mafê serxwebûnê! Ma, yên ku ev t’evger destpêkirine,

yên ku ji bo mafên gelê k’urd têk’oşîneke siyasî, têk’oşîneke îdêolojîk, têk’oşîneke
ç’ekdarî meşandine û îro jê dimeşînin, yên ku bi dehhezaran girtîyên xwe yê siyasî hene û
ewqas jî p’akr’ewan dane, yên ku îro jî ji bo vî gelî xwe feda dikin, evê yekê nizanin, an
naxwazin?
Balêk’êş e, wê demê ev biraderana li k’u bûn, an îro li k’u ne? Evana wisa diaxivin,
kesekê nebêje, va-va ye, ewana K’urdistanê r’izgar û serbixwe dikin, lê hineke dinê destê
wan digirin û nahêlin, lewra jî wisa dikin hewar û hêwarze!..
Eger gel ew nas nekiriana, dibe hinekan ji wan bawer bikira...
Ev çi ye, tênegihîştina pirsê ye, yan bi zanebûn berovajîkirina wê ye... Eger ev tiştana
pîrejineke gundekî di nava çîyan da windabûyî bigota, mirovê têbigihîşta. Her çiqas, bi vê
t’evgerê r’a û di nava wê de ewqas dayîkên me (heya yên 60 – 70 salî!) derk’etine pêş, yên
ku îro dikarin dersê bidin siyasetmederên here pispor û cêribandî...
K’a, bila kekê T’êmûr, an yên dinê, yên ku heman tiştan dibêjin, her’in Bakûrê
K’urdistanê, li bal wan dayîkan, û ew dayîkê dersa wan bidinê!..
Îro mirov ji k’îjan k’urdî jî bipirse, k’a, gelo ew serxwebûna K’urdistanê dixwaze,
wê ji sedî sed bi ç’epik û lîlandin bibêjin – Bijî K’urdistan! (Heya ew p’arazvanên gundan
jî, yên ku di nav gel da wek qurûcî, cerdevan an cehş tên naskirin!) – Lê li vira xwestin û
derfet, mêzîna r’ewşa siyasî ya cîhanê, ya hêzên dewletên gewre û dagerker p’ir ji hev dûr
in... Helbet, hêsa ye, ku mirov di mala xwe da r’ûnî û bibêje – çima weha nekirin, wisa
kirin! – Fermo, eger bidestxistina serxwebûnê wisa hêsan e, bila ev biraderana her’in,
K’urdistanê r’izgar bikin û dewleteke serbixwe avabikin! Ma çima naçin? Ma kesekî r’êya
wan girtye?
Ma, wisa hêsa ye?!
Binihêr’in, di bajarên Bakûrê K’urdistanê da gel xweserîyên herêmî daxwîyandin!
Binihêr’in – her t’enê xweserîyên herêmî, û ev jî hê ne serxwebûn e! Û çi? R’êjîma faşîst
bi hemû hêzên xwe va – bi tank, bi top, bi balafir’, bi hêzên t’aybet li ser gel da diçe! Û
çima dewletên gewre, yên hevp’ar û hevalbendên T’irkîyayê di hemû t’evkujî û barbarîyên
wê da, vana nabînin? Ew çima bêdeng in, çima tiştek ji r’êjîmê r’a gotin?!
Na! Berovajî vê, ew dibêjin..., dibêjin, ku mafê dewleta t’irk heye xwe bip’arêze! Ji
k’ê? Ji gel?
A, dema em dibêjin K’urdistan mêtîngeha (kolonî) navnet’ewî ye, ne ya dewletekê
ye, ev e!
Û ya dinê! Binihêr’in, van r’ojan di Jênêvayê (Cenevre) da hevdîtinên ji bo
ç’areserîya pirsgirêka Sûrîyaê û têk’oşîna li dijî têr’ora DAÎŞ-ê di bin sîwana R’êxistina
Net’ewên Yekbûyî (R’NY) da pêk tê, û ji bo beşdarbûnê hemû t’eref vexwendine, lê k’urd
(PYD) – na! Hema wisa, ewana PYD derî masa hevdîtinan hiştin! Ew jî ew PYD, a ku
hêza sereke ya derbdar e di têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê da, ya ku wan û şaristanîya mirovahîyê
ji t’unekirinê dip’arêze!...
Çima?!
De, bila ev biraderana, li şûna vir’ û vizan, her’in û li dijî vê bêdadîyê dengê xwe
bilind bikin!
