Gernameyek,Gernameyek

Gernameyek

A+ A-


Balafir dê  roja 17’ê rezbera 2005’an katjimêr di 8:20’an de bi hewa bikeve. Ji ber vê yekê ez katjimêr di 6:00’an de hi?yar bûm, bi lez û bez min amadehiya kir û ez ji malê derketim. Bi otobûsê min xwe gihande metroyê û ji wir jî ez di nîv saetê de gihî?tim balafirgehê. Pi?tî ku min cihê xwe teqez kir, ez derbasî jûra ku jê rêwî diçin, li balafirê siwar dibin. Ji ber ku min dizanî li balafirgehê Ozgur Gundem nayê firotin, min li derve rojnameya Ozgur Gundem kirîbû, ez li ser kursiyekê rûni?tim û min dest bi xwendinê kir.

Gelek rêwî li benda balafirê bûn, digel axaftinên bi tirkî hinek peyvên bi kurdî jî bi ber guhên mirov diketin. Min li aliyekî rojname dixwend, li aliyê din jî min çavên xwe li ser rêwiyan gerandin. Ez li yeke/î nas digeriyam, min dît ku ?ehrîbana Kurdî bi du kesan re bi kurdî dipeyive. Li gorî baweriya min ev kes ji Rojhilatê Kurdistanê bûn, ji ber ku kurdiya wan rengê soranî dida. Yekî tî?ortekî re? li xwe kiribû, li ser tî?ort wêneyê Che Guevera hebû. ?ehrîbana Kurdî jê re qala xebatên xwe dikir.

Pi?tre dema rabûna balafirê hat. Me kartên firînê dan peywiran û em li otobûsa ku dê me bibe balafirê siwar bûn. Li wir du hevalan silav da min û me hev  nas kir.  Hevalek ji wan ji min xerîb nedihat. Me berê jî hev dîtibû. Sohbeta me bi tirkî dest pê kir, pi?tre min zivirande kurdî. Hevalekî ji wan li Wanê bijî?kî dikir, hevalê din eczakar bû û nû ji girtîgehê derketibû. Pi?tî demekê, gotûbêja me bivê nevê hate ser zimanê kurdî, xebatên li ser kurdî û bi taybetî jî girtina qursên zimanê kurdî.

Min li ser wê meseleyê dîtinên xwe vegotin. Li gorî min ji bo me têkçûnek bû. Hinek hevalên me ev bi sergermî vekirin û pi?tre ji wan re wekî barekî giran hat, wan bi derbekê re ew bar ji milên xwe avêt. Heke me ew qurs bi zanatî bi kar bianîna, dê di gelek waran de bi kêrî me bihatana. Min bi kurtasî di vê çarçoweyê dîtinên xwe jî ji wan re gotin.

Di nava vê sohbetê de em gihî?tin ber balafirê; me xatir ji hev xwest û em li balafirê siwar bûn. Ez çûm li cihê xwe rûni?tim. Di balafirê de pi?tî hin agahiyên rûtin, balafir bi hewa ket. Di vê demê de ez li ser rew?a zimanê kurdî difikirîm û ti?tek pir li zora min diçû, piraniya rêwiyên vê balafirê kurd in, lê çima bi kurdî jî anons nayêne kirin û agahî nayêne dayîn? Ma çend rêwî bi îngilizî dizanin ku agahî bi wî zimanî têne dayîn. Hê ez li ser ti?tan difikirîm, di balafirê de çavên min bi nasekî din ketin. Ev jî nivîskar Cezmî Ersoz bû. Herhal em rêwiyê heman cihî bûn.

Pi?tî saetek û 40 deqeyan em gihî?tin Balafirgeha Ferît Belen a Wanê, ez bil ez ji balafirgehê derketim, min çavên xwe li hevalên ku dê pê?waziya min gerandin, pi?tî keliyekê, du heval hatin cem min, xêrhatinî dan min. Ew li benda me bûm. Ji ber ku walîzê min nîn bû, ez zû derketibûm, ii lew re em bi hev re li benda Cezmî Ersoz û ?ehrîbana Kurdî man. Pi?tî ku ew jî hatin, hevalekî ?ehrîbana Kurdî bire nava bajêr û em ên din jî ber bi bajarê Kopê bi rê ketin. Ji bilî ajokerê texsiyê em sê kes bûn; ez, Cezmî Ersoz û hevala wî.

