Gelê Dursî,gelê,dursî,drusen,durzi,durzî

Gelê Dursî

A+ A-

Gotina "Dursî" di zimanên Hînt-Ewrûpeyî de wek "Drusen" têye gotin. Di zimanê Tirkî de bi şikla "Dürzî" di Ferhenga Osmanî de ciyê xwe digire. Wateya xwe jî, ew e, ku "Kesê ji Libnanê" ye.  Di zimanê Erebî de gotinek din nêzîkî gotina "Dûrzî" bi şikla "dûrzû" jî heye. Ew bêjeya (kelime) bi wateya heqaret û siqêfan (çêr) bi kar tê. Ew gotina siqêf di nav Kurdan de jî bi şikla "Dûrzî, Dûrzû" belav bûye. Dema miletek bi gotinek siqêf bête bi nav kirin, ew milet çiqas baş be û çiqas rêzdar (muteber) be jî, tesîrek neyînî (negatîf) li ser mirovan peyda dike. Ew gotin di ferhenga Kurdî de bi wateya "Civateke Misliman ya ku xwedî mezhebeke xweser e" hatiye şirovekirin û nivîsîn.

Li gor baweriya min bingeha bejeyê (wuşe, kelime) ji zimanên Îndo-Germanî bihata vergirtin yê baştirîn bibûya. Li gor vê jî, ne gotina „Dûrzî“ an jî  „Dûrzû„ bes gotina „Dursî“ bi piraniya xwe jî „Dursiyan - Drusen“ bi kar bihata, ew şaşitiyên dibin jî, yê ji holê rabûna! Di zaroktiya xwe de, qasî şest sal berê dema kesên ku li zarokên xwe yên law hers dihatin, wan wek siqêf digotin „lo dûrzî, lo dûrzû!“ Îro ne wek berê be jî, lê di nav pir kesan de, ew kelîma wek siqêf hîn jî tête gotin!.. Ew gotinên ji heqaretan jî girantir, bes ji bo Kurdên Dursî têne nehatine gotin. Ew gotinên moral û hebûnê mirov têkdibin û pişaftinek (asîmîle kirin) lez û bez bi xwe re dimeşînin,  ji bo Kurdên Elewî û Êzîdî jî, teybetî ji bo hemî Kurdan, ew ji aliyê gelên serdest ve heya roja îro, ew siqêfna bi zanîn kar tên û wek propaganda wana dimeşînin!..
 
BINYATA DURSIYAN JI KU TÊ?
 
Di dîroka Anatolî, Mezopotamya û Asya Pêşîn de li ser gelên nebûyîn Îslam gelek komkujî (jenosît) pêk hatine. Ji wan komkujiyan Ermeniyan û Sûryaniyan jî pir zirar dîtine. Di aliyê din de Kurdên nebûyîn Îslam, ji wana Êzdî, Elewiyên Qizilbaş û di ser Dursiya re jî pir komkujî derbas bûyîne. Ji van komkujiyên bûyî yek jî, komkujiya bi navê „Şerê  Lawê Meanî“ ye. Şerên kevn, ji wan her yek ji xwe komkujiyek e. Demên borî de, du ordiyan li dijî hev û du şer bikirina, yekê ya din ji ortê radikir, an jî her duyan zirarên mezin dîdîtin! Dema  ordiyek ji holê radibû, gelê sîvîl yê piştgiriya wê ordiyê dikirî jî dihat qirkirin. Wê demê şer ji şeritiyê derdiket, ew dibû komkujiya gelê sivîl jî!..
Komkujiya di dîroka Împaratoriya Osmanî de, ya bi navê „Şerê  Lawê Meanî“, ew di ser gelê Dursî re derbas bûye. Ew qirkirina bi dehezaran Dursî kuştin, ew qasî sî salî şunda di ser Kurdên Êzîdî re jî, dîsa bi destê ordiya Osmaniyan ya barbar û xwînrêj dubare bûye. Di dîrokê de Osmanî û berdewamên wana di her firsetê de, li ser netewa Kurd qetliyamên curbecur heya dema em tê de dijîn bi jimara sedan kirine!.. Dema em behsa şerê komkujiya Dursiyan bikin, pêwîste, ku em bizanin Dursî kî ne û li kîderê jiyane û îro li kîjan welatan dijîn? Ji bo çi di ser Dursiyan re ew komkujiya dîrokî derbas bûye û sedema xwe ya dîrokî çi ye? Ez dixwazim li ser ew pirsan hinek rawestim û lêkolînek piçûk pêşkeşî xwendevanan bikim.
Di dîroka Rojhilata Navîn de ji sedsalan vir de, her dem „Dursî“ hebûne û îro jî ewna hene. Lê çi mixabin bi şer û bi tevkujiyên bûyî jimara Dursiyan ewqas zêde nebûye. Ji dest zilm û zordariyê, ewna jî wek pir Kurdan ji ser erda bav û kalên xwe derketine û bûyîne koçberên cîhanê. Dursî îro li Libnan, li Sûriyê, li Îsrail û li Ûrdûnê dijîn. Piraniya Dursiyan, îro li navçeya çiyayên Libnanê û Çiyayên Golanê dijîn.

