Girêk V,girêk,v

Girêk V

A+ A-

Apê Bûbo li pê me hatibû, lê di rêya ku em hatin re nehatibû, li gund zîvirîbû, derbasî rêya alîyê mala xwe bûbû, ji bo gundîyên din wî di wî halî de nebînin û kêfa wan pê neyê. Dûre agahî ji melê gund re şandibû, ji bo dermankirinê. Mele çûbû, ew di mala wî de derman kiribû.

Kêfa min pir ji melê gund re dihat, mirovê herî nêzîk ê bavê min bû û kengî min bidîta herdu digihaştin hev, ez ji wan nediqetiyam heta ji hev biqetiyana. Dibûn wekî herdu têlên ceryanê ku mirov bigihîne hev, tiştên ecêb xweş ji wan derdiket. Dema dengê Xelef hat, ku ji kekê min re digot "mele li mala Bûbo ye ji êvar de" dilê min pir rihet bû. Deng çûbû dêya min jî, dema kekê min ket hindur li çavên me yên beloq nihêrî, fikra xwe veneşart:

- Ev mele çima ev qasî di mala wî de dimîne, ez fam nakim. Bavê min ev mele sih salî xwedî kir, li şûna were vir û çîrokê guhdarî bike, çûye ketiye mala wî, jê re dibe pişt.

Min xwe negirt:
- Keko, apê mele dê ji lêxistina te xerabtir lê bike, tê niha bibihîzî.
- Na, lo! Mele Hîkmet? Te dîtiye heta niha wî dilê gundîyekî hiştiye?

Her kes bi alavên xwe bû, mele jî bi alavê xwe bû, helbet dê zimanê wî, hawê peyva wî, gotinên wî yên hilbijartî cuda bûna. Min ev hîs dikir lê min nizanibû ku ez ê bi kîjan gotinan îfade bikim, ji ber wê huş bûm.

Û tew Mele Hîkmet, ê ku bavê min jê re digot "siwarê peyvê", dizanibû dê peyva xwe kengî û çawa bajo, di ku re derbasî ku bike. Carinan sê saeta, çar saetan çîrokek digot, gundî tev dikirin ku di xew re biçin û hîn nû serê hespa gotinê dajot ser gundiyan û her kesî hîn nû fam dikir ku wî ev qas tişt çima got, xewa wan direviya, çavên wan wekî yên beqan beloq dibûn û îcar pesnê mele didan. Mele wekî zarokekî tu jê re bêjî "eferim" bi wan pesindarîyên wan kêfxweş dibû, rûyê wî geş dibû, sînga wî bêhemd bi hilm tijî dibû, çenga wî diket ser sînga wî û destên xwe wekî li marê nav kayê de bigerîne di erdê re digerand.

Dîmenên apê mele hemû li ber çavên min bû, min nedixwest  wê gavê li mala Apê Bûbo bim û bibim şahidê axaftinên wî, lewre min dizanibû dê hebûna min bandora gelek gotinên mele nehişta û gelek peyvên wî yên din jî di moxila hilbijartinê de bimana. Lê min meraq dikir, gelo ez ê çawa û kengî bi çîroka wê êvarê bihesiyama.

Kekê min devançeyek biçûk dabû min, ji ber îhtîmala ku dibe zarokên Apê Bûbo êrîşekê pêk bînin. Devançeyek biçûk bû, min gule neajot ber û min wisa xist ber xwe. Yek ji ya min mezintir jî dabû dêya min, wê guleya xwe ajot ber, bê ewle xist bin balîfa xwe û li ber rûnişt. Piştî Xelefî gotibû "ez ê herim ji malê tivinga xwe bînim", kekê min gotibû bila dîmenek wisa ji alîyê gundîyan ve neyê dîtin û tivingek ji yên malê danîbû qatê jêrîn, ji bo Xelefo. Lê dibû ku mele mayîna xwe li mala Bûbû ji bo bêhnfirehiyê dirêj kiribe û bûbe asteng li hember êrîşeke bi wî rengî, dawiyê em ê rastîyê hîn bibûna.

Hîn me behsa mele û mana wî ya mala Bûbo dikir, dengê jina Apê Bûbo ji jêr hat. Hew min dît ku dêya min devança xwe li pêşiya çavên xwe dajo alîyê derî û delkan dide xwe ku rabe:
- Ez ê wekî mêşên reş bikujim wê bikujim.

Lê jinik nehatibû şer, ji alîyekî ve li hêta xwe dixist, ji alîyekî ve pepû pepûya wê bû, mirov tiştek ji devê wê fam nedikir:
- Ez ê Bûbo bi qurbana gora axê kim, ez ê Bûbo di gorra axê kim.

