1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Havîn demsala Mihrîcanan e
Havîn demsala Mihrîcanan e,Havîn,demsala,Mihrîcanan,e

Havîn demsala Mihrîcanan e

A+ A-


Ev demek bû me cihê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê guhartibû, li cihê nû jî înternet û telefon nebûn, lewre min belekî xiste nava karê nivîsandinê. Ji ber vê yekê, ez ji we û edîtorên malperê lêborîna xwe dixwazim.

Havîn li bakurê Kurdistanê demsala mîhrîcanan e. Li bajar û bajarokên ku ?aredarî ketiye destên kurdan ?ahî û mîhrîcan têne lidarxistin. Ez bi xwe heta îsal ji bilî mîhrîcana Amedê, be?darî tu mîhrîcanan nebûbûm. Lê îsal ez li mîhrîcana Amed, Bazîdê û 3 yemîn ?ahiya Girê Koxê ya Gimgimê bûm mêvan. 

Li Amedê û Bazîdê ez digel çend helbestvan û nivîskarên kurd be?darî panelên li ser Apo Osman Sebrî bûm. Her wekî tê zanîn îsal sedsaliya jidayîkbûna Osman Sebrî ye. Di van ?ahî û mîhrîcanan de bibîranîna Osman Sebrî gelekî girîng e. Bibîranîna kesekî ji gundekî Gexteyê li cihekî wekî Bazîd, pê?ketina hi?mendiya kurdayetiyê û asta pê?ketina doza kurdan nî?an dide.

Ji bo min navê Osmanê Sewrî (kurdên Kolikê wisa dibêjin) xwediyê wateyeke taybet e. Li êrdima Kolikê navê Osman Sebrî yeksan e bi doza kurdayetiyê. Gelek kes bi saya wî navî bi doza xwe hesiyane. Ez bi xwe bi saya serê wî hînî dîroka e?îra xwe, ango e?îra Mirdêsan bûm. Li vir pêwîst e, em saziyên me yên li Kolik û Semsûrê jî rexne bikin ji ber ku van di teveka salê de ji bo bîranîna Osman Sebrî ti?tek nekir. Heçî ?aredarê Kolikê û kesên mîna Mîr Dengîr Firat in, divê mirov ?ermezar bike. Ji ber ku ew bi xwe xizmên Osman Sebrî ne, lê wan ti?tek ji bo bîranîna Osman Sebrî nekir.

Em vegerin ser mijara xwe, heçî Amed e, ji hêla her kesî ve tê zanîn, lewre jî pêwîst nake em qala mîhrîcana Amedê bikin. Lê mîhrîcana Bazîdê hêjayî daba?kirinê ye. Di bin siya ?er û pevçûnê de bilindkirina dengê wêje û stranên kurdî ne karekî hêsan e, lewre jî divê mirov ?aredara Bazîdê Mukades Kubîlay û hevalên wê pîroz bike. Her wiha li qûntara çiyayê Agirî ezimandina ew qas mêvan jî hêjayî pesindanê ye.  Di vê mîhrîcanê de ti?tekî girîng jî vekirina peykerê Ehmedê Xanî ye. Ligel hinek galegalên hîç û pûç ên derdorên pa?verû ku vekirina peyker wekî pûtperestî nî?an didan, vekirina peykera Xanî Baba girîng bû.

Cihê ku bi taybetî ez dixwazim li serê rawestim Gimgim e.  Min bi xwe cara yekem ev bajarê xwe?ik dît. Li vî bajarî kurdên kurmanc-sûnî û kurdên zaza-alewî sentezeke ba? pêk aniye. Digel hemû hewldanên AKP û CHP’ê yekitiya kurdan, hi?tiye ku ?aredarî bikeve destê gel. Gimgim bi aliyekî her wekî Hîcrî Îzgoren jî gotî di?ibe Dêrsimê, lê aliyekî xwe tam Serhed e. Jixwe ji roja ku em çûn heta roja vegerê li her cihî dengê dengbêjan ji ber guhên me kêm nebû. Hin caran li kasetfiro?ekî, hin caran li çayxaneyekê, hin caran jî li ser Girê Koxê.

Dilgermî û mêvanperweriya gelê Gimgimê çi kurmanc, çi zaza dilê mirov jî germ dikir. Li wir ti?tê ku ez xemgîn kirim, em mecbûr man ku bi tirkî li ser zimanê kurdî xeber bidin. Lê dîmena roja ku serê sibê saet di 5:00’an de li serê Girê Koxê hilat, her ti?t bi me da jibîrkirin. Bifikirin çiqas dîmeneke xwe? e ku di demsala havînê de, mirov di çileyê havînê de bi berfê bilîze û ber bi destê sibê ji sir û seqemê biricife; 3 hezar kes bi hev re li bilindahiya 3018 metroyî li benda hilatina rojê bimînin.

Belê li Kurdistanê havîn bûye demsala ?ahî û mîhrîcanan, gelê me dixwaze birînên xwe bi helbest û stranan derman bike, lê mixabin zûrezûra guran destûrê nade ku zarokên kurd bê tirs û saw razên. Ji stran û helbestên me ditirsin, lewre jî li Gimgimê bi fermana fermandarê qereqolê di rojekê de 84 caran ceyran hate birîn, ligel wê li piraniya erebeyên ku mirov dibirin ser Girê Koxê cezayê trafîk hate birîn.

  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :