1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Hefteya Mafê Mirovan -4
Hefteya Mafê Mirovan -4,hefteya,mafê,mirovan,4

Hefteya Mafê Mirovan -4

A+ A-

"Ji bo bihêzkirina nîjadê tirk, bedêl û bihayê wê çi dibe bila bibe divê kurd bêne tirkandin“. ( Siltan Evdilhemîd)

“Li vî welatî bi tenê netewê tirk xwedîmaf e, ew bi tenê dikare xwediyê daxwazên etnîkî û nîjadî be, wekî din mafê kesekî tune doza mafên wiha bike.“ (Ismet Inonu) „Tirk efendiyê bi tenê ne li vî welatî, kesên bi nîjadê xwe ne tirk, bi tenê mafekî wan heye, xizmetkarî û koletî, bila dost jî û dijmin jî vê wiha zanibin. “(Wezîrê Edaletê Mahmût Esat ) "Xwezka min bi dilê wî kesî ku Tirk e“. (Mistefa Kemal)

Rêzên li jor, bi îmzeyên diyar, bi dengê bilind, ji raya giştî re, wiha heşkere û vekirî, bêpaxaf û bi biryar, giş dirêjayî û dewamên zihniyet û siyasetekê ne ku ji bo pişaftin, perçekirin û jihevxistina gelê kurd ketine rê. Bi gotinên helî sivik û bi barbuhêrî, ev çavsorî û çavnebariyek e, rik û xezebek e, nasnekirina mafê hebûn û bûneweriyê ye, red û neyartiya giş qanûnê xwezayê, binpêkirina her core maf û mafdariyê, giş orf û adetên olî, şaristaniyane û kevin û nû ye. Giş xelekên zincîrekê, berdevkên îdeolojiyekê û sondxwariyên heman bend û tifaqê ne, ne bi tenê çend siyasetmedar û çend rêveber, rewşenbîr, dîroknas û zimanas in, ji her kategoriyê nivîskar, lêkolîner û akademisyen in. Gotinên li jor û gotinên Mistefa Kemal, „Xwezka min bi dilê wî kesî ku Tirk e“, ya yekê û xwiya, li ser asta helî berz û temam şovenîzm in, tirkperestî ne û ya duhem jî tehdîd, dibîranîn û hişyarkirenek in. Li vir "Xwezka min bi dilê wî kesî ku tirk e“, tu li eslê wê binerî yanî xweziya min ne bi dilê wî ku kurd e. Ango ji îro û pêde ji kesê ne tirk, kurdê nebe tirk re, ne xêr e, êdî ew zane xêr û gunehên wî di stuwê wî de, bila xwe ji girtin û kuştinê re, ji qirkirinan û ji her core talan û koçberiyê re amade bike, mîna ku Serokê Meclîsa sala 2010 an M.Ali Şahîn, ji BDP re dibêje.

Divê ev jî bê gotin ku ev ne bi tenê dîtin û projeya çend bêwîjdan û çend bêmirwetên cîl û nifşekî ye, ne çend kesên jiserxweçûyî, jirêderketî ne yên wiha dibêjin û wiha difikirin. Dijminayetî kûrtir û firehtir e. Wek mîrasekê bav didin zarwan, miftî û mele didin suxteyan, daîre û burokrasî, febrîke, xwendegeh û zanîngeh, weşan û çapemenî, medya her coreyî û sîstemê perwerdê bi giştî, li gora vê mentalîteyê radibe û rûdine, digere û kar dike. Dr. Arin Engin şagirtekî Mistefa Kemal e, bi fermana wî bûye endamê Komela "Turk Tarih Tetkik Cemiyeti, sal 1933 ye. Ev mirov ji bo lêkolînên taybet û projeyeke asimîlekirina kurdan hatiye wezîfedar kirin. Ji bo vê diçe Ingilistanê, li Ewropa digere, li ser siyasetên gel û kultur çawa têne asimîlekirin, ezmûnên cîhanê di vî alî de çi û ne çi ne, nîvtemenekî terxan dike, li dora 30 salên xwe dide vê xebatê û dawî dîtin û pêşniyazên xwe di berhemekê de bi navê „Ataturkçuluk Savaşimizda Avrupa Kulturu Nedir, Ne Degildir ?“ sala 1960 î dide çapkirin.

Doktorê asimîlekar di nav hewla pêdekirina bersiva pirsa "em dê çawa yekîtî û yekeriya tirkan biparêzin ? " de wek çareserî behsa teoriya "Dista Helandinê " dike. "Dista Helandinê" ji serî heta dawî bi mebesta tirkandina zarokên kurd û jinûveavakirina „neteweyekî homojen, li rûyekî, saf, bêqilçix û bêdasî „ hatiye amadekirin. Enteresan e ku ev metod, metodê “ Distên Helandinê” ji Ingilîstanê, ji sîstemekî perwerdê bi navê “Sîstemê Brown” hatiye girtin. Em li vir yeke din jî tap dikin ku Tirkiya kemalîstî, heyran, xulam û nokerê rojava, ji Ewropa jî aliyên neyênî, aliyên antîdemokratîk ku rojava bi xwe jî îro li wan xwedî dernakeve hildibijêre, dixe jiyanê. Sîstemê Brown ji aliyê heyeteke tirk di nav salên 1947-1949 an de hatiye dîrasetkirin û wek nimûne hatiye girtin, Xeleka bê em dê hinekî behsa vî sîstemê ku ji perwerdeya li Tirkiye re bûye referens û nimûne bikin. Didome...


Gotinên miftehî :