Hat famkirin, mala Apê Bûbo jî bi qasî me li hêvîya êrîşekê bû ne. Wekî dema mirov li marekî rast tê, mirov bi alîyekî ve mar bi alîyekî ve direve, her kes xuyabûna yê din wekî êrîşekê dihesibîne. Bi hişyarîya kekê min re dêya min devança xwe dîsa xist bin balîfê û dê neaxiviya, heta kekê min mafê axaftinê bida wê. Heta me wisa li hev kir, jina Apê Bûbo jî di pêlpêlkan re gihaşt jor, berî xuya bike bi dengekî ba kir:

- Lê Gulnîgaaar!
Ev wekî destûrxwestina derbasbûna hindur bû jî.
- Haaay! Wer, wer! Feslaa!

Çawa ku ket hindur li kekê min ê rûniştî nihêrî û xar bir ber dêya min û çongên dêya min a rûniştî maç kir, heta dêya min bi destê xwe cihek nîşanî wê da, rûnişt.

- Hekê! Ez ê xwe bi qurbana heka xwe û Bûbê balûte jî bi qurbana gorra axê kim.

Kekê min ji bo axaftin ji vir û wa de di navbera pîrekan de negere, qut birrî, xaltîka Fesla bêyî ku li alîyê wî binihêre, guhdarî dikir:

- Xwengê, a niha belkî tu nizanî, zilamê te îro bêterbiyeyeke mezin kir.

Xaltîka Fesla bêyî ku li alîyê wî binihêre berê xwe da dêya min û wekî bersiva wî bide got:
- Bi Xwedê Mele Hîkmet ji êvar de ji wî û gundîyan re dibêje, tu gotin nema ku jê re nekiriye. A niha ji min re got here ji axê rica bike, ez ê Bûbo bînim mala wî, bila axe dîsa mezinahîya xwe bike û ji bo nûra gorra axê vê nexweşiyê biqedîne.

Heke kekê min kengî çav kir dêya min, min nedît lê dêya min ji nişka ve gazî Xelefî kir:
- Xelefo!
- Xelefê min û te qey li ber derî guhdarî dikir, dengê lingê wî nehat, lê hinek navber xistê û wekî hîn nû gihaştibe ber derî deng ji lingê xwe anî:

- Yadê!
- Her mala Bûbo!
Dûre vegeriya ser kekê min, "ma bila kesekî din pê re were?" Kekê min qey ferq kir ku ez li cihê xwe diqirqilim û ji ber hebûna xaltîfa Fesla nikarim biaxivim, li alîyê min nihêrî:
- Hema Mele Hîkmet xwest kî pê re were bila bên.

A di dilê min de gotibû. Wekî wî pîroz bikim ji cihê xwe rabûm û çûm li cem wî rûniştim. Ji min re got "Alano! Me mele vexwend malê, heta vir rihet bû, îcar em ê çawa ji malê derxin, te di qirdê minîyo?!" Dûre ji min xwest ku ez dîsa derbasî cihê xwe bibim, min dizanibû ji bo kengî bixwaze bi çavên xwe min bi rê ve bibe, min li hemberî xwe dide rûniştandin. Ez çûm cihê xwe, lê ji bo nekenim min li ber xwe dida. Rast digot, mele ku diket axaftinê ne şev fam dikir, ne nîvê şevê.

Ser çavên Apê Bûbo bi destmaleke reşbelek girêdabûn, hew devê wî û çavekî wî vekirîbû. Destên wî reşo şîno xuya dikirin. Du lawên wî wekî bêjin "têra xwe lêxistin xwariye, êdî bes e" ketibûn milê wî. Kes ji me ranebû ser xwe, tenê ez li ber melê rabûm. Mele rasterast derbasî alîyê ku dêya min lê rûniştibû bû. Min dizanibû ku niha kekê min di dilê xwe de dîsa dibêje "ev mele cihê xwe hîn nebû û nebû", lê jixwe Mele Hîkmet wisa bû, kesî nikaribû cihê wî belî bikira. Di vî warî de bavê min jî pê re dernexistibû serî. Kengî ku bavê min cihek nîşanî wî bida, ew derbasî cihê ku wî hilbijartiye dibû û digot "kes divê li cihê ji xwe mezintir rûnene, axê min". Bersiva wî pir dilnizm bû, lê kirina wî berovajî bû, ya rast.

Dêya min li milê çepê yê sergoşeya lûleyê rûniştibû, milê wê yê rastê şûna bavê min bû û mile hindikekî li alîyê rastê yê bavê min rûnişt. Cihê ku gelek caran bavê min nîşanî wî dabû lê ew lê rûneniştibû.


Gotinên miftehî :