Ji sedsalan vir de sînorên Dursiyan, ji başur û ji rojavayî çiyayên Libnanê; li bakur ji Beyrûtê ber bi başur heya bajarê Sûr û Derya Spî û li wir jî, sînorên xwe heya bajarê Şamê dirêj dibe. Lê gelek Dursî, îro koçî welatên Ewrûpayê kirine û ewna heya Ewistralyê û Emerîkayê belav bûne. Jimara Dursiyan yên li rojhilata navîn dijîn, bi ya li seranserî cîhanê belav bûyî ve, ew ji nîv milyonî zêdetir nîn e.
Piraniya Kurdan, ewna li ser ola xwe ya kevn nemayîne. Bi tesîra ola Îslam, bi şer û hovîtiya Ereb, Ecem û Tirkan piraniya Kurdan bûyîne miselman. Ew Kurdên ku baweriya xwe ji miselmantiyê re anîne, di hûndirê sedsalan de, di bin tesîra Ereb, Ecem û Tirkan de pir hatine guhartin. Piraniya Kurdên bûyîne miselman, ewna Dursiyan jî wek Elewiyan miselman nabînin. Lê Dursî jî wek pir Elewiyan xwe miselmanên rasteqîn dibînin. Dema Dursî û Elewiyan ji ola xwe ya veşartî bawer dikirin, ew dîtin û baweriya miselmanan ya li ser Dursî û Elewiyan heyî, ew heya roja îro jî tesîra xwe her berdewam dike. Lê ya rast ew e, ku di sedsalên borî de heya roja îro, miselmantiyê tesîra xwe li ser Dursî û Elewiyan jî kirye. Lê rastiya îro nîşan dide ku, Elewî û Dursî xwe wek miselmanan dibînin. Elewî û hinek dedeyên wan xwe ji binyata Peyamber Hz. Mihamed dibînin û Ehl-î Beyt (Nêwiyên Hz. Mihamed) û duwazdeh îmaman ji xwe re dikin rêber. Dursî xwe bi navê “Muvahhîdîn” yanê yên baweriya xwe ji yekîtiya Xwedê re anîn, ew xwe bi nav dikin. Dursî jî xwe wek Elewiyan miselmanên rasteqîn dibînin. Ew her du bawerî xwe nêzîkî ola Îslamê bibînin jî, lê ewna wek Îslaman îbadet nakin.

DURSIYÊN LI NAVÇEYA GIRÊN GOLANÊ

Golan navçeyek bilind çiyadar e. Ew li başurê rojavayê Sûriyê ye. Di aliyê sitretejîk de gelek girîng e. Navçeya Golanê di dest kîjan dewletê de be, ew dikane hemî navçeyê kontrol bike. Bi ew rewşa xwe, Golan cîranî Sûriyê, Urdin, Libnan û Îsraîlê ye. Di sala 1967 an de, bi navê şerê şeş rojan de, ew ji dest Sûriyê derdikeve û dikeve bin bandora (kontrola) Îsraîlê. Îsraîl di sala 1981 an de, wê tevî erda xwe dike. Dema Golan bi Sûriyê ve girêdayî bû, nişteciyên Golanê piraniya xwe Kurdên Dursî bûn. Dursî li ser ew erda lê dijîn man. Dema Golan kete nav sînorên Îsraîlê, ewna di aliyê aborî de jî, gelek pêşda çûn. Golan, hem havîngeh ye û hem jî zozana navçê ye. Ew ciyê girîng ya xêrûbêr, bi av, bax û baxçeyên xwe bi nav û deng e. Golan bi ew xwezeya (tabîat) xwe ya xweşik, ew di aliyê turîzmê de jî gelek turîstan dikişîne ser erda xwe.

