Hêz û mafdarî
Samî TAN
Dirûşma sereke ya Artêşa Tirk “Artêşa xurt, welatê xurt” e. Li ser dîwarê gelek qişleyan hatiye nivîsandin. Her wiha di rojên taybet de li ser bîllbordan jî tê nivîsandin. Dirûşma sereke ya AKP û Serokkomar Erdogan jî dîsa “Neteweya xurt, dewleta xurt” bû. Roja 5 û 6’ê rezberê kongreya awarte ya CHP’ê hebû, li wir jî dirûşma li ser pankartê “ CHP’a xurt, Tirkiyeya xurt û demokrasiya xurt” bû. Ev pêdivî û daxwaza xurtbûnê nîşaneya du tiştane:
1- Ev kes û saziyên ku vê daxwazê dikin pir qels û lawaz in. An jî li gorî baweriya wan hêza wan a heyî têrî pêkanîna daxwazên wan nake.
2- Li gorî baweriya kes û saziyên ku van dirûşma didin pêş, li cîhanê her tişt bi hêzê tê kirin, ji bo ku tu li ser piyan bimînî, ji bo ku daxwazên xwe li ser civakê ferz bikî û ji bo ku tu pergaleke li gorî pêdiviya xwe ava bikî û wê pergalê biparêzî, divê hêzeke te ya zêde hebe.
Ji bo xwediyên van dirûşman mafdarî zêde ne girîng e. Ew jî wekî gelek kesan wisa bawer dikin ku pergala dinyayê li ser hêzê ava bûye, kesên xurt çendî neheq bin jî dikarin daxwazên xwe li ser kesên din ferz bikin û bi vî awayî jî bigihêjin miraz û meqseda xwe.
Dema ku mirov bi awayekî gelemperî û di nêrîneke di ser re li rewşa cîhanê dinêre, mirov dibêje qey xwedanên vê bîr û baweriyê rast in. Belê bi rastî jî niha li ser rûyê cîhanê tiştê diyarker hêz e. Welatên ku hêza wan heye li seranserî cîhanê bi çargavkî hespê xwe dibezînin; li ku derê tiştekî ne li gorî dilê wan hebe, destkariyê tê de dikin û li gorî dilê xwe diguherînin.
Pêşî em der barê hêzê de çend pirsan bikin û piştre jî bi alîkariya van pirsan mijarê rave bikin. Hêz çi ye? Çawa bi dest dikeve? Hêz derfet û şiyana kirinê ye. Ji bo ku mirov karibe karekî bike divê mirov ji bo wî karî hêvotî anku perwerdekirî be. Dîsa divê kelûpelên pêwîst ên ji bo pêkanîna wî karî li ber destên mirov hebin. Ji bilî van jî divê kend û kospên rêgir ne di wê astê de bin ku mirov nikaribe ji ber xwe hilîne. Bi kurtasî divê mercên navxweyî û derveyî ji bo pêkanîna wî karî guncan bin.
Lê belê tiştekî din ê bi qasî van tiştan girîng jî rewabûna wî karî ye. Divê ew tiştê ku mirov dixwaze bike, li ser rûyê cîhanê wekî tiştekî rewa û mafdar were dîtin. Carinan heke hêza mirov hebe, mirov dikare wî tiştî bi darê zorê bi her kesî bide pejirandin. Lê belê îcar pergala ku mirov bi darê ava bike, divê mirov bi darê zorê jî biparêze. Heke ew pergal mafên hinekan binpê dike, li dijî vîn û daxwaza gelek mirovan be, parastina wê pergalê dibe karekî pir sext û dijwar. Carinan parastina wê pergalê dibe sedema gelek qurbaniyan û jiyanê li mirov dike jehr.
Li hemberî vê yekê di her serdem û sedsalê de hinek kes û koman xwestiyê doza maf û dadê bikin; bi vê bîr û baweriyê pergal hatine avakirin, hin caran wan kom û çînan desthilatî jî bi dest xistiye, lê piştî demekê ji vê armanca xwe dûr neketine, ew kes û komik jî bûne dîl û beniyên desthilatî û berjewendiyan. Vê yekê jî bîr û baweriya bi heq û edaletê kêm kiriye; bîr û baweriya hêzdar û zordestiyê zêdetir kiriye. Ji ber vê yekê jî îro li ser rûyê cîhanê zilm û zordarî; şer û lêkdan belav bûye. Mirov heta ku bi qasî maf û berjewendiyên xwe maf û berjewendiyên der û cîranên xwe jî ber çavan negirin, nikarin pergaleke li ser hîmê wekhevî û dadweriyê ava bikin. Heta vê yekê neke jî ji şer û lêkdanan rizgar nabe. Lewma jî divê hêz û dadwerî, zanîn û şiyan û mafdarî bibin yek hingî tu hêz nikarin rê li ber daxwaza mirov bigirin.