Ma pey ewqasî r’a hûnê r’ojekê li xwe bihesin, hûnê hemû giranî û giringîya pirsê tê
bigihîjin?!..
A, ya ku ev biraderana tê nagihîjin, an didin xuyan, ku tê nagihîjin jî, ev e!
Ma, gelo wana carekê pirsek dane xwe, k’a çima ev r’êjîma T’irkîyayê ewqas bi
hovane li ser xweserîya herêmî ya dêmokratîk da diçe? Ma ne, ew serî-binî xweserî ye –
xwerêvebirîya herêmî!? Ew çima wisa ji wê ditirsin û har bûne?..
Her’in, her’in bal Erdoxan û Dawudoxlû, û ewê ji we r’a bibêjin, û dibe wî çaxî hûn
tê bigihîjin, k’a xwestin û nexwestina serxwebûnê k’îjane?!
An, dibe ku ev biraderana evê baş dizanin, dibe ku dostên startêjîk ên r’êjîma faşîst û
nûnerên wê r’êjîmê ji wan r’a êdî şirovekirine, lêbelê, erkek jî danîne pêşîya wan, û ew jî
erka xwe pêk tînin?!

Îjar, gelo di vê r’ewşê da, di van mercan da, bi hebûna biraderên weha r’a, derfetên
serxwebûnê çiqasî dikarin hebin, ewê jî bila xwendevan bi xwe bibêjin?!
Ez vê pirsê ji hemû k’urdan r’a dihêlim – k’urdên sade: yên k’arker û cotk’ar,
r’ewşenbîr-nîvr’ewşenbîr û ne r’ewşenbîr, yên ku tiştên weha dibihên û dixwînin, û
dik’evin nava dudilîyekê, r’eş û sipî li ber ç’avên wan t’evlihev dibin..., carekê r’awestin, û
hinekî hewl bidin, ku r’astî û ner’astîyan ji hev bibijêrin!
Di vê r’ewşa heyî da gelo em, wek net’ewekê, dikarin îro serxwebûnê pêk bînin
(bêyî gotinên gulover’, bêyî propaganda û şowa siyasî – bi r’astî, wek ku heye – r’êal!)?
Gelo em dikarin bibêjin – serxwebûn – hema naha!?
Serxwebûn pêvajo ye! Û ev pêvajo jî dê çiqasî bik’işîne, kesek nikare bibêje, lê tiştek
sedî sed e, gelê k’urd, ê ku îro gihîştye xwetêgihîştina net’ewî û êdî bindestîyê nap’ejirîne,
dê r’ojekê bi r’êberîya T’evgera xwe ya R’izgarîxwaz bigihîje armanca xwe ya hezarê
salan!
Û ya ku gelê k’urd daye vejiyankirin, gîhandye vê astê jî, ev T’evgera R’izgarîxwaz
a Net’ewî bi xwe ye!
Û kekê T’êmûr û hevalbendên wî, ya ku nikari bibînin û têbigihîjin jî, ev e, lewra jî
wisa matmayî dipirsin, ka “...(ji) bo çi bi mîlyonan kurd di hilbijartinan da dengê xwe
didine wan, ev nayê fêmkirin. Ev êdî tragêdîya ye”.
Belê ev tragêdîya ye, lê tragêdîya wan e, yên ku nikarin vê bibînin û têbigihîjin!
Pirsa dostanî û biratîya gelan. Kekê Têmûr dinivîse: “...Hrant Dînk ewledê miletekî
aqilbend bû. Ji nûnerên vî miletî hîç kesekî nabînî, ku bêje em û tirk bira ne. Di nav kurdên
êzdî da jî nabînî. Eva nîşana serbilindîya milet e. Lê ew kesên, ku dane dû tirkan ku
biratîya wan qebûl bikin, heta amade ne welatê me jî ser Tirkîyê bihesibînin...” – Û pey ra
jî tiştên bêr’êz tên... û ez ewana ji wî û wijdanê wî r’a dihêlim!
Li vir tiştek, ê ku mirov bikaribe bibêje, heye?
Dibe ku, hinek bibêjin – na!