Kurdên Dursî yên li Îsraîlê dijîn, ewna îro  ji rewşa xwe ya rojane gelek kêfxweş in. Wana ji rengên stêra Dûrsiyan ala xwe ya îro xemilandine û di şahiyên xwe de wê bi kar tînin.

Oldarên Dûrsiyên li Îsraîlê dijîn, çilên wan hinek nêzîkî Dursiyên li Libnanê dijîn e. Lê ewna jî, wek hemî Dursiyên din kevneşopiyên xwe bê kêmasî pêk tînin.

GELO BINGEHA DURSIYAN JI KÎDERÊ TÊYE?

Li ser bingeh û dîroka Dursiyan gelek gengeşî hene. Hinek bingeha wana wek Zazayan dibin digîhînin Hîtîtiyan. Hin lêkolîner wana bi nîjada Med û bi baweriya Mazdeîzmê ve girê didin. Li gor hin etnografan, Dursî ji aliyê gelê Asur ve, ji Mezopotamyayê hatine sigûn kirînî çiyayên Libnanê. Hinek lêkolîner bingeha Dursiyan bi Fenîkiyan ve, bi teybetî ji ahîtên kevn, dema Qral I. perestgeha (mabeda) ku bi navê „Perestgeha Sileyman“ hatî avakirin de, kesên ku ji Çiyayên Libnanê dar tanîn re, yanê yên ji bajarê Saydayê re „Dursî“  dihatiye gotin.

Li gor hinek lêkolîneran: “Di dema Selahadîn Eyûbî de, ew sinatkarên çilên ordiya Selahadîn Eyûbî bûne. Navê wan jî, ji durin û ji derziyê têye. Wek „derzî, terzî“ yanê „dersî, dursî“ dihatiye gotin û dihatiye bi nav kirin“ dibêjin.
Dîtinek din ya li ser Dursiyan heyî, ya bi girêdayîna „şerê xaciyan“ ve ye. Tête gotin ku, di sedsala XII an de, ew xaçiyên ku venegerîne welatên xwe, ewna di bin fermandarê xwe yê bi navê „Comte de Dreux -Drus“ de di nav gelên çiyayên Libnanê de cihwar bûne û bi wan ve zewicîne û bûyîne xwedan zarok, xwedan mal û malbet. Di sedsala XVII an (1635) de mîrê Dursiyan Fahredînê II. îdîa kirye ku nesle wî ji „Xanedana Lorraine“ ve biaxwetî (kesê ji xwînekê tên) ye. Di navbeynê salên 1613 an heya 1618 an de Fahredînê II. li Floransa û li Parîsê maye. Di vê navbeynê de bi Xanedan û bi Qral Louis XIII. an ve pevgirtina (îtîfaq) Dursiyan pêk anî şunda, ew vegeryaye welatê xwe. Dewleta Osmanî ji vê pevgirtinê gelek nerehet bûye. Paşê ev pevgirtina çê bûyî, dibe sedema şer û tevkujiya (jenosît) Dursiyan!..
Ol û baweriya Dursiyan ya îro heyî, ew bingeha xwe ji ol û baweriya Dewleta Fatimî ya li Misirê avabûyî (909-934) digire. Xelîfeyê Fatimiyan Hakîm Emrullah (El Hakim bi Emrullah el Mansur bin el Aziz billah) di sala 1017 an de, ew xwe  wek „Xwedê“ îlan dike. Ji bo vê ye, ku hin Dursî jî, wê salê destpêka salnameya Dursiyan dipejêrin (qebul dikin).
Cihgirê Hakîm Emrullah, wezîrê wî Hamza (Hamza bin Ali bin Ahmed) li ser binyata Xwedêtiya Hakîm, ew xwe îmam dibîne û di vê derbarê de jî du rîsaleyan dinivîsîne. Di van rîsaleyan de hebûna Xwedê, di hatina rihê heft îmaman de, wek mirovan çawa jiyan daye, wê rave dike (îzah kirin) û ji wana Hakîm, îmamê dawî, yê ku hebûna Xwedê di keseyatiya xwe de diparêze dibîne û îdîa dike. Ew îdîaya Hamza bi vê jî namîne. Ew Hakîm wek Xwedê û xwe jî wek peyamberê wî îlan dike. Hamza ji bo ku ew baweriya olî bête belav kirin, ew kesekî bi navê Anuştegîn ed-Derezî dişîne Sûriyê.  

