Hewlêr,hewlêr

Hewlêr

A+ A-

Ew êdî paytextek e. Ji hemû aliyan ve roj bi roj mezin, berfireh û piralî dibe, girîngiya xwe pirtir dike. Lê wekî her giyanewerekî bajar jî giyanewer in. Roj tê, nema ji der û dora xwe re dibin bersiv, nema tiştên ku jê tên xwestin dibersivînin, nema dikarin barê xwe hilgirin. An şûna xwe dihêle û dikeve, an jî xwe ji serî ve nû dike; wekî qralekî dewra xwe ji kurê xwe re bihêle.

Tu welatparêzê kurd dê nexwaze ku der barê Hewlêrê de tiştekî nexweş were gotin. Dilê her kurdekî welatparêz dixwaze ku Hewlêr hîn pirtir pêşve biçe û hîn bi sedan salan ji her alî ve bibe bersîv, bibe cihê çareseriyê. Lê ev ne hêsan e.

Ji ber ku paytexteke kurdan e, rewşa wê ne wekî ya tu paytextan e. Çareyên tu kesî li kurdan nayên. Mînakên tu kesî ne li gor kurdan e. Ev jî dibe sedem ku kurd encax bi afirîneriyeke mezin bi ser bikevin. Encax bi çareyên nû, bi fikrên nû, bi nêzikahî û şîroveyên nû bi ser bikevin.

(Nirxandin, heke tiştekî nû li mijarê zêde bike nirxandin e.)

Konjonktur:

Hewlêr di navbera çar paytextên dilnexwaz de navendek e. Ji ber dilnexwaziya van her çar paytextên Bexda, Tehran, Şam û Enqerayê tu caran hêviyek baş ji cîranên xwe nekiriye. Têkiliyên xwe ji dîrokê ve timî li ser canbaziyê ava kiriye. Çîroka wan wekî çîroka gur û rovî ye; ji hev re digotin "bira", lê hewl ddidan postên hev biguron.

Li gor gelek "şarezayan" siyaset ji xwe ev e. Lê heke siyaset ev be, li hemû cîhanê her kes bi vî rengî bi rê ve dibe, nexwe tiştekî veşartî nemaye, çi pêdivî pê heye êdî? Şaşiyek girîng di vê siyasetê de heye. Her du aliyên ku bi hev dizanin, bi armanc û rewşên hev dizanin, bêsebeb ji hev re dibêjin "bira",  li paş hev dibêjin "dijmin".

Hewlêr, ango siyaseta ku îro Hewlêr paytextiya wê dike, di dîroka xwe de, timî têkiliyên xwe yên bi cîran, dagirker û mêtingeran re bi vî rengî meşandiye. Roj hatiye, bi mêtingerên xwe re tifaqa şer kiriye, li hember şerên navxweyî. Ev yek ji ber kêmnirxandina rewşa xwe û konjonkturê ye, wekî dûmahîk, ji ber nedîtina çareyên çêtir û mayînde ye. Xala herî girîng jî, tiştekî pir xwezayî û asayî ye, ku çare, bi piranî li gor derdê xwediyê pirsgirêkê dirûv digire.

Bi DYE'yê re tifaq û bi DYE'yê re li hember dagirker û mêtingeran şer jî çareyek wekî çareyên din ên ji dîroka Hewlêrê ne. Li şûna xurtkirina tifaqên navxweyî, Hewlêrê timî tifaqên derve bi kar aniye. Di encamê de ev yek dikare bibe sedema ku îqtîdara îro û kesên li îqtîdarê, temenê xwe yê mayî li îltîcayê biqedînin. Ji ber ku îqtîdarek encax bi têkiliyên mayînde, xurt, rast û durust ên navxweyî dikare timî bi ser bikeve. Ji ber ku tifaqên derve timî tifaqên konjonkturel in, guherbar in û dûmahîka wan ne belî ye.

Helbet konjonktur; ji pirsgirêkên pergalê yên hevdemî re tê gotin. Pirsgirêkên Kurdistanê (rojhilat, rojava, başûr, bakur) yên sedsala 21'ê hemû konjonkturel in.

Hewlêr di warê îqtîdar û birêvebirinê de nû ye. Ji ber wê gelekî normal e ku îro gelê Herêma Başûrê Kurdistanê ji îqtîdarê ne razî bin, gazindar bin û rexneyan bikin. Çawa ku li Bakur jî gel ji rêveberî û birêveberina şaredariyên kurd ne razî ye. Lê ev nayê wê wateyê ku Hewlêrê nikaribû ya ji vê çêtir bike. Hem ji bo polîtîkayên birêvebirina herêma xwe, hem jî ji bo polîtîkayên ku dikaribû li Rojava, Rojhilat û Bakur bihatina meşandin, Hewlêr divê bi berfirehî were nirxandin.

Belkî gelê Başûrê Kurdistanê bi piranî di warê aborî de Hewlêrê rexne dike, lê rexneyên gelê Bakurê Kurdistanê cuda ne, ne aborî ne. Mirov dema li rexneyên Rovaja, Bakur û Rojhilat binihêre, mirov dê bibîne ku Hewlêr ji sekneke netewî gelekî dûr e.

Çand, tiştekî veşatî nahêle.

Di warê ziman, çandî, hunerî, wêjeyî, werjîş, çapemenî, weşan, teknolojî û perwerdeyê de valahiyên ku diviya bihatina tijîkirin hebûn. Bakur, ku di van salan de di warê serbestiya xwendina kurdî de bi aram e, dikaribû bi saya Hewlêrê bigihîşta hemû berhemên wêjeyî yên başûrî û yên cîhanî. Dikaribû hemû berhemên ku Nobel standine bi kurdî li çar parçeyan belav bibin. Dikaribû herî kêm sed weşanên ziman, çand, huner, wêje, werjîş, teknolojî, jin, zarok, ciwan, perwerde û hin wekî din li çar perçeyan bi pergal weşana xwe bidomandina. Hewlêr xwedî derfetên aborî bû û diviya bêyî ku têkeve "kî li ser çi fikrê ye", projeyên di vî warî de destek bikira, fînanse bikira. Lê li şûna wisa bike, ji bo bêrîka hin kes û kûsan tijî bike, di bin navê projeyên çandî-hunerî de, bi sed hezaran dolar pere belav kirin. Di encamê de bi rengê çandî-hunerî tiştek li dû xwe nehişt. Îro em nikarin behsa sînemaya Hewlêrê bikin. Helbestvanekî kurdî ku di van deh salan de derketibe holê û di dilê çar parçeyan de text vegirtibe derneket holê. Di çîrokê de jî rewş ev e. Ji Duhokê Bilind Îbrahîm û ji Hewlêrê Cohpi Fetah, di muzîkê de sînor bezandin û li her çar parçeyan deng dan, lê her kes dizane ji bo muzîkjenek deng vede desteka siyasî pir ne lazim e.

Îro li bakur pirtûkên Shakespeare bi kurdî tên xwendin. Salê komek ji pirtûkên edebiyata cîhanê werdigerin kurdî û derdikevin. Salê çendek jî fîlmên kurdî derdikevin pêşberî temaşevanan. Lîstika Shakespeare a bi nave "Hamlet" jî yek ji mînakên girîng ên şanoyê ye, ku li gelek bajarên kurd û tirkan hate lîstin û deng veda. Li bakur saziyên wekî şaredariyan, her çi qas ji aliyê gel ve bi piranî tên rexnekirin jî, bi xebatên xwe dikarin bi Hewlêrê re bên beramberkirin, ango berawirkirin.

Aborî hinekan ji gel dûr dixe.

Ji kesan bigirin heta saziyan, mirov dixwazin bibin xwedî hêzeke mezin a aborî. Gelek bîreweran jî bal kişandiye ser girîngiya madî û ew derxistine pêş. Bêderfetî bi rastî jî ne tiştekî baş e, ji axa xizan tiştekî baş nayê hêvîkirin.

Belkî ji ber vê yekê ye ku pêdiviya aborî vediguhere baweriya aborî, baweriya aborî jî zerarê dide baweriyên din û karaktera mirov xisarek mezin dike. Gelek kes û hêzên ku derfetên mezin ên aborî bi dest dixin, ji gel dûr dikevin. Kesên ku do pêşmerge bûn, birçî bûn, li gundan, li nav malên gel bûn, êdî salê carekê jî naçin wan gundan, wan malan. Dîtina wan kesên ku êdî yextiyar bûne, di quntara çiyayên Kurdistanê de, êdî ne li ser balê ye. Derfetên zêde dikin ku mirov bi kesên xwedî hêz re zêdetir bicive û ji yên bê hêz bi dûr bikeve. Pêşmergeyê Kurdistana berê êdî dibe rêveber û yê Kurdistanek cuda. Kurdistana ku do ew lê dijiya, êdî bi dûr dikeve, dimîne li quntaran.

Di rastiya xwe de aborî derfetên xweşkirinê ye. Xweşkirin carinan bi rê û piran ji bo çavan e, carinan bi serdan û alîkariyan ji bo dilan e, hin caran bi bingeh û xanan ji bo xurtkirina mejî ye.

Derket divê di destê kesên rast de be. Gotinek kevin heye, dibêjin "li dergevanê ber deriyê axê binihêre û axê nas bike."

Rojava û qanûnên diyalektîk

Nebûna van xebatan Hewlêr bi tenê hişt. Îro li Herêma Rojavayê Kurdistanê gelê kurd hêdî hêdî serdestiya xwe bi dest dixe. Lê Hewlêr di warê siyasî de ji vê rewşê ne pir razî ye. Çi qasî rexnedar be jî, tevgerên ku têkiliyên xwe bi gel re qels û lawaz dihêlin û bala xwe nadin ser xurtkirina têkiliyên navxweyî, nikarin ji gel jî tiştekî zêdetir bixwazin. Derfetên aborî yên Hewlêrê pir in, lê yên rêxistinên kurdan hindik in. Ferqa di navbera her du navendan de jî ev e: Hewlêr bûye wekî qralên ku ji qesrê û serayê bi dûr nakevin, rêxistinên din jî ku nikarin xwe bigihînin qesr û serayan, ji nav gel dernakevin.

Lê li Herêma Rojavayê Kurdistanê xala herî girîng ku Hewlêr jê dûr e, mijara nirxandina erdnîgariyê û konjunktorê ye. Careke din Hewlêr têkiliyên xwe yên navnetewî, yanî yên derveyî dike bingeha nirxandina xwe û helwestek bi wî rengî nîşan dide. Ev yek hemû fikran bloke dike, asteng dike, kes nikare tiştekî nû biafirîne, an nêzîkahiyek nû li mijarê bike. Nêzîkahiya ku Hewlêr li Rojava bike û ya ku hêzên navnetewî lê dikin divê cuda be. Heke na, an Hewlêr dê ne ji bo serkeftina xwe, ji bo serkeftina wan têbikoşe, an jî ew (hêzên navneteweyî) dê ne ji bo serkeftina xwe, lê ji bo serkeftina Hewlêrê têbikoşin. Gelo kîjan diyalektîk e? Kîjan dîroka kurdan tîne bîra mirov?

Hewlêr ber bi du salên xwe yên dawî ve diçe. Li gor xuya dike (Berfanbar 2012), îsal ji bo Hewlêrê ne saleke bi adan bû. Helbet serhildan û encama Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji bo Hewlêrê tiştekî mezin tîne, lê ji ber ku Hewlêr mijarê şaş dinirxîne, her tişt bêhtir Amedê xurt dike. Divê em qebûl bikin ku Hewlêr li serkeftina Rojava xwedî derneket. Ji ber ku hêviya xwe ne bi PYD'ê, lê bi hêzin din ve girêdabû. Rastî ev e. Dema wisa bû, serkeftin wekî serkeftina xwe nenirxand. Lê Amed li xaleke bêhtir polîtîk rawestiyaye; Hewlêr çi bi dest bixe, ji xwe re wekî serkeftinekê dibîne, wekî asteke derbaskirî dibîne. Ji ber vê yekê bi peyamên pîrozkirinê pêşwazî dike. Ev bi Amedê dide qezenckirin. Perspektîf û nihêrîna her duyan ji hev pir cuda ye. Ji ber vê, heke siyaset qezenckirina girseyan be, Amed her roja diçe girseya xwe qelebalixtir dike û li parçeyên din giraniya xwe zêde dike.

Wekî me di serî de got, sedema ku kes naxwaze em di der barê Hewlêrê de tiştekî nexweş bêjin; ew kurdewariya nû ya derketiye holê ye. Amed wê baş dibîne û pişta xwe dide wê, wî bayî dide pişt xwe.



Gotinên miftehî :