Her serhildan e ji Xerzanê heta Mêrdînê
(Ji Bo Zarok û Ciwanan)
Her serhildan e ji Xerzanê heta Mêrdînê
Ezbenî, mirovên brêz: hûn zanin gelo ku ev milletê me î kurd tu carî nesekiniye û her û her serî hildaye, miriye, vejiyaye, têk çûye, rabûye û dîsa serî hildaye. Êdî wekî mirêkê tê pêş çavên min hûn zanin! Ev xewna min jî ji çend hebên ku wekî neynikê bûyeran tine ber min. Lê îjar li çend deveran bi hev re ango li gelek deveran di heman demê de û dibe ku bê haya hevdû jî her yek bi serê xwe serhildan diqewimin.
Sala 1839 an e û li Diyarbekir im. Ji çar alî nûçeyên bûyeran tên û li ser hevdû diqelibin. Wekî zîbeqê bi lez di neva gelê Diyarbekir de belav dibe. Aniha tê qalkirin ku li derdora Diyarbekir, Mêrdîn û Sêrtê eşîretên Xerzan xwestine ku azad bijîn û serî hildane. Min debar nekir, min lêzimiyên xwe tedarik kir û tevdîrên rê stend û berbi bûyeran ve meşiyam. Min dixwest di cîh de bibînim hal û hewalê mirovan. Le xuya dikir ku ne pir cuda bû ji serhildanên din, vana jî. Dîsa berbi kîjan bajar û gundî ve diçûm qala kuştinên pir û şerê giran dihat kirin. Li her derê agir hebû hema bibêjin. Heft rojan ji Diyarbekir meşiyam berbi Mêrdînê ve li serê hemû çiya û kolikan dixan hebû. Heta li ser rêyan jî meyt hebûn, nepixîbûn. Sewal û dewar kom bi kom li perê rê miribûn û teyr û teba li ser wan kom bûbûn. Heçî kuçikên ku xuya dibûn devbixwîn bûn. Ji tirsa wan kûçikê ser kormê ez dûrî wan meytan diçûm. Bi piranî di nava şênkahiya Gundê Şêxanê Mêrdîn, Surgiçiyan, Çiyayên Bagokê de diçûm û min gelek tahm û hilm ji van çiyana sitend, lê mixabin ji meyt û hawaran jî xuyaye ku mirovên vê derê tu tahm ji van dar û daristanan negirtiye. Kes nizane ku kê jî serî hildaye. Navê gelek kesan dihat bilêvkirin. Lê tevliheviyek mezin hebû.
Ez dawiyê, encamê ji we re bibêjim hema yekser; 214 rojan dom kir van serîhildanan. Ji alî Hafiz Paşayê Osmanî bi tevkujiyan hatin têk birin van serhildanana.
Tenê ji min re qala wan hat kirin li deverên ku ez tê re çûm. Nedihiştin ez têkevim neva şer û nêzîk bibim, li gor xewnê. Dibe ku çend heb mirov li ku dihatin ser hev û digotin “emê dev ji doza xwe bernedin û emê jî serbixwe bijîn.” Heta dibe ku digotin “bila gundê me jî serhildanekê pêk bîne” wekî ketibûn pêşbirkê. Ev rewş wekî ecêbiyekê ji min xuya dibû, lê kesî li ser xwe qebûl nedikir. Dibe ku di xewnê de jî hişê min, hişê dema me bû, lê ez di nêzî sed sal berê de dijiyam di xew de û me li hev nedikir, dibe ku ew rast jî difikirîn, lê belê gelo li dora xwe nedinêrîn, ez wê nizanim. Bawerim belkî jî hesabekî wan hebû an jî nizanîbûn dinya ewqas mezin e û nizanîbûn ku bi gundekî du gundan, bi eşîrekê du eşîran, bi bajarekî du bajaran serhildan çênabe û mirov bi ser nakeve. Ma dibe ku bi du bajaran li himber împeratoriyan, li himber Osmaniyan û Îraniyan serhildan here serî? Qey haya wan ji dîroka wan jî tunebû ku Xanoyê Çengzêrînê mêrxas jî bi wê zanebûn û zîrekiya xwe li himber wan debdebeyan nikarîbûye serbixwe bijî? Qey ecêb e ku êdî ji pirbûna serhildanan xewnên min jî hînî tiraliyê bûne û bi awayekî zelal nayên ber çavên min û ez wan bi hişekî zelal nabînin?
Qey… ji ber van qey’anan, min vê nameya han bi fikrên xwe xemiland, biborin lê çi bikim ezê wisa carinan serê we bi fikrên xwe jî biêşînim. Mirov ewqas xewnên xerab, xewnên tije êş û jan, xewnên têkçûn û têkhatinê bibîne mirov debar nake û bêhemdî mirov barîn bi mirov dikeve ez çi bikim. Bila ev name jî wisa be û ji dêleva serhildanên biçûk be, silav ji we gişan re.