Girtina DTP danana deriyê aşitiyê ye
Hêvî nanê feqîran e.
Raste hemû xebatên hatine meşandin û gavên hatine avêtin dîrokî ne.
Lê divê bê zanîn ku gavên baş li rûpelê sipî, yên xirab jî li rûpelên reş ên dîrokê têne nivisandin.
Çend mînakên rûpelên reş:
Rupelên reş bi derewên li ser demokratîkbûnê dest pê dikin.
Derewên wisa ne ku yên dixwîne matmayî dihêle.
Di vî rûpelî de li her peyveke pak wateyek din hatiye barkirin
“şîrîn” şûr e.
“Birîn” kûr e,
“Çareserî” dûr e.
Her peyvek şifreyek mirinê ye.
Di rûpela duyemin de giravek heye “ Girava Bilanet” .
Li vê giravê hukumet her roj bernameyek bi lanet dimeşîne.
Û jiyanê li gelê Kurd tê heram dike.
Rupelek din a reş bi destê Rejîma Îranê ya qirêj tê nivisandin, di vî rûpelî de ciwanên kurdê bêsûc û bêguneh têne îdam kirin.
Di rûpla dawiyêya ku bi berçavê me dikeve de, behsa zîndanên Sûrî tê kirin. Zindanên reş ê weke wijdanên Baasan reş.
Rûpela sêyemîn sipî ye.
Di vî rûpelî de bi berfirehî nîqaşên li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd di Meclîsa Tirkiyê de hatiye nivîsîn.
Di vê danişînê de berdevkên gelê kurd di wê meclîsa ku fermana 29 serhildan û 29 rêberên kurd dane de bi wêrekî daxwazên gelê kurd anîne ziman.
Behsa dîroka gelê kurd, perwerdehiya kurdî û behsa mafên rewa yê gelê kurd kirine.
Rûpela çaran; Ji du beşan pêk tê.
Nîvî reş e, nîvî sipî ye.
Û li serê her dû beşan Doza DTP hatiye nivisandin.
Ku bi DTP bê girtin; Wê li rûpelên reş, rûpelekî din jî zêde bibe.
Lê ez bawer nakim.
Tevî hemû gengeşî û tevlîheviya rojeva Tirkiyê girtina DTP dadana deriyê aştiyê ye.
Weke rakirina îdamê, hêvî û dîtina min ew e ku wê bi vê biryara dozgeriyê îdama partîyan jî rabe.
Ku DTP neyê girtin jî wê li rûpelên sipiyê ku hejmara wan tiliyê destan derbas nake rûpelekî dinê pak zêde bibe.
Ew çax:
Tevî aloziya li bajarên Kurdistanê, tevî zextên li ser Rêberê Gelê Kurd, tevî kuştina ciwanê kurd Aydin ERDEM ê pakrewan, tevî mirina 7 leşkeran wê wiha bê nivisandin.
“Hewildanên pêşîvekirin li ber pirsgirêka kurd berdewam dikin.”
Mem Mîrxan