1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ha Vajê! Ha Vajê!
Ha Vajê! Ha Vajê!,ha,vajê,ha,vajê

Ha Vajê! Ha Vajê!

A+ A-

“Mirov di bin zimanê xwe de veşartî ne.”
Dema kesek axivî hûn dikarin ji hevokên wî derxin ku kapasîteya wî çi ye, kalîteya wî çi ye.
Ku nivîskarekî nivîsî, hûn ji hevokên wî û heta ji bêjeyên hatine hilbijartin û heta ji awayê bikaranîna wan dikarin fam bikin ku ew çi ye.

Rojekê li Qoserê şûnek heye. Bavê yekî çûye koça xwe ya dawî.
Nas û dost kom bûne, ber dilê kurê wî xweş dikin.
Kurê wî dewlemend e, xwedî erd e, çandiniyan dike, siwareya wî heye, xaniyê wî heye û têra xwe ji xwe bawer e.
Meleyek girtiye, daniye ber maseyê, mîkrofonek daniye ber devan. Konek vegirtiye, çendek ciwan tê de çay belav dikin.

Kî tê dibêje “Baqî xweda ye, em hemû tên û diçin. Her yek ji me xwediyê qismetê xwe ye. Her kes qismetê xwe dixwe. Heta pariyek qismetê wî mabe dixwe. Kengî qismetê wî nema dihere.”

Bi vî rengî êşa mirinê hindik dibe.
Mirov dibêje “Waye qanûna xwezayê ev e. Tiştekî ji destê mirovî were tune. Çi li pêşiya mirovî be ew e.”

Kurê mêrik, mazûbanê şûnê jî dest bi axaftina xwe kir. Cara yekem mirina bavê xwe ji mêvanan re vegot:

    "Bavê min ji xwarinê vebibû. Zewêde nediçû qirikê. Me çi bigota, me çi daniya ber, me çi ji ku baniya nedixwar. Min nihêrî dê bavê min di wî halî de bimire. Min got: “Ka were ez ê te derxim derve, hinekî bigerînim.” Em li siwareya xwe siwar bûn û tu li ku, Ankara li ku.

    Li ser riya Ankara rawestgehek heye. Em li wir sekinîn. Me got em hinekî hilma xwe vekin û ez jî pariyek nan bixwim. Bavê min got: “Law wele dilê min çû kebaban.” Wer kêfa min hat, hew xwedê zane. Erd û asîman bûn ên min.
    Seriyek kebabê min û bavê min hatin. Me zikê xwe da ber, me dewê xwe vexwar û em rabûn li siwareya xwe siwar bûn, me berê xwe da Ankara.
    Bavê min xwe di dawiya siwareyê de dirêj kir.
    Û çavên xwe girt.
    Girtin ew girtin.
    Dema min siware sekinand û ez çûm cem wî. Min nihêrî ku emrê xwe daye we.
    Min got “Subhanela ya rebî. Qey qismetekî bavê min li ser vê riyê di wî seriyê kebabê de mabû, ew jî xwar û çû. Qey evqas roj li benda wî seriyê kabebê bû.”

    Herkesî serê xwe kil kir. Careke din nimêj, rojî, fitre û zekat û hec hate bîra wan.

    Qismet û kujerî aha wisa dibin yek carinan.
    Heke ez di girtîgehê de nemabûma. Heke 21 rojan di rojiya birçîbûnê de nemabûma. Heke her ku em ji greva birçîbûnê derdiketin me şorbeyek nîsa çênekira û pêşî her yekî hindek şorbe venexwara, mîdeya xwe nerm nekira û piştî 2 saetan me hinek şorbeya din venexwara û piştî 2 saetan jî me hinek kartolên (petat) kelandî nexwara û me nezanibûya ku xwarina giran mirovî dikuje...
    Heke min ev nizanibûya min ê jî bawer bikira ku sedema mirina bavê wî ew bû ku qismetê wî li wê derê mabû.
    Lê nezanîna wî bûbû sedema mirina bavê wî. Haya wî jê tunebû. Kujeriya wî û qismetê xwedê bûbûn yek.
    Ha bibêje, ha bibêje.
    Yê dizane dizane, yê nizane baqê nîskan e.
    “Zimanê însan welatê însan e. Ziman biçe welat jî diçe.”
    “Heta kurd nebin kurd dê kurd tu aştiyê nebînin, dê riya serkeftinê ji dijminan re vekirî be.”
    “Heçî kesên ku jiyana xwe bi zimanên biyanî dimeşînin şirîkê rijandina xwîna ciwanan in.”
    Ha bêje, ha bêje.
    Ha vajê, ha vajê.


Gotinên miftehî :