Hilbijartina çi?
Rast e, minê jî ji bo nîqaşa di Diyarnameyê de binîvîsanda û hinek tiştên teknîkî bianiya zimên. Minê bigota; Li Stenbolê bi deh hezaran kesî xwe li kutûkê nenivîsandine. Minê bigota; bi deh hezaran kesî guhê xwe nedane sindoqan. Minê bigota; li gelek deveran namzet şaş hatine tespîtkirin. Minê bigota; li Dêrsimê tiştê ku rû daye tiştekî virvirî ye û dêrsimiyên baş di demên pêş de bifikirin û li xwe hay bibin. Minê bigota; rewşa Dêrsimê di demek kurt de nayê çareserkirin û divê bi domdarî bê nirxandin. Ji ber ku dewlet ev 80 sal e ku li ser disekine, ne mijarek hêsan e. Minê gelek tiştên din jî bigotana lê belê…
Lê gelo ez dereng mam, ez ji xwe re dibêjim. Na. Dereng nemam. Ew pir zû tevdigerin û wekî mirov tepa xwe li mirovan bixe û bireve. Di nav saetan de rewş diguhere. Her tişt û dezgeh di dest wan de ye û dikarin di kêlîkekê de biryaran di pratîkê de pêk bînin. Xwe dikin mislimanên ku kes wekî wan adil, xwe dikin dadperwerên ku kesekî wekî wan demokrat tune ne. Tu kes wekî wan nikarin ajîtasyon û şinekiyan bikin. Tu kes wekî wan nikarin di bin kayê re avê biherikînin. Lê ka bawerî?
Ji berê de min bawerî bi vê partiyê û yên wekî wê nedianî. Heke tiştekî wan bikira û kiribin jî ji ber xebatên gelên kurd û radeya têkoşîna wan e. Ji xwe bi piranî kurd êdî ji wan bawer nakin û piştgiriyê didin tevgerên xwe. Çawa bi dengên pir û zext awazên xwe bilind kirin dê ji îro pê ve jî guhê xwe bidin tevgerên xwe û nûnerên xwe. Yên ku îro nûneriyê dikin xwedî erk û xwedî zanebûneke herêmî ne. Lê belê hay ji dinyayê jî hene. Ango kes wekî wan ji herêmê û siyaseta herêmê fêm nakin. Zanîn jî wisa ye. Lewre peyva yên ku pêk tîne, ji yên ku dibêje bi rûmetir e û hê pir nêzî rastiyê ye. Mirovên ji dûranî û ji derveyî rêxistinên li ser axa wan e, tenê dikarin teoriyên giştî bînin zimên, pêşniyazan bikin û li gor fikrên xwe rexneyan bînin zimên an jî piştgiriyên xwe pêşkêş bikin, lê belê nikarin ji bo biryargirtinê mirovan tawanbar bikin an jî wan ber bi şaşiyan ve dahf bidin. Bi kurtayî yên ku di nava êşê de cîh digirin dizanin aştî û şer çiqas bi wate ne.
Va ye endamên Blokê û rêxistinên din yên kurdan biryara neçûna TBMM’yê jî girtine. Bawer bikin ev biryar di hişê her kesê ku hezkirina welêt di dilê wan de hebin, her kesê ku hezkirin û zanîna wan ya demokrasiyê hebin, di dilê wan de bû û cih girtibû, ev biryar dixwestin.
Ev biryarek e ku mirov jê re li çepikan bixe. Bi van awayana yekîtîya kurdan, pêşketin û zanîna civakê, hînbûn û pêşketina siyaseta kurd dê pêk were bi baweriya min.
Dê cardin bibêjin, yekîtiya Tirkiyê, dê dîsa bibêjin hiqûq, dê dîsa bibêjin em birayên hev in, dê dîsa bibêjin BDP û rêxistinên din ji alî şîdetê ne, dê dîsa bibêjin me wisa nekiriye nizanim kê wisa kiriye. Û dê dîsa bibêjin zemîna demokrasiyê meclis e. Erê gelî zordaran, ma gelo hûn bi qasî kurdan jî rûmeta demokrasiyê dizanin? Qey hûn bi qasî kurdan jî dizanin aştî çiqas xweş e? Lê ku we wisa nekiriye, kê wisa kiriye? Çawa hûn generalan dixin hundir bi qasî şimaqekê, lê hûn nikarin bi dozgerekî. Qey hûn nizanin ku êdî kurd xwedî siyaset in û ji derewên we zivêr bûne û qet bawer nakin.
Kesek ji kurdan jî şer naxwaze. Hiqûq û demokrasiyê dixwazin. Way mebûsên kurdan naçin meclîsê, ne hewceyî şer û pevçûnê ye jî, tenê wê li Amedê rûnin, de ka hûnê çi bikin bikin.