Hêviyên ji bo 2010`an
Bi awayeke giştî sala 2009’an di cewherê xwe de hin pêşketinan lipêşxist
lê belê di rastiyê de jî ew pir bizehmet derbas bû. Bi taybetî ji bo
Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd sala borî derd û kederan zêdetir kir. Dibe
ku heman derd, keder û zehmetî ji aliyê her kesê ve nehatibe dîtin lê
belê ez dizanim ku derdorên pêwendîdar di zanistiya bûyeran de ne.
Piştî saleke wiha bizehmet ez hêvîdar im ku 2010 nebe dumahîka 2009’an.
Dema ku mirov li rewşa gelê Kurd û her wiha ya gelê Tirk binêre baş
dixûyê ku daxwazên ji bo pêşketinan mezin bûne. Li Tirkiyeyê hin derdor
hêviyên xwe ji AKP’ê hene, hin derdor jî li gorî konjonktûra herêmî û
navneteweyî bihêvîne. Di nava raya Kurd de jî hêviyên pir kesan bi
têkoşîna rizgariyê heye. Di bingeha hêviyên van hemû derdoran de
rastiyeke heye.
Beriya her tiştî niqaşên ku di sala borî de pêkhatin, ên di derbarê
çareseriya pirsgirêka Kurd de, di vê sala nû de jî wê bidomin. Çendî
armanca AKP û ya dewleta tirk li ser esasê çareseriya vê pirsgirêkê
pêşnekeve jî ew nikarin li pêşiya pêla vîna gelan zêde liberxwe bidin.
Digel pêlên nijadperestiya tirk, di nava raya giştî a Tirkiyeyê de jî
bingeha ji bo pêvajoyeke aştiyane çêbû ye. Lewre ez dibêm wê 2010 nebe
dubareya sala 2009’an.
Li gorî daxûyaniyên rayedarên AKP’ê wê pêvajoya « Vebûyîna Demokratîk »
bidome. Lê baş derketiye holê ku AKP vê projeyê li ser esasê têkbirina
Hêza Rizgariya Gelê Kurd lipêş dixe. Lewma di mehên destpêka vê salê de
wê hin xire-cire û hetta dibe ku şer bikeve rojeva Tirkiyeyê.
Daxûyaniyên rayedarên KCK’ê jî di vî warî de îşareta heman rewşê dikin.
Lewre ez ji niha ve dibînim ku wê 6 mehên destpêka vê salê bizehmet
derbas bin.
Digel heweşa CHP’ê û ya MHP’ê, di vê sala 2010’an de li Tirkiyeyê ti
hilbijartin çênabin. Dibe ku MHP û CHP vê mijarê tim di rojevê de
bihêlin lê belê wisa diyar e ku AKP nahêle ew bigehêjin armanca xwe. Di
nava van niqaşan de divê BDP bikaribe tenzîma xwe baştir qayîm bike û
xwe ji bo hilbijartinên 2011’an amade bike. Li gorî ku ez dibînim di vî
derbarî de hin êş û keder hene lê belê ev nabin sedemên keleman.
Qasê ku dixûyê li Başûrê Kurdistanê her ku diçe rewş baştir aramî dibe û
di her aliyê de pêşketin diafirin. Heke rayedarên Başur dîqet bikin ku
ew neyên leystoka hin hêzan -weke Tirkiye, Iran û hwd- ez bawer im wê li
vê heremê asta jiyanê bilintir bibe û ev herêm bibe navendeke girîng ya
Rojhilata Navîn. Di vî derbarî de hêviyên min hene.
2010 wê ji bo Îran û Sûriyeyê jî bizehmetî derbas be. Bi taybetî li
Îranê muxalefet wê zêdetir bihêz bibe. Ev rewş wê bibe sedemê ku
Ahmedînejad û ekîba wî dest bavêjin darê zorê, heman tişt niha jî
diqewime. Li aliyê din Amerîka û Ewropa jî bêdeng nasekinin û dixwezin
muxalefetê dûjtir bikin. Lewre ez ji niha ve dibînim ku wê 2010 ji bo
Îranê bibe saleke qederê. Di demeke wisa de bêguman rola Kurdan jî pir
mezin e. Bi taybetî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên PJAK’ê.
Di qada navneteweyî de jî niqaşên di derbarê pirsgirêka kurd de ketine
asteke bilind. Ez bihêvî me ku di vê salê de, bi taybetî di nava saziyên
Yekîtiya Ewropayê (YE) de, rewşa gelê kurd ji nêz ve were şopandin. Di
nêzîkatiya YE’yê de, a li pirsgirêka kurd, guhertineke erênî dikare
çêbibe.