Hatîp Dîcle
Birêz Abdullah Ocalan, derbarê netewedewletbûnê de bi nêrîn, nêzîkahî û zimanekî felsefî, zanistî, hemdemî û siyasî, têzek, nêrînek bi pêş xistiye. Bê guman ku mîna her nêrîn û têzên nû, ev jî dikare û divê bê nîqaşkirin, li ser bi berfirehî bê kûrbûn, ji bo encamên rast jê bêne deranîn û helwestên rast bêne danîn. Derbarê vê de, hin gotarên hêja di malpera me amîda de jî hatin weşandin. Lê hezar mixabin ku bi taybet jî kes û derdorên ji derveyê Tevgera Azadiyê, li şûna bi şêwazeka zanistî û uslûbeka siyasî nêzî mijarê bibin û binirxînin an rexneyan bi pêş bixin, vê yekê jî mîna hemû gav û nêrîn û pengavên Tevgera Azadiyê, kirin sedema êrîşên ne li rê û qirêj. Hîn jî tênagihêjin ku rastî û nerastiya tiştekî, bi êrîşên ne li rê û qirêj dernakeve holê. Ev bêtir dibe sedema li hev û du sorbûnê û dûrbûnê.
Lê ji bilî van derdoran û dîsa hezar mixabin ku derdorên nêzî Tevgera Azadiyê jî, hîn baş li ser vê nêrîn û têza nû kûr nebûne û nêzîkahiyek li gor giraniya wê dananîne. Loma jî hin kesên îroj di nav siyaseta aktîf de ne, di uslûb, gotin û nêzîkahiyên xwe de dikevine şaşiyên mezin ku mirov nikare bi tu rengî parastina wan bike. Dijberî wê, ew kes û bedêlên ku dane, karên ku dikin, erka ku di destê wan de ye çi dibe bila bibe, êdî dibe berpirsyariyeke welatparêzî ku şaşiya wan bê gotin û bê rexnekirin.
Mixabin ku kesên bedêlê giran dane, jiyana wan hemî di vê rê de çûne û li gor gotina wan, ew ”mirovên dozê” ne, hin gotinan dibêjin ku nikarin bêne parastin û kesên destên xwe ji ava germ nekirine û nakin ava sar, saetek jî ji xewa xwe fedakarî nakin, bûne xwediyê doza serxwebûna Kurdistanê û bi gotinên gemar êrîşê van xwediyên bedêlên mezin dikin. Lê divê bê gotin ku, sedema van êrîşan ew bi xwe ne.
Hatip Dîcle ji salên 1970yî ve di nav kar û xizmeta doza kurd û Kurdistanê de ye. Ji ciwaniya xwe ve, ji bilî doza kurd, pir nayê zanîn ku karek ji bo xwe kiriye an na. Lewra Ew her tim bi kar û xebatên xwe yên welatparêzî hatiye nasîn û zanîn. Di demên herî zahmet û di nav metirsiyeke mezin de wî timî gotina xwe gotiye û li dû gotina xwe çûye, ji gotina xwe û jiyana xwe ya bi gotina jê bawer dike ve girêdayî, tawîz nedaye.
Hatîp Dîcle, bi xebatên xwe yên Komeleya Mafên Mirovan şaxê Amedê hat nasîn û di sala 1991î de bû parlamenter. Di navbera salên 1993 û 1994an de Serokatiya Giştî ya DEPê kir. Di heman salê de li gel hevalên xwe yên parlamenter hat girtin û 10 salan di girtîgehê de man. Piştî derket, xebatên xwe yên siyasî domand û di avakirina Tevgera Civaka Demokratîk de cî girt. Piştre di avakirina Kongreya Civaka Demokratîk de jî cî girt û bû hevserok û berdevkê vê kongreyê. Heta di 24ê çileya sala 2009an de car din hate girtin û heya 29ê hezîrana sala 2014an jî di girtîgehê de ma. Di vê navberê de, di 12ê hezîrana sala 2011an de, di girtîgehê de car din bi dengekî pir bilind ji bo parlamenteriya Amedê hat hilbijartin, lê dewletê bi lîstikeka pir qirêj parlamenteriya wî ji destê wî girt û da yeka din ji partiya AKPê. Dîcle, bi gotina ku hêjayî xwe dibîne, ”Mirovê dozê” ye û tu jiyaneke din nas nake. Ji lewre jî, bedêl çi dibin bila bibin û li ser kîjan zemînî, di çi rewşî de dibe bila bibe, heya dawiya jiyana xwe ji bo gelê xwe û vê dozê, dê xizmeta xwe bidomîne.
