Gotinên Ocalan,gotinên,ocalan

Gotinên Ocalan

A+ A-

Ji bo du gotinên manîpulatîf ku ji aliyê dijminên gelê kurd ve piştî 15 salan bi armanca dawîlêanîna pêvajoya aştiyê û manîpulekirina gelê kurd û tunekirina Tevgera Azadiyê hatine serwîskirin, ev çend roj in hin derdor bi dil, daxwaz û zanebûn qiyametê rast kirin. Lê bi dehan pirtûk, bi hezaran rûpel û bi milyonan gotinên ku di şert û mercên girtîgehê de hatine nivîsîn û gotin û her yek bi evîna kurd û Kurdistanê dagirtî û manîfestoya jiyana wekhev û azad a mirovahiyê û gelê kurd e, dîsa bi heman armancê û zanebûn, nayê dîtin û gotin.

Dema hêzek bi bandor hebe, her kes, derdor, hêz, sazî, dezgeh, dixwaze wê hêzê an bike bin bandora xwe, eger nikaribe bi awayekî jê bixwe, ew jî nebe, ji bo mêzînên heyî xerab nebin, hewl bide wê hêzê bêalî bihêle. Dema yek ji van jî nebe, wê demê ji bo têkbirin an jî bi kêmasî bêbandorkirina wê hêzê, dikare çi bike wê dike û ji bo vê jî tu pîvan û ehlaq nînin. Çi rê û rêbaz hebin, hemû têne bikaranîn, pîvan nînin.

Ji destpêka serdema sermayeyê û avabûna hêzên desthilatdar ve, ji bo mirovahiyê bi giranî ev rastiya li jor derbas dibe. Kes û derdorên bi ramanên wekheviyê, ango ji bo îdealîzma xwe dijîn jî, dem bi dem bi bandor bûne. Bi bandora wan hin nirx û rûmet hîn jî li ser lingan mane, lê heya niha jî tu carî nekarîne vê rastiya kambax bi temamî biguherin. Kes û derdorên vê rastiyê nedîne, an dîne lê paxav pê nekirine û li gor wê jî tedbîrên xwe negirtine, zû têkçûne û nekarîne xwe ne di nav civakê de û ne jî di nav sîstema desthilatdar de bigirin. Her çendî ew hîn jî li ser ”rêça xwe” ne, lê di rastiyê de, hin ji van bi dil û daxwaza xwe, hin ji wan jî ji safikî, sivikî û sergêjiya xwe. bûne amûrên li destên serdestan.

Desthilatdar, timî ji her tiştî zêdetir pêdivî bi têkçûyiyan, bi kesayetên lawaz, safik, sivik û sergêjan dîtiye û herî zêde wan bikar aniye. Ev ên têkçûyî, xwedbîn, safik, sivik û sergêj, dikarin navên profesorî, rewşenbîrî, nivîskarî, siyasetmedarî û hezar tiştên din jî li xwe bikin, lê ev nav û nûçik, encama rastiya ku têde ne, naguhere. Ev kes û derdor, bi taybet jî di demên hesas û grîng de derdikevine holê û rola xwe dilîzin. Pirê van kes û derdoran bi zanebûn, dil û daxwaza xwe û ji bo berjewendiyên xwe vî karê kambax dikin. Yên safik û sergêj herçendî bi giranî hay jê nînin xizmeta çi û ku deverê dikin, lê encam ji bo wan jî naguhere. Di xizmeta desthilatdaran de ne.

Herî zêde deng bi van amûrên li destê desthilatdaran dikeve. Lewra ev him daxwaza desthilatdariyê ye û him jî, ji bo van amûran, fersenda xweîsbatkirinê û bidestxistina hin berjewendiyan e. Loma jî baş tê famkirin ka di demên wiha de, ji ber çi ye ku herî zêde deng bi hin kes û derdoran dikeve. Ev deng akordkirî ne ji aliyê desthilatdaran ve.

Di demên grîng û hesas de, desthilatdarî herî zêde pêdivî bi manîpulekirina rojevê dibîne. Lewra divê bala mirovan ji ser rojeva rastîn bê hildan û bandora rojeva rastîn bê şikandin. Ji bo vê jî di destê wan de çi hebe bikar tînin. Dema tunebe jî, diafirînin, tiştên heyî manîpule dikin, li gor dilê xwe teşe didinê û pêşkêşî raya giştî dikin. Di vir de jî dîsa rola herî grîng didine çapemeniyê û van derdoran.