Em hinekî çûn, ajoker li cihekî sekinî, dê benzîn bikiriya. Ji ber ku benzîna fermî pir biha bû, wî benzîna qaçax dikirî. Di serê her lîtreyê de zêdetirî milyonekî kara wî hebû, depo heta ber dêv tijî kir.  Cihê ku lê benzîn dihat firotin dukanek bû, em jî çûn dukanê me ava vexwarinê kirî, di vê navberê de jî me li ser rûdanên dawîn, bi taybetî jî bûyerên lînçkirinê û ?ovenîzma ku bi pê? dikeve sohbet kir.  

Pi?tî demeke kurt me da rê û em ji Wanê derketin. Riya me di dora Behra Wanê re dizivirî, dîmenên gelekî xwe? hebûn. Min xwest ku bi wênekê?a xwe çend wêneya bikê?im, lê erebe pir bi lez diçû, lewre zêde derfet bi dest nediket.  Em qederê 30-40 deqeyan çûn, me xwest em li cihekî bisekinin çayekê vexwin, lê cihekî wiha nîn bû. Em li cihekî rawestiyan lê çayxane lê nîn bû, lewre me biryar da ku riya xwe bikudînin. Li wir min çend wêne ki?andin û em dîsa bi rê ketin.

Berî ku em bigihêjin riya ku diçe aliyê Bazîdê, em rastî kontrola le?keran hatin. Li gelek cihan cihê kontrolê hebûn, lê bi tenê em li vir dane rawestandin, le?kerekî li nasnameya me nihêrî û em derbas bûn. Li vê derê karwaneke dirêj a kamyonan pêk hatibû, gi? li bendê bûn ku benzînê bînin. Vê karwana dirêj, riya navbera Nisêbîn û Silopiyê anî bîra min.

Pi?tî katjimêrekê em gihî?t Erdî?ê, em li wir li Çayxaneyekê rûni?tin me çay vexwar, li wir jî min çend wêne ki?andin û em dîsa bi rê ketin. Erdî? gelekî nêzî behrê ye, lewre jî lê dar û ber gelek in û bajar di nava daran de winda bûye.

Ji bilî dar û berên li dora Behra Wanê, zêde dar û ber nîn bûn. Li kêleka rê werzên gindor û zebe?an hebûn. Her wiha gelek kesan kolitên ji dar û qami?an çêkiribûn, tê de gindor û zebe? difirotin. Nêzî Erdî?ê baxçeyên sêvan jî bala min ki?and. Li gundan lodên gihê li kêleka hev rêz kiribûn, her wiha li hin cihan ji bo amadekariya zivistanê pisiya heywan ango rêx jî wekî avahiyên li Haranê çêkiribûn.  Rê li gelek cihan dihate çêkirin, lewre jî pirî caran riya xerabe derdiket pê?berî me. Em bi vî awayî heta riya Patnosê çûn, li wir zivîrin aliyê çepê û ber bi jêr çûn. Em di nava Patnosê re derbas bûn û me riya xwe domand.  Pi?tî Patnosê em gihî?tin Melazgîrê.

Ti?tê ku di rê de bal diki?and, pirbûna keriyên pez û naxirê bû. Hin caran dewar di nava rê de rawestiyabûn, wan nedihi?t ku erebe derbas bibe. Heta wan guh nedida qornayê jî. Heke bi tenê pez û dewêr wisa bikira, ne xem bû. Carekê me dît ku refek qijik jî bi heman awayî di nîveka rê de veni?tiye, pi?tî qornayê firiyan, çi nemabû ku yek di bin erebeyê de bimîne. Jixwe telên telefonê cihê veni?tina wan bû, gi? li ser têlan rêz bûbûn. Vê yekê dîmeneke balkê? pêk dianî. Divê em bibêjin ku ne tenê ajal, her wiha zarok û jin jî bê tirs û paxav li ser rê dime?iyan.  