Di sala 1020 an de li Misirê di mizgeftekê de, Hamza baweriya xwe ya olî îlan dike. Li dijî Hamza serhildan û raperîn çêdibin. Destpêkê de Hamza û paşê jî, 23 ê Sibatê sala 1021 an Hakîm bi wendabûnên nevekirî ji ortê radibin. Hevalbendên wan jî, Misirê terk dikin û diçin Sûriyê tevî civatên Anuştegîn el-Derezî dibin. Hêza wan herkî diçe li wir bi qiwet dibe. Dema şerê xaçiyan bûyî, Dursî hêza xwe bi ya Îsmaîliyan (1) ve dikin yek. Ew yeketiya xurt di şerê xaçiyan û Osmaniyan de li gel leşkerên xaçiyan û li dijî Osmaniyan ciyê xwe digirin.
Ji şerê xaçiyan şunda Dursiyên li wê navçeyê dijîn, ew di bin navê „Kaysî“ û Yemanî“ de jiyana xwe li wê navçeyê berdewam dikin. Şerên di dema Yavuz Siltan Selîm de li dijî Memlûkan bi navê Mercîdabik û Ridaniyê (1516-1517)) bûyî de Yemanî li gel Yavuz û li dijî siltanê Memlûkan yê bi navê Kansu Gavrî şer dikin. Lê bi gelemperî di dîrokê de, Dursiyan li dijî Osmaniyan her dem serê xwe rakirine û berxwe dane.

Di şerê cîhanê yekemîn de, Dursiyan jî wek Ereban li dijî Osmaniyan şer kirine û ji Osmaniyan qetîne (1918). Di sala 1921 an de, bi alîkariya Fransizan, bi navê „Emîrata Cebel-î Dursî“ îmaretek bi serê xwe avakirine. Wê heya sala 1936 an hebûna xwe parastiye û ji wê demê şunda erda Dursî li ser dijiyan, ew di navbeyna Libnan û Sûriyê de hatiye dabeş kirin. Gelek Dursî heya roja îro hatibin pişaftin jî, yên mayî hebûna xwe bi kevneşopiyên xwe ve diparêzin.
Îro di nav  Dursiyên Libnanê de gelek siyasetmedarên nav û deng hene. Di nav wan de malbeta Canpoladan serî dikişîne. Binyata vê malê ji binyata mîrên Kurd yên bi navê „Canpoladan“ têye. Hûsênê Canpolad dema Împaratoriya Osmanî de cara yekem bûyî bû walî. Wî qasî du salan walîtî kirye. Di sala 1603 an de Osmanî li dijî Îranê dikevin nav şer. Şerê di sala 1605 an ya nêzîkî Urmiyê bûyî de Osmanî şer wenda dikin û Şah Abbas, Tebrîzê û Erîvanê dîsa ji Osmaniyan distîne. Hêza Hûsênê Canpolad ku alîkariya Osmaniyan bikira, ew ji bo şer dereng dimîne. Ji ber vê sedemê, ew li ciyê gîhîştî bû ordiya Osmaniyan û li wê derê ew têye darxistin.

