1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Geşedanên li Sûriyeyê û nêzîkaya AKP
Geşedanên li Sûriyeyê û nêzîkaya AKP,geşedanên,li,sûriyeyê,û,nêzîkaya,akp

Geşedanên li Sûriyeyê û nêzîkaya AKP

A+ A-

Geşedanên li Sûriyeyê û nêzîkaya AKP Dema em bala xwe bidin xwepêşandanên ku li Sûriyeyê dest pê kirin em dibînin ku ji rojên pêşî ê van nerazîbûnan hikûmeta Erdogan ji nêz ve xwe tevli vê rewşê kir. Ji rojên pêşî de bi telefonê li serokê Sûriye Beşar Esad geriya. Paşê jî wezîrê karê derve şand Sûriye û pê re musteşarê istixbarata tirkiye Hakan Fîdan çû serdana Sûriye û bi Esad de hevdîtin kir.

Du armancên sereke ên vê têkiliya germ a hikûmeta AKP hene Yek: wekî ku li Iraqê bi serê wê hat û ji mûlidê bê nok ma …li xwe neke. Ji ber heke hikûmeta AKP di wê demê de tevli şerê Iraqê bûbûya dê para wê jî di xenîmeyên vî welatî de heba û dê gotina wê bêtir derbasbar ba û dibe ku nehişta statuyek taybet ji bo kurdên başûr jî çêbibe. Niha hikûmet naxwaze ku ji rola xwe ya di dabeşkirina Rojhilata Navîn ya nû de bê par bimîne. Ya duydan jî: ew naxwaze ku bi guhertinên li Sûriyê çêdibin kurd jî sûdê werbigerin û hin mafên xwe yên bingehîn bidest bixin.

Ji ber ku li herdu aliyên sînor kurd hene û dema rewşa kurdên binxetê ji ya yê serxetê baştir bibe dê ev yek bandorek ne baş li ser siyaseta tirkiyê bike.

Ji aliyekî din ve rola AKP ya ku Amerîkayê dayê di projeya rojhilata Navîn a nû de avakirina sîstemên islamî yên wekî misilmaniya AKP pêwîste û ev rol dikeve ser milê akp. Serokê birayên misilman ê Sûriyeyê li Tirliyeyê ye û heta niha di van xwepêşandanan de zêde dengê wan dernektiye ev jî nîşan dide ku dibe hin bazarên veşartî di navbera AKP û Amerîkayê de hebin ji bo pêşeroja Sûriyeyê.

Lê tiştê ecêb ew e ku rejîma Sûriyeyê bi kêmanî bi riya mediya xwe Erdogan wekî hevalbendê xwe yê herî nêz dibîne û xwe davêje tor û bextê wî da ku ji vê rewşê rizgar bibe.

Ez vekirî bêjim destwerdana hikûmeta tirkiye a nava karê Sûriye tu xêrê ji kesekî re nayne ne ji hikûmetê re ne ji gelê sûriye re. Ew tenê hesabên xwe dike ku di vî welatî de piştî guhertinê parek wê jî hebe û guhertin di bin bandora wê de bên kirin û kurd ji van guhertinan bêpar bimînin. Tiştekî din jî ku vê yekê piştrast dike gotina serokê Sûriyeyê ye dema got: em pêşîvekirina demokratîk a tirkiye ji xwe re mînak digirin.

Lê ev pêşîvekirin an jî ev lîstika ku gelek navên xweş lê tê kirin li Tirkiyeyê têk çûye û gelê kurd wê pêşîvekirinê qebûl nake. Ji xwe ew ne pêşîlêvekirine ew pêşîgirtina li çareseriya prsgirêka kurd e. Lewra ev projeya ku ji destpêka xwe têk çûye nabe ku ji welatekî din re bibe mînak. Dema ku Esad bibêje ez vê ji xwe re dikim mînak wekî ku bêje ezê bi çend gavên pûç û vala we bixapînim.