Lê, dîsa jî: ew, ku gelê ermenî xwedî gelek t’aybetîyên mirovî yên hêja ye, evê hemû
jî dizanin, lêbelê ne ji ber wê, ku “Ji nûnerên vî miletî hîç kesekî nabînî, ku bêje em û tirk
bira ne”. – Her çiqas, îro t’irk û ermenî cînarên hev in (ev jî bi dilê wan be, an – na!), û,
her çiqas, bi fermî p’êwendîyên wan ên dîplomatîk nînin jî, ermenî bê vîza diçin
T’irkîyayê û tên, bazirganîyeke xurt (dîsa ne fermî!) di nav wan da heye, bi gelek t’irkan
r’a dostanîyê dikin! Îro mirovê bazarek an dik’aneke Ermenîstanê nebîne, ya ku bi
eşyayên t’irkan t’uje nînibin... Ango herdu gel bi hev va diçin û tên, bi hev dijîn, ha bila
nebêjin, ku ew dost û bira ne!...
Û ev xwexapandin dikare heya kengê bidome?!
Û ya dinê jî, ew ermenîyên ku nabêjin, em û t’irk bira ne, wan gêrîllayê k’urd, ên ku
bi şer’ê bi eskerên t’irkan r’a derbazî vî berî dibin, digirin, an didin t’irkan, an hebs
dikin...Û, dema t’erefê k’urd daxwaza serbestberdana wan dike, dibêjin, ku ew nikarin,
wana azad berdin, ji ber ku ew ne girtîyên wan in, ew girtîyên T’irkîyayê ne! Hema, wisa!
Û kesek t’une, ku ji wan bipirse: “Eger ew girtîyên T’irkîyayê ne, di hebsên Ermenîstanê
da çi dikin?”...
Bi mîllîonan nûnerên gelên k’urd û t’irk di nav hev da dijîn, t’enê di Stenbolê da
hejmara k’urdan digihîje derdorê pênc mîlîonan... Îro bi hezaran t’irk ji bo mafên gelê
k’urd bi me r’a li ser p’êyan in, k’ar û têkoşînê dikin, dema r’êjîmê êrîşî gelê k’urd dikir,
gelek r’ewşenbîrên t’irk (berovajî hinek r’ewşanbîrên k’urd!) bi diruşma “em naxwazin
bibin hevp’arên sûcê r’êjîmê!” daxwîyanî belavkirin, bang kirin, ku dewlet wan êrîşan
r’awestîne. Ji ber vê hinek ji wan hatine girtin... Berî van bûyeran di Sirûcê da, di Amedê û
Ankarayê da bi dehan nûnerên gelê t’irk bi gelê me r’a ji bo piştgirîya doza me pakr’ewan,
an birîndar bûn... Ew jî wê demê, dema hinek netiştokên ku xwe r’ewşenbîrên k’urd
dihejmêrin, an bêdeng man, an jî çûn bal sazîyên dozgerîya r’êjîma faşîst û gilîyê (şkyat)
PKK kirin. Ew jî wê demê!.. Û di van r’ojên here teng da jî hinek, xwedêgiravî,
r’ewşenbîrên k’urd xwe, li şûna dengek ji wan derê (hîç nebe, bila pozê wan ji

r’ewşenbîrên t’irk bişewitya!), dîsa xwe dane hêlekê û, ji dûrva li trajêdeîya gelê xwe
dinihêr’in...
A, trajêdî eve !
Di Şer’ê Cîhanê yê Duyem da bi dehmîlîonan kuştîyên Yekîtîya Sovêtê çê bûn! Lê
îro pêwendîyên di nava R’ûsîyayê û Almanîyayê da berbi dostaîyê va diçin... Dawîya her
şer’ekî hevhatin û aştî ye! Ev e r’astîya dîroka mirovahîyê. Divê mirov li cîhekî şer’
r’awestîne, û destbi jîyaneke normal bike – ji bo xatirê nivşên tên...
Welatp’arêzî û lehengîya here mezin ew e, dema mirov ji bo gelê xwe dostan zêde
dike, ne ku dijminan!
An – na, hîç gelek jî ç’avê wî li şer’an nîne. Ew r’êvebir û hinekên dora wan û yên
ku ji destê wana nanê xwe dixwin, şer’an di nav gelan da t’ev dadixin, ji ber ku hinek li ser
wêranî, t’evkujî û bedbextîya gelan bazirganîyê dikin.
R’ast hatye gotin – bazirganîya here mezin şer’ e!
Piştî ku T’êmûrê Xelîl “îzbat dike” û li ser wan “îzbatîyan” gelê k’urd “dide
bawerkirin”, ku t’evgera wî “naxwaze” û “nikare” wî ji bindestîyê r’izgar bike û
serxwebûnê jê r’a bîne, derbazî beşê plana xwe yê duyem û ya sereke dibe. Ew dinivîse:
“...Belkî Kurdistan bi destî dostên me yên Amêrîkayê, Ewrupayê, Îsraêlê bê rizgarkirin, em
ji dagîrkarên xwe xilaz bibin...” – Wisa jî: “...Îro ji bo serketina vê armancê yekîtîya
kurdên bakur û dîyaspora ermenîyan ya dervayî welat lazim e....”