Brayên Hûsênê Canpolad û braziyê wî Alî Canpolad ji bo heyfa Hûsênê Canpolad bistînin, ew êrîşî ser Helebê dikin û leşkerên Osmaniyan dikujin û yên mayîn jî, ji Helebê davêjin. Bi sî hezar leşkerên xwe ve Alî Canpolad sancaxên Anteb (dîlok), Kilis, Ruhayê (Urfe) heya Helebê dike bin bandora xwe. Osmanî dixwazin Alî Canpolad bikin walî. Lê ew walîtiyê qebul nake û dixwaze dewletek Kurdan bi serê xwe damezrîne. Bi ordiyek rêk û pêk ve, ew bi alikariya hêza Kurdên li bajarê Trablusşamê ve, ew refên xwe dikin yek û êrîşî ser bajarê Şamê dikin. Di demek kurt de Şamê dikin nav sînorên Kurdan.
11 ê meha mijdarê (meha yanzdeh) sala 1606 an, Alî Canpolad bi navê xwe peran (dirav) çap dike. Ew sînorên xwe heya Musilê dibe û bajarê Helebê jî, ji xwe re dike paytext (navend). Ew mezinbûyîna Canpoladan, paşayên Osmanî bêhedar dike. Siltanê Osmanî bi navê Serdar Murat Paşa (Kuyucu Murat Paşa) hêzek mezin dişîne ser Alî Canpolad.(2) 15 ê Xezîranê sala 1607 an, her du hêzên mezin li nêzîkî Hatayê li Deşta Oruçê şerekî mezin dikin.

Ew şer 16 rojan berdewam dike. Leşkerên Alî Cabpolad qasî çil hezar bûne. Ji bo alîkariyê serokê Dursiyên Libnanê Şêx Fahredînê Meanî (3) jî, bi bîst hezar leşkerên xwe ve tevî şer dibe û alîkariya Alî Canpolad dike. Ew şera hîn jî mezintir dibe.
Di encama şerê dibe de 22 ê Cotmehê sala 1607 an Kurd di şer de bindikevin û şer wenda dikin. Osmanî bi fermana Kuyucu Murat Paşa, ewna serê 26 hezar Kurdên Dursî bi şûran jêdikin, dibirrin. Leşkerên Kurdan yên mayîn jî, xwe vedikişînin Çiyayê Kurmênc.

30 yê Cotmehê sala 1607 an de Kurd bajarê Kilis û Helebê dîsa bi dest xwe diêxin. Lê ew nikanin hebûn û desthilatdariya xwe ji ber sedemên têkçûnê, wê bêtir berdewam bikin. Di dîrokê de, ew dewleta Kurdan (1606-1607) hin caran bi navê „Mîrîtiyê“ hin caran jî wek „Dewleta Kurdên Canpolad“ têye navkirin û têye nasîn.(4)
Evliya Çelebî di berhema xwe ya bi navê „Seyhatname“ de dema behsa şerê Çiyayê Şîngalê dike, ew tevkujiya li Çiyayê Dursî bûyî jî wusa dinivîsîne: „Ji gotina dirêj re çi hewce ye! Deh şev û deh rojan şerekî mezin qewimî, ku şerê Ahmed Paşayê Piçûk ya li Çiyayên Dursî kirî, ewa ku bi navê „Şerê Meanoglu“ ne wusa bû.  Tevahî neh hezar serî (kelle), sezdeh hezar û sed jin û mêrên tevî raperînê bûyî û qîz û lawên cîwan (gilman) dîl (hêsîr) hatin girtin. Pir tiştên giranbuha wek xalxal û gerdanên ji zêr û zîv û ganîmetên mezin hatin dest xistin ku mirov bi gotin û bi nivîsandinê nikane dawî lê bîne! Hetf Bapîrên (Pîr) wan dîl hatin girtin. Ji wan papîran yekî ku di zincîrê de bû, dema firsend kete destê wî, serleşkerê di xew de, yê bi navê Zipir  Bolûkbaşî  di heft deran de birîndar dike!.. Zipir Bolûkbaşî bi wan birînan namire û ew jî radibe, wî bapîrî dikuje!„“ dibêje. Di tevkujiya li Çiyayê Sîncarê bûyî de çiqas Êzdî hatine kuştin jimara wan, Evliya Çelebî nanivîsîn. Lê ciyekî seyhatnamê de dema jimara Êzdiyên Sîncarê dide, jimara wana qasî çilûçar-çilûpênc hezar diyar dike. Xuya dibe ku jimara kesên dîl (hesîr) hatin girtin, ji jimara tevayî bête derxistin, wê demê de çiqas Êzdî di tevkujiyê de hatine kuştin diyar dibe. Ew tevkujiya li Çiyayê Dursiyan bûyî de dibêje „serê 26 hezar Dursî bi şûran hatin jêkirin!“ Ew jî dide xuyakirin, ku jimara tevkujiya Kurdên Sîncarê bûyî, ji tevkujiya Kurdên li Çiyayê Dursî bûyî ne hindiktir e!.. (5)  
Di nav ew malbetên Dursî de, îro nêwiyên wan li Libnanê dijîn. Ji wana çendek siyasetmedar li cîhanê Kurd tênê nasîn û ew xwe jî bi xwe Kurd didin nasîn...

