Hinek Çewtiyên Berbiçav
Qada bikaranîna zimên her ku diçe firehtir dibe. Kurmancî di gellek waran de êdî tê bikaranîn. Bi taybetî li bakur ji bo Kurmanciyê gellek derfetên nuh bi dest ketine. Weşanxaneyên nuh tên vekirin, kovar û pirtûkên nuh tên çapkirin, werger tên kirin, rojnameyên nuh derdikevin, malper tên avakirin… Belê, ev hemû ji bo Kurmanciyê pêşdeçûnên baş in, lêbelê ev xebat bi Kurmanciyeke çawa tên kirin? Mixabin dema ku em bala xwe didin ziman, naverok û mentixa zimên a wan xebatan em dibînin ku gellek çewtî û nakokî hene, ev jî rê li ber xerabûna zimên vedikin. Gellek caran di warê wergerê de ev pirsgirêk bi awayekî beloq derdikeve pêşberî me. Çewtiyên ku tên kirin piştî demekê belav dibin û rê li ber pirsgirêkên mezintir jî vedikin. Mixabin, saziyeke me ya zimên jî tune ye ku li ser wan çewtî û pirsgirêkan bisekine û wan kesan hişyar bike, ji ber vê yekê divê herkes bi berpirsiyarî tevbigere û xweditiyê li Kurmanciyê bike.
Di vê nivîsê de ez ê li ser hinek çewtiyên berbiçav bisekinim. Carinan hinek çewtiyên wisa tên kirin ku mirov şaş dimîne.
“JIYANKIRIN”
Di van demên dawî de “jiyankirin” bayê xwe li gellek deveran digobilîne. Gellek caran di bernameyan de axaftvan dibêjin:
“Ez li Amedê jiyan dikim”
“Jiyankirina wê rewşê pir dijwar bû.”
Ez meraq dikim ev “jiyankirin” cara yekemîn kîngê û çawa kete nava zimanê me. Di Kurmanciyê de lêkera “jiyîn/jiyan”ê bi lêkera alîkar “kirin”ê re nayê bikaranîn. Ew lêker bi tena serê xwe tê bikaranîn û têra xwe dike, ango mirov dikare bibêje:
“jiyan” nayê “kirin”; “jiyan” tê “jiyîn”
Mirov dikare hevokên li jorê bi vî awayî rast bike:
“Ez li Amedê dijîm.”
“Jiyîna wê rewşê pir dijwar bû.”
“PIRSPIRSÎN”
Dîsa di van demên dawî de bêtir ji ber bandora “Tirkî” hinek kes radibin û dibêjin:
“ Ez ê pirsekê bipirsim.”
“Min pirsek pirsîbû”
Di Kurmanciyê de ji bo vê rewşê bi alîkariya lêkera alîkar “kirin”ê lêkereke weke “pirskirin”ê heye û têra vê rewşê dike. Jixwe dema ku mirov ji aliyê mentixê ve jî lê binihêre, dê mirov ji xwe bipirse: “pirs” jixwe hatiye “pirsîn” ma mirov “pirsê” dîsa “dipirse”? Ji ber wê yekê divê em bikarin bibêjin:
“ Ez ê pirsekê bikim.”
“Min pirsek kiribû.”
Dema ku em “pirsê” derxin û peyva “tişt”î deynin şûna wê, îcar ji ber ku “pirs” rabû êdî em dikarin “wî tiştî” bipirsin û bibêjin:
“Ez ê tiştekî bipirsim.”
“Min tiştek pirsîbû.”
“SILAVKIRIN”
Di destpêka panel, konferans û civînan de hinek kes radibin û dibêjin:
“Ez we silav dikim.”
Yan jî di rewşên din de dibêjin:
“Silavan bike.”
Dema ku mirov bala xwe dide van bikaranînan, dibîne ku ev awa ne li gorî qalibên Kurmanciyê ne. Ji ber ku di Kurmanciyê de “silav” “li hinekan” tê kirin û ev lêker bi daçek tê bikaranîn. Divê mirov bibêje:
“Ez silavan li we dikim.”
“Silavan lê bike.”
“NIVÎSNIVÎSÎN”
Di mijara vê lêkerê de jî weke ku pirsgirêkek hebe. Carinan dema ku mirov guhê xwe dide vê gotinê mirov fêm dike ku ev awa bi mirov xweş nayê, ji bo vê lêkerê gellek caran weha tê nivîsîn:
“Min nivîsek nivîsî.”
“Ez nivîsekê dinivîsim.”
Ji bo serrastkirina vê pirsgirêkê ez dibêjim divê mirov di şûna bêjeya “nivîs”ê de çi dinivîse wê bibeje, ev qalib bêtir li gorî mentixa zimên e.
“Min helbestek nivîsî./ Min gotarek nivîsî.”
“Ez pexşanekê dinivîsim. /Ez ceribînekê dinivîsim.”
Wekîdin qalibekî din jî heye ku pir nehatiye bikaranîn, ew jî ev e:
“Min nivîsek lê kir.”
“Ez nivîsekê lê dikim.”
“OXIRKIRIN”
Vê dawiyê di hinek nûçeyan de hevokên bi vî awayî derdikevin pêşberî me:
“Gel cenaze oxir kir.”
“Cenaze hatin oxirkirin.”
Di Kurmanciyê de ji bo vê rewşê em lêkera “birêkirin” , “verêkirin” û “vexêrkirin”ê bi kar tînin. Ji ber wê divê ew hevok weha bên nivîsîn:
“Gel cenaze birê kir/verê kir/vexêr kir.”
“Cenaze hatin birêkirin/verêkirin/vexêrkirin.”
Ev hinek çewtiyên berbiçav û giştî bûn ku ez li ser wan sekinîm, bi sedan çewtiyên ku tên kirin hene. Di nivîseke din de ez ê li se hinek çewtiyên din bisekinim û ew çewtî li ku derê kîngê hatine kirin ez ê wan jî destnîşan bikim.
Bahoz Baran