HÛN IN NIRXÊN ME YÊN HERE HÊJA
(Name ji p’akr’ewanê nemir R’ostem Cûdî r’a)
Eger bibînî- melûl r’ûniştî, ez k’ûr dnalim, Bizanbe-li cîkî, li K’urdistanê stêrkek r’ijya;
Eger bibînî, purç’ûyê min kirye, ez beşerr’eş im, Biznbe, r’uhêm şehdetîyê dide, l’Welêt hewar e;
R’uhêm esmanê K’urdistanê ye, stêrk lê p’ir’ in, Her yek li wira cîyê xwe heye,- stêrka xwe geş, Û, dema canîyê hinekên wana zû diqûrç’imin, Li esmanê min stêrk dir’ijin- dibe şever’eş…
Îro li welêt şîn e dubare- k’urd t’ev xemgîn in (Min digot- r’uhêm çendek e, çima wisa dizare?!)
………………………………………………… …………………………………………………
(Ji helbesta “Êlêgîa”)
P’akrewanê gelê min ê nemir!
Eva demek e, ez p’eyvan diger’im, ku hest û r’amanên xwe bicivînim ser hev û bînim zimên, dixwazim gotineke xwe, ya ku dema ku em bi hev r’a bûn, min negotibû, bibêjim, lê lalome li zimanê min dik’eve, pênûs di destê min da sardibe-r’adiweste, û ez bêzar dibim… Min nizanibû, hestên xwe çawa bînim zimên, dema di întêrnêtê da li ser rûp’elê facebook-ê dît, ku yekî nameyek ji min r’a şandye û li r’ex navê wî wêneyê te ye. Min destxweda li fotowêne tikand, û ew vebû… min dît, xwedîyê wê wêneyî li Ewropayê ye. Min dizanibû, ku R’ostem Cûdî kod-navê te yê şoreşgerî ye. Lê ev jî, min got, dibe ku nave te yê nasnameyê ye… Û min bersîva wê nameyê nivîsî: ”Dem baş hevalê hêja! Tu nizanî, k’a ez çiqas k’êfxweş bûm û ezê dubare dilşad bibim, ger ji te ahgahîyekê bigirim.” Min ev kurtename şand û careke din veger’yam derî bajêr, li ser k’arê xwe. (Û li wir jî t’u p’êwendîyên întêrnêtî nînin!) Piştî du r’ojan ez careke din veger’yam bajêr û internet vekir. Û…Nûçeya di derbarê p’akrewanbûna te, Ç’îçek Botanê, Elîşêr K’oçgirî û lehendên din ên t’evgera azadîxwaz da! Cîhan di çave min da tarî bû, r’ojên ku me bi hev r’a karkiribû, peyr’a, dema ku me lî çîyayên K’urdistanê hev dîtibû: k’ar û hewlên we yên ji bo aştîyê, êrîşên artêşa t’irk a dagirker, plan û projeyên T’evgerê yên ji bo ku wan êrîşan vala derxin… Û nîgara te ya mirovî careke din li ber min sekinî.
Û min nameyek a din ji wî welatp’arêzî r’a şand:
“Dem baş, hevalê hêja! Kes nizane, k’a cîhan çawa ye û çi syûrprîzan (hem ên xweş, hem ên tal) derdixe pêşîya mirov. Min cara berî vê wêneyê hevalê me Nemir R’ostem Cûdî dît û got, dibe ku ew hatibe Ewropayê (Ev demek a dirêj e ez ji her agahêyan qut bibûm)... Lê vê dawîyê min di derbarê pakrewanbûna wî û hevalên me yên leheng ên din da agahî girtin û ez p’ir xemgîn bûm...
Bila serê gelê me û welatê me xweş be!
Demên weha her tiştek dilê mirov baristan dike: ewana bi pakrewanbûna xwe Azadîya Welatê me bi gavekê jî nêzîk kirin.
Dibêjin, k’arên gewre berdêlên gewre dixwazin!
Her p’akrewanekî me berdêlek e ji bo AZADÎYA MEZIN...
Ez serê xwe li ber bîranîna wan ditewînim...”
Û bîranînan rê nedane hev, yek li pey ya din hatin û nîgara te û lehengên şoreşê ya mirovî li ber min nitirandin. Wan r’ojên ku ez di nav r’efên we da li ç’îyayên K’urdistanê bûm, r’ojên jîyana min ên here bi nirx û wat’e bûn… Jiyan li wir ewqas p’iralî û dewlemend e, mirovayî li wir ewqas bi nirx û mirovayî ye, ku mirov dixwaze heya dawêya jêyana xwe di nav we da be… Û ew hemû tiştên ku me li wir dîtin, îro êdî li seranserê Welêt û deverên din ên cîhanê hatine sêwirandin- bi r’êberîya serokê net’ewî bir’êz Abdullah Ocalan, bi beşdarîya her yekî ji we… Û ev hemû wê hê paşê berhemên xwe yên jîyandar bigihînin (û ew îro jî êdî gihîştine!), û helwesta gelê k’urd a li hember nirxên ku vê T’evgerê avakirine jî evê yekê piştr’astdikin. Lê nirxê herî mezin ê vê T’evgera azadîxwaz gel bi xwe ye, yê ku ji bo doza net’ewî bi t’evgerê r’a bûye xwe û li nirxên wê û lehengên xwe xwedî derdikeve. Lê dîsa jî yên ku serk’êşîya vê t’evgerê dikin û r’êya berbi Azadîyê nîşanî me hemûyan didin p’akr’ewanên me yên nemir in… Dibêjin, dema şoreşgerên PKK-ê yên destpêkê bir’êz Abdullah Ocalan r’a dibêjin: - Serokê min!
