Hefteya Mafê Mirovan - 1
10'ê meha em tê de, Kanûna 2010 an, Hefteya Mafê Mirovan, dikeve 63 mîn sala xwe.
Di ewçend salên derbasbûyî de hejmarek belge, beyaname û peymanên din ketin jiyanê, xal û madeyên li ser mafên mirovan, mafên bingehîn dan pey hev, bûn rêz û li cîhanê wergeriyan zimanên corecor.
Cardî ji derketina vê beyanameyê û bi vir de (1948), bi sedan konferans yên neteweyî û navneteweyî li dar ketin, ji her aliyên cîhanê siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn, axivîn, gotinên xweş û edebî kirin û di encamnameyên navdar de biryarên hevbeş bi laş û gewde kirin.
Her saziya nû bi çêbûna xwe û her pilatforma navneteweyî jî bi dengvedana xwe, hêviyên bi jiyaneke mafdartir, wekhevtir û layiqtirê mirovan binûvekir û ji bo siberojeke ewletir bû dilxweşkirinek, dilavreşandinek.
Lê ne zêdetir.
Îro dema mirov ji sala 2010'an piştî 62 salan çavekî davêje rewşa mafên mirovan ku ji bo vê jî çend seet gera di înternetê de têr dike, mirov dibîne ku rewşa heye, piratîk û jiyana bi xwîn û goşt, zindî û xwebêj, bi xal û madeyên di ewçend peyman de hatine destnîşankirin, dubarekirin û çendgîsinîkirin, qet li hev nakin, hê gelekî dûr in ji hev.
Vê lihevnekirinê û dûraya di nav van belgan û rastiya jiyana rojane de, ji her kesî zêdetir kurd dibînin, ji serpêhatiyên xwe dijîn û bi her deqîqe, hefte, meh û sala derbas dibe re, fikra ku heger em bi destên xwe pişta xwe nexwirînin, em û gelên cîran rêyeke jiyana bi hev re pêde nekin, wê ev belge û beyaname, têra nermkirin û guhertina kolonîzatorên welatê me nekin, xwurtir dibe, zêdetir diçespe ku ev jî siyasetmedar û serokên kurdan dehfî nav siyasetên realîstir, guncawtir û maqûltir dide.
Helbet ev nayê wateya ku ev peyman negirîng in, vala û pûç in yan jî çi nirxekî wan tune.
Her yek ji wan destkewtek e, destkewtek hevbeş û malê mirovayetiyê ye, li pey her yekê ji wan ked, xwêdan û berxwedaneke dirêj, bedêl û fedekariyên sedsal û hezar salan hene.
Pêwist e em van peymanan nas bikin, serwextên naverokên wan bin û ji bîra nekin ku tim doza rîayetkirina ji wan re, bicîhanîna wan bikin, li dijî dewletên Kurdistan di nav xwe de perçe kirine, li himberê dewletên Ewropa ku gelek caran bêagehayîya me istismar dikin, em ji bo bidestxistina mafên xwe wan bikar bînin.
Tirkiye, yek ji damezrênerên Yekîtiya Neteweyan (1945) û îmzeavêjê Beyanameya Mafê Mirovan ya Gerdûnî (1948) ye.
60 sal in endamê Konseya Ewropa ye, ji 1954'an û bi vir de Beyanameya Mafê Mirovan ya Ewropa qebûl kiriye û ev 47 sal in jî ji bo endametiyê serî li Yekîtiya Ewropa daye ku ji ber vê jî hejmarek kirîterên bicîhanînê dixwazin li bendeyî Tirkiye ne.
Ev giş Tirkiye dixin bin bar û berpirsiyariyekê. Heta îro binbariyên Lozan jî di nav de Tirkiye, çendî ji dest hat, jê re serifî, xal û madeyên di van peymanan de paşguh kirin, xwenebihîstî kir û dema xwe li vê danî jî ji bêtecrûbetî û nezaniya me, ji nehişmendî, bêorganîzeyî û bêhêziya me istîfade kir.
Îro tecrûba me, hişmendiya me, organîzebûyîna me di asteke din de ye, Kurd bi giştî û kurdên Bakur bi taybetî, di van 30 salên buhurî de, di her aliyê jiyanê de, çendcaran li xwe bûne û êdî reş û sipî, baş û xerab, li gel xwe û li dij xwe, baş ji hev derdixin, çi ne çi û çi ye zanin, ketine pey şopa sûcên dewleta tirk, sûc û tawanên wê vedipexêr in, dosyên wê dadixin ser maseya raya giştî û di nav hesabdîtin û hesabderxistineke dîrokî de ketine rê.
Êdî ji vir û hade ne xêr e ji dewleta tirk re, ji nasyonalîzm, milîtarîzim û nîjadperestên dijminên kinêsa ermenî, suryanî û pontûsan re.
didome
Hefteya Mafê Mirovan -2-
Sala 201a an çend hefteyên din wê here ava û em dê têkevin sala 2011 an.
Li her aliyê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê, girêdayê hefteya mafê mirovan çalakî li dar in, dewlet û hikûmeta AKP têne protestokirin, dosyayên wan yên nû û kevin têne vekirin û wa xwiyaye wê meh û salên li pêşiya me bi aliyekî xwe jî bibin meh û salên dêrandina kaya van xwedêjêneraziyan, wê bibin dem û qonaxên hesabpirsîn û hesabxwestina 80-90 salên buhurî ji wan.
Ev wê bibe kar û erkeke pîroz.
Kirinên neyarên mafên mirovan, mafbinpêkerên dewleta tirk, zihniyeta li pey qirkirinên mina Koçgîrî, Dêrsim û Zîlanê, Besta Qesaban, kuştinên mina yên Wedat û Apê Mûsa, Sîncar û 17 hezar kuştiyên kujerên wan “nediyar”ên diyar, gerek ji wan re nemîne, bibe ibret û dersek.
Bila ev bibe hewara sala nû, sala li pêşiya me.
Her kurdê şiyar, ne bi tenê kurd, elewî, ermenî, suryanî, her gel, ol, mezheb û kategoriya civakî ku doh yan jî îro, ji salên 1915 an û bi vir de û hê berêtir, bi rengekî ji rengan, ketiye ber şapa deshelatdarên şovenîst, dijminên reng, cihêyî û xweseriyan, her tirkê biaqil û bîrbir, her aştîxwaz û xêrxwazê jiyan û siberoja bi hev re, pêwiste di nav vê hewara pîroz de cîh bigre û bi dengê bilind vê bêje:
” Xwedê heşra min û we mafkûjan bi hev re neke, min ji we bêrî bike, ez ji ber kirinên we şerm dikim û bila kes min ji we hesab neke û ji ber ku em li ser heman ax û coxrafyê dijîn, yan jî ji ber em bi heman zimanî diaxivin, ola me yek e ke stizbiya min bi ya we re bernede” !!!
Em jî em dê di rengê çend xelekan de hewil bidin têkevin nav vê hewarê û ji doh ber bi îro de bibin rêwiyek ji rêwiyên rêz û sefên wê.
Qarne û dosya dewleta tirk ne pak e, nepakî kevin e, heta tu bêjî bes bêperwa û xedar e, di xwîna çend xelk û kulturan de destên xwediyên wê hene û ji ewê tê zanîn gelekî tawanbartir e.
Demeke dirêj deshelatdarên tirk kirênên xwe veşartin, bi riya xwenêzîkirinên li rojava, endametiya di Konseya Ewropa û Nato de, bi hejmarek îmzeyên avêtin binê peymanên navneteweyî wek Peymana Mafê Mirovan û Hwd. xwe kamufle kirin, ev sazî ji xwe re kirin mertal û helbet dema ev giş kirin jî bêxwedîtiya kurdên bêziman û bêdengkirî di asta helî berz de bikaranîn.
Faşîzma di 1915 an de qira ermeniyan anî, dara wan ji bînî de birî û mîna noka tu li kevir bidî ew ber bi çarnikarên cîhanê de terqandin, piştî 10 salan, vê carê bi navê kemalîzmê li kurdan raselitî, li dora 15 salan kerrên wan di korên wan re derxist, jiyan li wan kire zilindar, kerafî û dojeh û ji salên 40 î û pêde jî di bin berpirsiyariyên kesên mîna Bayar, Demîrel, Ecewît, Çiler û niha jî di bin ya Erdogan de nasnekirina mafên gelê kurd û bê hurmetiya jê re dewam kir.
