1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Hilbijartinên 2015an û provakasyon
Hilbijartinên 2015an û provakasyon,hilbijartinên,2015an,û,provakasyon

Hilbijartinên 2015an û provakasyon

A+ A-

Hilbijartinên Giştî yên Tirkiyeyê nêzîk e. Hukûmeta AKPê ku di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de hat serî, ev dozdeh sal in, bi dek, dolab û provakasyonan hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lê merc ji her alî ve, ji bo wê jî diguherin. Lewra navbera AKPê û sîstema ku ji ber hin hesaban wê anî serî her ku diçe bêtir vedibe û ev dibe sedema hin “tedbîr”ên AKPê ku encamên van “tebîran jî bêtir lîstik, provakasyon û faşîzm e.

Di rewşeke wiha de, Tevgera Azadiyê jî xwe ji bo van hilbijartinan amade dike. Ji hêlekê ve Pêvajoya Çareseriyê, ji hêla din ve şer û berxwedana li Rojava û Başûr; lîstik û provakasyonên pirreng û piralî; hesabên gelek hêz û dewletan ên li ser herêmê; tevger û têkiliyên di vê çarçoveyê de têne danîn û hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê.

HDP, bi angaşta dê ji bendava %10î derbas bibin, weke partî dikeve van hilbijartinan. Ev biryar, gav û pengaveka pir grîng e û destpêka pêvajoyeka nû ye. Di têkoşîna nêzî 40 salî ya Tevgera Azadiyê de biryarên bi vî rengî pir in. Tevgera Azadiyê tu carî di ciyekî an tiştekî de xwe asê nehiştiye, vê yekê mina tesfiyeya tevgerê nirxandiye û her tim li gor rewşa heyî zor daye derfetên heyî, gav avêtiye û pengaveka nû daye destpêkirin. Ev taybetiya Tevgera Azadiyê, di her gav û pengaveka nû de, dijmin neçar hiştiye. Dijmin jî her care ji bo rêlibergirtina pengava nû, bi hemû derfetên xwe û rê û rêbazên qirêj ve êrîş kiriye, lê di dawî de, neçarî, kêmasî pejirandina hin gavên hatine avêtin bûye. Ev yek bûye sedema destpêka pêvajoyeka nû û her care dijmin neçar maye rojeva xwe li gor pêvajoya nû biguhere. Hêjayî gotinê ye ku her gav, pengav û pêvajoyên nû, ji bo tevgerê bi xwe jî risk hebandine û caran ev risk bûne sedema hin bedêlên giran jî. Lê ji xwe ji destpêka vê têkoşînê ve û heya niha, birêz Ocalan gelek caran aniye ziman ku li ser devê kêrê dimeşin û vê têkoşînê didin.

Em îroj careka din li ber deriyê pêvajoyeka nû û pir grîng in. Pir grîng e, lewra eger ji bendava %10 derbas jî bibin dê pir tişt biguherin û derbas nebin jî dê pir tişt biguherin. Ji gelek pêvajoyên têkoşîna nêzî 40 salî em dizanin ku tevger dema biryareka grîng dide, xwe ji rewşa herî xirab re jî amade dike û tedbîrên xwe li gor wê digire. Her carê her tişt li gor dilê wan jî nameşe, lê tişta grîng ku dijmin li gel hemû hewldanên xwe ve jî, nekariye du tiştên grîng bike di nav tevgerê de. 1- Dubendiyê û nakokiyan bike navberê. 2- Rojeva tevgerê ew diyar bikin.

Tevgera azadiyê bi vê biryarê re du rê dane ber dewleta tirk û Hukûmeta AKPê: Yan çareseriyek di nav parlamentoyê de an jî ji derveyê parlamentoyê. Dewleta tirk, dikare alternatîfa duduyan ji xwe re talûketir bibîne û ji ber wê jî, neçarî daxistina bendavê bibe.

Diz û xwediyê male ji zû ve bi hev hisiyane û bi hemû tevger û rîskên hev û du dizanin. Li gor van jî tevdigerin bê guman. Niha, mîna her gav û pengav û pêvajoyên nû, îroj jî dewleta tirk li ber vê biryara Tevgera Azadiyê şaşwaz e û dest pê kiriye êdî ji çar alî ve êrîş dike. Dek, dolab û provakasyonan dike. Ji bo valaderxistina vê biryarê û pengava nû, hemû laş û organên dewletê ji niha ve kirine dewrê. Heya hilbijartinan dê hîn gelek provakasyonên bi vî rengî bikine dewrê. Dikarin vê care gelek zirarê jî bidin, lewra ji ber gelek sedeman, ew risk mezin e jî. Tu xirabiyek ku dikare bê bîra mirov û ev hukûmet ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe nikaribe bike tuneye.

Bendava ji %10 bê derbaskirin jî, neyê derbaskirin jî, bi vê biryarê re, ev gav hatiye avêtin û dê ev pêvajoya nû jî ji derveyê însîyatîfa dewleta tirk û hukûmeta AKPê dest pê bike. Ev bi sere xwe jî, pêşkeftineke grîng e û ji xwe ne gelê kurd û ne jî Tevgera Azadiyê di her du rewşan de jî, bêyî alternativ nînin.

Mahabad Felat Arda 2014-11-27 [email protected]