Li Melazgîrê ti?tê ku bala min ki?and hin nivîsên li ser dîwaran bûn. Hêzên dewletê bang li gerîla dikir da ku bên teslîm bibin.  Pi?tî demeke kurt em gihî?tin cihê xwe. Em hatin ?aredariyê me çenteyên xwe danîn û em çûn xwarinê. Min dil hebû ku ez herim hotelê da ku hinekî razêm, lê pi?tî ku ez hîn bûm ku hotel li bajêr nîn e, divê em dîsa vegerin Melazgîrê, min biryar da heta êvarî  li wir bimînim. Pi?tî Dîwana Dengbêjan ez ê biçim hotelê.

Ez tevî hevalê Ercan (rêveberê Navenda Çandê ya Biharê) çûm xwarinê. Pi?tî xwarinê em rastî du dengbêjên me yên navdar; Salihê Qubînî û Zahiro hatin. Ew li benda Dîwana Dengbêjan bûn. Em bi hev re çûn çayxaneyekê, pi?tî demekê çend dengbêjên din jî hatin cem me. Ew roj heta Dîwana Dengbêjan bi sohbeta wan a xwe? derbas bû. Henek û metelokên dengbêjan em gelekî kenandin û fikirandin.  Her wiha wê sohbeta xwe? nî?an da ku çanda me ya gelêrî çiqas dewlemend e.

Êvarî pi?tî dîwana dengbêjan ku nêzî deh dengbêjan tê de stranên xwe gotin. Digel stranên berê hinek stranên nû jî hebûn. Ango êdî doza neteweyî ketibû nava stranên dengbêjan jî. Ev jî ti?tekî hêja ye. Ev yek jî nî?an dide çima dagirker ji dengbêjan ditirsin, lewre jî wan êrî?î Mala Dengbêjan a li Wanê kiribû. Pi?tî dîwana dengbêjan em vegeriyan Melazgîrê û çûn hotelê. Wê ?evê em li wir man. Serê sibê pi?tî ta?tê em dîsa vegeriyan Kopê. Heta gotûbêja min wê rojê tu çalakî nîn bûn. Pi?tî hinek amadekariyan, ez hatim Parka Mafên Mirovan, li wir min hin hevalên nas dîtin. Me hinekî sohbet kir.


Em çûn firavînê û ji wir jî em çûn cihê gotûbêjê. Gotûbêj li Salon Konferansê ya ?aredariya Kopê bû. Dema gotûbêjê wekî 13:30 hatibû diyarkirin, lê di wê demê de kes li holê nîn bû. Pi?tre gotûbêj taloqî saet 14:00’an hate kirin. Pi?tî demekê salon tijî bû û gotûbêjê dest pê kir. Pi?tî ku min li ser zimanê kurdî hin agahiyên gi?tî dan û hinek nimûne ji helbestên klasîk û nûjen ên kurdî xwendin. Min xwest ku hin pirs werin da ku sohbet xwe?tir derbas bibe. Lê xuya bû ku girse hînî çalakiyên wiha nebûye. Bi tenê sê-çar pirs hatin, me ew bersivandin û gotûbêj bi dawî bû.