Ev projeyek bû, pişta xwe dida stratejiyeke diyar û fikirlêkirî, li pey wê dewlet, şefên wek Mistefa Kemal Û Inonu hebûn.
Tu li eslê wê binerî li gora dîroknasê kurd Ethem Xemgîn
Siyaseta tirkandina kurdan di serdema Siltan Evdilhemîd de, dema împeretorî diheje, gelên bindest serî radikin,helandina kurdan dibe biryar û wiha formûle dibe.
„Ji bo bihêzkirina nîjadê tirk, bedêl û bihayê wê çi dibe bila bibe divê kurd bêne tirkandin“.
Jakoben û totalîterîstên siltan tînin xwarê, kemalîstên Seltenet û xîlafetê lexû dikin, bi gelek aliyên xwe sekûler, di mesela kurdan de bê virde û bê wêde wesyeta Evdilhemîd tînin cîh.
Roja damezrênerên Komara Tirk girêka xwe bi dû werîs xistin, di şerê rizgariya neteweyî de kurd dan kêleka xwe û bi Lozanê sînorên xwe misoger kirin, êdî li gora ya di dilê xwe de zend û bendên xwe li kurdan vemalan û diran li wan qiriçandin.
Sala 1924 an, dewletê zimanê kurdî qedexe kir, bi dû de û di ber re rewşenbîrên kurd girtin, avêtin zîndanan, naçarên sorgonan kirin.
31 ê Tebaxa 1930 ê axaftina Ismet Inonu bi minasebeta vekirina xeta şiva tirênê wiha deng dide:
“ Li vî welatî bi tenê netewê tirk xwedîmaf e, ew bi tenê dikare xwediyê daxwazên etnîkî û nîjadî be, wekî din mafê kesekî tune doza mafên wiha bike.“
19 rojan piştî wê 19 Îlonê, heman salê ango sala 1930 ê axaftina Wezîrê Edaletê Mahmût Esat jî di rûpelê Miliyetê de dibe manşet:
„Tirk efendiyê bi tenê ne li vî welatî, kesên bi nîjadê xwe ne tirk, bi tenê mafekî wan heye, xizmetkarî û koletî, bila dost jî û dijmin jî vê wiha zanibin.“
didome
Hefteya Mafê Mirovan -3-
Em kurd hê nû bi tirajediya xwe dihesin, dagîrkeran çi anîne serê me; ziman, kultur û dîroka me, xweza, sererd û binerdên me, îro em baştir dibînin, deqîqtir diwezînin, dikarin rûbikin û bipîvin û ev êşa neteweyî çawa, kengî, li ku û bi kîjan metodan ketiye rê, bi nav û nîşan, hoste û avahîsazên wê kî ne, serketîtir û biîsabetir em dikarin tap dikin.
Em ku têkiliya me bi rastî û realîteya me re hatibû birîn, ji dîrok û giş nirxên xwe hatibûn biyanîkirin, mîna kesê ku ji xewa Eshabilkaf rabe û morîka xewê ji guhên wî/wê bikeve, li serpêhatiya xwe û berpirsiyarên wê, li ferqa di nav xwe û gelên cîhanê de, li nerewatî û mafnenasiya em di nav de xerq û noqbûne, divarqilin.
Bixwehesîn û xwenaskirin, hişyarî û çavebûn, însên bi pêş dixin, şareza û zana dikin û ji cîhekî û pêde jî di nav wî/wê û lêkolînê de dibin pir û xelek, rêber û hevkar.
Lêkolîn jî navçeyeke ne serî û ne binî heye û tu çendî xwe bi nav de berdidî, ewçendî tu dibînî ku tiştê tu zanî kêm e, ji ya gerek bê zanîn bi tenê çend çim û çend bêhnik in.