Ev jiyan, rawestan û bedêlên giran û giranbiha ne bê guman. Gel jî vê rûmetê her tim daye Hatîp Dîcle û ciyê wî di dilê gelê bi taybet jî Amedê de, pir cuda bûye. Ez ne bawer im ku dilê tu kurdekî/a dilsoz, çi alîgirê Tevgera Azadiyê û çi jî ne alîgir, li ser girtina Hatîp Dîcle û neheqiya lê hat kirin neşewitî be.
Hatîp Dîcle, demek berê hîn di girtîgehê de bû, ji rojnameya tirkî Cumhuriyetê rojnamevan Utku Çakırözer pêre hevpeyvînek kir. Dîcle di wê hevpeyvîna xwe de wiha digot: ”Me ji zû ve ramana Kurdistaneka azad avêtiye çopê.” Min bi xwe, ji ber paşeroja wî û bedêlên daye, vê gotina wî daqurtand û min hêvî kir ku dê vê şaşiya xwe bi awayekî sererast bike. Lewra uslûb û anîna ziman pir grîng e.
Ez hîn di nav wê hêviyê de bûm ku dê şaşiya xwe sererast bike, lê hîn ji wê xerabtir kir ku êdî cî ji gotin û hele bêdengiyê re nema. Hatîp Dîcle şevê din saetek û nîv di IMC tv de axivî. Gelek tiştên rast jî gotin derbarê polîtîkayên dewletên împeryal û Rojhilata Navîn de. Her wiha derbarê sedemên dijayetiya modela li Rojavayê Kurdistanê ava bûye û êrîşên li dijî Rojava de. Lê Hatîp Dîcle wê gotina xwe car din dubare kir û li ser zêde jî kir: ”Divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke... Nebe referandûmê, dê gel bibêje ‘dewlet’ û ne rast e. Erkê siyasetmedaran vêna asteng bike. Barzanî ku dibêje ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ xelet dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Kerkûk wek Qudsê ye, ne tenê ya gelekî lê ya hemû gelan e...’‘
Grîngiya Kerkûkê û sedema ku daweta her çûkî li ser Kerkûkê ye, tê zanîn bê guman. Lê, sedema guherandina demografiya Kerkûkê ji aliyê ereban û tirkan ve jî dîsa tê zanîn. Ev nabe îsbat û nîşaneya ku Kerkûk ne tenê yê kurdan e. Ya din; ew gelên din ku li Kerkûkê dijîn, çiqasî dost û xêrxwazên kurdan e? Çiqasî dixwazin biratiyê bi kurdan re bikin gelo? Ma hema biratî li ser pişta me tapo bûye û bûye kûz û qilûza me û em jê rizgar nabin?
Dema mirov nizanibe ew gotin ji aliyê Hatîp Dîcle ve hatine kirin û mirob çav bi wan bikeve, dê mirov bêje ev yan tirkek, yan tirkmenek, yan erebek, yan farisek nîjadperest e, an jî ermenek neteweperest e, lê teqez ne kurdek dilsoz e!..
Di demek wiha hesas de ku li her çar parçeyên Kurdistanê hestên welatparêziyê û dilsoziya bi kurdayetiyê re ji her demê bêtir bilind bûye; cara yekem e kurd li her çar parçeyan jî fersendên wiha dîrokî, mezin û grîng bi dest dixin; ji her demê bêtir dijminên gelê kurd li ser serê gelê kurd hêwirîne; metirsiya li dijî gelê kurd û azadiya gelê kurd ji her demê bêtir bi heman lezî dibezin û ji her demê bêtir pêdiviya gelê kurd bi yekîtî, germahî û biratiyê heye, divê siyasetmedar û pêşengên gelê kurd jî ji her demê bêtir baldar bin û hay ji xwe û gotin, daxuyanî û tevgerên xwe hebin. Rast e ku em kurd hêj nû ne di siyasetê de, lê di demek kin de bi bedêlên pir giran tecrubeyên zêrîn jî hatin bidestxistin.
Di ber vê dozê de kî çi bedêlê dabe, ji bo xwe û di ber xwe de daye. Minet di vê de tune. Bedêldayîn mafê tasarufa tu tiştekî nade tu kesekî. Bi taybet mafê tasarufa bajarên Kurdistanê û serxwebûn û azadiya Kurdistanê!.. Helwestên dijberî vê, bedêlên hatine dayîn bêwate dike û rûmetê dadixîne!..
Mahabad Felat Arda 1994-07-05 [email protected]