Gelo koalîsyona cemaetan belav dibe?
AKP partiyek e ku ji cemaetên cuda hatiye pê, ango koalîsyona cemaetên îslamî yên Tirkiyeyê ye. Di nav van cemaetan de, ya herî xurt tê zanîn, cemaeta Fethullah Gulen e. Lê ev nayê wê wateyê ku cemaetên din lawaz û bêhêz in.
Hemû cemaetên di nav vê koalîsyonê de cî girtine, xwedî pişt û destekên hêzên tarî û veşarî ne. Cemaeta herî mezin û bi hêz, lîstoka herî sereke û bi kêr a di destê sîtemê de ye. Lê di dawî de mîna her lîstokî, ew jî dikarin rojek bêne avêtin û lîstokên nû dewsa wan bigirin.
Piştî ku sîstema desthilatdar a cîhanê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bi pêş xist, bi armanca kontrolkirina hêzên îslamî û bicîkirina îslamiyeka nerm li herêmê, rê li ber cemaetan li Tirkiyeyê vekir û koalîsyonek bi wan da avakirin. Navê vê koalîsyonê kirine AKP, ango bi gotina wan AK Partî. Bi vê gotinê re xwestin di serê mirovan de bi cî bikin ku ew çendî pak û paqij in.
Bikaranîna kes, derdor, sazî, dezgeh û partiyan timî çeka li destê sîstemê bûye, lê handîkapa wan jî. Lewra, ew ”çek” dema bûne hêz, xwestine bi serê xwe û ji bo xwe jî tevbigerin. Wê demê jî, bi xwediyên xwe re hatine hemberî hev û xwedî, xwestiye xwe ji van ”çek”an rizgar bike. Ev ji bo xwediyan jî pirê caran ne hêsan bûye. Ji ber yên hatine bikaranîn jî, nexwestine bi hêsanî ji derfetên li destê xwe bibin û li ber xwe dane. Hitler û Seddam mînakên herî balkêş in.
Koalîsyona cemaetên Tirkiyeyê ku îroj desthilatdar in jî, ji ber derfetên desthilatdariyê gihîştine hev. Loma jî rîska ku ev cemaetên cuda piştî demekê li ser parvekirina desthilatdariyê û pêşxistina hin gav û polîtîkayan, li hev nekin û bi hev bikevin her tim hebuye.
Di nav van cemaetan de, ya herî zêde jê nayê hezkirin, cemaeta Gulen e. Lewra ya ku herî zêde di nav hewldanên bi temamî bidestxistina desthilatdariyê de ye, ev cemaet e û ji yên din xurttir e.
Dema desthilatdarî di destê koalîsyonekê de be, koalîsyon jî di nav xwe de desthilatdariyê û berjewendiyên ku dê ji wê bên, parve dikin. Di van parvekirinan de, ji destpêkê ve li hev dikin ku dê tu kes dest nede qada ya din. Sedema ku bi taybet jî serokwezîrê tirk û hin wezîrên wî gelek caran di sozdayîn û gotinên xwe de derewkar derdikevin û çivan li xwe dixin jî, bi giranî ev e. Lewra di sozên ku didin de ew bi xwe di nav xwe de li hev nakin, ango naxwazin destên din li qadên xwe bigerînin. Lewra çewa ku qadên wan cuda ne, armanc û daxwaz û helwestên wan jî li gor wê dikarin cuda bin. Di vir de ya herî zêde derdikeve pêş, bê guman ku cemaeta Gulen e. Yên din ji ber lawaziya li hemberî cemaeta Gulen, bêtir li hev xwedî derdikevin. Kîne ev cemaetên din? Silêmancî, Cemaeta Menzîlê, Cemaeta Erenkoyê, Aczmedî, Cemaeta Îsmaîl Axa, Cemaeta Îskender Paşa, beşek ji Hîzbullahiyên berê û hwd. Li gel van, gelek sazî û dezgehên mîna komele û waqif ku bi van cemaetan ve girêdayî ne û di nav vê çerxê de ne hene. Gelekên van saziyan piştî hukûmeta AKPê hatin sazkirin.
Armanca van hemu cemaetan jî bê guman ku bidestxistina derfetên desthilatdariyê ne. Lewra desthilatdarî bi xwe re berjewendiyên pir mezin tîne. Loma jî hemî jî dixwazin bi taybet di nav qanûndanîn, birêvebirin û darazê de ku sê lingên bingehîn ên dewletê ne, kadroyên xwe bi cî bikin. Hêza cemaeta Gulen di nav her sê lingan de jî heye. Lê mîna tê zanîn, ne bi giranî. Di vê mijarê de serokwezîrê tirk Erdogan ji destpêkê ve hewl da kadroyên ji derveyê cemaeta Gulen, lê bêtir yên bi wî ve girêdayî, di nav van dezgehan de bi cî bike û heya deverekê bi ser jî ket. Gelek caran ji ber van hewldanan, di navbera wan de pirsgirêkên mezin rû dan. Heta kuştin û provakasyonên mezin jî bûn. Çapemeniyê bêtir ji ber tehdîtan û kesayetiya xwe ya xwefiroş, hewl da ku rastiya van pevçûn û provakasyonan manîpule bike û ser hemuyan jî bi awayek hate nuxumandin. Êrîşa bi ser saziya darazê, operasyonên li dijî KCKê, kuştina Hrant Dînk û ya hin dozger û leşkeran, doza Sîlîvriyê, êrîşên li dijî girtîgehan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hîn gelek tiştên din, dikarin di vê çarçovê de bêne nirxandin. Herî dawî di mijara hevdîtinên li Osloyê de bi hev ketin û cemaetê wê pêvajoyê provake kir. Bi wê provakasyonê re, hewl da ku di MÎTê de jî revîzyonekê bike, mirovên xwe bîne cihên stratejîk û MÎTê bi temamî bike bin kontrola xwe. Lê di wir de bi ser neket. Lewra aliyê din jî qertên xwe lîst û li mirovên xwe yên nav MÎTê xwedî derket. Ev bû sedema ku ev şer bêtir gur bibe. Ji xwe piştî wê bûyerê, cemaetê gelek caran hewl da mudaxeleyê heyeta dewletê ku diçe Îmraliyê jî bike. Ev jî gelek caran bû sedema qutbûna hevdîtinên heyetê yên li Îmraliyê.
AKP: AKP naxwaze çareseriyek li gor dilê kurdan bibe. Lê dibîne ku bi vî rengî êdî rê li ber gelek tiştên ku zirarê dide wan jî, vedibe. Loma jî hewl dide ”çareseriyek” li gor xwe bi pêş bixe, kurdan bi vê razî bike, xwe li Kurdistanê jî xurt bike û Tevgera Azadiyê ji dewrê derxe. Ji bo vê serî li her cure lîstikî dide. Tevgera Kurd vê rastiyê dibîne helbet û hewl dide ew jî li gor xwe bikar bîne. Lewra desthilatdar îroj AKP ye û eger dê hin tişt bikaribin bibin, îroj dikare bi tenê bi wan re bibe. Belê AKP yek ji xetereya herî mezin e ji bo gelê kurd û Tevgera Azadiyê. Lê Aparthaid jî ji bo Başûrê Afrîkayê û ANCê wisa bû. Mînakên bi vî rengî tijî ne di dîrokê de. Muzakere û çareserî di nav du hêzên ku bi hev re şer dikin de dibe.
Cemaeta Gulen: Ev cemaet raste rast bi sîstema kapîtalîst-emperyalîst a ku îroj cîhanê bi rê ve dibe ve girêdayî ye. Ev sîstem di destê kê de ye? Di destê Îngilîstan, Amerîka û Îsraîlê û yê Welatên Ewropayê de ye. Di programa vê sîstemê de, çareseriya pirsgirêka kurd a li Bakurê Kurdistanê, bi rengê ku kurd dixwazin, ango di rengê çareseriya başûr de, tune. Hele ku ev çareserî bi dest û rêya PKKê û Serokayetiya wê be, ev qet nabe. Lewra Serokatiya PKKê û PKK, bi rawestan, îdeolojî, armanc û ramanên xwe ve, yek bi yek li dijî vê sîstemê û ji derveyî kontrola vê sîstemê ne. Sîstem jî tu tiştekî ji derveyê kontrola xwe û li dijî xwe nikare bipejirîne. Ev li rastiya hebûna wê nake. Him ji ber konjuktura îroj û têkilî û berjewendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re û him ji ber rewşa PKKê û Serokatiya PKKê, sîstem li dijî bihêzbûn û azadiya gelê kurd e. Cemaeta Gulen, li gor vê rastiyê tevdigere û wisa nêzî pirsgirêka kurd dibe. Ev yek li berjewendî, hest û nêrînên wan ên nijadperest jî dike. Jîtem û Ergenekona ku em dizanin, îroj bi temamî di bin kontrola cemaetê de ye. Yên hatine girtin û dîskalîfiyekirin, ên herî aşkere û qirêj bûne ne ku êdî zirarê didan. Lê tu carî bi temamî tunekirina Ergenekon û Jîtemê nebuye armanca wê dewletê.
Ev yek ji dema Ozal ve wisan e. Projeya pêşxistina Tîmên Taybet û Rewşa Awarte li Kurdistanê, projeya Gulen e. Têkiliyeke taybet di navbera Gulen û Ozal de hebû. Lê piştî demekê ku ev hemû tedbîr û proje feyde nekirin û nekarîn rê li ber pêşkeftina Tevgera Azadiyê bigirin, Ozal projeyên xwe bi pêş xist. Ji xwe di wir de jî, mudaxeleyê wî û hin kesên li der û dora wî kirin. Piştî vê mudaxeleyê, bi destê bi taybet Çîller, projeya xwe ya qirêj bi hemû erjengî û şideta xwe ve kirine jiyanê. Lewra hîn jî jê bi hêvî bûn ku dê ji wê yekê encam bigirin. Sîstemê jî, hemû desteka xwe da û heta bi rê ve bir. Lewra di rastiyê de ev proje, ya sîstemê bi xwe bû. Encam ji xwe diyar e. Lê cemaetê, tu carî dev û dest ji vê armancê berneda. Ji xwe nikare berde jî. Lewra yek; ev sedema hebûn û bihêzbûna wan e, dudo; rêya din çareserî ye ku ev ne li gor berjewendî û sedema hebûna wan e. Sisê; rêyeka sisiyan tune. Ji lewre jî, bi tenê li gor demê reng, lîstik û kevirên lîstikê guherîn û hew.
