Harold Pînter kî ye?
Harold Pînter kurê drûnkerekî Mûsewî ye û di sala 1930yan de li Londonê hatiye dinyê. Pînter dîyar dike ku; di dema xortaniya wî de, neyariya li dij Mûsewiyan û bandora giran a bombebaranên dema Şerê Cîhanê yê Yekem du sedemên grîng in ji bo nivîskariya wî.
Pînter, zarokatiya xwe di bin tirs û xofa mirinê ya sar a şer de derbas dike. Di dema xortaniya xwe de jî naçe leşkerî nake û li ser vê yekî Pînter derdikeve hemberî dadgehê. Kêfa dadger ji Pînter re tê û ji ber kar û xebatên wî jî, serbest tê berdan. Lê Pînter dîsa gotina xwe dibêje: "Dê di şerekî din de car din gazî min bikin, lê ez dîsa naçim".
Li gor nûçeyeke Rojnameya The Independetê, Pînter ev demek e bi nexweşiya qanserê re têdikoşe, lê car din dest ji nivîsandinê bernade.
Pînter, gelek caran aktîf beşdarê kampanyayên ji bo mafên kurdan û mafên mirovan jî bûye û bi dijayetiya xwe ya li dij polîtîkayên Margaret Thatcher û Ronald Reagen jî tê nasîn.
Pînter, heya niha ji 30yî zêdetir lîstikên şanoyê nivîsiye û her weha helbestvan û senarîstekî di ser xwe re ye jî. Li gel fîlma bi navê "Jina Serleşkerê Fransiz" ku ji ber romana John Fowles hatiye girtin, senaryoya gelek fîlmên din jî nivîsiye.
Zimanê Çiya
Pînter, li ser kurdan jî lîstikek bi navê "Zimanê Çiya" nivîsiye. Di vê lîstikê de Harold Pinter, li ser qedexekirina zimanê kurdî û pirsa dayîkeke kurd ku diçe hepsê ji bo hevdîtina kurê xwe û destûr nadine wan ku bi hev re bi kurdî biaxivin, radiweste.
Lewra ji bilî zimanê fermî, axaftina zimanekî din qedexe ye. Lê dayîk bi zimanê fermî nizane û ji kurê xwe re dibêje; "min ji te re nan hanî, sêv hanî" û hêzên ewlekariya girtîgehê jê re dibêjin: "tu nikarî bi vî zimanî biaxivî". Nahêlin dayîk bi zimanê xwe bi kurê xwe re biaxive. Kurek, nikare bi dayika xwe re bi zimanê dayîka xwe biaxive. Û axaftina wan tê birîn.
2500 sal beriya zayînê, Sophocles jî di lîstika Antigone de li ser pirsa qanûnên ku li dij rûmetî ango hesiyeta mirovahiyê ne rawestiyabû. Piştî 2500 salan, Harold Pînter jî, bi heman têkiliyê, li ser qedexekirina ziman rawestiya.
Sophocles - Antîgone
Di Antigoneyê de, Sophocles balê kişandiye ser qanûnên ku li dij rûmetiya mirovahiyê û azadiya ferdî ne. Antîgone qeça qral, ango key e. Yek ji birayên keçikê li dij bavê xwe û birayê din jî li gel bavê xwe şer dikin. Herdu birayên keçikê jî di şer de dimirin. Cenazeyên wan davêjine meydana bajêr. Key, ferman dide ku cenazeyê kurê wî yê ku li gel wî şer kiriye bê veşartin û yê kurê wî yê din jî, li wir bê hiştin. Mafê veşartina mirovên bi şeref heye. Lê cezayê li dij derketina fermanên key jî, mirin e. Antîgone, cenazeyê birayê xwe yê din jî vedişêre û key, keça xwe Antîgone jî bi mirinê ceza dike.
2006-03-09