Grîngiya al û sembolan
Al, sembol, hin tişt, heta carinan hin kesên ku ji bo gelekî, neteweyekî mîna nirx û rûmet têne dîtin, binavkirin û parastin, di nav herikîna dem û dîrokê de, bi sedem, bûyer û rûdanên cuda ava dibin, an jî derdikevine holê. Gel û netewe xwe li der û dora van sembolan digirin û ew êdî dibine pîvana giyana netewayetî û lixwexwedîderketinê. Ev tişt û sembol dikarin cil û berg bin, dikarin çîrok bin, dikarin hin cejin bin, dikarin biwêj û gotinên pêşiyan bin, dikarin her tiştên ku bi ziman, çand, dîrok û folklora wî gelî ve girêdayî ne bin. Her wiha, dikarin hin kes bin ku di dîroka wî gelî de, di warê ziman, çand, wêje, dîrok û siyaseta wî gelî de roleka grîng lîstine. Dewlemendiya van tiştan, qewînî û dewlemendiya kok û giyana netewayetiya wî gelî ye. Gelên ku nirx û rûmetên wan ên di çarçoveya tiştên li jor hatine diyarkirin de zêde bin, ew gel bindest bikevin jî, bi temamî têkbirin û wendakirina wan ne hêsan e. Ji lewre jî, her tim xewnereşka dagirkerên xwe ne. Dagirker, ji bo ji vê xewnereşkê rizgar bibin, beriya her tiştî êrîşê van nirx, rûmet û sembolên gelên ku kirine binê destê xwe dikin. Ji bo tunekirina van nirx û rûmetan, êdî ji destê wan çi bê, her cure rê, rêbaz û êrîşên gemarî diceribînin û tu sînor jî nas nakin.
Gelên ku di mijara nirx û rûmetên hevpar de lawaz in jî, an ji gelên din didizin û lê xwedî derdikevin, an ji gelên din kopî dikin û li gor rastiya xwe ya civakî reng û rûçik didinê, an jî li ser bingeha derew û manîpulasyonan ji xwe re ji nû ve diafirînin, ji bo hejmara sembol û nirxên xwe zêde bikin û bikaribin gelê xwe li dora wan bidine hev. Mînakên wiha, bêtir jî li welatên Ewropayê têne dîtin. Di gelek çîrok û sembolên alman, belçîkî, îskandînavî, û îngilizan de ev têne dîtin.
Welatên mîna Tirkiyeyê jî ku li ser kavilên împaratoriyeka mezin û çelexwarî ava bûye jî, ev rewş pir cudatir û xeteretir e. Lewra osmanî bi xwe ne diyar e û hîn ji sedî sed îsbat nebûye ku çi ne û ji çi nîjadî ne. Tevlîhevî û çelexwarîtiya Împaratoriya Osmaniyan mijareka din e. Lê, li ser kavil û ji nav xumamiya împaratoriyeka bi vî rengî, bi biryara sîstema desthilatdar a cîhanê, bi destê bermayiyên osmaniyan dewletek nû ku navê ”komar”ê lê kirin, hate damezirandin. Bi komkujî, asîmîlasyon, hezar dek û dolabî, ev komar, bi gelên di nav Împaratoriya Osmaniyan de dijiyan, dane pejirandin û ji bilî kurdan, hemuyan jî, di nav demê de, di nav diranên vê çerxa zalim de hêran, hûr hûr kirin û tevlîhev kirin heta ku hemî jî şibiyane hev û rengê hev û du girtin. Navê wê tişta derketî holê jî kirin ”tirk”. Ji kurdan jî yên di ber diranên wê çerxê ketin ne kêm bûn bê guman, lê ta îroj jî, nekarîn gelê kurd mîna gel, di ber diranên wê çerxê bixin ku heya îroj jî hemû hewldan, armanc, xiyal û daxwazên dewleta dagirker jî ev e û ne tu tiştek din. Nikare bibe tiştekî din jî, lewra hebûna gelê kurd ne tenê xewnereşka wan e, lê zemîn û sedema tunebûna wan e jî.