Çi bibêjî, mirovekî hînbûbe, hert’im ji destê xelkê bixwe, t’imê xyal kiribe di bin
sîwana bîyanîyan da bijî, nikaribû tiştekî dinê bigota...
A, li vira ye, ku gotineke gelê me p’ir’ lê tê: “Ç’avî l'derîyan, xwelî l'serîyan!”
Gelo kesek dikare mînakeke wisa bîne, ku heya naha, di dîroka mirovahîyê da
dewletek azadîyê ji gelekî dinê r’a bîne. Helbet dewletek dikare wî gelî ji bindestîya yekî
dinê r’izgar bike û bike bin destê xwe. K’a, ev jî çiqasî serxwebûn e, Xwedê dizane! Hema,
gelek caran mirov, ji bo ku xwe ji bindestîyeke p’ir’ hişk r’izgar bikin, yeke ji wê nermtir li
ser xwe dip’ejirînin...
Helbet, di dîroka gelan da ev jî dibe, lê, gelo ev çareserî ye?!
Û ev jî hemû nîne! Têmûrê Xelîl gav bi gav nêzîkî armanca xwe ya sereke dibe.
Binihêr’in, ew çi dinivîse:
“...Û dema kurd û ermenî bi hev ra bi ser ketin, wê demê hemû heqên ermenîyan,
heta li xwe vegerandina erdê xwe jî, dikarin bêne minaqeşekirinê. Dibe ev yek ne bi dilê
hinek kurdan be jî û bêjin ka li Tirkîyê ermenî tunene, lê ewana bira bidine ber çavan, ku
eger tirkan ji dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an 1,5 mîlyon ermenî qir
nekiribana, ewqas ermenî jî ji welatê xwe dernekatana û xwe li riya mihacirîyê û
şaristanîyê negirtana, îro jimara ermenîyan jî belkî weke jimara kurdên bakur bûya û ewê
li ser axekê bimana, ku îro minaqeşe li ser heye, ka ew erdê ermenîyan e, an erdê kurdan e,
lê tiştek zelal e, ku ne erdê tirka ye. Piştî rizgarbûnê du miletên Rohilatê yên aqilmend, ku
bi esilê xwe va hindewrupî ne, ango pismamên ewrupîyan e, dikarin bi mejûyên hinkûfî
mejûyên ewrupîyan, bi awayê dêmokratîya Ewrupayê meseleyên xwe çareser bikin û bi
tevayî bikevine Yekîtîya Ewrupayê, ango mala xwe. Ew ne mala tirkan e...” – Hema wisa,
ne kêm, ne zêde: “...Û dema kurd û ermenî bi hev ra bi ser ketin, wê demê hemû heqên
ermenîyan, heta li xwe vegerandina erdê xwe jî, dikarin bêne minaqeşekirinê...” – Ango ji
naha va, dema hê p’êla r’izgarîyê pêr’a negihîştye, hê, wek ku gelê me dibêje, dema “Hê
masî di avê da ye, bazarê dike!”, an wek ku r’ûs dibêjin: “Hirç’ hê nekuştine, ç’ermê wî
p’arvedikin!”?
Belê..., hema wisa – “minaqeşe!”... Û li ser çi?
Helbet, eger mirov ji hêla mejû, heş û sewda va ne nivîşkan be, dê dest xwe da
têbigihîje, ku t’enê ew mirov dikare tiştên weha binivîse, yê ku ne t’enê dîroka gelê xwe,
lê, her weha, bi gişt, dîrokê nizane... Lê eger ew li ser zanebûna xwe ferz bike, wê demê,
divê bibêje, k’a ew ji bo çi r’astîyan vedişêre û berovajî dike.

Hem jî, nayê têgihîştin, ev biradera wan ji bo k’ê dinivîse, çi dxwaze bibêje... û – ji
bo kê? Ji bo ermenîyan? Ermenî ne ewqas saf in (ma, ew bi xwe dinivîse, ku ew miletekî
aqilbend in!), ku ji van “dîyarîyên” arzan bawer bikin. Êdî li vir û wir nûnerên gelê ermenî
li ser wê pirsê serê xwe dêşînin, k’a: “Gelo, eger li ser sînorê Ermenîstanê dewleteke k’urdî
bê damezirandin, ermenî divê çi bikin?”... Û heya hinek tiştekî weha jî dibêjin: “Hê ne
dîyar e, k’a ji bo ermenîyan k’îjan çêtir e: dewleteke k’urdan cînara Ermenîstanê be, yan –
T’irkîya!?”