Li pey gotûbêjê em dîsa vegeriyan Parka Mafên Mirovan. Min pê?î li pê?angeha wêneyan a hunermendê Navenda Çanda Biharê tema?e kir. Wêneyên gelekî xwe?ik çêkiribûn, destê wan ter û ?în bin. Her wiha jî destên mamosteyê wan Fewzî Bîlge jî ter û ?în bin. Pi?tî ku em rûni?tin çend heval li dora me kom bûn. Me li ser zimanê kurdî sohbeteke ba? kir. Pê?î du hevalên ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwendin hatin, me hev nas kir. Ew jî çûne Qursa Zimanê Kurdî ya Wanê, wan dil hebûye ku gelek xebatan jî bikin, lê pi?tî ku qurs hatiye girtin, hêviya wan kêm bûye. Min ji wan tika kir ku wekî komekê xebatên xwe bidomînin. Pi?tre du hevalên din hatin, wan jî li Erziromê di Be?a Zimanê Tirkî de dixwend. Wan jî li ser zimanê kurdî hinek ti?t pirsîn. Bi taybetî wan koka zimanê kurdî meraq dikir. Yekemîn belgeya zimanê kurdî çi ye, zimanê kurdî digihêje kîjan zimanê qedîm û hwd.

Pi?tî vê sohbetê, em man li benda konsera fînalê. Konserê katjimêr di 19:00’an de dest pê kir. Pê?î ?aredarê Kopê M. Nasir Aras axaftina fînalê kir. Birêz Aras li ser rûdanên dawîn rawestiya û xwest ku pirsgirêka kurdî bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Her wiha wî ji siyasetmedaran xwest ku pirsgirêkan çareser bikin, bi xwe nebin pirsgirêk. Pi?tî wê axaftinê jî xelatgirên gindorên herî mezin, xelatên xwe wergirtin. Xelata wan zêr bû, mezinahiya zêr jî li gorî rêza di pê?baziyê de diguherî.

Li dûv vê yekê konserê dest pê kir. Pê?î Koma Çiya derket ser dikê. Stranên gelekî xwe? pê?kê? kirin. Be?darî gelekî zêde bû. Co?a gel jî pir ba? bû. Heta wê demê di çalakiyan de bi piranî mêr hebûn. Heke ez ne ?a? bim, di gotûbêja min de qet jin nîn bûn. Lê di konserekê de hejmareke ba? a keç û jinan hebû. Co?a girseyê bi hatina ?ehrîbana Kurdî re gihî?t lûtkeyê. Ew jî kete nava co?ekê, heta hin caran li ser sehneyê dirû?m jî qiriya, em tirsiyan ku pi?tî konserê bê girtin, lê cihê kêfxwe?iyê ye kut i?tekî neyînî neqewimî. Pi?tî konserê em katjimêr li dora 22:00’an vegeriyan Melazgîrê. Roja 19’ê rezberê serê sibê jî dîsa di heman riyê re vegeriyan Wanê û ji wir jî katjimêr di 16:30’an de ber bi Stenbolê bi hewa ketin.

Di encamê de min divê ku li ser rew?a civakî ya bajêr çend çavdêriyên xwe bibêjim. Herêma Serhedê di warê civakî û çandî de gelekî li pa? maye. Yanî wekî zeviyeke beyar e. Her wiha ji ber vê yekê rew? gelek gihayên ziyandar jî li ser vê zeviyê ?în hatine. Têkiliyên feodal jî lê pir xurt in. Lê Tevgera Azadiyê gelek dîwar hilwe?andine, deriyê azadiyê vekiriye. Bi vê yekê re dîwarên têkiliyên kevnare jî hildiwe?in. Sosyalîteya berê hêdî hêdî cihê xwe ji sosyalîteyeke nû û nûjen re dihêle. Jin zêdetir dikevin nava jiyana civakî. Mîhrîcanên wiha lezê didin vê guherînên.

Ji bo vê guherîna çandî û civakî hinekî jî a?tî aramî pêwîst e, lê mixabin hêzên xêrnexwaz rê nadin vê yekê. Hemû çalakî di bin riya panzêran de hatin kirin; çend caran jî elektrîk hatin bîrin. Li salona gotûbêjê çar-pênc kamerayên polîsan hebûn. Her çi dema ku peyva Kurdistan ji devê min derdiket wan berê kamereyê dida min. Her wiha berî ku em ji bajêr veqetin jî xebera ?ehîdbûna gerîlayekî ji wê herêmê hat. ?ahiyê cihê xwe da ?înê.

  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :