1. Tekst

  2. Gotar

  3. Celalettin Yoyler
  4. Gelperwerîya erênî
Gelperwerîya erênî,gelperwerîya,erênî

Gelperwerîya erênî

A+ A-

Yanî "Gelêrî ya erênî û ya neyînî".Emê van herdû mijaran bi lêkolin û hûrnêrînên zanistî binirxînin û pêşkêşê gelê xwe kin.Gava mirov bixaze mijara "Gelêrîya erênî "hilde destê xwe û binirxîne;mirov dikare bêje:Glêrîya erênî!gelperwerîya gelane.Yanî hestû ramana hezkirina ji malbat,nêzîk û lêzimane.Ev rewş hestû ramana,xwezayî û taybetîye. Belê gelêrîya erênî, lihevpirsîn û hevgirtinekî civakî û nijadnasîye.Neku ramanek nijarperestî û neyînîye.Lewra civak û komên ji nijadekî,bi hevgirtin û hezkirina jihev,dikarin xwe bigehînine armanc û xwestinên xweyên netewî û mirovayî.Hemjî dikarin bi hezkirin û hevgirtina xwe ;xwe ji êrîşên çepel û çeqelan biparêzin û nebin peza gura xarî. Gava em li kûrahîya ayetên Qur-ana pîroz! dinhêrin: Em dibînin, ku Xuda! jibo parastin û xwedî derketina li mafên taybetî yên mirovan; gotîye:Min hûn milet milet û civak vivak afirandine; ji bo ku hûn hev binasin û lihev bibne xwedî. Dema em li naveroka Ayetên Yezdan û Hedîsên Pêximber dinhêrin;em dibinin:ku welatparêzî û gelperwerî, ji fermanên Yezdanin.Lewra em gava lirû zemîn û parzemînên Cîhanê dinhêrin:em dibînin ku li curbecur deverên Cîhanê,zordest,talanker û mêtingerên çepel! bi rengê (Gurên dev bi xûn)dertêne nav civakên ku li xwe û netewa xwe nebûne xwedî û ew jihev dane belavkirin û welat û warê wan! bi fizîkî an bi bandora xweya dijwarî dagirkirine û bi giştî nirxên wanên gelêrî( netewî) talankirine û ketine nav irzû namûsa wan û bi her awayî hetikandine.! Gava em dîtin û ramanên xwe yên di derdbarê pêdivî, rewabûn û bênebêtîya hezkirina gelan ji netew û lêzimên wan ra bi zimanê ola îslamê di nirxînin û rave dikin;em dikarin bibêjin: kesên ku xudanê bawerî û ramanên îslamîne;divê jibo hezkirin û gelperwerîya gelan û welatparêzîya wan ra, nebine asteng û bibne alîkarê xwedî derketina wana ji gelê wan û netewa wan ra.Lê gava kesên ku dibêjin: em bawermend, Xuda nasin û li hember hezkin û welatparêzî ya gelan derkevin û bibne asteng;ew bi rastî nebawermendên rastîya îslamê ne.Belkî bawermendîya wan di radeya berjewendîya wana bi gemar da dimîne û dijê mafê mirovanin. Pir mixabin bawermendên ku dibêjin:em bi heyîn,mezinahî û yekîtîya (Yezdan) bawierin; ewjî ji berjewendîyên xweyên mezhebî,neteweyî û nijadî yek gavek paşva navêjin û mafê nijad û gelekî ku neji nijad û zimanê wanin napejrînin û bi gorîya berjewendîya xweya kesatî û nijadî dikin û dipeçiqînin. Lê biser da van çepelên reng musulmanên ku her dem û gavan; ola îslama paka paqij!di berjewendîyên xweyên nijadî û neteweyî da dixebitînin û kesên ku ne ji netewa wanin jî bi gotinên ji bêjeyên mêtingerî û nemurovahî, dixapînin û di berjewendîyên xweda dixebitînin.Belê ev reng mêtingerî di seranserê cîhana binavê îslam da tê dîtinê û xuyakirinê.A-jibo vê rewşa hana xiraba ku bi navê ola musulmanan di Cîhanê da bi hezaran salane tê meşandinê û gelan diperçiqîne,gelperwerî welatparêzî beşek ji bawerîya mirovane û jê naqete.Yanî kesên ku dibêjin me bawerî bi yekîtîya Yezdan û mezinahîya wî anîye;divê ku ew ji welatê xwe û gelê xwe, hezbike û gelperwer be. Gelperwerî: mijarek zaniztî,xwezayî û ji Qanûna beşerîye.Lewra çiqas curbecur beşên heyînên bican di cîhanê da hene;hemû bihevra û bi giştî; gelperwerin.! Yanî gava mirov li rewşa curbecur heyînên canewerên li rû zemîn ên binavê:Mûristang,Moza hîngivîn,koma Şêran, ya Mirîşk, Qaz, Qulung, û curbecur beşên ji heyînên dervayê mirovatîyê dinhêre;mirov van heyinên ku me dane rêzê dibîne;ku herçiqas neheyînên bi ziman û hîşê beşerîne jî,dîsa ji mirovan bêtir heval, hogir û lêzimên xwe diparêzin û gelperwerin.Gava ku em van dîmenêin sosretên newaze(xarîqe) jibo gelperwerî yê tînin rojeva xwe; dibe ku hinek ji xwndevanên vê berhema meya zaniztî; bikevine nav rewşek sergêjî û bibêjin:Ev çi mînak û mînandîne jibo mijara gelperwerîya mirovan ra ku nivîskar hildaye mijarê û gotîye:çiqas canewer (Zîrih)hene, gelperwerin.Bi zanîna min;ger xwendevanên vê berhemê baş xwe berdin ser kurahîya gotina me,wê têbigehîjin; ku ne Mirîşk, Qaz û Moz bi tenê welat parêzin û tim nêzik û hevalên xwe diparêzin;belkî hê jîwan gelperwertir “Kûçike”.Lewra gava yek ji mirovan an ji candaran xwe nêzîkê Cewrika dêlek bike,ew dêlik bê guman û bê tirs,êrîş dibe ser wî kesî an wî candarî û cewrika xwe diparêze.Wek Seyê;Mirîşkê, Qazê û birek ji tebayên dinê jî, têjik û hevalên xwe ji êrîşan diparêzin û gelperwerin.Gava rewşa taybetîya her candarî evbe;çima candarên ku ji vanên megotî bi hiştir û qenctirê heyînan ku mirovin gelperwer nebin?. Bi rastî mijar zanistî, ramanî û felsefîye.Lê raman û gotina ku bê zanista şuruştî û taybetîya mirovatîyê ye, dibêjin:Miletperwerî neqence û divê mirov bi ramana gelêrî nebe û demokrat be.Evjî neraste û dijê zanista taybeta gelane.Armanca me ji doza gelêrîyê;gelêrîya erênî ye.Yanî hezkirin û parastina gel liser nîzama mirovatî û parastina ji bêdadîya nijadperestîya nijadane. Em dikarin bi rêya zanista mirovahî ya îslamî bibêjin:hezkirina mirovan jibo gel, lêzim û nêzîkê wanra;ji pîroztirînê hest û helwestên xwenasîna mirovtîyê ye.Hezkirina bi gelêrîya erênî,ji emrû fermanên Yezdane.Em divê cîhanê da licurbecur parzemîn û deverên cîhanê dibînin: welat û deverên ku gelên ji nijadekin lihev nepirsîne û lixwe nebûne xwedî û jihev dûrketine;bûne xurê Guran,nijadperest û mêtingerên di Cîhana meda.Lewra van dirindeyên ku me gotin, tim liber "Kumê ketî "û leşxurîyê ne. Gelêrîya erênî:Gelperwerî,ji girintirînê mafê taybetîyê murûvane.Em dikarin bibêjin:hezkirina ji gel;ji hestû dilnermîyek xwezayî dertê û mirovan dikêşe bal wê hezkirina gelêrîya erênî va.Me di beryê da jî, watedarîya vî hestî anîbû ziman û bi birekî mînakên balkêş dabû dîyrkirinê û anîbû ziman. Lê hinek jihev cudane.Candarên ne mirov hestên wanên hezkirina ji Malbat û nifşa wan, hezkirinekî bi tuxûbe.Lê ya mirovan ji ya wan firetir watedartire.Yanî gava yek ji mirovan destê xwe dirêjê Cûcika Mîrîşkek an Qazek anjî kurîka Hespek bike;wan candarên me gotî diwê demê da bi tenê êrîş dibine ser mirovan û nahêlin ku destê xwe nêzîkê piçûkên wan bikin.Lê mirov bireng û rewşa xweya hişmendî û taybetî,nifşê xwe bi curbecur rêbazan diparêzin û dibine alîkarê parastina wan. Bi gor zanizta mirov nasîyê û erkên wîyên mirovatîyê,gelperwerîya erênîya ne neyînî;beşek ji heyîna mirovane û divê jê neqetin.Ger ev hestû helwesta mirovahî ya şuruştî ji mirovek dûrkeve û pêra nebe heval,ew mirov ji xwenasîn Xuda nasînê dûr dikeve.Lewra kesek xwe nasneke;tucar heyîna mezin “Yezdan” jî nasnake. Lewra wê heyînê gava ew aferandîye berpirsyarê bi pêk-anîna erkên mirovatî kirîye.Yek jiwan erkan jî, lêpirsîna li lêzim, malbat û gele.Gava kesek ji kesan livan erkên xweyên mirovatî û lêpirsîna ligel xwedî dernekeve,ew dikare Yezdan jî binase?.na nikare.Lewra naskirina Yezdan û dilovanîya ligel û lêziman têkeldarê hevin û jihev naqetin.Gava em vê mijarê dinirxînin;em bênebê dikevin nav felsefeya xwenasînê û Xuda nasînê.Bi nirxandina vê mijarê ra heyîna bi navê mirov tê rojeva mirov û mirov bênebê diderbarê wîda dikeve nav lêkolînên zanistî û taybetî. Bi xwe berdana ser vê mijarê ra,mirov dikeve nav lêkolîna rewşa ku mirov jibo çi hatine afirandinê.Bi nirxandina vê rewşê ra,mirov dibîne ku heyîna binavê (Meriv)bi rewşekî newaze û nirx û rûmetek mezin hatîye afirandinê.Lewra berpirsyarê ji avakirina Cîhanê ye û divê xwe naske. Lê pir mixabin!pir kesên li rû zemîn û dinav komên bindestên di Cîhanê da,jiber rewşa xweya nezanî û nemurovahî,ji ramana gelperwertî'yê dûrin û nikarin bibne xudanê mafên taybetî û mirovahî.Mirov dibîne ku bi hezaran kesên ji netewên perçiqî û bindest,tim lipey mêtingerên gel û welatê xwene. Hemjî raman û hestên gelperwerîyê libalwan nîne û li belengazîya gel û netewa xwe napirsin û nabin xwedî.Vanên bivan rengan û mebestan,kesne xwe nenas û Xuda nenasin.Ger tu bibînî ku ew di rojê da bisedan caran serê xwe datînin secdeyê û dibêjin:hemdû sena ku em musulmanin dîsa jiwan bawerneke û ew kesne zebûnê bi kesayet û berjewendîyên xweyên bi gemarin û hayawan ji Xuda û îslamê nîne.


Gotinên miftehî :