Û ya dinê jî, gelo kekê T’êmûr serk’evtina k’urd û ermenîyan a bi hevp’ar çawa tê
digihîje? Ew çawa dikarin serbik’evin: bi girtina têk’oşerên azadîya K’urdistanê, dema
wan r’adestî dewleta t’irk dikin, an gêrîllayê li bal xwe girtî (ên ku 6 salan di hebsa wan da
mane!) wek girtîyê dewleta t’irk dihejmêrin?
Kîjanê?...
...Lê, her çi jî hebe, r’êberê T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî bir’êz Ocalan hê ji zû
va gotye, ku K’urdistan welatê nûnerên hemû gelann e, yên ku li ser wê xakê jîyane û îro jî
dijîn, fermo, bila bên beşdarî r’izgarkirina welatê xwe bibin û tê da bijîn! Heya, eger neyên
jî, tiştekî nake, piştî ku r’izgar bû, bila bên û têda bijîn!
Lêbelê, li vir, gotinên vî biraderî balkêş in: “...hemû heqên ermenîyan, heta li xwe
vegerandina erdê xwe jî, dikarin bêne minaqeşekirinê...”
Ev gotinên weha nû nînin, û, bi t’aybetî jî, van salên dawîyê p’ir’ tên gotin. Heya
hinekan ç’epilên xwe hildane û xaka K’urdistanê, ya ku hê nehatye r’izgarkirin,
derxistine bazarê... Û heya hinek evê di ç’apemaneîya k’urdî da jî didine weşandin
(helbet, hinek caran, ne weha vekirî û r’astedêr, lê, ji dûr va, bi devê bîyanîyan!) û, wek
ku, bibêjî, ji bo bazarîyan bingehekê amade dikin...
Û, va, yê ku nîşana destpêka wê bazarîyê da, derk’ete holê!...
Balk’êş e, evên van tiştan derdixin pêş, pêkanîna wan çawa tê digihîjin? Gelo ew
wê dîrokê, ya ku li ser berovajîkirina daneyên dîrokî hatye avakirin baş dizanin û jê
bawer dikin?
Û, ji bilî vê, eger, em bibêjin, hinek serhişk ji vê bawer bikin û r’abin ser p’êyan,
gelo ev biraderana têdigihîjin, k’a çi dikare pêk bê? Yan xema wan nîne?
Pirs in, pirs in, pairs!
...Helbet, bersîvên hinekan ji van pirsan ji hêla me va bi zanistî hatine dayîn, ji ber
vê jî, ji bo ku nek’evim nav “muneqeşeyan”, û, hem jî, ji ber ku mijar heman mijar e,
gotin heman gotin in, ezê p’arç’eyekî ji gotara xwe ya “Lê k’a, êdî r’astî li k’u ma?..”,
wek bersîv, li vir bînim:
“…xerîteyên dewleta Ûrartû hene: ya salên 715 – 713-an, berî B. Î.(dema
serdarîya R’usayê I) û ya salên 680 – 610-an, berî B. Î. (dema serdarîya R’usayê II û
Sardûrê III). K’a, em li wan xerîteyan binihêr’in. (Jêdera vê gotarê li jêrê ye, xerîte jî di
gotarê da ne. – E. C.).