Tiştên îroj dibin, tiştên piçûk in. Di bin vî şerî de gelek tiştên mezintir hene û gelek hêz û dewlet di nav vê lîstikê de cî girtine.
”Daweta her çivîkî li ser garisê me ye”. Ango hemû sedema vê xirecir û tevlîheviyê, mijara kurd e. Ne tenê parçeyek Kurdistanê, lê her çar parçeyên Kurdistanê ne. Rewşa bakur min hewl da hinek rave bikim. Ya Rojava ji xwe tê zanîn. Ya başûr, mijara petrol û gazê, bihêzbûna kurdan li başûr, têkiliyên sîstemê bi rêveberiya navendî ango Îraqê re, peymana ku vê dawiyê di navbera Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê de hate îmzekirin ku ne li gor dilê sîstemê bû û DYAyê vê aşkere jî bilêv kir. Ji ber wê jî neçar man û gotin ku wan tu peyman îmze nekirine, lê du roj bi şûn ve aşkere bû ku peyman hatiye îmzekirin. Ne ji bo xatirê çavên kurdan Erdogan van têkiliyan bi başûr re datîne bê guman; lê siyaset ji xwe hinekî jî ev e. Caran bav û kur dikare bike dijmin û caran dikare rêya du dijminan bi ser hev ve bîne. Lê çi be jî, dema ev siyaset ne li gor hin hêzên din bin, ew jî li gor xwe tedbîrên xwe digirin. Dimîne Rojhilat ku ew jî dîsa ji rewşa her sê parçeyên welêt ne cuda ye. Her wiha lîstik û têkiliyên welatên dagirker û sîtemê, ji xwe raste rast bandora xwe li ser rojhilat jî dike.
Wisa xuya dike ku sîstem êdî dixwaze xwe ji Erdogan rizgar bike. Erdogan jî vê dibîne û mîna hemû lîstokên sereke û dîktatoran, li ber xwe dide. Ew jî kevirên pêşa xwe bikar tîne. Cemaetên din hemî li pişt xuya dikin. Her wiha xwe di nav sazî û dezgehên dewletê de jî xurt kiriye û ji hin hêzên derve jî ”destek”ê digire. Kêmasî wisa xuya dike. Lê ev destek çiqasî rast e, çiqasî xapînok e, ne diyar e. Lewra sîstem eger bikaribe terbiye bike, li şûna xwe jê rizgar bike, terbiye dike. Lê eger ne yê terbiyekirinê be jî, divê bê zanîn ku sîstem gelek caran dualî dilîze û ji bo xwe ji tiştekî rizgar jî bike, morîkeka şîn dide her aliyî. Bi vî rengî bêtir haydar dibe û aliyên wan ên lawaz bikar tîne.
Baş e eger rast e ku sîstem êdî dixwaze Erdogan ji lîstikê derîne, wisa be, alternatîfa sîstemê li Tirkiyeyê çiye? Dema mirov li têkiliyên Gulen û MHP û bi taybet jî CHPê binihêre, ev dikare bê dîtin. Cemaeta Gulen û CHP demek dirêj e, di nav têkiliyeka kûr de ne. Ji xwe ev bi berdana Mutafa Balbay jî, aşkere bû. Balbay di encama lihevkirina Gulen û CHPê de hat berdan. Heman hêz, rê li ber serbestberdana parlamenterên BDPê jî girt. Wê demê alternatîfa li şûna AKPê, dikare koalîsyona CHP û MHPê be. Lewra di mijara pirsgirêka kurd de, Cemaeta Gulen, CHP û MHP ne pir dûrî hev in. Piştî ku sedema herî mezin a vê tevlîheviyê pirsgirêka kurd e, koalîsyona Gulen, CHP û MHPê, çima na?!
Mijar kûr û dirêj e. Lê mîna encama vê gotarê, mirov dikare bêje li gel ku di mijara pirsgirêka kurd de Gulen ji Erdogan pir tûjtir û xeteretir e jî, xetereya mezin ne biserketina aliyekî û binkeftina aliyê din e. Xetereya herî mezin ji bo me ku her du alî car din li hev bikin. Lihevkirina wan dê di serê me de biteqe, mîna gelek carên din. Lewra mijara bingehîn a vê tevlîheviyê û vî şerî, pirsgirêka kurd e.
Mahabad Felat Arda [email protected] 2013-12-21