Girîn yan gîrîn?
Tim bi wêjeya rojeva polîtîk derketina pêşberê xwinêran jî ne baş e. Bila îro jî piçek li ser ziman be. Em hinek di wî warî de ji bo hinan pirseşanan, ji bo hinan jî zelaliyê daynin. Belê îro wê „girîn“ yan “gîrîn“ bibe mijara gengeşiya gotara min. Piraniya me vê lêkerê wek „girîn“ dizane, gelo çendî rast e? Zanyarî û mantiqê ziman çi dibêje? Yan jî em her tiştî bidin aliyekî û bêjîn; „hele wê zanyariyê manyariyê li cîh bihêle, pîrka min çawa gotibe, wisa rast e.“ Belê, çawa ev gotin jî hin tiştan zelal dike, ez dizanim; li ba me hobûn li pêş rastiyê, şovenîzma herêmî li ser rastiyê re ye, guhertin hê dijwartir e, lê dîsa jî divê rastî were gotin.
1 – Di zimanê Kurdî de hemû lêkerên bi „în“ diqedin, lêkerên aktîv û têneper (negerguhêz /întransîtîv) in. Li gel wê lêkerên bi rêgez in. Ango dema mirov paşgira radêriyê (infinitiv /mastar) davêje, raya dimîne, raya dema niha ye. Wek mînak; “gerîn” “în” paşgira radêriyê ye, gava mirov wê bavêje, tenê “ger” dimîne, ev jî raya dema niha ye. Em vê bikesînin (bikişînin) “ez digerim, tu digerî, ew digere…”
Di lêkera “girîn” de jî dema paşgira „în” tê avêtin, raya lêkerê “gir” dimîne. Li gor vê rêbazê ev „gir“ dibe raya dema niha. Em vê bikesînin „Ez digirim, tu digirî, ew digire…“ Ev nebû, tu têkiliya xwe bi gîrînê re namîne, lewra ev kesandina lêkera „girtin“ ê ye.
Em vê jî bi bîr bînin; lêkerên bi „tin“ diqedin jî, bi rêgez in. Dema mirov paşgira „tin“ davêje raya bingehîn dimîne ku ev raya dema niha ye. Mînak: „ketin (kevtin)“ di vir de jî paşgira „tin“ tê avêtin û „kev“ wek raya dema niha dimîne. Em bikesînin; „Ez dikevim, tu dikevî, ew dikeve...“ Lêkera “girtin” ê jî her wisa ye. “gir – tin”, raya dema niha; “gir” Em bikesînin: Ez digirim, tu digirî, ew digire…” Ango di kesandina dema niha de tu cudahî di navbera herdû lêkeran de namîne. Ev jî tê wê wateyê ku lêkera “girîn”ê ne rast e.
Dema em forma lêkerê “gîrîn” ê digirin û vedirisînin, dibînin ku li gor avahî mantiq û zanyariya zimên forma rast ev e. Di “gîrîn” de paşkira radêrî “în” e, kêliya ev tê avêtin, wekî raya dema niha “gîr” dimîne. Em bikesînin: “Ez digîrim, tu digîrî, ew digîre…”
2 – Di Kurdî de li gel her lêkereke aktîv/ têneper lêkereke pasîf/ têper jî heye. Mînak: “gerîn” (aktîv têneper) e, li hember wê lêkera pasîv têper “gerandin heye. Çend mînakên din: revîn = revandin, kelîn = kelandin, kolîn = kolandin, betilîn = Betilandin. Ango ev tê wê wateyê ji ber ku lêkera girîn lêkereke aktîv /têneper e, divê li hemberê wê formeke pasîf/têper jî hebe. Girîn = girandin (ev ne di wateya gîrînî de ye, di wateya mezinkirinê de ye.) Li dij wê lêkera gîrîn = gîrandin (wateya rast e) ev jî nîşanê me dide ku ew lêkera di forma “girîn” de şaş e, rastiya wê “gîrîn” e.
3 – Dema em tenê raya “girîn” ê digirin, wateyeke din dide. “Gir” tê wateya mezin û nexweşiya xurandinê. Di lêkera “gîrîn” ê de raya lêkerê “gîr” e. Ev peyva “gîr” di wateya hîskik û kela dil de ye.
4 – Di Kurdî de paşgira “în” di heman demê de paşgireke rengdêriyê ye jî. Mirov dikane bi alîkariya wê reng, raya lêkerê û peyvan têke rengdêr. Mînak: dar > darîn, gul > gulîn, kevir > kevirîn. Dema mirov peyva „gir” dike rengdêr ne wateya gîrînê dijê wê wateya „girbûn“ ê dide. Ev jî tê wê wateyê ev ne raya lêkera „gîrîn“ ê ye. Lê peyva „gîr“ > „gîrîn“ rasterast wateya „gîrînê“ dide.
Bi gotineke kurt û kurmancî mirov bi kîjan aliyê ve lê dinêre binêre, rastiya forma “gîrîn” ê derdikeve pêş. Bêguman wê gengeşiya li ser vê dazanîn yan jî angașta min bidome, wê dij argûment jî hebin, lê di encamê de rastiya wê gelek zelal e. Bi hêviya ji îro û pê ve ev forma rast “gîrîn” were bikaranîn, ji hemûyan re serkeftin.