1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Hin pîvanên nivîskarî û rewşenbîriyê
Hin pîvanên nivîskarî û rewşenbîriyê,hin,pîvanên,nivîskarî,û,rewşenbîriyê

Hin pîvanên nivîskarî û rewşenbîriyê

A+ A-

Li Bakurê Kurdistanê, di salên 1970 û 80yan de berhemên bi kurdî û kesên ku bi kurdî dinivîsîn û dixwendin gelek kêm bûn. Pirtûka Emîr Celadet Alî Bedirxan û Roger Lescot a Rêzimana Kurdî hebû ku ew jî bi destê herkesî nediket.

Alfabeya Kurdî hebû ku ji aliyê birêz M. Emîn Bozarslan ve hatibû amadekirin û hin gotar, çîrok, werger û xebatên din ên Apê Musa Anter hebûn û tu ferheng tunebûn.

Li derve hin xebat hebûn, bi taybet li Swêdê, lê ew jî zêde nedigihêştin Bakur û zêde kesî nekarî ji wan sûd werbigire. Xebatên ku li perçeyên din ên Kurdistanê dihatine kirin jî herweha. Lê helbest hebûn, bi taybet ên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Şêx Evdirehmanê Axtepe, Melayê Bateyî, Sîyahpoş, Ehmedê Xanî, Seydayê Gurdilî, Seydayê Dilbirîn û hwd. Lê ev jî bêtir bi tîpên erebî bûn û mela û feqiyan dikarîn bixwînin.

Bê guman hîn tiştên din jî hebûn ku ez nizanim û min li vir nenivîsîne, lê rastiyek e ku xebat gelek kêm bûn.

Bi taybet piştî ku di sala 1992yan de Rojnameya Welat li Stenbolê dest bi weşana xwe ya hefteyî kir, xwendin, nivîsandin û eleqedariya ji kurdî re gelek zêdetir bû. Welat karek pîroz û mezin kir. Bi dû re hin bi hin xebat hatin kirin, çi li Tirkiyê, çi li Bakurê Kurdistanê çi li Ewropayê û xebatên parçeyên din ên Kurdistanê jî hêdî hêdî diketin nava Bakur êdî. Bi taybet rewşenbîriya Başûrê Rojavayê Kurdistanê û ya Bakur nêzî hev dibûn, têkil dibûn.

Paşê radyo û televizyonên kurdî, weşan û weşanxaneyên kurdî û nivîs û nivîskariya kurdî, rewşenbîrî û rewşenbîrên kurd her ku çû zêde bûn. Û ji lewra jî, divê mirov bêje ku serbilindî û dilxweşiyeke mezin e ku bi taybet di van 10-15 salên dawî de nivîsandina bi kurdî; çi çîrok, çi roman, çi helbest, çi gotar, çi lêkolîn û berhemên li ser rêzimana kurdî û hwd. gelek zêde bûne û divê hîn jî zêde bibin. Divê nivîskar û xwendevanên me zêde bibin. Divê em çêr û nifirên xwe jî bi zimanê xwe binivîsin. Henek û pêkeniyên xwe û heta mustehceniyên xwe û şer û her tiştên xwe. Lewra dema her tiştê me bi zimanê me be, digihêje çêj û wateyekê û digihêje rastiya xwe. Û em jî pê re digihêjine rastî û kesayetiya xwe û li ser koka xwe rûdinên. Mala wan ava ku bi zimanê xwe dinivîsin, li ser zimanê xwe lêkolînan dikin, bi zimanê xwe dixwînin û diaxivin.

Em hemî berhemên keda beriya xwe û keda kolektîv a civak û rewşenbîriya xwe ya giştî ne:

Li gel vê dilxweşiyê jî divê bê gotin ku mîna di gelek karên me de, di rewşenbîrî, nivîskarî û wêjevaniya me de jî hîn pîvanên rast çênebûne an rûneniştine. Ya rastî ku em civakeke bi giranî gundî ne û em rewşenbîr bin jî, me xwe ji giyana gundîtiyê rizgar nekiriye.

Çima lewra rewşenbîrên me ji hev hez nakin; li dû hev û kêmasiyan in, kes ya xwe bi ya kesekî din nade, ji rexneyan re heta dawî girtî ne û her kes dibêje "êzingê min." Her kes bi her tiştî dizane. Di heman demê de helbestvan in, romannivîs in, çîroknivîs in, rexnegir in, pedagog in, pirtûkên perwerdê yên zarokan derdixin, zimanzan in û bi derbekê re hema her tişt in û kesek ji wan baştir jî nizane. Her ya wan rast e.. Û di tu mijarê de jî tu kes bi qasî wan nizane.

Nabe! Ev yek li dijî rastiya jiyanê ye. Mirov dikare di gelek aliyan de xwediyê zanînê be û bikaribe gelek tiştan jî bike, lê mirov nikare di her babetî de pispor be û li ser xwe re kesekî din nepejirîne.

Tew îcar înkariya hemû rewşenbîr û rewşenbîriya berî xwe dikin, dibêjin; "me zimanê romanê afirandiye, romana kurdî bi me destpêkiriye" Ev înkarî, bêînsafî û heqaret e ji kesên ku berê bi kurdî roman nivîsîne re. Û pozbilindî û populîzm e ku ev jî ne rewşenbîrî ye.

Dema mirov bikaribe bi kurdî binivîse, nayê wê wateyê ku mirov mecbûr e bibe romannivîs, çîroknivîs û helbestvan û bi ser re jî zimanzan.

