Hefteya Mafê Mirovan-7
(anormaltiya normal bûye)
Derba me li mafxwur û mafbinpêkiran hatiye, bê sekin û berdewam divê em dawşînin wan, yefş û etlahiyê nedin wan.
Em dê kirinên wan, bi belge û şahid, ji devê wan û bi îmzeyên wan rêz bikin, ev ne bi tenê ji bo keç û xortên kurdan, cîl û nifşên li jiyanê, yên wêbêyê pê bihesin pêwiste, belê çend ewçendî ji bo ku ciwamêr û ciwanikên Tirk jî rojekê ji ber kirinên kalik û dapîrên xwe şerm bikin jî pêwiste , wiha roleke wê ya dualî heye.
Dewleta Tirk û kemalîzma îro ku êdî tam di dema ku difikire li Amedê kurdan di nav zîndan û dadgehê de dibe û tîne û ji ber ku vê çavsoriyê dikare bike jî hêza xwe pêş siyasetmedarên me, hêjayên gel û welatê me dike, xwe nade ber rastiyê, li kerê Iblîs siwar bûye û ileh êzingê min dibêje, serê xwe ji objektivîteya çendhezarsalî re danayne, tu li eslê wê binerî ew bi xwe tê dadgehkirin û ev dadgeha dirêjayî û dewama giş dadgehên 80 salên derbasbûyî û xelekek ji yên dawî ye, wê bibe dabaşa bi sedan roman, lêkolîn, filîm, şano û şerma sedsalê.
Dadgeh ji dadgehtî ketiye, dozdar û hakim mesex bûne, di kesayetiya vê dadgehê û her taloqa wê de, dewlet û hikûmeta AKP hinekî din dilewitin, çend kevirên din ji avahiya wan tên xwarê, hinekî din navnotir, navnexweştir dibin, prestîj û serdestiya wan dişkê, di çavên gel û komelanên xelkê de biçûk dibin û ev jî nîşan û delîla serberjêrbûna vê zihniyeta bêxêr, kevnar, emirmende, zingargirtî û xwedêjêsitendiye.
Ev zihniyeta mizawir û derewîn, encama dehsal, bîstsal û sîhsalan e, çendî neheq, nerewa, bêbingeh, subjektîf be, ne qabilê jiyan û tetbîqê û ne îşê aqilan be jî, ji ber ku ewçendî hatiye dubarekirin, ewçendî cîl û nifş li gora wê hatine perwerdekirin, bi mêjî, dil û exlaqê milyonên 80 salên dawî hatiye lîstin, ku ev anormaltiya neteweyekî înkar dike, zimanê wî nas nake û xweparastina pê qedexe dike „normal“ bûye.
Dîroka vê heye:
Di zemanê Osmaniyan û salên ewil yên komara kemalîstî de perwerdekarî û hîndekarî di teserufa eyaletan de, li senceqan di ya began de, yan jî di kontirola Şeriye Evkaf Vekaleti de bû.
Perwerdekarî girêdayê weqfan, şêxayetiyan, tekeyan û mizgeftan bû, zimanê derbasbar jî ew ziman bû ku li herêmê pê dihate axaftin.
Di vê çarçewê û ji vê awirê li dibistan û medreseyên li derveyî Ruştiyeyên (dibistana navîn) li merkezên bajaran û idadî (lîse), zimanê axaftinê kurdî bû, ji bo ermeniyan jî ermenkî bû.
Sala 1924 an bi qanûna hejmar 430, bi navê “Tevhidi Tedrisat” perwerde û hîndekarî ji destên wezaretên “Waqif” û “Şeriye” hatin derxistin û ev herdû wezaret jî ji navê rabûn.
Li şûna wan, Wezareta Maarif. “Mili Egitim Bakanligi”( Wezareta Perwerdeya Neteweyî) hate damezrandin û perwerde bi vê wezaretê ve hate girêdan.
Sala 1925 an bi qanûna hejmar 637, madeyeke nû li vê hate zêdekirin ku tê de wiha dihate nivîsandin: “Li dibistanên seretayî perwerde û hîndekariya bi tirkî mecbûrî ye” û perwerde û hîndekariya bi zimanên din hate qedexe kirin.
Mecbriyeta perwerde û hîndekariya bi zimanê tirkî dikeve destûrên 1924 û 1961 ê de û êdî di xal û madeyên Destûrên Hîmî de bilaş û gewd dibin û çendî sal derbas dibin qedexeyîya li ser zimanê kurdî jî hinekî din bêhnnçikêntir dibe.
Ev xal bi destûra kodetaya leşkerî ya ji sala 1982 an hê jî hate şidandin, wiha lê hate kirin ku ba di ber re nere û biçûktirîn mefera çûk nemîne ji zimanê kurdî re, made bi xala 42 an hê jî hate asêtir kirin:
“”Di saziyên hîndekarî û perwerdekariyê de tu welatiyê tirk, ji zimanê tirkî pêve nikare bi tu zimanekî din wek zimanê dayikê bê hînkirin û nabe bê perwerdekirin.”
Divê ev jî bê gotin ku kengî behsa qedexeyîyên axaftina bi zimanan, perwerde û hîndekariya bi wan dibe, bila bê zanîn ku çendî formûlasyon di pirhejmar de be û zimanê qedexe binav nebe jî, di dawiya dawî de mebest tim zimanê kurdî ye.
Didome