Ev çend roj in, hin kasedên manîpulekirî ku 15 sal berê hatine kişandin, ji aliyê hin hêz û derdoran ve têne serwîskirin. Ev hêz, bê guman ku ji hêzên navneteweyî ne serbixwe ne ku dixwazin pêvajoya aştiyê bidawî bînin û car din rê li ber şer vekin. Lewra çareseriyeke aştiyane dê bixwe re gelek mêzînên grîng ên li herêmê biguhere. Ji xwe ketine taya pêşkeftinên li Rojava û ji bo têkbirina şoreşa Rojava jî ji destê wan çi qirêjî û gemarî tê, dikin. Heman tiştî li Bakur jî dikin û baş dizanin ku çi li Rojava, çi li Bakur û çi jî li Rojhilat, pêşkeftinên ku dibin, bi temamî bi ked, raman û hêza birêz Abdullah Ocalan bûne û dibin. Ji lewre ye ku armanca van derdoran a herî mezin jî, Ocalan bixwe ye.

Ev rastî ne ji niha ve wisan e. Bi taybet jî, ji roja ku sîstemê îman pê anî dê nikaribe PKKê bike binê bandora xwe û bikar bîne, biryara tunekirina PKKê da. Dema dît ku heya Ocalan hebe ev ne pêkan e, wê demê berê xwe dane birêz Ocalan û dest bi propogandayên reş û qirêj kirin. Di van propogandayan de jî, dîsa bi taybet kesên ji PKKê veqetiyane û partî û rêxistinên bakur ên têkçûyî hatin bikaranîn. Çewa ku îroj jî dîsa heman kes û derdor, heman kambaxiyê dikin! Piştre gotin ”Ji PKKê re jî belê, lê ji Ocalan re Na!” Demek dirêj ev propogande hate kirin û bikaranîn. Lê negirt û PKKê jî, gelê kurd jî dev û dest ji Rêberê xwe bernedan. Dawî pêvajoya ku dê bibe sedema dîlketina birêz Ocalan hat destpêkirin. Piştî dîl girtin jî xwestin birêz Ocalan biawayekî bikujin, lê sîstemê ji ber xetereyên wê, destûra vê yekê nedida. Li gel vê jî, hêza desthilatdar a nîjadperest û faşîst ku sedema hemû qirêjiyên li bakurê Kurdistanê ye, dixwest bi vî karî rabe û ji bo vê jî hew didan ku birêz Ocalan milîtanî bike, serî hilde û mîna ”lehengekî” tevbigere ku bikarin wê atmosfer û zemîna bidarvekirina wî jî ava bikin. Eger Ocalan wisa tevbigeriyana, dê dilê gelek kurdan xweş bikira, lewra kurd ji ”mêranî”yê hez dikin ku loma jî wenda kirine. Ev dê di heman demê de bibûna sedema provakasyoneka mezin di nav civaka tirk de. Dê her du gel bihatana hemberî hev û dê dewleta tirk ”neçar” bimana û birêzOcalan bidarvekirina. Ji bo vê jî, ango ji bo qanîkirina birêz Ocalan a helwesteka ”lehengî” jî, parêzerê wî bi xwe hatibû erkdarkirin. Piştî ku ev armanca parêzer ji aliyê birêz Ocalan ve hat dîtin, parêzer ji parêzeriyê hat bidûrxistin û piştre jî ji xwe êrîşên ”parêzer” destpêkirin, ta îroj jî didomin.

Dema ev lîstik hemî negirtin, vê carê dest avêtin nava PKKê. Lewra ji xwe di dawî de armanc tunekirin, ango şikandina PKKê bû. Wê demê hebûn û tunebûna Ocalan a fîzîkî jî di şertên girtîgehê de, zêde tiştekî îfade nedikir. PKKya ku dev ji Serokayetiya birêz Ocalan berneda, diviya ji navê ve bihata belavkirin. Ji bo vê jî, amadekarî ji xwe ji berê de hatibûne kirin. Sîstem qertên destê xwe, kengî pêwîst bibîne bikar tîne. Dema pêdivî pê nemîne, diçirîne û davêje. Dîsa wisa kir û hin kesên di nav PKKê de ji PKKê veqetiyan. Ya rastî ne hin kes bûn. Nîvê Komîteya Navendî ya PKKê û li gel hin fermandaran, hezar gerîlla ji PKKê veqetiyan. Ev ên veqetiyan jî, beriya veqetin, hewl dan bandora birêz Ocalan bi gotin û propogandaya ”Serokê me di nav destê dijminan de ye û di vê rewşê de nikare Serokayetiya praktîkî bike. Her wiha em nizanin ka tiştên dibêje ji devê wî û bi îradeya wî hatine gotin an ne. Loma jî ew ji îroj û pê ve serokê me yê manewî ye û semboleke ji bo me, lê gotinên wî êdî me girênadin.” Yên wiha gotin û wiha îman pê anîn, hemî, bi desteka sîstema cîhanê û armanca ku dê bibine ”alternatîf”, partiyek ava kirin. Ev veqetandina mezin, bû hêviyeka mezin ji bo sîstemê, dagirkeran û dijminên PKKê û birêz Ocalan. Piştre çi qewimî ji xwe tê zanîn.