Em jî çendî di meha Hefteya Mafên Mirovan de li têkiliyên xwe û dewleta tirk, siyasetmedar û rêvebirên, doh û îro hûr dibin, em dibînin ku ji tiştên anîne serê gelê me tiştên hayê me ji wan heye û çêbûye, hê jî ji devê ne guh e.
Piştî Lozanê, qebûla komara kemalîstî û îtîrafa pê ji aliyê dewletên rojava û peymanên ji Tirkiye re bûn palik û destek ku bi aliyekî xwe jî dihatin wateya „Tirkiye fermo êdî destên te ji te re ne, tu çi dikî tu zanî“, deshelatdarên dewleta tirk bi nisbeta lingên wan erd girt, kozik û çeperên xwe tebût kirin, herêmî û navneteweyî rewşa xwe ewle kirin, bi dû êrîşa li ser zimanê kurdî de, wek gavek ji gavên ewil, parlamenterên kurd ji meclîsê tesfiye kirin.
Ji wur xwe dirêjî dîrok, wêje û lîstikên kurdan kir in, dest avêtin navçeyeyên zargotin û folklorê, bi muzîka kurdî lîstin, metin û peyvên wê guhertin , şeqil û mohra xwe li wan dan, cîlakir in, nirxên sedsal û hezarsalan xesp kirin, dejenere û deforme kirin.
Ne ev b i tenê, di vitrîna tirkîtiyê de raxistin, di pilatform, konferans, festîval û mîhrîcanên navneteweyî de, wek dewlemendiyeke tirkî pêşkêş kirin, xelat û şabaş girtin.
Bi gotinên Sami Banarliyê di salên me li dibistanên navîn dixwend de ku pirtûkên wî li ser dîrokê wek pirtûkên dersê dihatin xwendin, Tirkiye „mafê xwe yê fethê“ bikar dianî.
Li gora vê dîtinê „tirk neteweyekî esker û fatih in, welatê dikevinê û bi zora şûr feteh dikin, ji ber qanûna fethê, mafê wan û her şêweteseruf çêdibe; jin, zarok, mal û can her tişt di nav de êdî malê fetehkar in, di xizmeta wî de ne, ji ya wî nikarin derkevin.“
Ew kê dikuje, kê direvîne, çi navî li kê dike, dest davêje jina kê, mal û milkê kê, ew zane, ew biryarê dide û ne kesekî din.
Gotineke pêşiyên ereban dibêje: heger tu di gundekî re derbas bû ku tenterûs tê de nemabe, ne pêjna mirovekî û ne jî heywanekê bê û bîr û çalên gund jî hatibin xitimandin û ziwakirin, bizanib ku di wur re dagîrkerên tirk derbas bûne.
Giş belge û dokûmanên li ser kurdan ku di zemanekî ji yên berê de ketibûn çapê, di nav kitêbên kitêbxaneyan de bûn di çend salên ewil yên komara tirk de desteser û nebedî bûn.
Xwediyên belgan, Kesên ew hiltanîn, ji cîhekî neqlî cîhekî din dikirin, vediguhestin, li malên xwe di kitêbxaneyên xwe de cîh didan wan, ew diparastin hatin cezakirin.
Ketûber davêtin ser herêmên kurdan, bi hezar hincet û mahnan diketin bajar, gund û malên wan û her raperîna kurdan di nav xwîn, barûd û agir de dihiştin, hûr û mezin, nêr û mê di şikeftan de didan ber agir, davêtin avên çeman, di geliyên kûr re werdikirin, bi dehhezaran dikuştin û yên mayî jî koçberî her aliyê Tirkiye dikirin ku ew jî bi giranî telef dibûn.
Aşê ermenî û asûrî kiribûn tiraf, niha jî kurd dihêrtin û di 10 mîn salvegera Komara Tirk de qeraşê vî aş û vê çerxê Mistefa Kemal, sala 1933 an di 29 ê meha kewçêrê de salên derbasbûyî bi gotinên li jêr ku heta îro bûye diruşmê xwendegehan, daîreyan û di rengê siloganên mîna „Tirkiye ya tirkan e“ li ser gir û çiyan hatiye kolandin xulase dikir:
"Xwezka min bi dilê wî kesî ku Tirk e".
didome