Ciyê malbeta Canpoladan di nav Kurdên Dursî de îro jî gelek girîng e. Ew malbet bes ne tenê di aliyê rêzanî de (siyasî), di aliyê olî de jî  serokatiya Dursiyên wê navçeyê dikin. Ew malbeta, ji binyata xwe ji balbeta Alî Canpolad tên. Wezîrê Libnanê yê berê bi navê Kamal Canpolad, xwe Kurd didît û dinasî.

Îro lawê wî yê bi navê Walîd Canpolad jî xwe Kurd dibîne û xwe wusa dide nasandin. Di hevpeyvînek li Beyrûtê di roja 26.12.2008 an ya bi Walîd Canpolad bûyî de, ew behsa Libnan, Iraq û Kurdistanê dike û Kurdbûna xwe wusa tîne ziman: „Bavê min ji min re got: Em bi esil û di bingeha xwe de Kurd in û binemala me di çerxa (sedsala) 17 an de hatine Libnanê. Ji bo min cihê şerefê ye, ez ji aliyê dîrokî ve girêdayî Kurdan im.“ dibêje. (6)  
Wusa xuya dibe ku li ser binyata nîjada Dursiyan gengeşî kirin hêdî ne hewce ye. Ji bo ku Dursî  bi binyata xwe Kurd in. Kalikên wan avakarên Dewleta Kurdên Canpolad in.

BAWERÎ Û JIYANA DURSIYAN

Bawerîya ola Dursiyan ji aliyê Hamza bîn Alî ve hatiye damezrandin. Binyata xwe li ser çar rêgazan ( prensîp) ava bûye. Rêgaza yekem, Hakîm, Xwedê bi xwe ye. Ew hem Xwedê ye û hem jî mirov (Lahut-Nasut) e. Rêgaza duwem „nasîna emrê“ ye. Ew wek navê „kaîm al-zaman“ jî tê nasîn. Ew jî Hamza bîn Alî bi xwe ye. Ew cewherê yekemîn e, ku ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin. Gerdûn (kaînat) û hemî jindarên cîhan ji wî hatine afirandin. Ew peyamberê Xwedê ye. Ew ji nûra Xwedê peyda bûye. Ji bo vê jî, ew îmamê îmaman, yanê serok îmam tê pejirandin. Rêgaza sêyem „hudud nasîn“ e, yanê yên emrên Xwedê didin hînkirin û wana belav dikin. Serokê „hududan“ jî Hamza ye. Jimara wana bi Hamza ve pênc kes in. Rêgaza çaran jî „hosî (wesiyetên bûyî) pêk anîn“ e. Hin rêzikên rewiştê (sinc, exlaq) bi navê „hasil“ jî tên nav kirin.
Di nav jiyana Dursiyan ya rojane de rêzkariyek (dîsîplîn) rêk û pêk heye. Ji bo kesên beyanî di nav civata Dursiyan de jiyanek nedîtbar (soyut, muceret) heye. Civat rê nade, ku ji beyaniyan re, li ser civat û ola Dursî kesek qise bike. Dema kesek Dursî be û ew di nav olên din de bijît, ew dikana xwe veşêr û wek kesên ji wan olên din dua bike û xwe wusa jî, ji wan bide veşartinî! Li ser ew ola Dursiyan ya veşartî, kesên miselman ku ji bo Elewî û Êzîdiyan çi nebaşî gotine, ew nebaşiyana ji bo Dursiyan jî îdîa û dubare kirine!..     
Di nav civata Dursiyan de jî, wek Yahudiyan dayîn û standinên neteweyî, piştgirî û alikariya civakî gelek xurt e. Dursî her çiqas di nav netewên din de bi aşitiyane bijîn jî, ji bo azadî û serbestiya xwe ya netewî qet ti tawîzan nadin kesên biyanî (kesên yad, kesên ne Dursî bin).

Dursî jî wek Elewiyan baweriya xwe bi çar kitabên pîroz (Zebur, Tevrat, Încîl, Qur’an) tînin. Di dîrokê de çiqas tesîra Îslamtiye li ser Dursiyan bûye, ewqas jî tesîra Hirîstiyantiyê heye. Peyamber Îsa û çar havariyên wî li gel Dursiyan jî pîroz in. Dursî bawer nakin, ku Hz. Îsa bi çarmixê hatiye kuştin. Ewna baweriya xwe bi yekî wek Îsa tînin, ku ew hatiye kuştin. Di aliyê din de miselman jî baweriya xwe bi çarmixa Îsa û bi rihê piroz nîn in. Di aliyê din de tesîra Ereban li ser Dursiyan pir bûye. Bes ne tenê di aliyê olî de, di aliyê çandî de jî Dursî di bin tesîra Ereban de mayîne. Dursî îro bêtir di aliyê olî de baweriya xwe bi Qur’anê tînin...

SEMBOLA DURSIYAN YA PÎROZ

Sembola Dursiyan ya pîroz „Stêra Dursiyan“ e. Stêra Dursiyan ji pênc tîrêjan pêk tê. Her tîrêja stêrê bi rengekî ye. Her tîrêj û rengê wê, pênc kesên ku Dursî wana pir pîroz dibînin temsîl dike. Her tîrêja stêrê, kesên jê bawer dikin (îmam-wezîr-hudud) û hêjayiyên wan temsîl dike. Rengên stêrê kesk, sor, zer, şîn û spî ye. Rengê kesk „îradeya Xwedê“ û „aqil“ temsîl dike. Rengê sor „nefs“ê temsîl dike. Rengê „zer“ vegotina rastiyê ye. Rengê şîn (mawî) fikrandina hêza vînê ye. Ew alikara gotinê (bêje) û li dijî xirabiyê, gerdûn di nav nîzamekê de bi rêvabirinê hatiye afirandin. Rengê spî jî, ji bo ku rengê şîn cih û wateya xwe bigir hatiye meydanê. Wateya wê jî, qiweta (hêza) di cîsmê dinê de deringîbûn (maddebûn) e.

Têbînî:

1.Îsmaîlî, bingeha vê baweriyê ji nêwiyên Hz. Alî yê bi navê Îsmaîl di sedsala 8 an de avêtiye. Damezranên vê olê re „îmam“ têt gotin. Li gor hin çavkaniyan Îsmaîl, lawê Îmam Cafer Sadik yê herî mezin e. Ew baweriya Îmam Îsmail bingeh avêtin re „Îsmaîltî“ hatiye gotin. Abdullah bin Meymun rêgezen wê cara yekem nivîsîne. Li gor Îsmaîlîtiyê gotinên îmam dibêje hemî Qur’an e, û emirên dide jî hemî emirên Xwedê ne. Îsmaîltî û Dursîtî ji aliyê baweriyê ve gelek nêzîkî hev in.
 
2. Di Seyhatnameya Evliya Çelebî de şaşitiyek dîrokî heye. Evliya Çelebî dibêje „Ahmed Paşayê Piçûk li Şamê ji aliyê Dewleta Osmanî ve wek Mîrêmiran li ser kar bûye. Di şerên kirî de pir xwîn rêjandiye.“ Lê di dîroka Osmanî de hatiye nivîsin, ku şerê Canpolad û şerê Lawê Meanî de fermandarê Osmaniyan Murat Paşa (1535-1625) bûye.  Ew di dîrokê de, bi pir xwîn rêjandina xwe têye nasîn. Wî li navçeya Anatolyê serhildanên bi navên „Celaliyan“ hemî ji ortê rakirine û ji sed û pêncî hezar zêdetir mirov bi giyandar avêtine bîrên avê. Ji bo vê sedemê jî, navê wî „Kuyucu Murat Paşa“ hatiye bi nav kirin. Ew bi esle xwe Xirwat e. Di dema Siltan Ahmed I. an de  (1606-1611)  çar salan jî sadrazamtî (wezîrî azam) kirye. Qasî 90 salî jiyaye û di xizmeta Seraya Osmanî de bi xwîn rijandinê têye nasîn.