Ew dibêje: - Serokê min jî, serokê we jî P’AKR’EWANÊN me ne!
Serbilindîya gelê min a nemir!
Van r’ojan, dema hemû k’urd û K’urdistan ji agahîya p’akrewanbûna we hejyan, dema gêrîllayên HPG-ê yên leheng tola we bi dehbare hildan, erdhejê herêma Wanê wêrankir, bi hezaran kuştî û birîndar çê bûn û r’ewşek a dijwar li herêmê r’ûda.. Û li vir jî dewleta t’irk r’ûyê xwe yê faşîstane carek a din da xuyan.
Bes nine, ku r’êjîma dagirker gel di wê r’ewşê da t’enê û bê alîk’arî hîşt, heya nehîşt, ku alîk’arîya welatên din jî ji derva bigihîje wan … Û ev jî ne bes e, hukumeta t’irk şûna leşkeran bişîne alîk’arîya gel (wek ku di welatên din ê şaristanî da dibe), hêzên xwe yên leşkerî dişîne li ser Başûrê K’urdistanê… Û ev jî ne bes e, r’êvebirîya t’irkî û r’ojnemegerokên sîstêmê ji gel r’a dibêjin: “Dema tê, keviran davêjin esker û polîsên me, naha jî alîk’arîyê diwazin.”
Ma mirov ji vê r’a çi dikare bibêje? Ma mirov vana dikare navbike? Eger mirov weha ne, wê demê r’ewirên hov ji mirovan çêtir in…
Dewleta t’irk vê care jî da xuyanê, ku ew ji hêla hovîtîya xwe va piç’ekî jî ji wan pêşîyên xwe danaxe, ên ku di dema xwe da li ser pişta deve û hêstiran ji best û beyarên Asîya Navîn hatine vê herêmê. Be rovajî wê, ewana hovîtîya pêşîyên xwe her bi teknîkî xurttir kirine …
Gelê me, yê ku bûyerên K’oçgirî û Gelîyê Zîlan dîtine, yê ku hevtê û du fermanên li ser k’urdên êzdî dîtine, yê ku bûyerên Ç’îyayê Agirî û Çarç’irayê dîtine, yê ku bûyerên Helebçe û Qamûşlokê dîtine, dê van r’ojên giran jî derbaz bike…
Lê ya sereke ew e, dewleta t’irk bi van hemûyan ne bi hiqûqî, ne bi mirovî ji bo xwe t’u mafek nehîştye, ku k’urd wê t’emûl bikin û bixwazin di nav sînorên wê da bimînin! R’êvebirîya t’irkan vê care jî (û ev êdî cara çendan e!?) da xuyanê ku ew wek dijmin li k’urdan dinihêr’e, ku ew dewlet, t’u p’êwendîyeke wê ya erênî bi k’urdan r’a nine, ji bilî t’evkujî, wêranî û talanan. Û, eger em hêvyê bin, ku cîhanê pirsgirêkên me ç’areser bike, emê xwe bixapênin, di cîhanê da t’u kesek azadîyê nade kesekî din, ew t’enê ji wan distînin. Her gelê k’urd dikare bi xurtkirina Yekîtîya net’ewî xwe ji bindestîya sedê salan r’izgar bike.
Û, ez bi bawer im, serbilindîya gelê me ya nemir, wê rojê bê, ku xwîna we û p’akrewanên me yên din wê deya neçe, her p’akrewanek dibe r’onayîkê û r’êya berbi Azadîyê va r’onî dike û R’oja Pîroz nêzîktir dike… Wek ku min û te li Moskovayê di derbarê hevalên p’akrewanbûyî da digot, wê r’ojê bê, li ç’îyayên K’urdistanê, li deverên p’akrewanbûna we kulîlkên hezarr’engî, gul û sosin û beybûn dê li şûna we bi zar’okên K’urdistana Azad r’a vebeşirin û wê bi hezaran zar’okên k’urd ên bi navên R’ostem, Elîşêr, Ç’îç’ek û Bêrîvan, Leyla, Sozdar û Cûdî, R’onayî û Bêrît’an û yên din dê li ser r’êça we ji bo ava û şênkirina Welatê me yê azad bimeşin…
Û heya K’urdistan hebe, heya yek k’urd hebe, hûnê di mejû û dilê wanda jîyan bikin…
Lê ya Wanê?!
Ev jî dilkovanîya me ya p’ir’ giran e, êşa me bê sînor e!
Ez sere xwe li ber bîranîna wan wanîyan ditewînim, ên ku vê erdhejê da jîyana xwe jidest dan, lê ji zîyank’êşan r’a dixwazim, ku ew tiştê ku wan dît, di jîyana xwe da êdî nabînin, ji bo ku demeke berî demekê birînên wan ên fîzîkî û wat’eyî k’ew bigirin. Ez bi bawer im, ku çareserîya her pirsgirêkê hêza Yekîtîya gel e. Û gelê me dê bi hêz û derfet û T’evgera xwe vî bajarî û herêma wî ya dîrokî jinûva avabike, û şûna xemên gel dê k’ew bigirin…
Ezîz ê Cewo