Girêk
- Bavê min mezinê eşîrê bû, kesî bawer nedikir bimire. Roja ku mir, diya min li ber rûniştibû û hey digot "rabe, gundî hatine cem te".
Gotinên wê pir zora min diçû. Wê dilê xwe rihet dikir, lê di dilê gundiyan de hîn nû bavê min dikuşt.
Û gundîyan li wê dinihêrîn, dema wê hey cenaze dihejand û digot "de rabe, rabe mezinê eşîrê, rabe".
- Qey pir li ber diket?
- Nizanim mirina wî qebûl nedikir, ne ku dixwest gundî bibînin ew mêrê ew qasî jê ditirsiyan jî miriye, ji ber ku ez baş bawer bûm ku wan gundîyan bi her gotineke wê ya "de rabe" re di dilê xwe de digotin "bi rastî jî miriye, nema rabe".
Û ez pir li ber vê rewşa bavê xwe diketim. Wî tu carî texmîn nekiribû ku dê cenazeyê wî wiha li ber çavên gundiyan were teşhîrkirin û mezinahîya wî were biçûkxistin.
Diya min mijar pir dramatîze dikir. Gotinên wisa hildibijart, wisa ji nav gotinan gotin hildibijart ku her tişt bi wan gotinan serobino dikir. Digot û dibiland:
- Rabe, lo! Rabe, kîjan gundiyî heta niha tu li erdê dîtiyî? Kê ew bejn û ew bala te li erdê dirêjbûyî dîtiye? Rabe çiyayê Qerejdaxê, Çiyareşo rabe, bila Xelef bi lez û bez, berî tu gotinekê jê re bikî hespa te amade bike, tivinga te bigihîne ber te, tew nehêle qondaxa wê jî bigihîje erdê, bihostekê li hewa bigire, ne bîstekê ne çend bîstan.
Ji alîyekî ve min dixwest midaxale bikim, ji ber ku wê dihişt gundî wan bîranînan, wan deman, wan kirinan hemûyan di çavên xwe de dubare bibînin û li ber xwe bikevin, ku wan ji bo vî cenazeyê li erdê ev qasî tirs xwariye, ev qasî zehmetî kişandiye. Lê dêya min bû, min midaxale bikira jî dê bi ya min nekira û xirecira me li ber çavên gundîyan dê çêbibûya. Ez hîn 11 salî bûm û birayê min ê mezin ne li gund bû.
Di wê navberê de pismamê min Derwêş hat.
Çawa ku ket hindur bi hêrs ji gundiyan re got "derkevin, vir vala bikin". Bi dengê wî re diya min deng ji xwe biland û tenê bi îskeîskek dizî dest bi girî kir. Lê min dizanibû deng çûye Derwêş. Min meraq dikir ku ew ê çi bike.
Piştî derketina gundiyan, hat li ber min edilî, got "tu fedî nakî, ku tu dihêlî dêya te wiha bavê te li ber çavên gundiyan ji qîmet de bixe?" Lê berî ku ez bersiva wî bidim dêya min xwe gihand ser peyvê û bi lez got "Derwêş, çelengê apê xwe, apê te ev Çiyareş hemû bera ser serê min da û çû, pişta min şikest Derwêş, quba dinyayê bi ser serê min de hat xwarê Derwêş, ma tew tu hîn qala wan gundîyên qûnbigû dikî?". Lê Derwêş qet negot "ay serê min" jî û bi lez li wê vegerîya û got: "Binihêre, dengekî din der barê apê min de ji devê te derkeve ez ê bi wê tivinga wî ya devteng a çapilî mejiyê te bera ber dawa te bidim. Apê min mezinê me ye, gora wî li dera han jî dê dîsa mezinatîya vî gundî bike, carek din peyva mirinê, wergerînê, ketinê, nerabûnê bila ji devê te dernekeve, qediya".
Deng nema ji dêya min derket. Rabû û çû cem bûkê, jinbira min.
Lê piştî mirina bavê min kesî nekarî gundiyan wekî berê bajo.
- Tu dibêjî diya te heyfa salan ji bavê te derxist?
- Wisa kir. Wekî pîra sêran kir, efsûna ser eşîrê rakir û di tifika bavê min de jehr danî.