Hefteya Mafê Mirovan-6
Dewletên Tirk, Ereb û Faris jî bi vê piştrastiya navneteweyî, li kurdan hatin hev û carna bi hev re çarçar, carna dudo -dudo û sisê- sisê û hin caran jî bi dewletên mezin û rojava re, jiyan li kurdan teng kirin, kirin dojeh û kerafî, zilindar û quzulqurt, ew bi ser hev de guvaştin, parsiwên wan di hev re derbaskirin û di nav vê tepetoza kesnebîne de wiha li kurdan kirin ku şîrê heftrojî di pozê wan re bavêje.
Hinek ferq û cihêyîyên salên dawî bi taybetî li perçê Başûr li aliyekî bêne danîn, 80-90 salên derbasbûyî ji bo kurdan bûne salên bêmafmayîn û bêmafbûyînê, binpêbûn û di nav lingandemayînê.
Van salan têhn û rewa di kurdan de nehişt, ew dawerivandin, ji taqet û mecal xistin, jiyan kire asêgeh li wan û hest û pêjnên wan ji bo maf û mafdariyê kor kirin, ew avêtin derveyî çerxa zemên, hiş û bîra wan herişand, hişmendiya wan şewişand û ew dehfî nav dewxeke dirêj kirin.
Bi taybetî li Bakur kurd mîna mirîşka tu serê wê jêbikî di nav êş û azara xwe de perpitin, hilatin û dahatin û hê nû piştî şer û berxwedaneke çendehsalî bi ser hişê xwe ve tên, şehda xwe tînin û pê dihesin ku ziman, çand û dîrokeke wan jî heye, ku ew jî neteweyek in û bi ferq û cihêyîyên xwe xwedîmaf in.
Mîna di çend xelekên derbasbûn de me kir, di ya vê carê de jî em dê li bayê bezê, ji dîroka „akademisyen“, „teorisyen“ û „saziyên ilmî“ yên îdeolojiya kemalîstî çend nimûneyan bibîr bînin û hinek ji doh ber bi îro de li salan vepexêrin.
Kemalîzima serketî bi du pirsgirêkên mezin re li himber hev bû û ji bo vê jî pêwist bû li gora hedef û armancên xwe, hedef û armancên heta îro jî bûne mîna ayetên quranê, etehiyat û fatîheyan ku salên dawî helî zêde di devê serokwezîrê hikûmeta AKP Erdogan de di peyvên „yekwelat, yekdewlet, yekziman û yekala“de bilaş û gewdbûne, mîna benîşt têne cûtin , rêyek pêde bikra, çareseriyek bi pêş bixista.
Çibûn ev pirsgirêk ?
Ya yekê kurdbûn bû; etnisîteyeke kevin, ji binecîhên herêm û navçê, xwediyê dîrokeke çendhezarsalî, şervan û berxwedanvan û ya duhem jî bêeslî û kompleksê hikûmeta nû bû ku esil û navdixwedanek jê re pêwist bû.
Salên 1930 î bi insiyatîv û dîrektîfên Mistefa Kemal saziyên ziman ( Guneş Dil Teorisi) û dîrokê (“Turk Tarih heyeti 04-06-1930 ) hatin avakirin, civîn, konferans û kongre li dar ketin û di dîroka ilim û zanyariyê de falsifîkasyoneke kêmnimûne kete rê.
Van sazî û heyetan, dîrok û ziman, „jinûve keşifkirin“, jinûve nivîsandin. Teoriyên rûniştî, xebatên sedsalan, adamîk û otorîteyên navdar ji nedîtîve hatin, paşguh kirin, xetek kişandin ser wan û ewçendî ji serxwe çûn, ewçendî ketin çav xwe ku mîna Siwêdî dibêjin „li hewa piskilêt bajon“û angaştên hezarsala dawî bikin:
Şaristaniyetên Mezepotamya, Misrê, Enedolê, Hindê, Ege, Girît û Romayê giş encamên şaristaniyeta Tirkan in ku ji Naverasta Asya li cîhanê belabûne. Li cîhanê jî zimanê helî kevin zimanê Tirkî ye û giş zimanên mayî jî ji zimanê tirkî veketine, zarok û çêlîkên zimanê tirkî ne, şax û serşaxên wî ne.
Navê çemê helî dirêj Amazon û Şelala Niyagara jî bi tirkî ne û ev nav bi xwe jî nîşan û îspata tirkbûna xelkên Emerîka û binecîhên li wir e.
Ji bo van sefsetên ecêb jî serçaviyên bi tenê axaftinên Mistefa Kemal, dîrektîf û perspektîvên wî û çend berdoşek ên li der û dora wî bûn.
Bi salan ji dibistanên seretayî heta bi xwendegehên helî bilind, giş program û şemayên xwendinê, pişta xwe dan vê sefsetaya bêbingeh û bi qasî mîtolojiyekê jî ne xwedî nirx.
Dema giş gelên cîhanê bavikê wan yek e û ew jî Tirk in, dema çermesorên Aztek û Inkayên ewçendî dûr li Emerîka Latînî û sipiyên, piştre ji Ewropa barkirine Emerîka bi eslê xwe tirk bin, îca ji bo tirknebûna kurdên ewçendî nêzîk û di bin destan de, bêxwedî û bêziman, tu sebeb namînin.
Li vir bingeh nasyonalîzm û nîjadperestiya Tirk e, qet behsa kultur , ziman û wêjeya kurdî tune, çi hebe tune be tirk e û ne kesekî din.
Bav û mezinên cîhanê, giş gel û zimanan ji ber vê xweseriya xwe dibin xwediyê mafê di ser giş mafan re.
Didome