Li vir dîmenekî balk’êş dertê holê: xût li r’ex Tûşpayê bi tîpên mezin hatye
nivîsandin Mardastan. Lê piştî ku medan dewleta Ûrartûyê dagerkirine (wê demê,
dibe ku ermenî hê li Frîgîyayê, yan jî, di r’ê da bûne), Mardastan bi herêmên din ên
Ûrartûyê va dik’eve nav sînorên Medyayê (em li xerîta Medyayê binihêr’in). Û, bi
xwezayî, dema ermenî ji Firîgîyayê hatine-gihîştine wan navçeyan, ew li ser wan erdan
bi cîh û war bûne, yên ku medan dane wan, ew jî erdên Urartû yên li Başûrê
Kafkasîyayê bûne, yên ku nêzîkî Mardastanê bûn (welatê mardan, di nav sînorên
Înpêratorîha Medayayê da). Û ji ber wê jî ermenîyan ew welat (Medya) di destpêkê da
bi Mardastan navkirin, lê med jî – mard. Hê dereng ji p’eyva mard di zimanê ermenî
da, wek ku êdî li jorê jî hatye gotin, dengdêrê dawîyê yê – d diwere, û ew p’eyva wek
mar tê bilêvkirin. Li vir ji bo guhartinek a wisa, dibê ku sedemên p’sîkologî jî hebûne:
ma ne, p’eyva mard di zimanê ermenî da dihat û îro jî tê wat’eya merî//mirov, her
weha, dibe ku wê yekê jî r’ola xwe lîstye, ku zimanê ermenî bi sazîya xwe ya r’êzimanî

ya hundur’în va ji zimanên din ên hindewropî coda dibe, di nav wan da, her weha, ji
zimanê k’urdî jî...
U, bûyerek a dinê jî, ya ku ji wan kêmtir balk’êş nîne. Medan ne t’enê xak dane
p’enabern ermenîyan, lê, her weha, ji bo wan dewlet jî avakirine, ango bûne
damezirenêrên dewleta yekem ya ermenîyan.
K’a, em binihêr’in, di wê derbarê da Movsês Xorênat’sîyê bavê dîroka ermenîyan
1500 sal berê – di sedasala V a piştî B.Î. da çi nivîsye:
“Û, weha, dilê min ne bi kêmanî şad e û ez şahnaz im, ku em gihîştime wê demê,
dema ku peyhatîyên pêşîyê me yê bingehîn diguîjin şan û r’ûmeta p’adişahtîyê.
Varbakêsê ji nivşên medan, ... wisa jî t’or’inê me yê mêrxas Parûyr digihîne xwe,
û soza r’êz û nîşanên p’adişahtîyê didê”. – Li vir divê bê gortin, p’adişahê Medyayê, yê
ku t’or’inê yekem ê ermenî ji bo textê p’adişahtîyê t’acîdar dike, navê wî ne Varbakês
bûye, ew Kîyaksar bûye; ev nava Xorênat’sî ji hinek ç’avkanîyan hildaye, yên ku ji hêla
me va nyên zanîn, an jî yê ku Parûyr tacîdar kiye, ne ku padişahê Medyayê bi xwe, lê
nûnerekî wî yê bi navê Varbakês bûye. – E. C.).
Êdî di cîyekî dinê da Xorênatsî ne r’astedêr piştrast dike, ku padişahê Medyayê
soza xwe pêk anye, û t’or’inê ermenî t’acîdar kirye, û li wir jî lîsteya serdarên
ermenîyan, li r’ax wan jî navên p’adişahên Medyayê, yên hemdemên wan tîne. Weha,
Xorênat’sî p’adişahê ermenî yê yekem çawa dide nasîn: “... em lîsteya p’adişahên me
sererast bikin, li r’ex wan wisa jî navên p’adişahên Medyayê binivîsin. ...lê padişahê me
yê yekem, yê ku ji hêla Varbakêsê medyayî va hatibû t’acîdarkirin, Parûyrê kur’ê
Skayordî bû” (bi hûrbînî binihêre: Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երևան, 1991,
էջ 123–131//Movsês Xorênatsî, Dîroka Ermenîstanê, Yêrêvan, 1991, rû. 123–131)”.
Yên ku bixwazin vê gotarê bi t’evahîya wê da bixînin, jêder li jêrê ne, lê ezê li vir
banga xwe, ya ku wê demê min di dawîya vê gotara xwe da danîbû, careke dinê dubare
bikimlim: “Heyfa xwe li gel bînin, ji boy navê Xwedê! Ma gelo ewqas dibe, ku mirov wî gelî
t’enê bi r’astîyên xarovajî û xiyalan t’êr bike? Ma ne, talî-tengî û bedbextî li kesekî jî pêwîst
nînin!?”
Jêderên gotara “Lê k’a, êdî r’astî li k’u ma?..”
bi kurdî:
http://www.mezopotamya.gen.tr/srove-yorum/droka-medan-droka-rast-
h1866.html
https://www.amidakurd.net/ku/tekst/lê_k_a_êdî_r_astî_li_k_u_ma
bi rûsî:
https://kurdistan.ru/tags/1341.html
https://kurdistan.ru/2013/06/10/articles-19054_Gde_zhe_istoricheskaya_%20pravda.html
Wekî dinê, gotin a xwendevanên hêja ye!
30. 01. 2016