3.Mîrê Dursiyan Şêx Fahredînê Meanî (1572 - 1635)  bi Canpoladan ve li dijî Osmaniyan alîkariya hev du kirine. Canpolad jî bi binyat û bi baweriyên xwe „Dursî“ ne. Dursî jî bi eslê xwe Kurd in. Lê ola Dursiyan jî, ji aliyê Îslaman ve wek ola Êzîdiyan hatiye nasîn. Dursî îro jî li navçeya Çiyayên Libnanê û Golanê dijîn û xwe Kurd dinasin. Meaniyan li Suriyê, Libnanê û Canpoladan jî, li Çiyayê Kurmênc û li Kilisê, li Dîlokê (Antabê) dewletên bi navê xwe avakirine û bi salan rêva birine. Wek Êzîdiyan, kesek bi eslê xwe ne Dursî be, ew kes li gor baweriya Dursiyan nikane bibe Dursî. Dursî ji dervayî xwe nazewicin û qîzên xwe jî nadin kesen yad! Ol û baweriya Dursiyan jî veşartiye. Gelek Îslam navê „Dursiyan“ wek kufir (Dûrzû) bi kar tînin!.. Gelê Dursî û ola Dursiyan îro jî pir kesan ve baş naye nasîn.

4.Dewleta Kurdên Canpolad (1605-1607) navenda xwe bajarê Kilis û Helebê bûye. Sînorên xwe ji Kilis û Antabê bigir heya bajarê Musilê fireh kirine. Ji aliyê Osmaniyan ve hatiye rûxandin.

5.Tevkujiya li Çiyayê Sîncarê bûyî, Melek Ahmed Paşa şerê li Çiyayên Dursî bûyî ji xwe re wek mînak girtiye. Kuyucu Murat Paşayê Osmanî jî, tevkujiyek mezin li ser Dursiyan pêk aniye. Ew bûyera xwînrêj bi navê „Şerê Lawê Meanî“ bûyî, ji tevkujiya Melek Ahmed Paşa ya li Çiyayê Sîncarê kirî, ewna  di aliyê hovîtî de ji hev du ne kêmtir in. Di „Şerê Lawê Meanî“  de serê 26 hezar Dursî bi şûran hatine birrîn!.. Serê ewqas Dursî jêkirin ma ew ne tevkujiyek dîrokî ye?!. Dema Evliya Çelebî jimara Êzîdiyên Çiyayê Şîngalê qasî 44-45 hezar dibêje, ji çend hezar dîl pê ve, jimara yên hatî kuştin diyar nake. Lê xuya ye, ku jimara Êzdiyên hatin kuştin, ji jimara Dursiyên li Çiyayên Dursî hatin kuştin zêdetir e.

6. Welîd Canpolat: Kurdbûn ji bo min şerefek e û ez dixwazim bêm serdana Kurdistanê; hevpeyvîneka digel Ako Mihemedî BEYRÛT, 26/12 2008.

Hinek çavkaniyên gotarê:

Tore Kjeilen, Encyclopedie d’Orient, 1995
History of Freemasonery, Albet McKey, 1947
Üniversal Lexikon, Edition bassermannn, 2000
Şeyh Enver F. Abi-Kazım Ph. Prof. Dr. Üniversität Libanon, 2002
La Nation Druse, Henry Guys, Apa-Philo Press, Amsterdam 1979.
The Druze Faith, Sami Nasib Makarem, Caravan Book, 2. Baskı, New York 1977
Di dîrokê de tevkujiya li Şengalê pêk hatî, A. Balî, PUKmedia/2009-06-09
Rojname û Kovarên Kurd û yên cîhan
Malperên Kurdî û yên cîhanî
Çavkaniya wêneyan: ji foto jafî.org. û ji arşiva nivîskarê gotarê