Hûn terorîstekî 6 salî dinasin?
We qet bi can, an bê can, bedenekî qicûcanik li ser milê xwe biriye? Baş e hûn qet qicûcanekî wisa nas dikin ku di sînga wî ya piçûçik de guleyeke qirase çikiyabe, destên xwe li ser wê sînga qul û bi xwîn girê dabe û hewl bide ji we re êşa xwe vebêje? Kesî ji we re bahsa rûyê wî yê gilover û hinarokên sor kir? An jî sarbûna mirinê?
Belkî hîn jî navê guleya qirase a li sînga wî daçikandî nizanibû, digot belkî lîstok e, lê hûn bi qasî wî, êşa wê guleyê dizanin gelo? Hûn qet bûn şahid, dema giyan xwe ji bedeneke qicûcanê vedikişîne? We germahiya wî ya dawî li ser xwe hîs kir û li ser milê we sar bû, zarokek?
Di nav jiyan û mirinê de diçû û dihat Enes û li der û dora xwe dinihêrî. We qet wêneyê nêrînên dawî yên li jiyanê, yên zarokekî kişandiye? Ha bi rastî; hûn Enes nas dikin? Belkî gelek ji we ji wêneyên li ser rojnameyan dizane, lê we qet xwe kir şûna wî, yan jî zarokên xwe? Qet ket xewnên we? Qet hûn nîvê şevê bi qêrîn hişyar bûn û we wisa zanî ku hîn jî ew zarok li ser milê we ye? Û hûn ji bo wî xelas bikin, nehêlin bimire, we çiqasî hewl da?
Baş e zarokên piştî wî?!..Lê kujer....!Lê wîjdan...!
Wê rojê gule mîna baranê dibariyan bi ser gel de. Mîna bi sedan zarokên Kurdistanê yên hatine qetilkirin, yek ji wan guleyan bûbû para Enes jî. Gule lê ketibû, li nav kuçê mabû, xwe şaş kiribû, nizanibû çi bû, nizanibû çi bike.Diya wî, dema ew yeksalî bûye, wefat kiriye û wê rojê ji mala xwe, wê biçûna mala xaltiya xwe. Xwestibû here xaltiya xwe bibîne, mîna her car. Bêhna diyan dihat ji xaltiyan. Wî jî dixwest xaltiya xwe car din bêhn bike. Lê vê carê ne bêhna xaltiyê, bêhna barûdê û şewata sînga wî bû ku pozê wî dişewitand. Dê çi bizaniya ku wê rojê kuçe û kolanên Amedê bi kujerên zarokan ên dev bi xwîn dagirtî ne.
Mirin, li ber derê mala wî, di nav nêrînên şaşwaz de jê re kemîn danîbû, wê rojê. Kujerên wî li hember rawestiyabûn. Kujerên xwe dîtibû. Gule li ser sînga wî ketibû, lê ji ber germahiya birînê, hîn jî nizanibû çi bûye û li der û dora xwe dinihêrî. Paşê, ew çîmên wî yên piçûçik êdî hew wî ragirtin, li dora xwe şewişî û bi ser çokên xwe ve ket.
Wî jî qedera bi sedan, bi hezaran zarokên kurd, bi wan re parve kiribû.Qazaxê li serê, di ser sînga wî re qul bûbû, ji devê wî yê piçûçik xwîn diherikî. Çavên wî melûl dibûn, bîbikên çavên wî di nav valahiyeke kûr de wenda dibûn. Lê deng ji Enes dernediket.
Hûn dizanin çi êşeke mezin e, mirov wî zarokî, li ser milê xwe bike, bi vir de wir de bê çare baz bide, lê nikaribe wî ji mirina bêbext birevîne, veşêre?
Zarokên we yên di temenê Enes de hene gelo? Lê hezkiriyên we? Dema we nûçeya mirina wî xwend, hûn qet zivirîn û we li wan zarokên xwe, an hezkiriyên xwe yên di temenê Enes de ne, nihêrî?
Dema Enes kuştin, gotin "terorîst" e. Hûn qet "terorîst"ekî 6 salî dinasin? An jî di dîrokê de "terorîst"ek di vî temenî de heye?
Çekên li destên kujerên xwînmij, ji bejna Enes mezintir bûn û bi wan çekan, bi barbarî gule dibarandin bi ser zar û zêçan, pîr û kalan, mêr û jinan ve. Heta mirîşkên kurdan jî hedef bûn ji wan re. Cenawirên di şiklê mirovan de bûn, lê Enesê 6 salî tirsa li dilê wan bû gelo?Belê, Enes jî, mîna hemû zarokên kurdan, xewnereşk û tirsa li dilê wan cinawiran bû.
Dema ji dayik bûbû, navê "terorîst"iyê ji ber kurdbûna wî lê hatibû kirin, ew bi xwe wateya "terorîst"iyê nizanibe jî!..Temen qet ne grîng e. Hûn kurd bin, ji 1 saliya xwe heya 100 saliya xwe, hûn "terorîst" in.
Baş e kî ne yên dibêjin "terorîst"? Gelo ne ew in ku li gel jin û zarokan jî, fermana kuştina kurdan didin? Ne ew in mirinê vedireşin bi ser kurdan û axa Kurdistanê ve? Gelo çi navî li wan dikin ku tên bi ser malên me ve digirin, dest datînin ser mal, milk û jiyana me?
Hedefa wan axa kurdan e, ji ber wê jî, ne tenê ji zarokan re, nikarin ji qijikeke ku li wê axê xwedî derdikeve re jî tehamulê bikin. Ji lewre jî cudahî nekiribûn navbera zarok û mezinan. Kî hat ber wan gule lê reşandin.
