Girêk II
Dema ez zarok bûm, aqilê min nedigihaşt fen û fûtên gundîyan, min digot qey ew hevdu şaş fam dikin. Ne tenê şaşfamkirin, min digot qey xwe şaş îfade dikin. Temenê min pir biçûk bû, lê ji ber rewşa bavê min, peyva min jî pere dikir, min dikaribû fikrên xwe ji mezinan re bigota.
Rojekê ez û Bûbo ber bi jora gund ve dimeşiyan, Xelef hîn nû li jêra mala bavê xwe dest bi lêkirina xanîyekî kiribû. Bûbo bi wê riha xwe ya spî, bi wan simbêlên xwe yî qalind, di wî temenê xwe yê yextiyar de çêrên bênamûs ji Xelef re dikir. Di ber xwe de, dengê wî tenê dihat min. Bûbo ji lêkirina xênî pir aciz bû, min jî hewl dida ku pê bidim famkirin ku rêyek din tune:
- Apê Bûbo, ma Xelef dikare wekî din çi bike, deh sal berê zewiciye, birayê jê biçûktir jî zewiciye, komek zarokên herduyan hene û hemû di nav çavên dê û bav de ne, îdare nabe, ma bila cihê nebe û çi bike.
- Wê çaxê bila lûleyekê bavêje ser xanîyê bavê xwe, bila bavêje ser hewşa bavê xwe, çima tê ew qasî dûrî xanîyê bavê xwe lêdike? Ma niha kes dikare here di navbera herduyan de xanî lêke? De îcar hewşa xênî jî heye, tê niha bibînî, dê hewşê jî lêke. Derdê wan ew e kuro, tu fam nakî?
- Bila lêke, bila hewşekê ji hewşa her kesî mezintir lêke, dê çi bibe?
Siyaseta gundîyan wekî siyaseta navbera gelan û dewletan e; parastina axê, bidestxistina axê hemû hêz û serdestî ye. Apê Bûbo çi qasî çavên min bitirsanda jî min digot “xerakirina xanîyê Xelef karê danekî ye, derkirina wî ya ji gund jî karê bîstekê ye”, lê min li gor rewşa wê rojê dinirxand, wî hesabê pêncî salên din dikir.
Wê demê di gund de tenê Xelef, birayên xwe, bavê xwe û sê apên xwe hebûn. Di gund de jî xizmên wan wekî din tunebû. Bobelatek hatibû serê kalikê wan û bi firarî hatibû gundê me. Rehmetîyê bavê min jî ew kiribû şivanê xwe, dûre zewicandibû. Piştî neh-deh salan sê birayên wî jî cihê wî hîn bûbûn û hatibûn dîtina wî. Halê wan xerab bû, bavê min ew jî di gund de bi cih kiribû, yek dabû ber garanê, yên din jî dabû cot. Niha êdî nevîyên wan hene.
Xelef heta bavê min rehmet kir jî li ber destê bavê min bû. Pir ji hespa bavê min hez dikir, ji ber wê bavê min nedihişt ku ji bilî Xelef kes bi hespa wî re têkildar bibe. Bûbo ev jî dinirxand:
- Xelef pîç e, pîç weledê zinê ye, ma tu dibêjî qey bi rastî ji hespa bavê te hez dikir? Ji bo xwe di çavên bavê te xe wisa dikir, bi ser jî ket, bavê te nedihişt ji bilî wî kes di ber wê hespê re jî here. Wisa kir, heta xwe xist qesrê, her derê qesrê. Pêşî hesp çû ku ew jî çû wir, dûre siwarê hespê çû ku ew jî çû wir. Te fam kir?
Min jî hey dixwest têxim serê wî ku divê hilma mirov fireh be û mirov derfetê ji ber gumanên wiha asteng neke. Lê Apê Bûbo bi israr digot “ez ê rastîya dinyayê rê te bidim”.
Nayê bîra kesî ku cara yekem kê li vî gundî xanî lêkiriye, lê pir behsa şikeftên berê dikin. Jixwe binya gund hemû şikeft in. Havînan çar-pênc kîlometiran dûrî gund kon vedigirtine, niha jî vedigirin, lê wê demê li vegerê diketine şikeftan. Dûre çawa, çima dest bi lêkirina xanîyan kirine ew jî nizanin.
Lê tê bîra min, bavê min ji birayê min ê mezin re digot “kî li ku derê bêxwedî ma, li xwe heyirî, min anî kir xwedî xanî û mal û zarok, axatî bê qewet, mêr û kar nabe. Dema Turkî ava bû axa her gundî belî bû, ya me jî belî bû, li gor jimara malan axa me jî têra me belî bû.”
Apê Bûbo bi vê siyasetê îro bûbû xwedî ax û gund, lê îcar ditirsiya ku gundîyên din zarokên xwe zû cihê bikin, xanîyan lêkin û di nav gund de hêza xwe pirtir bikin. Wekî bavê min digot “di her şerî de qeweta te bi qasî jimara mêrên eşîrê ye.”
- Apê Bûbo, di nav gund de malên wan hindik in, çil malên we hene.
- Ma ji ku çil malên me hene, law? Em her û werin heşt mal in.
- Çima? Ma hûn yên din ne merivên hev in?
- Na, kuro! Mala Zibêr heşt mal in, Mala Xeto pênc mal in, Mala Heko neh mal in û Mala Axê jî hijdeh mal in.
Yanî gund bi giştî çil û heşt mal bûn û ji pênc Malbatan pêk dihat, lê ez nû lê hay dibûm. Îcar gotineke bavê min li cem min hîn nû bi xwîn û goşt ve dibû, ku digot “hinek eşîr hene, giş ji xwînekê ne. Ê me, ji ber ku malên me hindik bûn, min berdîwarek li ku dît anî kir xwedî xanî û mal û ji xwe re kir pişt. Ma qey em jî eşîr in?!”
Min fam dikir ku fikrên Bûbo û yên wekî wî neguherin ev dê rojekê gundîyan bera ber hev bide. Min ev ji birayê xwe yê mezin re got, lê wî gelekî bi rihetî got: “Metirse, dema tevlihevî çêbû, ya girîng ew e tu alîyê pirsgirêkê rast tesbît bikî û yên mayî bikî hevalên xwe û bi ser de herî, serî jêkî.”
Êdî min tenê hêvî dikir ku rojek wisa qet neyê.