1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. M. Çiya Mazî
  4. HIN TÊBINIYÊN QAYYUMA ŞAREDARIYA ŞEMREXÊ
HIN TÊBINIYÊN QAYYUMA ŞAREDARIYA ŞEMREXÊ,Şaredarî, destkeftin, Qayyum, demokrasî

HIN TÊBINIYÊN QAYYUMA ŞAREDARIYA ŞEMREXÊ

A+ A-

HIN TÊBINIYÊN QAYYUMA ŞAREDARIYA ŞEMREXÊ

Roja 11.09.2016, rojek dîrokî ye ji bo kurdên bakur. Ji bo 24 şaredariyên ku HDPê bi rê ve dibir ji alî hukumetê ve qayyum hat tayinkirin. Bi rastî ev yek raste rast darbe ye ji bo şaredariyan. Ji ber ku min darbeya 12ê Rezberê li Şemrexê dîtibû. Pêşî qaymaqam, dû re astsûbayekî teqawîtbûyî ku ji navçeya Şemrexê bû wek qayyum hat ser şaredariyê. Ew şaredar wekî karmendan (Memûr) bûn. Ji xwe astsubay wek hê jî li eskeriyê bû û disîplîna wî di çend rojan de deng veda li navçeyê. Mirovan qet jê hez nedikir û her qal û bahsa wî bû, henekê xwe pê dikirin. Tabî wî jî henekê xwe bi gelê navçeyê dikir tevlî ku ew bi xwe jî ji navçeyê bû. Mînak digot “çima hewş hene li ber malan, bajar be divê hewş tune be, hûn pir paşdemayînin”.

Bavê wî Evdikê, qesab bû, yekî naskirî û gel jê hez dikir, lê wî henekê xwe bi bavê xwe jî dikir û heta ceza jî ji bo dikanê dabû bavê xwe. Bawer bikin 2-3 salan navçe wekî eskeriyê hat îdarekirin. Ji xwe berî astsubay, qaymaqam memûrê herî bi qanûn û asîmilekar bû. Kesî nedixwest here şaredariyê. Li nava şaredariyê nivîsa “bi tirkî bipeyîve, pir bipeyîve nivîsîbû” ji xwe di şaredariya Şemrexê de kurdî qedexe bû. Yên bi tirkî nizanîbûn ku karê wan ne pir giring bûya nediçûn şaredariyê. Ji xwe jin qet nediçûn an jî hinek bi xwe re dibirin.

Îro dîsa tevlî 24 şaredariyan ya Şemrexa Mêrdînê (Mazîdag) jî bi qayyumê dîsa tê birêvebirin. Şaredarên wê ji kar hatine avêtin. Bi hinceta ku alî qaşo terorê dikin. Ev ne wisa ye ku her kesê kurd zanin ku tenê helwestek li himber xwebirêvebirinê ye. Ev çîroka wê dirêj e û herkes zane. Piştî 12ê Rezberê ku hilbijartin çêbû di 1983an de, ez jî 5 salan wek karmend di vê şaredariyê de xebitîme. Her odeyên wê her tevgerên karker, karmend û endamên meclîs û encûmenê ya avahiya Şaredariya Şemrexê niha li pêş cavên min zindî dibin. 

Piştî ku di 1983yan hilbijartin çêbû û dewrî sivîlan bû îjar ketibû destê eşiran, serokeşîr şaredarî wek malê bavê xwe bi rê ve dibir, her karker û karmend wek xizmetkarê xwe didît. Û maaşê karmend û karkeran nedihat dayîn. Gellek carî bi ser salekê diket ku me maaş nedistend. Carekê çu 22-23 mehan ku me maaş nesitendibû û tenê me bi şûndegirtina bacê (vergi iadesî) debara xwe dikir. Em karmend û karker li himber esnafan bûbûn pêkenok, kesî bi deyn jî alav nedidan me. Ev heta sala 1999an him di dema SHP de him di dewra DYP de ku şaredarî di dest wan de bû wisa dom kir. 

Ku di sala 199an de şaredarî ket destê kurdan (HADEP), hêdî hêdî mirov bi ser xwe ve hatin, maaşê karmendan hat dayin, karên xweş hat kirin û gel têkildarî şaredariyê bûn û jê hez kirin. Ev 4 dem e ku partiya kurdan (HADEP, DEP, DTP, DBP) vê şaredariyê bi rê ve dibin. Qet mehekê jî karmend û karker bê maaş nemane, tevlî derfetên kêm, çarşiya Şemrexê bi park û kulîlkan bûye wek bihuştê. Mirov zanîbû ku bi rastî ev şaredarî ya gel e û xizmet ji bo gel dihat kirin. Xizanan bi hêsanî dikarîbûn biçana şaredariyê. Jinan êdî bi serbilindî xwe li şaredariya Şemrexê digirtin. Herkesî bi halekî rehet dikarîbû derdê xwe ji şaredar re her gav û saetê bigotana. Heta hinekên qurre hebûn ku digotin “ez îro çûme şaredariyê û min nigê xwe li derî xistiye”, yan jî digotin ez çûm û min bi milê şaredar girt, min got hela tu wer derve ez tiştekî ji te re bibêjim”, ew qas rehet dipeyîvîn. Ku ev şaredarî ne ya gel bûya tu carî nikarîbû wisa biaxiviyana. Ev rewş li hemû şaredariyên ku ev partî li ser kar bû wisa bû bawer im. 

Lê îjar dê çawa be, nizanim. Rewş qet ne wek 12 yê Rezbera 1980ê ye. Bi panzeran, bi alîkariya tîmên taybet şaredar (qayyum) çûye avahiya şaredariyê, dê here li meqamê xwe rûnê wisa. Ewqas hezkirina ji şaredariya berê dê bihêle ku mirov dîsa wekî berê bi hêsanî herin û derdên xwe ji şaredar re bibêjin? Na bi Xwedê. Ji bilî derdgotinê, mirov wek li ser êgir bin niha. Dê çawa bibe, karmend dê çawa bixebitin, bi mirovekî xerîb, dûrî çanda navçeyê, dûrî fikra siyasî û hişmendiya jiyana mirovên wê derê? Ev rewş wek mirov bi balyozan li serê hevdû bixe.  

Bi şaredariyên DBPê re gel hînî demokrasiya hemdem dibûn û jê tahm digirtin. Dibêjin ku heta destkeftî ji dest neçin mirov nizane rûmeta wê. Wisa rûmeta azadiyê jî baş tê fêmkirin. Mirov dê baş fêm bike ku ev destkeftiyek gel a pir mezin bû. Aha ev jî wisa ye. Herkes dê carek din fêm bike ku demokrasî ne tenê hilbijartin e, hişmendiya jiyanê ye, DBPê ew hişmendî berbelav kiribû, loma ne bawer im ku gel dev ji şaredariyan berdin û bêriya ken û xweşhayliya li hêwanên şaredariyan olan didan nekin.