Roja ku alfabeya kurdî hîn dibe, dest bi helbest, çîrok û romanan dike, bêyî ku kûrahiyek bide, bêyî ku teknîka romanê bizane, bêyî ku salê du roman bixwîne, bi dîroka ziman û wêjeya xwe berfirehî bizane û bi devoka herêma xwe, gotinên çêkirî û hevokên çelexwarî ku dayika wî/wê jî ji tiştên ku nivîsîne fam nake û dibêje fermo bixwin...

Bi ser vê re jî, piştî pirtûk tê çapkirin, ew bi xwe li ser pirtûka xwe 5 -10 rûpel nivîs dinivîse, pirtûka xwe bi xwe dide naskirin û pesnê pirtûka xwe dide. Nivîsê dişîne ji hemû malper, kovar û rojnameyan re. Bi vî rengî dixwaze rê li ber dîtin û rexneyan jî bigire. An jî têkiliyên hevaltî an dostanî bikar tîne û dibêje; "ka ji kerema xwe re pirtûka min bide nasandin". Ev ne tu pîvan in. Ev tişt di rewşenbîrî û nivîskariya tu gelî de tune. Ji kurdan pê ve di nav tu gelî de ev mînak hene gelo? Çawan dibe mirov bi xwe pirtûka xwe bide nasandin û pesnê xwe û pirtûka xwe bide?! Ev çi rewşenbîrî û çi pîvan e?!

Dema berhemek tê weşandin, êdî dibe malê herkesî. Mafê her kesî heye ku berhemê rexne bike û dîtinên xwe li ser bêje û binivîse, lê ne nivîskarê berhemê!.. Lewra wî ji xwe bi weşandina berhemê re ya xwe gotiye. Tenê dikare li rexne û pêşniyazan guhdar bike, li ber çav bigire, kêmasiyên xwe bibîne û berhemek xwe ya din, bi rexneyên rexnegir û xwendevanan bi kalîtetir binivîse û bide weşandin. Ku rexne nebe dê çawan di çand û wêjeyê de, heta di jiyanê de pêşketin bibe?

Bi qasî ku ez dizanim, karê danasîna berhema xwe, pêşî ji Mahmut Baksî destpêkir, bi Mehemed Uzun belav bû û niha êdî bûye mîna adetek, her kesek ku pirtûkek baş xerab dinivîse û dide weşandin, bi dû re jî nivîsek ji bo danasîna pirtûka xwe dinivîse û pesin dide û dişîne ji hemû malper û weşanan re. Dema ku mirov pesinnameya wan naweşîne û bi tenê bi çend gotinan dibêje pirtûkek weha derket, îcar xwe aciz dikin.

Mîna malper, me heta niha çend pirtûk dane nasandin û dîtinên xwe li ser wan nivîsîn. Me ne nivîskar lê berhemên nivîskar nirxand û em ê li ser van prensîbên xwe jî bimînin. Hin ji van berheman ne bi kurdî ne, an jî hem ne bi kurdî ne û hem jî nivîskarên wan ne kurd in, lê mijar li ser kurdan in: (GELO TE ROMANA "NÎŞANCÎ" XWENDIYE? -Amed Tîgrîs, "BIHUŞTA LAL" Û ÇÎROKA KURDÎ – Amed Tîgrîs, MEHDÎ ZANA Û ROMANA KURDÎ – Amed Tîgrîs, PAYÎZA DERENG AN PAYÎZA BERAVÊTÎ – Amed Tîgrîs, NIRXANDINNAMEYA GERNAMÊ – Amed Tîgrîs, ÇEND PÎVAN PÊDIVÎ Û TAYBETIYÊN ROMANÊ – Amed Tîgrîs, RAZA DI MEM Û ZÎNÊ DE – Zana Farqînî, NÎJADA GELÊ GÛNEHKAR -1- - Can Şeker, NÎJADA GELÊ GÛNEHKAR -2- - Can Şeker, DI DÎROKÊ DE KURDISTANA AZAD Û NAZÎST – Can Şeker, ESSEYEK (CERIBANDINEK) JI NIVÎSKAREKÎ ANATOLIYA NAVÎN – Mahmûd Lewendî, YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ – Mahmûd Lewendî, KÎTÊBEK – Mahmûd Lewendî, ÇEND GOTIN LI SER ROMANA "NÛRHEYATA LICÎ" - Mahabad Felat Arda.

Di dawî de ez dixwazim bêjim ku em divê xwe ji giyana gundîtiyê rizgar bikin û bizanin ku rexne motora pêşxistina jiyan û hemû berhemên jiyanê ye. Ev pêvajoyek e û gelek jî normal e, lewra em hîn nû bi ser xwe ve tên û li pîvanan digerin. Em her li dijminên xwe dinêrin û di bin bandora pîvanên wan de dimînin. Saziyên me, rewşenbîriya me, nivîskariya me, têkiliyên me û gelek tiştên din, bûne kopiyeke dijminên me. Em divê xwe ji vê rizgar bikin ku ev jî bi rexne û pirsan pêkan e; pirsên bi dilêrî û ji xwe pêşî û ji her tiştî!.. Belê ev pêvajoyek e û dê derbas bibe, lê li zarokek sêwî bifikirin ku hîn pîvanên wî rûneniştine û her tiştî ji derdora xwe digire. Mîraseke me ya xurt tune û kesek ku ji me re bêje jî tune. Hingê em divê biwêrin ji hev re bêjin, guhdar bikin û bipejirînin.

2006-12-09