Bi demê re zelal bû ku ew bêbextiyên têne kirin hemî ji aliyê dijminên koka vî gelî ve têne serwîskirin, bi armanca serîtevlîhevkirina gelê kurd. Her wiha ew kesên wê demê bi îsrar van tiştan digotin û dixwestin, îroj li ku derê ne di nav jiyaneke çawan de ne; Tevgera Azadiyê li gel Rêberê xwe ve di çi rewşî de ne û çi dikin, ev hemî pir baş têne dîtin ji bo çavên ku dixwazin bibînin.

Ji bo çavên ku naxwazin bibînin, nikare tiştek bê gotin, lewre feyde nake. Tenê dikare bê gotin ku ev daxwaz û hêviyên ku li ser navê kurdayetiyê têne kirin, "bila Ocalan xwe bide alî", bi kêrî dagirkeran û hevkarên wan tê. Lewra ev daxwaz, lîstik û hêviya wan e û her ew in yên hewl didin vî agirî geş bihêlin û di nav civaka kurd de jî vê nêrînê bikine xwedî cîh û bandor!.. Mirov divê ne di xizmeta vê polîtîkayê de be. Malkambaxiya esasî ev e. Êdî li ser navê çi û bi armanca çi tê kirin, piştî deverekê, ne pir grîng e.

15 sal berê jî, dema birêz Ocalan dîl ket, heman derdor, ji vê mezintir qiyametan rast kirin. Tu tiştek û nebuyek nema ku bi birêz Ocalan ve nehanîn. Lê piştî 15 salan jî, îroj ew derdor li ku derê ne, çi dikin, di vî 15 salî de çi kirin û Tevgera Azadiyê û birêz Ocalan li kur in, çi dikin, li pêşkeftin û destkeftiyên hatine bidestxistin bi çavek bêalî bê nihêrîn, dê baş bê dîtin.

Gelê kurd polîtîze bûye û dizane kî ji bo wî çi dike, çiqasî dike û heya ku derê heye. Li gor wê jî nirx didê û xwedî derdikeve. Evqasî zelal e ev tişt. Vîdeoyek ku ji aliyê dijminên gelê kurd ve, ji xwe bi vê armanca serîtevlîhevkirinê hatiye amadekirin û manîpulekirin, nikare vê rastiyê biguhere. Berê jî gelek caran tiştên hîn qirêjtir ceribandin, lê negirt, nagire, lewra rastî ewçendî zelal e. Bila tu kesek van lîstikên dijminan ji kîna nav dilê xwe, an jî bêkêriya xwe re referens nîşan nede û di çemê wan de avjeniyê neke, lewra dê tu ferqa wan jî ji hev nemîne.

Armanca belavkirina van kasetên manîpulatîf, tunekirina pêvajoya aştiyê û rêlibervekirina şerê çekdarî ye. Ev dikare bibe sedema şikandina hêza li Rojava jî!.. Armanc her wiha guherandina rojevê û şikandina baweriya gel û PKKê ya bi birêz Ocalan ve ye. Em di pêvajoya aştiyê û hilbijartinan de ne. Her kes mecbûr e sekna xwe di ber çav re derbas bike û nebe amûr ji dijminan re.

Dîroka desthilatdaran li ser zilm û derewan ava bûye, lê tu desthilatdar nekariye li hemberî rastiyan li ser lingan bimîne.

Ev kesên li hemberî birêz Abdullah Ocalan van êrîşan dikin û kesên van derewan li ser navê kurdayetiyê belav dikin, dikin armanca êrîş û gemariyên xwe, dê li hemberî vî gelî û dîrokê her tim bi lanet û şermezarî bêne bibîranîn.

Mahabad Felat Arda 2014-02-08


Gotinên miftehî :