Goran û Kurdistan,goran,û,kurdistan

Goran û Kurdistan

A+ A-

Pêşî bi vê bêjim, gelo hûn bawer in ku duhokî, zaxoyî, amêdî û heta hewlêrî dikarin ji bo serdestiya Goran dakevin kolanan û serhildanekê bikin?

Daxwiyaniya Goranê ji texmînan zêdetir bandorek li ser kurdan kir. Li bakur rojê çend kes ji min dipirsin, “gelo li Kurdistana Başûr Goran dikare serhildanekê pêk bîne, an na?” Lê piştî van pirsan jî, berî ez tiştekî bêjim tirsa xwe wiha tînin ziman “hîn 10 deh salên dewletê neqediyane, bingeh tune, gelo ku tevliheviyek çêbibe dê dewletên cîran jê sûdê wernegirin?” Ji pirsan jî xwiya ye ku mijar pir polîtîk e û gel di ferqa vê yekê de ye.

Gelê kurd ne gelekî wekî ereb, tirk û farisan e. Heke em bifikirin ku li bakur bi hezaran kesên ne BDP’yî jî ji bo ku kurd li xwe kêm nekin, ji bo ku di çavên cîhanê de siyaseta kurd hêza xwe winda neke dengê xwe didin BDP’ê, em ê çêtir fam bikin ku kurd çiqasî girîngiyê didin yekîtiyê û ji tevliheviyê direvin. Berevajî tişta ku tê zanîn, kurd şensek pir mezin didin yekîtiya netewî û fedakariyek mezin dikin. Ev xal tenê rast were nirxandin dê pirtûkek li ser karektera kurdan were holê.

Li başûr rewş hinekî cuda ye.

Pêşî divê em bêjin ku gel li başûr ji rêveberiyê ne razî ye. Aliyek bi lez dewlemend bû û bi desteka hikûmet û dewletê bi ser ket, aliyek jî di hebûn û tunebûna xwe ya berê de maye. Gel her roj van gazinên xwe tîne zimên. Aliyekî çem her roj dewlementir, aliyek xizantir dibe. Li Turkî jî, Sûrî jî, li Îran û Amerîka jî rewş ev e.

Lê tiştek heye ku divê were zanîn. Li bakur her culemêrgî di heman demê de ewqasî jî mêrdînî ye. Her dimilî (zaza) ewqasî jî kurmanc e, her kurmanc ewqasî jî zaza ye. Li başûr ev ne wisa ye. Heta ku li Duhok, Zaxo, Amediyê û hin deverên din bi kurmancî perwerde serbest nebe jî ev wisa ye. Bandora vê yekê ya civakî-polîtîk divê were zanîn. Kurmancî li van herêman serbest bibe jî dê bi kurmanciya bakur perwerdeyê nebînin, dê ji xwe re bi zaravayê nû Behdînî perwerde bibin. Yanî bal li ser tiştekî din e.

Ya din hîn kurd ji rengên zer û şîn xilas nebûne li başûr. Hîn zer PDK ye, şîn YNK ye. Yanî mejiyê civakê jî bi piranî hîn zer û şîn e.

Li başûr her çiqas gel ji desthilatê ne razî be jî, gel bixwe hîn bi hev nekelijiye û nebûye yek netew. Gelê başûr hîn bi parçeyên din re jî nebûye yek netew. Ev ruh û mejî hîn derneketiye holê. Ji ber vê jî ev mîrasa ku ji PDK û YNK’ê maye hîn ne amade ye ku ji bo demokrasî, berjewendiyên gel û aramiya xwe derkeve kolanan û bi yek dengî bide pey kesekî kurmanc an jî soran, yanî behdînî an jî silêmanî.

Jixwe tu xebata Goranê jî nîn e, ne birêxistinkirî ye. Goran ne xwedî mejiyekî wisa ye ku bikaribe li Duhokê û Zaxoyê xwe birêxistin bike û pêwistiya vê yekê jî nabîne. Ew di Silêmanî de girtî, di Hewlêrê de jî şaneşînî ye. Têkiliya Goran û aciziya gel bi hev re nîn e, gel gazinda xwe ji Goranê re nabêje, tenê li cihên a-polîtîk, xwebixwe û girtî tîne zimên. Baradayî jî li Misrê yekî wekî Noşirvan Mistefa bû, wî jî tu birêxistin nekiribû. Lê li Misrê gel ji lîstikên derve û serxwebûna Misrê natirse, xetereyek bi wî rengî nabîne û hêvî nake. Ji ber wê dema dadikeve kolanan jê re ne xem e ku kî dê bibe serokê nû. Misir guhertin divê û her zindî guhertinê ji bo xwe wekî şenseke nû ya jiyanê dibîne.

Tu dest ji vê berde, gelê başûr hîn wekî gelê bakur ji têkoşîneke demokrasiyê re jî ne amade ye û di asta hilbijartinê de jî niyeta gel nîn e ku tiştekî wiha bîne ziman. Dema li bakur berendamên BDP'yî tên hilbijartin, ango heta ku nav zelal dibin rêveberiya BPD û heta ya Têkoşîna Azadiyê ji ber arasteyên gel diçe qaqa xwedê. Yanî ew jî nikarin her kesî li gel ferz bikin. Lê li başûr ev ne wisa ye, gel têkoşîneke li ser sindoqê jî nade.

Ji ber ku gelê kurd li bakur û başûr niha ji dervê rêveberiyên heyî difikire û bêhtir dijminên kurdan dixe hesabê. Ji ber ku dizane dema di vî warî de kêmasiyek çêbibe, parçebûnek an jî tevliheviyek çêbibe dê dijmin bi ser bikevin û gel naxwaze vegere 30 sal berê.

Rêveberiyên kurd û siyaseta kurd jî divê vê yekê bizane û reforman pêk bîne. Heke na, rojekê dê zarokên wan ji aliyê gelekî zanatir û jîrtir ve bên wergerandin.


Gotinên miftehî :