Ey ew ên ji xwe re dibêjin em "mirov"in û bê deng dimînin, mirovahî ev e? Baş e, di nav kujeran û temaşevanan de çi ferq heye? Yek dikuje û yê din jî temaşe dike. Wê demê temaşevan jî en hindik bi qasî kujer ne tewanbar e? Lê "rojnamevan"ên ku bi çavên xwe rastiyê dîtin û navê "terorîst"iyê li wî zarokî kirin? Qelemşorên şer...
Navê Enes pêşî ji aliyê wan ve hat lêkirin: "Dema kevir davête polîs, gule lê ket." gotin, rûyên qirêj, wîjdanên reş û gemirî. Hûn dizanin min vê nivîsê di rewşeke çawan de nivîsî? Piştî ku Enes hat qetilkirin, car caran ji bo ku rûyê wî ji bîr nekim û kîna li nav dilê min kombûyî bi bîr bînim, li wêneyên Enes dinihêrim ku min di nav girîn û qîjînan de kişandibûn. Dema li wan wêneyan dinihêrim, êş dikşînim, lê ji bo ji bîr nekim, vedigerim û dîsa dinihêrim. Îşev min dîsa li wêneyên wî nihêrî, li çavên wî!.. Û car din wê rojê jiyam... Paşê razam, lê di xewê de car din çûm wan rojan, nav kuçe û kolanên Amedê, bin barana guleyan. Tablo, di xewê de jî, bi hemû zindîtiya xwe li ber çavên min bû. Mîna gelek caran, dîsa bi qîjîniyekê ji xewê hişyar bûm û heya demekê jî min wisa zanî ku li wir im, heya bi zor bi ser xwe ve hatim.
30yê meha adara sala 2006an bû canê zarok dabûn ber gulan û min şeva siyê adara 2008an, ango şevê din vê xewnereşkê car din dît. Ez wê rojê li wir bûm. Min her tiştî dît. Min kujer jî dît û qurban jî!.. Rojek beriya kuştina Enes, polîsan dema êrîşê ser çalakvanan dikir min wêne kişand. Polîs ber bi min ve hatin û li karta min a rojnamevaniyê ku di stuyê min de bû, nihêrîn û gotin: "Weeyy, Rojnameya Gundemê, Ozbariş, baş e, bikşîne bikşîne, ka kî ji me baş dikşîne, tê niha bibînî" got û keniya. Deh deqîqe derbas nebû, çalakvanek hat ba min û got; "hay ji xwe hebî, te nîşanê hev didin". Min nihêrî, rast e. Lê min got di nav ew qas rojnamevanan de nikarin ew qasî vekirî berî min bidin û min makîneya xwe ya wêneyan ber bi wan de kir û kişand. Pê re gule berdan û çalakvan xwest xwe bavêje ser min, lê lingê wî li hesinek li erdê ket û destê wî li ser sînga min ket, pê re jî ez terpilîm, bi aliyek ve çûm û gule di ber pozê min re çû. Hedefa wan serê min bû.
Dotira rojê, li ber qereqola polîsan a bi navê 10 Nîsanê, di bin barana guleyên barbaran de ku bi ser gel ve direşandin, bi vir de wir de baz didam ku nûçe çêkim. Di wê kêliyê de Enes ber çavê min ket. Li nîvê kuçeyê bû, şivek di destê wî de, di erdê dida û dilîst, bêyî ku paxaf bi wê qiyametê û gulebarana barbaran bike. Ez ber pê ve bazdam û min kir qêrînî: "Xwe bavêje erdê, xwe bavêje erdêêê!.." Zîvirî, li min nihêrî û gavek ber bi min ve avêt, lê gava duyem neavêt, nikaribû bavêje. Guleyek ku ji çeka barbarê bi rûpoşa berfê, kîn vedireşiya, hatibû li ser sînga Enes çikiyabû.
Ez negihîştibûmê. Axx xwezî bigîhiştimayê, min xwe bavêta ser û ew gule li min biketa, lê nebû, nebû, negihîştimê Xwedayo. Dema gihîştimê, êdî li erdê bû. Li ser çokê xwe ketibû, destên wî li ser sînga wî, bûbû mîna gulokek. Min wî ber bi xwe ve kişand, hîn sax bû, nizanibû çi ye, li der û dora xwe dinihêrî. Rojnamevanekî din hebû li ba min û her zanibû ku kevir lê ketiye, wî jî fam nekiribû û got: "Kevirên ku girseya gel davêjin polîsan lê ket". Lê di wê navberê de min wêneyê kujerê Enes kişandibû jî. Lê çi feyde!.. Ew ji bo kuştina zarokan hatibû perwerdekirin. Min Enes rakir, lê taqeta wî nemabû êdî, bi ser milê min ve ket. Min serê wî rakir, çavên wî xumam bûbûn, xwîna ku ji devê wî diherikî, çenga wî tijî kiribû.
Rojek berê Abdullahê 12 salî, li şaneşîna mala xwe bi guleya kujerên zarokan hatibû kuştin. Tabûta wî bû li ser milan û girseya gel ber bi goristanê ve diçû, Enes di wê navê da hat kuştin. Dewleta kujer, li kuçe û kolanên Amedê Peyase dikir, mîna îroj!.. Û "dijberên şer", yên "aştîxwaz", ji Amedê pir dûr, li metropolan, drûşmên "aştiyê" davêtin. Hem li dijî şer û hem jî dûrî şer bûn!..
Bîrgul Özbariş ARDA
2008-03-30