Li gor hin lêkolînên genetîkê, hejmara tirkên resen ên di nav kesên ji xwe re dibêjin ”tirk” de, ji sedî 4 e ku ew jî tê gotin ku (dikare tirk bin). Ji ber van hemî sedemên hatin gotin, tu al, sembol, nirx û rûmetên ku ji nav dem û dîrokê herikî bin û ava bûbûn ên dewleta tirk, tunene. Hemû tiştên ku îroj lê xwedî derdikevin bi giranî malê diziyê ne. Beşeka piçûk jî, li ser bingeha derew û manîpulasyonan, piştre hatine afirandin û dane ber gel ku gelên di bin siya vê dewletê de, di bin navê tirkîtiyê de xwe lê bipêçin. Heya niha bi ser ketine. Lê ji ber kok tune, dikare bi pifekê re jî bi hewa bikeve û belav bibe. Xwedî û rêveberên vê dewletê, bi zanîna vê rastiyê tevdigerin. Yek rêyek bi tenê ji bo wan heye ku bi hewa nekevin û ji hev belav nebin, ew jî zilm, derew, dek, dolap, dizî, talan û kuştin e. Sînoran jî nas nakin di van kiryarên xwe de. Lewra yekane sedema liserpiyanmayina wan, ango hebûna wan ev tişt in.
Dîsa ji ber van hemû sedeman, dema ”êrîş”ek li dijî van ”al, nirx û rûmetên wan” dibe, hemî bi hev re mîna dîkê elo elo deng bi wan dikeve û xwe diwerimînin. Lê ne tenê xwe diwerimînin, vê ”êrîş”ê, dikine sedemeka esasî ji zilm, zordarî, êrîş û hovîtiyên xwe re. Pirê caran, ji ber hebûna xwe li ser zilmê didomînin, ew bi xwe, bi dek û dolab û provakasyonan, zemîna ”êrîş”ên li dijî van ”al û sembol”an ava dikin, an jî organîze dikin û pêk tînin. Piştre bê ser û çav êrîşê gelê kurd dikin. Heman tiştî, berê dihanîne serê rûm, ermen, asûr û suryaniyan jî. Lê niha êdî bi tenê kurd mane yên li ser piyan û kelêmên li çavên wan.
Di dawî de, divê bê zanîn ku hemû ax û al û sembol û nirx û rûmet û dewlemendiyên gel, ji bo wî gelî ne, ne serdestî wî gelî ne. Sedema xwedîlêderketina wan, ji bo şahî, dewlemendî û bi xurtî liserpiyamayîna gel e. Ne armanc in, lê amûrên jiyanî ne. Her wiha, gelek ji wan, dikarin di nav dem û dîrokê de, reng û teşe biguherin an jî tiştên din bikevine şûna wan. Tişta mayende ku divê bê parastin, gel bi xwe ye.
Îcar; dema birêz Ocalan qala provakasyonan dike ku divê her kesek jê hayîdar be û rê nedê; bi zanebûneka kûr a rastiyên vê dîroka gemar van hişyariyan dike. Ew rola xwe ya Serokayetiyê dilîze û rê li ber lîstikên dijminan digire ku pirê caran gelê kurd bi xwe bûye navgîn ji van lîstikan re. Him jî di bin navê welatparêziyê de û bi nezanî. Ev rol, rola Serokayetiyê ye û bi taybet jî hin siyasetmedarên me yên di qada legal de divê ne bi dev û rola Serokayetiyê biaxivin û tevbigerin. Ew bêtir divê di nav gel de bin û xîtabê giyan û daxwazên gel bikin. An na bi hin gotin û daxuyaniyên xwe ve, tenê dibine amûrên destên hin kes û derdorên xêrnexwaz.
Mahabad Felat Arda [email protected]