Tiştekî din jî li ba Erdogan peyde dibe ew e ku sibehê tiştekî dibêje û êvarê tiştekî din ê dijber dibeje. Mînaka herî nêzîk nêzîkaya wî ya ji bo Mudaxeleya Lîbyayê ye di destpêkê de got nabe were mudaxele kirin paşê ew bi xwe tevli mudaxeleyê bû. Pêşî li kêleka Qedafî bû paşê Qedafî tehdîd kir. Yanî li gor daxuyaniyên Erdogan mirov nikare şîroveya xwe ava bike lê bêtir divê mirov bala xwe bide pratîka wî û tiştê ku hewl dide bike bişopîne.

Tiştê herî ecêb jî ew e ku Tirkiyeyê wekî welatekî mînak ji bo demokrasiyê destnîşan dikin û dixwazên mînakên wek wê sîstemê li welatên xwe ava bikin. Dema ku ev daxwaz ji alî desthilatdariyan ve were mirov dikare wekî bûyerekî ji rêzê binirxîne lê dema ku ev daxwaz ji alî gel û saziyên sivîl ve bên mirov seyr û matmayî dimîne.

KÎJAN ERDOGAN

Ev yek ji ku tê gelo? Di serî de ev yek ji siyaseta AKP ya derve tê, li gor gotin û daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, ew parêzvanê mafê mirovan e û qebûl nake ku zilma desthilatdariyan li ser gelê wan hebe. Yanî xwe weke hêzeke cîhanî pêşkêş dike û ha li vî alî ha li wî alî bang li serokên ereban dike da ku guh bidin dengê gelê xwe. Lê di rastiya jiyana welatê wî de rewş ne wiha ye. Ew erdoganê kul i derve bang li serokên welatan dike ku daxwazên gelê xwe bibihîze li welatê xwe ker e û dengê bi milyonan kurd nabe xwe. Ew Erdoganê ku bang li welatan dike ji bo şer bi dawî bibin û bi riya diyalog û aştiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Li welatê xwe serkêşiya şerekî dijwar dike û guhê xwe ji daxwazên aştî, biratî û diyalogê re ker dike. Ew Erdoganê ku li derve dibêje: Min destûr daye televizyoneke bi zimanê kurdî, hemû dîplomasiya xwe ji bo girtina televizyona kurdan Roj TV dike. Ew Erdoganê ku ji derve de dibêje li ba me demokrasî heye û rojnameyek bi zimanê kurdî heye, tenê di 3 salên dawî de 3 xwediyên imtiyaza vê rojnameyê niha di zindanê de ne yek ji wan 166 sal ceza jê re tê xwestin, yek 138 sal û yek 125 sal.

Ew Erdoganê ku dibêje min zimanê kurdî serbest kiriye di dadgehên welatê wî de ji ber siyasetmedarên kurd xwestin bi zimanê xwe parastina xwe bikin nêzî 2 salane di zindanê de ne û ji ber daxwaza parastina bi kurdî nayên dadgehkirin. Erdoganê ku li Almanyayê dibêje pişaftin û asîmlasyon sûcê mirovahiyê ye û doza perwerdeya bi zimanê tirkî dike li welatê xwe dibêje yek ziman û yek netew û daxwaza perwerdeya bi kurdî wekî cudaxwaziyê binav dike. Erdoganê ku li Davosê xwest xwe wekî qehremanekî li dijî Îsraîlê bide xuyakirin di rastiya xwe de heta dawî bi Îsraîlê ve girêdayî ye û bi kêmanî 9 peymanên wî yên stratîjîk û leşkerî bi hikûmeta Îsraîlê re hene.

Lewra jî ew Erdoganê ku alî gelên din ên derveyî Tirkiyeyê û bi taybetî gelê ereb ve bi rengekî din tê naskirin û li gor gotin û daxuyaniyên wî yên derve tê naskirin. Lê kesê ku li vî welatî dijî bi rengekî cuda wî nas dike.